Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $rootPath in /home/komunar/public_html/ku/includes/settings.php on line 49
ÇALAKİYA HERÎ DEMOKRATÎK YA CİVAKÊ EKONOMİYE -1- | Komunar.NET

ÇALAKİYA HERÎ DEMOKRATÎK YA CİVAKÊ EKONOMİYE -1-

18 Gulan 2011 Çarşem

Ekonomî, karê jinê ye. Dispêre hilberînê, rêzik û pîvanên maddî yên debara malbatê, hawîrdora wê, alav û materyalên din îfade dike.

Sînan Şahîn
Yek ji mijarên ku di roja me de pir zêde li ser tê axaftin, li ser tê hizirîn û li gorî wê di çarçoveya afirandina çareseriyan de lêgerîna projeyên cihê çêdibe jî ekonomiye. Girêdana wî bi birçîbûnêre, bêkariyê re, bi pirsgirêkên hawirdor re, bi pirsgirêkên tendûristiya mirovan re yan jî bi hemû mijarên ku jiyana mirovan eleqeder dike re didin çêkirin û di asta herêmî û kûrewî de tê dest girtin. Ji bo vê jî model û projeyên cûda cûda têne pêşxistin. Terîfên mîna ekonomiya Lîberal, ekonomiya sosyalîst, ekonomiya têkel, ekonomiya girtî yan jî vekirî, ekonomiya bazarê ya serbest, ekonomiya mîkro yan jî makro û hwd. ku em dikarin bihêjmêrin dikarin bidin diyarkirin. Dîsa bi van terîf û têgînan ve giredayî jî gelek têgîn têne zimên. Peyvên mîna hilberan, mezax (tüketim), kar, bazar, borse, banka, tehwîl, deyn, dahata neteweyî, krîz, kaos, pere, piyase, çandinî, gundî, karker-bêkar, zevî, cihê kar, pereyê reş, ked, sermaye, sermayeya berdest, birçîbûn, boşahî û hwd. hema hema di her devereke jiyana me de têne şixulandin.
Helbet emê pey van peyvan nekevin. Lê di çarçoveya mijara xwede wexta cihê wê hat emê van jî binirxînin. Di vê nivîsê de bi esasî emê di nava rêxistiniya konfederal de li ser di di nava hîmên şaristaniya demokratîk de, em zihniyeteke çawa û bi vêya ve jî girêdayî xebateke ekonomîk ya çawa li pêş dibînin, dest bigirin. Bi taybet di Bakurê Kurdistanê de tevneke berfireh ya rêveberiyên herêmî ku derketiye holê de, wê li ser mijara ku pêwîstiyên civakê çawa werin dabîn kirin, were sekinandin. Emê hewl bidin bersiva van pirsên di vê çarçoveyê de bidin. Li gel ku Rêber APO di parêznameyên xwe yên dawiyê de ciheke girîng û berfireh dide vê mijarê jî li roxmî vêya çima gavên pratîk nayên avêtin û eger neyê bi cîh anîn wê rê li ber çi veke? Emê di çarçoveya mijarê de vêya jî binirxînin. 
Emê mijarê bi ekonomî çiye, pêwendiya exlaq-polîtîka û demokrasiyê bi ekonomiyê re çiye, jin û ekonomî, her wiha weke sergotarên navber emê cîh bidin nirxandinên Rêber APO yên di derbarê mijarê de.
Ekonomî çiye?
“Ekonomî yan jî bidestxistina objeyên jiyana maddî, yek ji pirsgirêka bingehîn a zindîtiyê ye. Ji bo pêkhatina beridandinê, ekonomî amûrek e. Sîstema zindî, bi riya metabolîzmayê objeyên li gorî hezma xwe ji derve peyda dike û bi vî awayî hebûna xwe dewam dike. Rêzikeke gerdûnî ye; bi cihêbûnê beridîn jiyanê domdar dike. … …
Di xwezaya civakî de ekonomî her tim bi koman hatiye meşandin. Ji xêncî yekdestdariyê, bi serê xwe ferd an jî dewlet têkiliya xwe bi ekonomiyê re nînin. Ekonomiyên ferd û dewlet li ser wan xwedî gotin in, yan wê mecbûrî derbasî karê bibin yan jî wê îflas bikin. Ekonomî dewamî karê koman e. Qadeke rastî demokratîk a civaka exlaqî û polîtîk e. Ekonomî demokrasî ye. Demokrasî herî zêde ji bo ekonomiyê hewce dike. Di vê çarçoveyê de mirov ekonomiyê ne dikare weke binesazî ne jî weke jorsazî şîrove bike. Weke çalakiya herî bingehîn a demokratîk a civakê were şîrovekirin hê rastir e.
Komên mirovan di nava zêhnê xwe de timî li objeyên maddî yên pêdiviya wan pê heye geriyane û xwestine baştir bikin; xwarin, bicihbûn, zêdebûn û parastin timî fikarên wan ên bin-gehîn bûn. Berê çi didîtin û peyda dikirin qîma xwe pê dianîn. Bi cihbûna di şikeftan de, xwe baştir parastina li keviyên gol û da-ristanan û qedirgirtina dayika dizê jî ji ber van pêdiviyan bû. Her diçe nêçîrvanî jî dikeve dewrê. Hem xweparastin û hem jî xwe xwedîkirina bi goşt çanda nêçîrvaniyê xurt dike. Lê belê ji dest-pêka civakbûnê ve di navbera berhevkirina pincaran a jinê û nê-çîrvaniya bi giranî bi destê zilam de tengezariyek û pêşketina be-ridînên çandî yên cihê têne dîtin. Li herdu aliyan jî bûyerên yekalî ango pêşketin û paşketin hene; yek ji wan her diçe dibe ‘mêrê weke şêran’, ya din jî gav bi gav dikeve nav çanda ‘jina weke dewaran’. Têgihiştinên cihê yên li ekonomiyê cara pêşî bi vî rengî hîmê xwe datînin.
Kengî malbatên li dora dayikê çêbûne bi erdê re mijûl dibin û zêde nebe jî hin qût û zad hiltînin û dixin kewaran, mirov dikare êdî behsa ekonomiyê bike. Lê ev danehev û hilanîna qût û zad ji bo bazirganiyê nîne, ji bo malbatê ye. Jixwe ekonomiya rast û insanî jî ev e. Ji ber ku mirov danehevên xwe diyarî hev dikin, kes çavê xwe ber qût û zadê hev nade. Bi vî awayî danehev ji bo mirovan nabe sedema tehlûkeyê. Prensîba ‘mal timayiyê tîne’ herhal ji vê demê maye. Çanda xelat û diyariyê şêweyekî girîng ê ekonomiyê ye. Bi ahenga pêşketina mirov re jî têra xwe li hev dike. Rastiya civakê ya herî kêm hatiye taybetîkirin û dewletdarkirin e.
Ne weke têgîn, lê weke cewher mirov dikare cara pêşî ekonomiyê di vê daneheva berheman de bibîne. Weke tê zanîn, gotina eko-nomos Yewnanî ye û maneya wê; qanûna xaneyê ye. Ekonomî, karê jinê ye. Dispêre hilberînê, rêzik û pîvanên maddî yên debara malbatê, hawîrdora wê, alav û materyalên din îfade dike. Eger em maneya wê di civaka şareza de hînê bi giştî bigirin dest, em dikarin bibêjin; ji bo komên piçûk ‘rêzikên debarê’ îfade dike. Şaneya herî bingehîn a kollektîfkirina civakê ye. Kes li dewletdarkirin û taybetîkirina wê nafikire. Dewletdarkirin û taybetîkirina ekonomiyê ew e ku şaneya bingehîn a civakê tê xirakirin.”
Pêwendiya exlaq-polîtîka û demokrasiyê bi ekonomiyê re
“Çawa ku di her mijara civakî de mirov serî li dîrokê dide, di vê mijarê de jî mirov heman rêbazê bişopîne wê gelekî kêrhatî û hînker be. Em dizanin ji sedî 98’ê serdemên civakî bi huqûqê ne, bi rêzik û pîvanên exlaqî pêk hatine. Ji ber vê yekê jî em civaka exlaqî dibêjin. Ji lewra mirov heta nizanibe exlaqê vê dema dirêj bersiva çi daye mirov rabe exlaq şîrove bike, wê kêm bimîne. Eger em xwezaya civakî weke xwezaya bi mejiyê nerm barkirî terîf bikin dibe ku mijarê rohnî bike. Mebesta me ji mejiyê nerm ew e, zêdetir bi fikirkirinê karkirin e. Têkiliya di navbera fikirkirin û kar de bivê nevê wê rêzik û pîvanan ferz bike. Ji ber ku ya divê kar çawa were kirin, jixwe rêzik û pîvan diyar dike û ew bi xwe ye. Em vê çalakiya pêşî ya der barê kar de dikarin weke pîvana pêşî ya exlaq diyar bikin. Em dema kar jî dibêjin, mebesta me her cure çalakiya civakî ye. Ji xwarinê heta bi razanê, ji meşê heta bi peydakirina xwarinê, ji dostbûna bi heywanan heta bi şerkirina wan, eleqedarbûna bi nebatan heta masîgiriyê her çalakî kar e. Ev kar jî bêyî rêzik û pîvan bi sernakeve. Serneketin jî mirina civakê ye.
Di vê nuqteyê de dabeşkirina civakê weke bingeh ekonomîk û joravahî exlaq têgînên beredayî ne. Ekonomiya exlaq mirov dikare weke rêya herî baş a ji bo tedarikkirina pêdiviyên bingehîn ên jiyanê terîf bike. Exlaq weke adet û usûl, şêwazê ekonomî yan jî bi destxistina pêdiviyên bingehîn e. Ji lewra cihêkirina civakê bi têgînên weke joravahî û jêravahî ji ravekirinê dûr in. Exlaq di serî de hewldanên ekonomîk şêwazê pêkhatinê bi awayekî baş ê tevahî çalakiyên civakî îfade dike. Ango her tiştê civakî exlaqî ye. Her tiştê exlaqî jî civakî ye. Mînak bi qasî ekonomî exlaqî ye, dîn jî exlaqî ye. Siyaset weke rasterast demokrasiyê exlaq bi xwe ye.
Wê wextê pîvana pêşî ya kar ango exlaqê wê, ji destpêkê ve ji bo civakê mijareke heyatî ye. Kar çawa herî baş tê kirin, ew çawatî weke pîvana herî baş a exlaq di zêhnan de bi cih dibe. Ev, di nava pêvajoyê de hê bi tesîr dibe û weke rêûresmeke têkûz dibe malê hafiza civakî. Êdî mirov dikare bibêje ku exlaq pêk hatiye. Bûyera em jêre tore, adet û rêûresm dibêjin ev e. Di vir de xusûsa girîng a divê were analîzkirin ew e, exlaq bi qasî ku çalakiyeke zêhnî ye, bi karê civakî re jî têkildar e. Hem pêdiviya xwe bi çalakiya civakê, hem jî bi hewldana zêhn heye. Ez bi xwe tercîh dikim ku vê rewşê weke awayê orjîn û pêşî yê demokrasiyê bi nav bikim. Di vê rewşê de demokrasiya orjîn û exlaq dibin wekhev.
Li gorî ku civak misêwa bi pey karên heyatî dikeve, bivê nevê ev jî pêdiviya pirr fikirîn û guftûgoyê ferz dike. Bi vê jî qîma xwe nayne; ji bo kar hê baştir çawa serketî bibe ango çawa were rêvebirin serê xwe diêşîne û ev jî bivê nevê şertekî jiyanê ye ku destê jê nabe. Di herdu rewşan de jî hem fikirkirin, guftûgo û biryardan heye hem jî bi rêvebirina biryarê xwe gihandina serketinê heye û ev jî şêweyê herî sade û rastûrast ê demokrasiyê ye. Eşkere ye ku demokrasiya rasterast û beşdarbûnê ev e. Di heman demê de ev tê wê maneyê ku civak ji aliyê exlaqî ve bilind bûye ango bûye xwediyê jiyana exlaqî. Ji vê jî mirov fêhm dike ku çavkaniyê exlaq û demokrasiyê yek e. Ew jî qabîliyeta karkirin û zêhnê kolektîv ê pratîka civakî ye. Jiyana civakê bi tenê ji sedî 98 beşekî wê bi demokrasiya orjîn û exlaq derbas nebûye; komikên civakê yên di halê xwe de hatine hiştin û heta roja me ya îro parçebûne bi giranî di nava xwe de huqûqê ne, exlaq pêk tînin. Divê mirov baş bizanibe ku herçiqasî xira bûbin jî ji malbatê heta bi etnîsîteyê, heta bi qada kar a saziyên huqûqê kitebikite wan bi rêkûpêk kiriye jî exlaq nebe jiyan nameşe. Huqûq perdeyek e, nixumandin e. Bi awayekî bingehîn hêza dimeşîne ez yeqîn dikim ku hê jî exlaq e.
Rola bingehîn a exlaq ew e, civakê bike xwedî rêzik û pîvanên pê karibe li ser piyan bimîne, wan bi cih bîne û pê hebûna xwe dewam bike. Civakeke rêzikên xwe yên hebûnê û hêza bi cihanîna wan ji dest dabe, ew tê wê maneyê ku ew civak veguheriye civaka heywanan û çawa bixwazin dikarin bi kar bînin û bikin mêtingeh.
Rola polîtîkayê jî ew e, rêzik û pîvanên ji civakê bi xwe re hewce dikin tedarik bike û tevî vê timî rê û rêbazên peydakirina hewcedariyên bingehîn ên maddî û zêhnî guftûgoyan dide kirin û civakê bi biryar dike. Polîtîka civakî bi van sedemên bingehîn misêwa hêza guftûgo û biryarê pêşde dibe, pêşî li mejiyê civakê vedike û wê zindî dihêle; dike ku civak xwe bi xwe rêve bibe, karên xwe bi xwe bike, pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike û bi vî awayî qada herî bingehîn a hebûna xwe pêk tîne. Civaka bê polîtîka weke mirîşka serê wê hatibe jêkirin e, hê can nedaye virde wirde diterpile, diperpite. Rêya herî bi tesîr a civakekê bêkêrkirin û bêhêzkirin ew e, ji POLÎTÎKA’yê mehrûmkirin e. (Ji siyasetê bêpar hiştin e, bi gotina Îslamî bê şerîet hiştine) Ti rêk biqasî vêya xeter nîne.
Exlaq rêûresma fikra kolektîv temsîl dike, lê fonksiyona polîtîkayê hinekî cuda ye. Ji bo di karên rojane yên kolektîv de guftûgo bêne kirin û pê xwe bigihîne biryardariyê pêdivî bi hêza fikrê heye. Ji bo polîtîkayê fikra afirîner a rojane şert e. Dîsa jî civak baş dizane ku weke çavkanî xwe nespêre exlaqê ji kombûna fikrê pêk tê, ne fikra polîtîk çêdibe, ne jî polîtîka bi xwe tê kirin. Polîtîka ji bo karên rojane yên kolektîv (berjewendiyên hevpar ên civakê) bivê nevê qadeke çalakiyê ye. Der barê karan de fikrên cuda û heta yên bi yên din re nelirê hebin jî ji bo guftûgo û biryardana wan şert e. Civaka bê poltîka, yan weke keriyan li pey rêzik û pîvanên yên din diçe, yan jî weke mirîşka serê wê jêkirî virde wirde diterpile. Hêza fikrê ya civakê bi xwe saziyeke joravahî nîne; mejiyê civakê ye. Organên wê jî exlaq û polîtîka ne.
Ya rastî, em jixwe ji fonksiyoneliya civaka polîtîk re demokrasî dibêjin. Bi maneyeke rastî polîtîka û demokrasî têgînên wekhev in. Eger azadî ew qada atmosferî ya polîtîka xwe têde îfade dike bê qebûlkirin, wê wextê demokrasî li vê qadê şêwazê îcrakirina polîtîkayê ye. Sêbera azadî, polîtîka û demokasiyê, nabe ku ji bingehê exlaqî mehrûm bin. Em ji rewşa rêûresmî ya azadî, polîtîka û demokrasiya bi sazî bûyî re dikarin exlaq bibêjin.
Debar, ewlekarî, jiyanî û berjewendiyên heyatî yên civakê ew demokrasî, wekhevî û azadiya dewlet û desthilatdarî asteng dikin e. Çawa ku tê dîtin, karûbarên polîtîk bi karûbarên dewletê re heman tişt nînin, heta bi hev re nakok in. Di vê rewşê de dewlet çiqasî mezin û berfireh bibe, polîtîka jî wê ewqasî teng û sist bibe. Dewlet rêzik û qaîde ne, polîtîka jî afirênerî ye. Dewlet ê amadebûyî rêve dibe, polîtîka jî bi pêkanînê rêve dibe. Dewlet zenaet e, polîtîka jî huner e.
Em dizanin xwezaya civakî nêzî ji sedî 98 jiyana xwe bi yekeyên ji 25-30 kesî pêkhatî û em ji wan re civaka klan dibêjin derbas kiriye. Em dikarin klanê weke şaneya kok a civakê terîf bikin. Civaka klan bi pêvajoyê re di tevahiya civakên malbat, qebîle, eşîr, qewm û netewe yên pêkhatî de weke şêweyekî şaneyê cuda dibe hê hebûna xwe dewam dike. Klan çi di rewşa zimanê îşaretan de be, çi jî di rewşa zimanê sembolan de, li gorî terîfa me ya bingehîn a xwezaya civakî ew civakeke exlaqî û polîtîk e. Bêguman li cem klanê exlaq û polîtîkakeke gelekî besît heye. Ya girîng ew e,  heye. Besîtbûyîn girîngiyê ji holê ranake. Berevajî girîngiya wê piştrast dike. Heta mirov dikare bibêje, exlaq îfadeya xwe ya herî bi hêz di dema civaka klan de pêk aniye. Mîna ku di rola îfadeya xerîzeyê hundir de be. Li gorî wî (exlaq) jiyan şertê hebûnê yê bivê nevê ye. Klana exlaqê xwe ji dest dayî, klana ji hev belav bûyî, ji hev hatiye belavkirin an jî hatiye tinekirin. Bi rêzikên besît îfadeya wê mirov bi tenê dikare bi jiyanîbûna wê şîrove bike. Ji aliyê dayîna ber hev mirov dikare bibêje, di roja me ya îro de tevî ku timûtim rêzik û pîvanên huqûqê têne binpêkirin jî di civakê de ti tişt nabe. Belkî jî bi sedema muhafezekariya huqûqê ev binpêkirin bi roleke erênî jî rabin. Lê di klanê de xirabûna rêzik û pîvanan dawiya komê tîne.
Ji bo polîtîka jî mirov dikare heman xisletan diyar bike. Klan du karên xwe yên gelekî besît weke nêçîrvanî û berhevkerina pel û pincaran heye. Bêguman bi tevahî endamên klanê bi xwe li ser nêçîrvanî û berhevkirina gihayan hezar caran guftûgo dikin, dişêwirin, danûstendina ezmûnan dikin, hin endamên xwe wezîfedar dike, polîtîkayên xwe yên nêçîrvanî û berhevkirinê pêk tîne û hewl dide bi awayekî herî berhemdar encam jê bigire. Naxwe bi awayekî din jiyan mumkîn nedibû. Çi wê çawa bê peydakirin û berhevkirin polîtîkaya bingehîn bû ango zibare û palûte bû (polîtîka weke karekî hevpar tê terîfkirin.) Hingê civaka klan gelekî besît e, lê komeke polîtîk a heyatî ye. Rojekê polîtîka nikirina wê bimirana. Ji ber vê sedemê polîtîka çaviyeke gelekî heyatî ya fonksiyonel û kêrhatî ye. Belkî jî xisletên wî yên din hemû bi prîmatên din re (heywanên nêzî mirovan) wekhev bûn. Cudahiya wan a bi tenê û girîng ew bû, çaviya exlaqî û polîtîk a besît pêşdebiribûn. Amûr bi xwe jî kengî polîtîka bûbûya diketin dewrê. Pêşketina ziman bi xwe jî li ser bingehê exlaqî û polîtîk mumkîn e. Divê em hîç ji bîr nekin ku hêmanên hewcedariya bi peyivandinê bi lez dikin guftûgo û biryar in. Li vir were gotin, hewcedariya bi xwe xwedîkirinê li ser bingehê exlaqî û polîtîk e, li gorî min bê mane ye. Bêguman amîpên tek hucreyî jî hewcedariya xwe bi xwe xwedîkirinê heye. Lê em nikarin behsa exlaq û polîtîkayên amîpan bikin. Cudahiya mirov ji amîpan ew e, xisleta wî ya hewcedariya xwe ya bi xwe xwedîkirinê misêwa bi nêzîkatiyên exlaqî û polîtîk pêşde dibe. Di vê çarçoveyê de doktrîna Marksîst a dibêje “Ekonomî her tiştî diyar dike” zêde raveker nîne. Ya girîng ew e, ekonomî çawa tê diyarkirin. Li cem cinsê mirov ev rewş hewce bi qada civakî, bi çaviya exlaqî û polîtîk dibîne.
Nêzîkatiya Marksîst a çîn û ekonomî weke yekeya bingehîn bijart, li dijî yekeya dewletê xwest xwe weke modela alternatîf formule bike. Çîna karker û ekonomiya kapîtalîst weke modela lêkolînê ya civakî hatin hilbijartin. Vê nêzîkatiyê herçiqasî hişt ku dîrok û civak ji aliyê pêkhatin û girîngiya ekonomî û çînî ve bêne ravekirin jî bi xwe re qusûrên girîng anîne. Ji ber ku ev nêzîkatiyê dewlet û saziyên din ên avahiya jor berhemên avahiya jêr hesibandin û bandorên wê yên besît nirxandin, kir ku rewşê daxîne ekonomîzmê. Reduksiyonîstiya ekonomîk jî mîna reduksiyonîstiya dewletê ya xwedî têkiliyên gelekî tevlîhev ên yekpare, ser rastiyên civaka dîrokî girtin û ji bo nekeve vê rewşa bi qusûr nikarîbû xwe rizgar bike. Nexasim ji ber qelsbûna analîza desthilatdarî û dewletê çînên kedkar û gelên bindest ên îddîa dikir ku bi navê wan radibe, ji aliyê îdeolojîk û polîtîk ve têra xwe gurçûpêç nebûn. Bi têkoşîneke teng a ekonomîk û bi têgihiştina hilweşandin û avakirina desthilatdarî û dewleta bi şêweyê komplogeriya dewleta firsendperest, ji kapîtalîzmê re ji îdeolojiya wê ya herî xas lîberalîzmê zêdetir xizmet kir. Rastiya Çîn û Rûsyayê vê xusûsê pirr baş rohnî û zelal dikin.”
Jin-Malbat û Ekonomî
“Helwesta herî rast ew e ku zanista ekonomiyê weke parçeyekî zanista jinê were pêşdebirin, ev wê hê zêdetir rast be. Ekonomî hê ji destpêkê ve şêweyekî xebata civakî ye ku jin ê bi awayekî bingehîn têde rol girtiye. Ji ber ku xwedîkirina zarokan li ser pişta jinê ye, ekonomî ji bo jinê maneyeke heyatî îfade dike. Jixwe maneya peyva ekonomiyê “qanûnên malê, pîvanên debara malê” ye. Ev jî eşkere ye ku karê bingehîn ê jinê ye. Ekonomî ji destê jinê hatiye stendin û ketiye destê tefekar, bazirgan, pere, sermayedar, desthilatdar-dewlet û rayedarên mîna axayan tevdigerin. Ev bûye derbeke mezin li jiyana ekonomiyê ketiye. Ekonomiya ket destê hêzên dijberê ekonomiyê, bi lez bû hedefa bingehîn a desthilatdarî û mîlîtarîzmê û tevahiya dîroka şaristanî û modernîteyê bû sedema sereke ya şer, pevçûn, pêxîrtengî û bihevketinên bê sînor. Di roja me ya îro de ekonomî, ji aliyê kesên têkiliya xwe bi ekonomiyê re nînin bi lîstikên kaxizan ji rêbazên qumarê xirabtir kirine qadeke lîstikê bi awayekî bê sînor nirxên civakî desteser dikin. Pîşeyê pîroz ê jinê ku ew bi xwe bi temamî li derveyî vê qadê hiştine, veguherandine pîşeyê makîneyên şer, amûrên trafîkê yên hawîrdor kirine jiyan lê nebe, îmalatxaneyên berhemên bêkêr ên ji bo karê û ti têkiliya xwe bi pêdiviyên bingehîn ên mirovan re nînin, lîstikên borsa, buha û faîzê.
Di serdemên civakê yên beriya şaristaniyê de bi zora cara pêşî ji aliyê ‘zilamê xurt’ ve hat birêxistinkirin ne tenê heywan pê ketin dafik û xefikê, keda hisî ya jinê ku mirov dikare weke nûra çavan jî bi nav bike û daneheva malbat û klanê ye, heman rêxistiniyê çav berdayê, destavêtê û xist dafikê. Cara pêşî ye zor evçend ciddî tê birêxistinkirin. Bi vê zorê, jin, zarokên wê û xizmên wê yên din; bi tevahî danehevên wan ên maddî û manewî hatin desteserkirin; ev talana pêşî ya mal û aboriyê bû. Li ser vî hîmî, proto-rahib şaman, şêxê xwedî tecrûbe û ezmûn destê xwe didin rêxistiniya zorê ya zilamê xurt û bi vî awayî di dîrokê de rêveberiya pîroz a hiyerarşîk a bavikanî cara pêşî pêkhat û em qonaxên vê bi heman rengî di tevahiya pêvajoyên dîrokê de dibînin. Eşkere ye ku ev hiyerarşî di jiyana ekonomîk û civakî de heta qonaxa çînîbûn, bajarbûn û dewletbûnê bi roleke diyarker rabû.
Şêweyê aboriyê yê bi pêvajoya şaristaniya bi pêkhatina çîn-bajar-dewletê dest pê kir û ev kulmoza hêzê ya em dikarin weke rahib-qral-fermandar muşexes bikin jêre dewlet tê gotin. Eskerî-siyaset-dîn weke sazî di zikhev de desthilatdariyê pêk tîne. Yek ji xisleta bingehîn a vê sîstema hêzê ew e ku aboriya xwe bi şêweyê kominîzma dewletê bi rêxistin kiriye.
Pirsgirêka ekonomîk bi awayekî bingehîn kengî jin ji nava ekonomiyê tê derxistin, dest pê dike. Ekonomî bi xwe jî her tişta dibe mijara xwedîkirin û debarê, digire nava xwe. Li gorî polîtîka ekonomiyê jî (Kapîtala K.Marks jî di navê de) li piyaseyan di çarçoveya hilberînê de kar, faîz, rant û heqdestên têne bi destxistin bingehê mijara ekonomiyê pêk tînin. Ne zanistî, lê belê disîplînek heye ku bi temamî li gorî jiyana bûrjûwaziyê ya li ser karê hatiye avakirin e. Jiyana aborî ya ku nîzama wê li ser hîmê karê tê danîn, pirsgirêka herî binî ya civakê ye. Li gorî karê sererastkirina jiyana mirovan, tê maneya desthilatdariya herî hovane. Têgîna biyo-desthilatdariyê hinekî jî vê rastiyê îfade dike.
Rolgirtina jinê di navenda ekonomiyê de xusûsek e ku tê fêhmkirin. Ji ber ku zarokan tîne û wan xwedî dike. Ma jin ji ekonomiyê fêhm neke, kî wê fêhm bike! Bi giştî di dîroka şaristaniyê de, bi taybetî jî di modernîteya kapîtalîst de wexta jin li derve hat hiştin, ekonomiya ku zilamên tirtire li ser herî zêde lîstin, veguherî guloka pirsgirêkan. Ev lîstika ti têkiliya xwe ya organîk bi ekonomiyê re nîne, bi tenê bi hêrsa hêzê û kara zêde radibe, di serî de jin dixwaze tevahiya hêzên ekonomîk bike bin destê xwe. Di encama vê lîstikê de her cure hiyerarşî, desthilatdarî û hêzên dewletê weke ûr û girêkekê li ser civakê mezin dibin û ev yek jî dihêle ku ev lîstik bigihîje qonaxekê dewam neke û neyê lîstin.
Piştî jinan di serî de cotkar ji yên bi ekonomiya rastî re têkildar şivan, zenaetkar û bazirganên piçûk jî ji aliyê amûrên yekdestdariya sermaye û desthilatdariyê ve gav bi gav ji ekonomiyê hatin dûrxistin û bi temamî atmosfereke xenîmetê hat afirandin. Em bi mijarekê re rûbirû ne ku herî zêde divê bê rohnîkirin. Bi awayekî, pêvajoyên şaristaniyê talana qadên jiyana ekonomîk û objeyên wê ne, çawa bû ku hat rewakirin û heta roja me ya îro anîn? Hêzên ekonomî tesfiye kirin çawa bû ku weke hêmanên bingehîn ên ekonomiyê hatin pêşkêşkirin? Eger em bibêjin di civaka Sumer de wexta xweda hatin avakirin ji vê zêdetir rastî bûn, bawer dikim ku em ê nexapin. Tevî van rexneyan hemûyan jî K. Marks hay jê hebû ku di bin navê ekonomiya kapîtalîst de dehşet û felaketa tê pêşkêşkirin. Lê belê eger em bibêjin; di demekê de ku modernîteya kapîtalîst hegemonya xwe heta bêjî ava kiriye, analîz û çalakiya wî ya şoreşgerane evqas dibû, wê hê rastir be…”
Me bi van berhevkirinên ji Rêbertî girtine re xwast fikreke giştî di derbarê mijarê de bidin avakirin. Di çarçoveya vî fikrî de, me hewl da ku deynin holê ka xebatên ekonomîk tê çi maneyê û di asta terîfkirinê de çi îfade dike. Helbet em bi vêya re jî sînordar ne man. Me hewl da ku têkiliya faktorên ku ekonomiyê diyar dikin bi exlaq û polîtîka re deynin holê û her wiha nirxandinên ku dibêjin ‘ekonomî binesaziyeke hemû qadên jiyanê diyar dike ye” çiqase çewte jî rave bikin. Derkete holê ku ne ekonomî ti xebateke civakî bêyku di qada zihnî de were xeyal kirin, li ser were guftugokirin û derbasê biryarê bibe, nikare bimeşe. Eger em ji pênaseya ekonomiyê ku girêdaneke xwe ya dijwar bi civakbûnê re û bi exlaq-polîtîkaya ku weke kevirên esasî yên civakbûnêne têne zanîn, heye re bikevin rê, di dîrokê de hêza destpêkê û bingehîn ya ekonomiyê jin rola wê ya di ekonomiyê de deynin holê, her wiha di dîrokê de çawa ji derveyî ekonomiyê hatiye hiştin dîsa di van berhevkirinan de cihê xwe girtiye. Bi derketina hiyerarşiyê re ku di sê kûça bajar-dewlet û rahip-rêvebirê ku navenda xwe çînperest û esker (dîn,siyasetmedar-fermandar) de li gel jinê ku yên ji aliyê van hêzan ve hatine dorpêçkirin û ji derveyî ekonomiyê hatine hiştin, kom-çîn yan jî hawirdorên ku wek jinê çawa ji derveyî ekonomiyê hatine hiştin jî qala wana jî hatiye kirin.
Ji loma wê nivîs li ser vê esasê qala pêkhateyeke ekonomîk ya divê di nava vê sîstema konfederal de cî bigire, bike.
Wexta tê gotin ekonomî helbet emê têkiliya wê ya bi hawirdor û bi îndustriyê re ji nedîtîve neyên. Di heman demê de pêwîste girêdaniya ekonomiyê bi ekolojiye re jî were dest girtin. Bi taybet wexta ku em asta îndustrî gihiştiyê û hilweşîna di hawirdor de daye çêkirin didin berçav, derdikeve holê ku ev du tiştin ku divê qet ji hev neyên qutkirin bin.
Bajarên dêwane (megapol) ku di encama îndustriyalîzmê de pêşdikevin wexta di aliyekî de çandiniyê dikûje û hevsenga ekolojîk xirap dike, di aliyeke din de jî weke pençeşêrekî kujer civakbûna ku xwezayî ye ji hev dixîne û belav dike û nexweşiyê direşîne. Li ser bingehê van hîman tev, wek me di destpêka mijarê de jî daye diyarkirin tevna civaka exlaqî-polîtîk ya di derdora jina-dayîk de hatiye hunandin di serî de hiyerarşî, şaristaniya yekdestdar ya hiyerarşîk ku dispêre şer di çarçoveya bajar-çîn-dewlet de derdikeve holê, dixwaze belav bike, cî digire.
Modernîteya kapîtalîst ku îro bi giştî bi nexweşî û jirêderketîtiya xwe ve wek di giştiyê cîhanê de bûye di Rojhilata Navîn û Kurdistanê de jî li roxmê ew texrîbatên xwe yên mezin yên çêkiriye, îro krîzeke pir cidî jiyan dike û tevgerên dij sîstemê yên li dijî xwe derdikeve jî nikare bide rawestandin. Ev tevgerên ku nikarin bidin sekinandin di welatên cûda de û li ser esasê daxwazên cûda di serî de îdeolojîk-polîtîk, herêmî-çandî, Femînî, hawirdorî û ekonomîk dibe, tekoşînên demokratîk yên berfireh didin. 
Di nava van tekoşînên têne meşandin de li ser hîma eko-îndustrî jî di asteyên cûda de proje têne pêşxistin, plan têne çêkirin û pêkanîn dixin meriyetê. Em ji însîyatîfên çandiniya xwezayî bigirin heta kooperatîfan û heta yekeyên ekonomîk yên herêmî ku dij-yekdestdariyêne, bi ew pêkanînên ku pêşdixînin re hem li dijî berhemên îndustriyê ku bi felaketên hawirdoriyê re gef li tenduristiya mirovan dixwe, dide xuyakirin ku hişyariyek heye, hem jî pirsgirêkên esasî yên wek bêkarî-birçîbûnê hewl tê dayîn ku were derbaskirin. Bi awayeke esasî di maneya dabîn kirina pêwîstiya mirovan yanjî koman de û ji bo afirandina jiyaneke bi tendurist bi rêya karsaziya-eko (aboriya dezgehî) ku ne bi armanca kar (berjewendperest),qîmeta bikaranînê esas digire û bi însiyatîfên wiha ku di bingehê xwede xebata kolektîv ya koman esas digire re, dibe sedem ku civaka xwezayî rojane bibe û bi vê rojanebûnê re jî ji herkesê re dide nîşandan ku di rastiyê de civaka exlaqî-polîtîk ti car ne miriye, ji holê ne hatiye rakirin.


Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42