DI DEMOKRATÎKBÛNÊ DE RISTA ABORIYA CIVAK AN
13 Gulan 2011 În
Êdî pir baş hatiye fêmkirin ku dewlet di dîrokê de cîhazeke bi kirina zextan ve mêtingeriyê pêşdixîne, dest diavêje nirxan. Di hîn serî de dewlet bûye hêza ku dest didane ser aboriyê, aboriyê dixe destê xwe.

Mustafa Karasu
Ger mezinbûna dewlet kêmbûna demokrasiyê, mezinbûna demokrasiyê jî kêmbûna dewletê ye, wê demê, ji bo li Rojhilata navîn demokratîkbûn rast bê fêmkirin û ji bo di bingeha dîrokî de demokratîkbûn bigihe nêzîkatiyeke teorîk, çareserkirina dewlet û îqtîdarê pir girîng e. Heya pêşketinên siyasî yên hinde welatan û hinde erdnîgariyan ên siyasî ku di dîrokê de jiyan kirine, diyardeyên siyasî û çandî baş neyên fêmkirin, negengaze ku mirov stratejî, textîk û polîtîkayên demokratîkbûnê jî li gorî xweseriya wan erdnîgarî û welatan, pêşbixîne. Ti tişt weke ferasat û pêvajoyên demokratîkbûna cihekî, ji bo pêşxistina demokratîkbûnê, ji cihekî din re dana jiyankirin û ji erdnîgariyeke din re dana jiyîn, şaştir û ecêptir nîne. Ji xwe şaşitiya ku îro tê kirin jî ev e.Behsa demokratîkbûneke li Ewrûpa tê kirin. Tê hizirîn ku ev demokratîkbûyîn bi heman argumanan û bi heman pêvajoyan ve, li Rojhilata Navîn pê pêkanîn. An jî hewlên wisa tên nîşandin, polîtîkayên wisa tên hilberandin. Mîsoger vana şaş in. Nêzîkatiyên wisa ji derveyî ji gelan re anîna êşan û dayîna hewlên bê encam, nayê ti wateyeke din. Hela hela di erdnîgariyeke weke Rojhilata Navîn de, ku yekemîn car mirovahî li vir bûye civak, yekemîn çînatî, yekemîn, dewletbûn li vir hatiye jiyîn, yekemîn nirxên çandî li vir çêbûne, çareseriyeke rast ji pirsgirêka demokratîkbûnê û gelek pirsgirêkên din re dîtin, ne gengaze ku bi nêzîkatiyên seranser û texlîdî ve pêk were. Rojhilata Navîn erdnîgariyeke wisa ye ku nirxên erênî û nêyînî li ser hev kombûne û bûne qetmer, aliyên neyînî û erênî ketine nava hev û hatiye rewşa erdnîgariyeke tevlîhev a çandî, civakî û siyasal. Heya li vir zîhniyet, çand û pirsgirêkên ku qat qat li ser hev kombûne din ava dîroka wext û cihê ku li te de hatine jiyîn de neyê tehlîl kirin, wê xebat û mudaxeleyên ku bên pêşxistin bibin mehkûmê bêencamiyê. Ku Rojhilata Navîn îro erdnîgariyeke wisa ye ku hêzên navnetew mudaxale dikin. Ango bûye erdnîgariya tekîlahiyan. Dîsa ji bo serweriya xwe bimeşînin, di erdnîgariya wî de, di bingeha berjewendiyên xwe de hêzên desthilatdar ên herêmê li ser gelan farzên çandî, civakî û siyasal dikin. Lê em dibînin ku li Rojhilata Navîn, tevahiya van hewlan ti encam nedaye. Berevajî wan pirsgirêk hînde din anîn rewşeke tevlîhevtir ku mirov nikare ji nav derkeve.
Divê berya hertiştî pênaseyek rast a demokrasiyê bê kirin. Helbet demokrasî xwe îdarekirina gel a xwe bi xwe û xwe rêvebirinê, îfade dike. Beyî ku ti desthilatdariyek li ser hebe xwe bi xwe, xwe bi rêxistinkirinê ve kirina hêz û weke çandî, siyasî û civakî rêvebirina xwe îfade dike. Ango teşeyeke jiyana wisa îfade dike. Tişta herî girîng jî ku divê bi vê ve girêdayî bê gotin; her çend di asta îlkel de be jî, hebûna jiyaneke demokratîk komînal heye. Ango civakan di jiyana xwe ya yekemîn de dewlet nasnedikirin. Piştî dewletbûn derkete holê, ew jiyana ku gelan li tê de xwe bi xwe xwe didan meşandin, jiyana demokratîk a ku ji aliyê wî ve dihate rêvebirin ji holê hatiye rakirin. Di vî alî de li cihekî ku dewlet lê heye nirxên demokratîk tune dibin, cihekî ku demokrasî jî lê heye dewlet paşve dikeve û her ku diçe tune dibe. Ger em di vê bingehê de diyalektîka demokrasî û dewletê bigrin dest divê em ji bo fêmkirina demokratîkbûna Rojhilata Navîn bi awayekî kokdarî îqtîdar û dewleta di vê erdnîgariyê de çareser bikin.
Tevahî mirovên zanistê, lêkolînvan dane nîşan ku di dîrokê de yekemîn çînatî û yekemîn dewletbûn, di erdnîgariya Rojhilata Navîn de derketiye. Dewletbûn, îqtîdarbûn, sazûman/organên dewlet û îqtîdarê herî zêde di erdnîgariya Rojhilata Navîn de pêşketiye, çanda dewlet û îqtîdarê herî zêde xwe di vê erdnîgariyê de spartiye bingeheke kokdar a dîrokî. Divê bê zanîn ku çand û zîhniyeta dewlet û îqtîdarê di vê erdnîgariyê de xistin mejûyê hestûyê civakan. Li Rojhilata Navîn ji dewletê re tê gotin “bavo”. Sifatên wisa didin nîşan ku dewlet pîroz hatiye dîtîn, di olan de jî vaazên divê ji dewleta ku sûltanê xweda yê ser rûyê erdiye re bê îtaet kirin heye. Ev jî vê rastiyê dide nîşan. Dema li dijî dewletê jî tê derketin, li dijî wê dewleta ku xwedî pêkanînên şaş ên ne li gorî hizrên xwe, pergala baweriyên xwe, derdikevin. Nexwe dewlet bigelemperî nayê redkirin. Zanistiyek û darazên wisa nîne ku li cihekî ku dewlet li tê de hebe, wê demokrasî nebe, azadî nebe, zext hebin. Lewre jî dewlet di olan de jî rast nehatiye tehlîlkirin. Berevajî dewlet pîroz hatiye dîtin, zanebûn an jî bê zanebûn olan bingehê rewabûna dewletan xurt kirine, rol lîstine ku di civakan de ne gel dewlet, ne civak îqtîdar xurt bibe.
Di erdnîgariyeke wisa de ku bûye bingeha dîrokî ya ku li tê de dewlet ji aliyê olan ve jî tê pîrozkirin de, paşvexistina dewletê û pêşxistina demokratîkbûnê, paşvexistina îqtîdarê û pêşxistina demokratîkbûnê ne hêsan e. Ji ber vê sedemê jî, girînge ku berya hertiştî ji civakên Rojhilata navîn re zanistiya dewlet û îqtîdar ji bo gelan diyardeyeke çewisîner û mêtinger e, bê qezenckirin. Pir girînge ku mirov dane holê, civak di destpêka dîrokê de bê dewlet jiyaye, dewlet li rex çîn, zilim, zextê pêşketiye. Di vê hêlê de divê li Rojhilata Navîn, zanistgerî civakî, şoreşger, îdeolog bidin nîşan ku bi taybet di gelên Rojhilata Navîn de dewlet ne ji neçareyî ye, di dîrokê de dewlet weke encameke neçarî derneketiye holê. Dewlet, berhema qismên îstîsmarci ku di serdemên mêtingerî lê dihat jiyîn de derketine holê û di nava civakê de bandorek qezenc dikin û xwe weke dewlet rêdixin in. Piştî nirxa berhema zêde derkete holê, qism û komên civakî xwestine çewsînêrtî û mêtîngeriya xwe bixin bin ewleyê. Divê ev hêza wan ya çewîsîner, rêxistîkirî weke heyî ji holê re bê raxistin. Divê mirov deyne holê ku van hêzan ji bo nîzama xwe ya mêtinger bidomînin dewlet kirin sazî û xwe bi zirhên pîroz ve pêçan. Di vê hêlê de nirxandinên Rêbertiyê PKKê yên vê pêşketina dîrokî ya di Sumeran de bûye sazî û bingehên wê didane holê, pir pir girîng in.
Bi awayekî balkêş pêşketina dewleta di Sumeran de, pêşketina îqtîdarê, dema îqtîdar û dewlet pêşket çawa xwe bi zirxeke mîtolojîk ve pêça, nîzama li ezman a nayê guhartin çawa li ser rûyê erdî dan rûnişkandin, vedibêje. Dîsa dema dewlet pêşket çawa herku çû desthilatdariya li ser jinê hatiye pêşxistin û zîhniyeta zilamê desthilatdar a tam derketiye holê, çawa zîhniyeta desthilatdariya zilam û dewlet perçeyên hev in, bi têşeya dewlet û zîhniyeta zilamê desthilatdar rûyê hundirîn ê madalyoyê ne, berfireh daniye holê. Di vê hêlê de ji bo ji aliyê gelan û civakan ve bê fêmkirin ku ka wê demokratîkbûna gelan çawa pêşbikeve, pêşketina demokratîkbûnê vê ew dewleta ku bê sînorkirin xwedî diyardeyeke lehnetiyê ya çawaye, divê tehlîlên Rêbertiyê PKKê girîng bên dîtin. Divê van tehlîlan baş fêmbikin, şîfreyên dewletê çareser bikin, di vê bingehê de zîhnîyet û helwestên xwe yên demokratîk deynin holê û xwe bi rêxistinkirinê ve demokratîkbûna xwe pêşbixînin.
Di Rojhilata Navîn de cihê yekem ê dewlet lê hatiye pîrozkirin Sumer û Mısır in. Weke dewlet di Sumer û Mısıran de hatiye pîroz kirin, qralên ku nûnertiya dewlet dikin jî xwe weke xweda pîroz kirine û xwe kirine bexşînî (dokunulmaz). Xweda-qraltiya li vir, di rastiyê de, pîroziya dewletê îfade dike. Ev xweda-qral qralê çiye, li ser serê çiye, berpirsyarê çiye, rêveberê çiye? Yê dewletê ye! Dewletên pîroz ji aliyê xwedayên qral tên rêveberin. Wan ev dewlet pêşxistine, îcat kirine. Ji aliyê herkesî ve tê qebûl kirin ku ev ji bo gelan çewsînêrtiye, zilm e û mêtingerî ye. Di vê hêlê de divê bê dîtin ku dewlet îcadek e. Divê bê dîtin ku ev cîhaza (aygıt) çewisandinê û mêtingeriyê, îcada Nemrût û Fîravûna ye. Ji qralên Sumer re yan jî ji qralên Mezopotamya re tê gotin Nemrût, ji yên Mısır re jî tê gotin Fîravûn. Qraltiyên Nemrût û Fîravûn di erdnîgariya Rojhilata Navîn de zalîmtiyê îfade dike. Ev jî dide nîşan ku gelan û civakan ji dewletê pir tişt kişandine. Ji bo wan dewlet, makîneya zilmê ye.
Di Rojhilata Navîn de çi qas cîhaza dewletê bikok û zalîm be, di bingeha hêrsa li hemberî Nemrût û Fîravûn, li hemberî dewletê dijberî jî ew qas pêşketiye. Ango li Rojhilata Navîn daxwaza paşvebirina dewletê û pêşxistina demokratîkbûnê heye. Ji lewre dema dewletê tehlîl dike û hêza wî ya çewîsîner û zalîm derdixe holê, divê di têkoşîna demokrasiyê de jî dijberiya gelê Rojhilata Navîn a li dijî Nemrût û Fîravûnan baş bê nirxandin. Divê bi aliyên dîrokî û pêkanîn wê ve baş bê têgihiştin ku dijberiya Fîravûn û Nemrût tê wateya dewlet ê. Ger ji ew dijberî baş bê fêmkirin, dikare di heman demê de ev dijberî, di pêşxistina çanda demokrasiyê, zanistiya demokrasiyê de weke roleke xîzmetê, bê nirxandin.
Êdî pir baş hatiye fêmkirin ku dewlet di dîrokê de cîhazeke bi kirina zextan ve mêtingeriyê pêşdixîne, dest diavêje nirxan. Di hîn serî de dewlet bûye hêza ku dest didane ser aboriyê, aboriyê dixe destê xwe. Di vê hêlê de, di nava dîroka xwe de girêdaneke wisa di navbera dewlet û aboriyê de heye. Ger têkiliya dewlet û aboriyê nebe, negengaze ku dewlet li ser piyan bimîne. Weke tê gotin dewlet ne organeke ku ji bo qenciya hemûyan (kamu û ewlekariya giştî çêbûye. Weke Rêber APO jî diyar dike, mîsoger ji bo ecibandina dewletê amûrek e. Argumaneke bîrdozî ya dewletê dide qebûlkirine. Nexwe ti eleqeya derketina dewletê bi van argumanan re nîne. Helbet di civakan de sazî û sazûmanên ku ewlekarî û qenciya hemûyan dipejirîne çêdibin; lê dewlet di dîrokê de ji bo vê derneketiye holê; îro jî dewlet ji bo vê hebûna xwe nadomîne. Dewlet bi tamamî weke amûreke xespê, weke hêza komek an jî hêzeke desthilatdar ku aboriyê xesp bikin hatiye rêxistinkirin. Di vê hêlê de dewlet bi burokrasiya xwe ve, bi artêş û polêsên xwe ve, bi serê xwe, hêza mêtingeriya aborî ye. Organa ku bi vê hêzê ve yekdestî/tekelan didamezirîne û di vê bingehê de weke kirniyekê li ser civakan jiyana xwe didomîne. Di vê hêlê de dewlet ji aboriyê qûtkirin, weke organeke ji aboriyê dûr disekine, weke hêzên din nêzî aboriyê ye pênasekirin û wisa lê nêrîn şaş e.
Cihê ku têkilîya dewlet aboriyê herî baş li tê de tê dîtin, Rojhilata Navîn e. Di vê erdnîgariyê de pir baş tê dîtin ku dewlet yekdestiya aboriyê ye, amûreke ku rantê belav dike ye, yekdestiya aborî di destê xwe de digire û bi zorî hebûna xwe didomîne. Ev rastî, bi mercên ku dewlet li tê de derketiye re guncav e. Derketina wî wisa ye; sedema hebûna wî ji bo vê ye. Di vê hêlê de dewlet ji aboriyê qût hizirîn şaş e. Ew îdîayên ku dibêjin li Ewrûpa, li Emerîka û li welatên din ên kapîtalîst de dewlet dûrî aboriyê ye, bi aboriyê re eleqeder nabe, mîsoger ji bo civakan bixapînin hatine kirin. Berevajî dewlet yekdesta aboriya xwe di destê xwe de digire û wisa hêza xwe ya mêtingeriyê diparîze. Ji bo hêza mêtingeriyê ku xwe dispêre bingeha aborî bidome, weke organa herî bingehîn dewlet hebûna xwe didomîne. Di vê hêlê de têkiliyên wî yên bi yekdestiya aborî re yekûyek e. Gotina yekdestên aborî cûda ye, dewlet cûda ye, ji rê derketinek e (sapmadır). Gelo piştî qrîza herî dawiyê ya cîhanê midaxeleya dewlet, veguhestina wî ya pere, çawa dikare bê îzahkirin? Ev pere ayîdê kê ne? Helbet ayîdê benqeya navend a ayîdê dewletê ye. Ayîdê maliya girêdayî dewletê ye. Di vê hêlê de girêdana di navbera dewlet û aboriyê de, ji ya tê zanîn pitir e. Di vê hêlê de heya doktorîneke aborî ya altarnatîf neyê pêşxistin, heya gel bi xwe qada aborî neafirîne, tenê bi rêxistinên demokratîk ên li dijî dewletê ve, demokrasî nikare bê afirandin. Tenê rêxistinên demokratîk ên civakê re dewlet nayê paşvebirin. Paşvebirina dewletê him bi rêxistina demokratîk a civakê ve, him jî bi afirandina jiyaneke aborî ya xwe dispêre civakan ve gengaz e.
Hêzên demokratîk ji du aliyan ve neçarin xebatên aborî yên xwe dispêrin bingeha aboriyeke civakî pêşbixînin. Qada demokratîk dikare bi paşvebirina dewletê ve xwe bike hêz. Ger dewlet xwe bi spartina aboriyê ve dike hêz, ger yekdestiya aborî di heman demê de tê rewşa yekdestiya aborî, civakî û siyasal, divê hêzên demokratîk jî di qada aborî, çandî, civakî û siyasal de weke yekpare xebatan bidin meşandin û dewletê bisînor bikin. Negengaz e ku tenê bi xebateke yek alî ve dewlet bê paşvebirin. Ji bo vê divê gel rêxistinên xwe yên demokratîk, di heman demê de weke zemîna afirandin û derxistina hêza xwe ya aborî jî binirxîne. Tevahî çavkaniyên aborî, ked û heta hertişt ayîdê gel e. Dewlet û dewlemend, van nirxên ku di destên xwe de digirin ji uzay neyînin. Bi mêtîngerkirina gelan ve dibin xwedî van nirxan. Di nava gel de van dewlemendiyan û nirxan didest dixînin. Ji bo wê divê gel vê mêtingeriya li ser pişta xwe astenk bike, divê veguhestina çavkaniya keda xwe û nirxên xwe astenk bike û divê bi yekkirina çavkaniyên xwe yê borî, keda xwe û zanîna xwe ve pergala xwe ya aborî damezirîne. Em dikarin ji vê doktrîna aborî re bêjin damezirandina pergalake aborî ya di bingeha rêxistina demokratîk a gel, aboriya komcivakan, aboriya kolektîf an jî kooperatîf. Ji xwe wê doktrîna aborî ya civaka demokratîk, bibe ekolojîk. Wê zirar nede ekolojî û xwezayê. Wê pergaleke aborî ya ku li gorî rêza ji xwezaya ku mirov dike heyîn re hevhatî, û bêmeşandin, damezirîne. Ji xwe divê teknîk jî bê ekolojîkkirin. Gîrîng e ku teknîk jî bi teşeyeke ku zirar nede ekolojî û civakîbûnê bê pêşxistin. Divê teknolojî têkiliya ku dê di navbera ekolojî û xwezayê bê berdewam kirin, xera neke. Vaye pêdivî bi doktrîneke wisa ya aborî heye. Divê mirov cewherê doktrîn û felsefeya aborî wisa deyne holê.
Ev yekeyên (birim) aboriya komcivakan, bi şêweya kooperatîfan tê destgirtin. Di wateyeke ku têkiliyeke aboriyê ya bixwezayê re bikare bimeşe re jî tê gotin sîstema eko. Heta îro ku wekî xeyal tê dîtin, lê ji bo demê pêş ku tê pêşdîtin wê gundên ekolojîk jî weke parçeyeke girêdayî pergala aboriyê were destgirtin. Him di Sosyalîzma pêkhatî de him jî di welatên cihê yên bi sosyalîzma pêkhatî re di nava têkiliyan de ne, yên mîna Sûriye û Libya de îstîsmar û kirêtkirina kooperatîfan ku weke aboriya komcivakan tê nîşandan, bûye mijara gotinê. Ji ber ku ev kooperatîf vîna gel a demokratîk nade nîşan û di bin çavdêriya dewletê de yan jî qismekî diyar de ye îmaja wê di çavê civakan de xirabûye. Wekî ev rastî jî dide nîşandan dema ku aboriya komcivakan bi demokratîkbûnê re hate meşandin ancax wateyek û nirxekî xwe dibe. Li tevî van hemû ji hev xistinan bi rêxistingeriyeke hevbeş a komcivakan re kooperatîfên hilberîner û serfkar dikarin werin sazkirin, tê xwastin ku pêşketina baweriyeke wê bixwe biafirînin û serf bikin çêbibe. Yekeyên aboriyê yên bi vî awayî bi yekeyên aboriyê yên şîmane (benzer) re ketina nava piştgirî û têkiliyê herku biçe wê bi razemendiyên (yatırım) nû re wê bikarin bi modeleke aboriyê ku bi her aliyekî ve pêdiviyên xwe yên aboriyê pêşwazî bikin derbixînin holê. Ders ji aliyên neyînî û erênî yên dema borî derxistinê re pêşxistina modeleke bi vî awayî ya aboriyê ferz e.
Di bêrê de, ji ber di sîstema kooperatîf de bi navê hilberîna kolektîf ew neyîniyên ku derketin holê, red kirina xebateke wisan a aboriyê, ji vê dûr sekindandin di rastiyê de tê wateya ketina xefka dewletê. Dewlet ku her tim dixwaze li ser gelan, li ser kedkaran desthilatdariyê avabike, bi şêweyeke “hun nikarin xebateke aboriyê bi rêve bibin” bi ferzkirinê re, ya rastîn civakê mihtacê xwe dike. Jixwe di civakên Rojhilata Navîn de deriyê dewletê wekî deriye nan tê dîtin. Ev têgîneke pir şaş e. Deriyê dewletê wekî deriyê nan dîtin, di rastiyê de parçeya zêhniyeta zilimkar û çewsîner a li ser gel desthilatdarî avakirinê ye. Bi çavekî weke rastiyekî dewlet, derfetên aboriyê ji gel re di afirîne, pêwîstiyên gel ên aboriyê pêşwazî dike, temaşe kirin, di rastiyê de encam de tê wateya ku dewlet di çavê gel de anîna asteyeke were pejirandin e. Berevajiyê vê em berdin dewlet bibe deriyê nan, îro ji aliyê hemû kesan ve tê dîtin ku dewlet, keda gel di dize û cureyeke hêza çewsîneriyê ku li ser vê dijî avadike ye. Di vî alî de nirxandinên wekî Marks, Engels, sosyalîstan û gelek feylesufan kirine dewlet amûreke dest di deyne ser berhemên zêdeye, bi temamî nirxandinên rast in.
Dewlet, li ser xebatên aboriyê ya gel saziyeke xespkar e. Divê wisa were dîtin. Di civakên berê yên ku dewlet nebûn de hemû xebatên aboriyê gel dikir. Bixwe dikir, bixwe jî serf dikir. Bi derketina holê ya dewletê ve ev xebata bingehîn a gel hatiye xesp kirin. Bi dest danîn ser malê gel ê afirandiye re di van yekeyên aboriyê de bi dayîna şixulandinê re, amûreke dagir dike û li ser wî zext û mêtîngeriyeke her timî bûyî hatiye sazkirin. Ji loma em berdin tevlîkariya dewletê ji aboriyê re, bi ew qadên aboriyê yên di destê gelan de ji destê wan girtinê re, wê ya tenê anîna rewşekî koleyek û karkerek re di dîrokê de xirabiye herî nebaş ji mirovahiyê re kiriye. Ji ber vê sedemê dewlet weke aborî jî alaveke nepêwîst a divê were derbaskirin e. Bi vê aliyê xwe ve di demokratîkbûna Rojhilata Navîn de dahûrandina dewletê girîng e. Di demokratîk bûna Rojhilata Navîn de beriya her tiştî têgihiştineke dewlet organeke wisan a mêtîngeriyê û zextka re; dewlet ol jî baweriyê jî ji bo ev mêtîngeriya xwe ya aboriyê weke amûrekî rewatiyê bikartîne dayîna nîşandan tê xwastin.
Dewlet di vî alîde jî ji rahîbên Sûmeran destpê dike, mirov arişeyeke metafizîk e, mirov heyîneke hest û ramanan hildigre ye, di vî alî de jî bi dîtina ramanên mirovan dikarin bên arastekirinê re di çarçoveya hinek baweriyên diyarîker de ji xwe re meşruiyet bidest xistiye. Wisaye ku mirovên ku ji bo rizgariyê derketine ser dika dîrokê; olên ji bo rakirina mêtîngerî û zextkariya mirov dibînin ji holê rakin û sivik kirina êş kişandinên wan ku derketibûn holê di encam de saziyeke wisaye ku vana jî xistine bin xizmeta xwe. Ji loma dema tekela aboriyê ya dewletê dimeşîne weke amûreke olê (dîn) bikaranîn jî yek ji xirabiyeke herî mezin e ku li mirovahiyê hatiye kirin e. Ji ber vê sedemê di Rojhilata Navîn de ketina pêşiya bikaranîna olê ji aliyê dewletê ve, ol anîna rewşekî exlaqê civakê, baweriya wê û weke bûyereke çandî ya domandina jiyanê pir û pir girîng e. Ketina pêşiya dewlet û çînên desthilatdar olê weke amûrekî siyasetê bikaranînê, di aliyek de pêşî girtin li tekelbûna aboriyê ya dewletê jî çêdibe. Pêşî li mêtîngeriya dewletê ya li ser gel heye tê girtin. Dewlet û hêzên desthilatdar ol ne tenê weke amûrekî di domandina îxtîdara xwe ya siyasî de bikartînin; di heman demî de di meşandina tekelên xwe yên aboriyê de jî weke amûrek bikartînin. Di vî wateyî de divê nirxên olî jî ji destên desthilatdaran werin girtin û ji gelan re were dayîn. Ol weke arîşeyeke civakî ya gel, weke arîşeyeke çandî ya domandina jiyana çandî, weke arîşeyeke baweriyê , weke arîşeyeke exlaqî dayîna jiyan kirin û li ser vê bingehê pêwîste bînin asteyekî weke guncavê şertên derketina xwe ya dîrokî. Yan wê ol dê weke rahîbên Sûmeran ku ji bo mêtîngerkirina gel, ji bo xistina bin zextê weke amûrek heyîna xwe bidomîne, yan jî wê di asteyekî ku di dîrokê de mirov ji bo dagirkerî û zextê derbikeve weke exlaqî û nirxên moral dê bigihije karîgeriya xwe. Di vî alî de ji bo tekela aboriya dewletê were derbaskirin di aliyekî de doktrîneke aboriyê ya dispêre aboriya komcivakan dema derbasê jiyanê were kirin, di aliyê din de tê xwastin ku ola ku weke amûreke, dewletê tîne astekî tekela aboriyê jî ji rastiyeke meşrûyet bi zexta siyasî, aborî, civakî û çandî ya dewletê dide qezenc kirin, bê derxistin.
Îro ew dewletên Rojhilata Navîn de ne jî tekelên aboriyêne. Ji bo meşruyet bi dewletê bidin qezenc kirin û rewşa xwe ya tekeltiya aboriyê bi domînin fêdeya gelemperî (kamu) û ewlekariya giştî derdixînin pêş. Li ser vê bingehê rewa kirina dewletê di rastiyê de tê wateya rewa kirina tekela aboriyê ya dewletê. Encama vê ji xeynî hindek hilberînên biçûk ji gel re qada aboriyê nas nake. Jixwe di roja me de ev qadên biçûk yên aboriya gel jî di her aliyekî de bi ji holê rakirinê re tekela aboriyê bi şêweyeke di ti serdemeke dîrokî de ku nehatiye dîtin hatiye teqezkirin. Tekela dewletê û tekelên kapîtalîst di nav hev de li ser gel despotîzmeke aborî û siyasî sazkirine. Di rastiyê de di Rojhilata Navîn de dewleta destpotîk a tekela aborî û dewleta modern a mêtînger a kapîtalîst di roja me de hevkariyeke qirêj dikin. Ji xwe di dîrokê de dewletan ti car ji bo berjewendiyên gelan rol negirtine. Di wateya aborî de jî mîsoger serfkar e, bêkedin. Dema ku em dibêjin dewlet tekelek aboriye, di heman demî de divê mirov bipejirîne ku kurtêlxur (asalak) e. Di şibe cinewarekî zirzop a mezin ku her tişt serf dike ye.
Rêbertiyê PKKê bi hemû argûmanên xwe daniye holê ku Kapîtalîzm ne sîstemeke aboriye. Îro pir baş tê têgihiştin ku Kapîtalîzm ne sîstemeke di afirîneye, sîstmeke serfkar e. Di rastiyê de kurtêlxurbûna zêde ya kapîtalîstan dide diyarkirin ku ka Kapîtalîzm çi qasî kurtêlxur e. Kapîtalîzm ji sîstemekî ku derfet ji aboriya gelan re dide, aboriya civakê derdixîne holê wêdetir, ji bo kapîtalîstan û dewletê bide jiyîn, wekî cinawirekî kurtêlxur a gel heta mejiyê hestûyê wan dagir dike ye. Jixwe di roja me de serwerbûna kapîtala fînans li ser sîstema kapîtalîst jî aborîbûna vê sîstemê li aliyekî, dijberê aboriyê ye, aboriyê belav dike, xirap dike, bi zêdahî hatiye îspat kirin. Qrîza dawî jî, bi herkesê re daye nîşandan ku kapîtalîzm çawa xebatên aboriyê hilweşandiye, aborî ku bûyereke civakê ye li ser pişta wî weke kurtêlxurekî çawa jiyan dike.
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
