Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $rootPath in /home/komunar/public_html/ku/includes/settings.php on line 49
OL Çİ YE? -4- | Komunar.NET

OL Çİ YE? -4-

25 Gulan 2011 Çarşem

Dîn, li ser bingeha ku mûqadesî lê hatiye bar kirin karîne ku li ser zemînê rewatiyê bidin rûnişkandin, çînayetî û dewletbûn kariye li ser vê bingehê pêşbikeve.

Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan
Rola Dîn di Dewlet Bûn Û Çînayetiyê de
Feraseta pergalê dayîna rûniştandin, ji bo kiryarî bûna deshilatiyên çînî zemîneke gûncav afirandiye. Civaka ku heta wê demê yekparebû, têkiliyên desthilatî û mêtîngeriyê nas ne dikir, yekparebûn û wekheviyeke tam pêk di anî, çînayetî ku bi bandora afirandiye re, zanistiya ku çêkiriye û pêkhateya xwe ya hizrî re ku dispêre cihêtiyan û têkiliyên desthilatiyê, weke nêzîkatiyeke ol û xweda destûr ji jê re daye dest girtiye.  Çawa ku Xweda li ser her tiştî re ye, di panteonê de çawa ku xwedayek li ser hemû xwedayan re ye, wê demê hizra cihêbûneke dirûb dinavbera mirovan de jî, hinek li ser yê din re bûyîn jî  bi awayeke jênerevîn bi rêya ol li ser mirovan jî hatiye serdest kirin. Ango wê avahiya dewletparêz a hiyerarşîxwaz û koleker jêdera xwe ji vê pergala mûqades bigre. Ol û xweda bûne amûrên bingehîn ên hêsan kirina çînayetiyê û ev ne tenê ji bo dema çêbûna çînayetiyê û avahiya hiyerarşîk a dewletê, bûye nêzîkatiyeke derbasdar ji bo hemû deman.
Çînayetî, li piştî keda mirov ji pêdiviya xwe zêdetir hilberand û zêdebûnî çêbû şûn ve pêşketiye. Di şert û dorhêlên ku keda mirov ancax dikarîn pêwîstiyê xwe dabîn bikin û ji loma jî rewşeke zêdebûnî têde nîn bû de klan ancax dikarî besî xwe bike. Mirovên ku dihatin desteser kirin jî,  wê demê ne dihizirîn ku kole bikin û nêzîkatiyeke cihê dinava klan de çênedibû. Mirovên ku dihatin girtin an hema dihatin kuştin, yan jî weke endamekî/ê klanê dihate qebûl kirin. Cihêbûn, cûdabûn dikarî rê li ber tune bûna klanê bi awayeke komî veke. Hilberîna vê demê jî heta dawiyê bi nêzîkatiyên hêsan re çêdibû û bi giranî jî dispêriya komkeriya jin. Mêrê ku dispêriya nêçîrvaniyê encama hilberîna wî ne diyar e. Carna bikare nêçîra xwe bigre jî, lê pirî caran jî dest vale jî vedigere. Ev rewş serdema xwedavenda dayîk ku wek dema dayîkseleriyê tê binav kirin, vedibêje. Jin weke çînî desthilat nîne, lê hêza sereke ya civakêye, xwedî rêzdariyeke. Hiqûqa milkiyetê û dara famîleyê di çarçoveya hiqûqa dayîkê de pêk tê. Ev nêzîkatiyên serdema Neolîtîk gengaze ku weke ola xwedavenda dayîk were pênase kirin. Dema hilberiniya mêr a di nêçîrvaniyê de zêde bû,  wê ev hêza bi bandor a jin ya di civakê de bişkîne, hiqûqa dayîkê wê ji holê rake,  wê pergala bavikaniyê ya dispêre pergala bavitî û desthilatiyê serwer bike. Dikare were gotin ku, ev yekemîn şkestina cinsî ya di dîrokê de di heman demê de çînayetiya yekemîne jî. Jin xistina bin serweriya mêr, deriyê kole kirin û mêtîngehkirina mirov ji aliyê mirovan re jî heta dawiyê vekiriye.
Ji ber mirov bi hezaran sal azad jiyan kirine weke dijberê wê kolekirina wan hêsan ne hatiye pejirandin. Kolekirina jinê û kirina metayê mêr jî wer hêsan ne hatiye pejirandin. Ev têkiliya koletiyê bi jinan û mêran dayîna pejirandin hema wisa di bêhnekê de û hêsan çênebûye. Tundî (zor) bi tena serê xwe ne xwedî hêzeke wisan a pêkanînê ye. Vêya ancax, baweriyek, pergaleke bîrdozî dikarî pêş bixe. Baweriya ol û xweda, ramana pergala mûqades dikare mirovan ji elimandinên wan ên jiyana azad ya hezar salan qut bike, dikare bîne asta ajalekî, malekî û amûrekî kar, dikariya li beramberî kirîn-firotinê bêdeng bihêle. Raman û çalakiya rahib a afirandina ol û xweda di vir de dikeve dewrê û wateya xwe jî di vir de dibîne:
 “Çanda şer û nêçîrvaniyê, qonaxa dawî ya bigihîjê rêxistinbûneke eskerî ye. Rêxistinbûneke eskerî, çendîn civaka etnîk û xwezayî belav bike, wê pêş de biçe. Rêxistinbûna li dora jin-dayikê, nifş, gen, têkiliyên pêşî yên xizimtiyê pêş de dibe, rêxistinbûna eskerî jî ji mêrên xurt ên ku ji vê têkiliyê qut bûne pêk tê. Eşkere ye, êdî ti şêwaza civakî ya xweza nikare li dijî vê hêzê raweste. Di têkiliyên civakî de êdî zor –ji vê re têkiliya medenî jî tê gotin – heye. Xwediyê hêza zorê diyarker in. Bi vî awayî rê li ber mulkiyeta taybet jî vedibe. Ji lewra tê fêmkirin çima di bingehê mulkiyetê de zor heye. Bi zorê zevtkirin û ji bo xwedîbûna milk xwînrijandin, hisa “ezîtî”yê zêde xurt dike. Bi bandor û hukumkirina ser têkiliyan zor pêş de diçe û tê bi karanîn. Hukumkirin bi xwe re xwedîderketinê tîne. Di naveroka hukumkirinê de xwedîderketin têkiliyeke diyalektîk e. Di hemû nîzamên mulkî de xwedîderketin esas e. Di vê pêvajoyê de êdî komel, jin, zarok, ciwan, qadên nebat lê têne berhevkirin û qadên nêçîr lê têne kirin, mulk têne dîtin. Mêrê bi hêz, bi hemû heybeta xwe gaveke pêşîn diavêje, êdî ji qiral-xwedabûna wî re hindik maye. Şaman-rahîb ji bo amadekirina mîtolojiya vê pêvajoyê li ser kar e. Ya divê were kirin ew e ku ev pêşketina muhteşem bi hostayî di mejiyê mirovê hukum lêkirî de were bi cihkirin. Şerê meşrûiyet û rewabûnê, herî kêm bi qasî zora hişk hewldan û huner dixwaze. Divê di mejiyê mirov de bawerî wisa were bi cihkirin, wek qanûneke mutleq fêm bike. Li gorî hemû agahiyên sosyolojîk, têgîna “xwedayê hukumdar” di vê pêvajoyê de derdikeve”. (Parastina Gelekî)
Çînîbûn, dewlet bûn, derbasbûna civaka desthilatiya mêr weke dem heman nebe jî, dispêrin heman çêkera zihniyetê û ferasetê. Zihniyet, weke dijberê wesfa hilberîna civakî, wek şexsî dest danîna ser berhema zêde ya civakê ye. Serdestiya hindikeyan li ser piraniyane, ‘xwedabûyîna şexs” moristanbûyîna civatê ye’. Nêzîkatiya bingehîn a civaka xwezayî pêk tîne, hilberîn û xerç kirina hevbeş a temen û zayend raçav nakeye. Li ser navê civakê kes dema dest dideyne  li ser hilberînê guherîneke mezine di têkiliyên civakî de û ev li piştî jiyana mirov a bihezaran salan a azad, bêhiyerarşî, bêdesthilatî çêbûye. Li roxmî mirov, nêzîkatiyeke dijberê mirov, dîsa bi destê mirov hatiye çêkirin. Helbet dikare bê gotin ku ev, bi rêya hîle û zora yên herî qurnazên civakê ve hatiye serxistin û ev bi gelemperî dibe tespîteke rast jî, lê tevahiya rastiyê îfade nake. Ji ber ku zor bi tena xwe, wek Rêbertî jî dide xuyakirin; “bi tena serê xwe demeke dirêj nikare lawir jî di govan de bigire”.  Wê demê karên ku tên kirin pêwîstî bi amrazeke rewatiyê dibîne yanjî bi amrazên rewatiyê yên ketine dewrê re ev nêzîkatiya dijberê xwe bi tevahiya civakê dide qebûl kirin. Amrazeke herî bi bandor a rewatiyê têgihiştina dînê mûqades, xweda û pergal e mijareke nîqaş li ser nabe ye. Ji ber vê çendê ye ku hemû sîstemên çînperez, sîstemên desthilatperez dest ji bikaranîna dîn weke amrazeke rewatiyê bernedane. Kolekirina jinê, ji taybetmendiyên wê yên kevin ên xwedavendiyê dûrxistin, dibin xizmeta mêr de anîna asteyeke mal, xistina rewşeke koleya koleyan jî bi vê amraza rewatiyê re hatiye pêkanîn. Dînên yek xwedayî her çiqas bêjin xweda mirovan di sûretê xwede afirandiye jî, dema em li jêderka bingehîn a afiranê li mîtolojiyê temaşe dikin, pir bi rihetî dikare were dîtin ku afirîna mirovan ji aliyê xwedave piçûkxistinekî dinava xwede digre. Xwedayên ku mirovan ji guyê xwe, “gavek pêşdetir” ji herî afirandine, bi van nêzîkatiyên xwe didin nîşandan ku ka çiqasî piçûk xistine. Wer xuya dibe ku jin di vê afirînê de hatiye jibîrkirin. Jin ne parçeyeke ji Xwedaye, ne jî di sûretê Xweda de hatiye afirandin. Jin ji heta ji herî jî ne hatiye afirandin. Xweda mêr ji herî, jinê jî ji ‘parsûyê’ mêrê ku ji herî afirandiye; hem jî ji hestiyê parsûyê ‘xahr’ ê mêr afirandiye. Zimanê mîtolojiyê mîtos di serî de jinê bûyera afirînê pir zêde wiha bêyî ku serî li rêyên çep-rast bide û serî li rêyên ne rasterast bide, raste rast îfade dike. Vegotin pir zelal e; mîtolojî, her ku diçe ev nêzîkatiya dîn a ji jinê re, statûya koletiya civakî ku ji jinê re hatiye dayîn bi rêya dîn re di zemînê rewatiyê de dayîna rûniştandin e. Afirandina jinê ji hestûyê persûyê mêr, ya rastîn wisaye ku ji mêrê ku wek kole-evd hatiye afirandin re mîna pêvekeke duyemîn tê çêkirin: jin weke koleya koleyan hatiye pênasekirin û rewa kiriye.
 “Di girêdana bi xwedê de têkiliyeke xurt û yekpare ya bawerî û îbadetê heye. Di kevneşopiya rahîban de girêdana bi dewletê di şexsê qral-xwedayan de ew çend bi hostayî tê kirin ku artêşa kole-ebdan mîna moriyan piçûk dibin, bar hildigirin û xizmetê dikin. Di mîtolojiya Sumeran de mîna mirov ji gûyê xwedayan an jî gavek li pêş, ji axê (heriyê) hatibe afirandin tê nîşandan. Xweda mirov bi awayekî hûrûkûr diafirînin heta roja me ya îro tê. Jin bi qasî ku ji xwedayan neyê afirandin hatiye ji bîrkirin. Payeyek ji bo wê hatiye destnîşankirin ew jî; ji parsûyê zilam tê afirandin. Ev vegotin girîng in, ji bo di derketina tebeqeya seretayî ya dewletê de nîzama mezin a îdeolojîk nîşan bide. Li ser parçekirina mirovan ew çend rawestiyan e; çendîn nifş derbasbûne jî piraniya civakê ne tenê xwedayetiya tebeqa dewletê erê dike, her wisa jê re îbadet dike û xebata herî zêde mîna fermaneke îlahî fêm dike. Kûrahiya îdeolojiyê ev çend pêş dikeve. Ya rastîn, sazîbûneke ku bingehê wê zordestî û derew e, mezin dikin, mirovan li ber ditewînin û rewşeke metafizîk û mucered fetîş – tiştê jê re perestinê – dikin.” (Parastina Gelekî)
Koledarî li piştî rewakirina vê nêzîkatiyê şûnde kariye pêşbikeve. Êdî ne tenê jin, wê mêr jî weke kole bibe mal, bi bûhaya pereyeke pênc qirûşan re were kirîn-firotin û ev jî wê bispêrin dînê mûqades û xweda. Bi maskeya mûqadesbûnê re piştî derbasê zemînê rewatiyê kirin şûnde kî/kê dikare li dijî vêya rawestê, bê bandor bike? Pergal û hûkmê pergal ji jêderka xwedayî derketiye, wê demê wer tê xwastin ku bê bervê dan pêk bîne ku, xweda aciz nebe, kes ji mûqadesiyê neyê qût kirin û cezakirinên xwedayî nekevin rojevê! Çîrok kevine, sivik e, lê heta radeya dawiyê bi bandore. Bêyî ku êş bikşîne jiyankirin, bi xwedayan ne de hesandin ku êş dikşîne. Qralên ku binavê xwedayan hûkum dikin ku bawer nakin mirov êş dikşînin, vêya nezanîn û wer zanîna ku kole heyînên wisanin ku bê ruh û bê êş jiyan dikirin.  Serkeftina Pêxember Eyûp a bi Xweda-Qralan dide qebûl kirin ku êş dikşîne û di şexsê xwede dide nîşandan ku mirov êş dikşînin, di vir de diraze. Pêşketina koledariyê weke sîstemekê ancax li piştî pêkhatina şkestina zayendî ya yekemîn a jinê gengaz bûye. Dema yek carî pêşket jî kolekirina tevahî mirovan xistiye hedefa xwe. Jin, zarok, ciwan ji bo pergalê ferq nekiriye. A girîng ne temen û zayenda wane, a girîng ewe ku; di pêkhatina mêtîngeriyê de para wan a tevkariyê wê çibe. Di hindek dînên din ên piştre de li dijî ev nêzîkatiya desthilatdar a koledariyê derketiye û karîne ku wekhevî û azadiyê biparêzin. Dikare Xirîstiyantî û Îslamiyet ji vêya re mînak were nîşandan. Lê dikare were gotin ku ev dîn jî her timî bûne xwediyê heman nêzîkatiyan û nayê wê wateyê ku li dijî teydeyî û mêtîngeirya li ser keda mirov derketine. Xirîstiyantî di serdema ku li dijî mêtîngeriyê nêzîkatiyeke azadîxwaz û wekhevîxwaz diparast de dema li rastê peyketinên Împ. Roma hatin cûda, lê dema ji aliye Împ. Romayê ve weke dînê dewletê hate qebûl kirin û îlan kirin û şûnde bûye xwedî nêzîkatiyeke cûda. Bi desthilatiyê re bûyîna yek di cewherê dîn de heye. Dema pergala mûqades a xwedê dadixînin ser rûyê erde, prensîbên bingehîn ên dîn hîm digre nêzîkatiyên desthilatperest di hembêza xwede parastiye. Xweda û evd, nûnerê xweda rahib û mirov, rêveberên di hindikahiyê de û zêdahiyên ku têne birêvebirin weke fermanên xweda hêmanên dîn pêkanîne. Çiqasî dîn xwe ji desthilatiyê dûr û cûda nedîtibe, desthilatî jî xwe ji dîn dûr nedîtiye. Herdu her timî hev temam kirine. Qebûl kirin û îlan kirina Xirîstiyantiyê ji aliyê Împ. Romayê ve, jêderka xwe ji vê bendeka dinavbera dîn û desthilatiyê de digire. Ji lewra Rêbertî dibêje ku, li ser kîjan bingehê çînîbe bila bibe, hemû têgînên bi desthilatî ve girêdayî koka xwe dînîne. Desthilatiya ku perde kişandiye li ser rûyê teolojiya siyasî koka têgînan a dînî vedibêje. Rastiya ku dibin qebûl kirina Împ. Romayê, Xirîstiyantiya ku bi sed salan li dijî wî têkoşiya ye weke dînê dewletê qebûl kirinê de diraze, biqasî bandoreke dorfireh a Xirîstiyantî li ser hawirdor daye çêkirin, dîtiye ku ev dîn di hembêza xwe de nêzîkatiyên bi desthilatiyê ve girêdayî digre nava xwe. Ji bo sîstemê pir zêde girîng nîne ku ev ji aliye paganîzmê ve yanjî ji aliye Xirîstiyantiyê ve hatibe meşandin yanjî ji aliyê nêzîkatiyeke din ve hatibe berdewamkirin. A girîng ewe ku bêyî sîstem bê firkkirin, telipîn berdawam kirina wê ye. Qral-Xwedayên nemir dibin û mirovên bimir (ölümlü), mirovên bimir ên ‘mîna moristanan kar dikin’, bûye vegotina her timî bûna dewletê. Rêbertiya me ku dide diyarkirin Qral-Xwedayên nemir û mirovên bûne moristan zêhniyeta desthilatiya Rojhilata Navîn pêk tînin, di vê mijarê de nirxandina li jêrê dike:
 “Gotinên Nemrûd û Fîrewn di çanda Rojhilata Navîn de tam jî xwedê-qralan îfade dikin. Qral-xwedê afirandineke Rojhilata Navîn e. Ji şexsekî wêdetir çandek e, saziyek e. Hemû endamên din ên civakê li hemberî qral-xwedê mîna moriyên erzaq dibin, radiwestin. Cudahiya di navbera qral-xwedayan û rûyê din ê civakê de mezin dibe û berovajî dibe, di dawiyê de du nifş derdikevin holê; nifşên namirin ên qral-xwedayan û nifşên dimirin ên mirovan. Qabîleyet an jî qurnaziya mîtolojîk pir bi nazikî hewl daye tebeqeya jor a dewletê rêve dibe, ji mirovan nehesibîne. Wek sazî jiyana dewamî ya serdar û serdestên dewletê, yeqîn dikim ku di afirandina sifetê “bêmiriniyê” de roleke diyarker lîstiye. Têgîna bêmiriniyê ya di ramana xwedê de eşkere ye, ji saziya dewletê ya domdar tê. Beriya dewletbûnê ji bo qralan jî mirin tê fikirîn. Di serdema neolîtîk û îfadeyên temsîlî de ji bo xwedayan her sal rojên taybet ên bûyîn û mirinê hene. Bi destanên belavbûyî û îbadetan, merasîmên pîrozbahî û şînê pêk dihatin. Çi wextê saziya dewletê domdar bû, – şexis demborî, dewlet mayîn de – wê wextê jî xweda bê mirin bûn. Di vir de cihêwazkirina xanedan û nifşên qral-xwedayan roleke girîng dide. Ji mirovan nayên hesibandin û bê mirin in. Ev yek wan bi hêzeke awarte mezin dike û cihêwaz dike. Piştî ku çîna dewletdar kirin nifşekî xwedayên bê mirin, ji mirovên din re jî – hemû mirovên din ên civakê – tenê ebdiyet û stûxwarkirina ji xwedayan re ma.” (Parastina Gelekî)
Tekoşîna Xirîstiyantiyê ya li dijî Roma dirêj ajotiye. Xirîstiyantî di dirêjiya vê pêvajoya tekoşînê de li dijî koledariyê sekiniye û fikrên azadîxwaz parastiye. Li piştî ev pêvajoya tekoşînê ya 300 salan bi desthilatiyê re bûye yek, bûye dînê dewletê. Dema ku bi desthilatî re bû yek utopyayên xwe yên azadîxwaz jî, wek Marks ji bo burjuwazî gotiye, ‘ji bagera keştiyê avêtiye behrê’, nêzîkatiyên xwe yên dij koledariyê ji bîr kiriye. Bi pêşketina amûrên hilberînê ve di koledariyê de lewazbûn hatibe jiyan kirin jî, dibin desthilatiya Xirîstiyantiyê de jî heyîna xwe domandiye. Dînê ku taç xistiye sere Qralan, ji bûyîna xwediyê utopyayên azadiyê derketiye. Îslamiyet jî ev fikrên xwe yên azadîxwaz hîn zûtir wenda kiriye. Dînê Îslamiyetê hîn dema Hz. Mihemed jiyan dikir biqasî ku bê asta Împeretoriyekî bi desthilatî ye re nav hev de ye. şerên deshilatiyê hîn dema cenazeye pêxember li erdêye destpêkiriye, li Muaviye re li piştî desthilatî derbasê Emewiyan bû jî ti aliyeke pêşverû û azadîxwaz a dînê Îslamê nemaye. Wek di Xirîstiyantiyê de bûye, di vir de jî bi desthilatiyê re yekparebûneke tam çêbûye. Ne gengaze ku ev rewşa neyînî bi şexsan re were îfade kirin. Ango Muaviye neba jî dê ev dîn mîna Xirîstiyantiyê yekparebûneke tam bi desthilatiyê re çêkiriba, bi rengê xwe yê heqîqî bi bejnûbal kiriba. Mîna meseleya beroş-devik desthilatî û ol bûne di fîgûrên pir baş ên hev temam dikin. Di guhertina şêwazên hilberînê de rolên xwe hebin jî, taybetmendî û nêzîkatiya xwe ya bingehîn ev e. Pergala bûrjûwa ya fînans-kapîtal ku weke kapîtalîzm tê pênase kirin serdetse, di heyamên destpêkê ya pêşketinê de nêzîkatiyeke dij dîn pêşkêş kiriye. Dibin navê Laîsîzmê de gotiye têkiliyên dîn û dewletê ji hev cûda kiriye, qadên fealiyetên dêran sînordar kiriye, dest daniye ser milkê wan. Ancax li piştî serweriyeke tam li ser milkiyetê da çêkirin şûnde, dîtiye ku heta dîn nebe ne negengaze ku sîstem xwe bide berdewam kirin. Dîtiye ku herî zêde dîn civakê bi têgînên metafizîk ên mûqadesiyet jêre tên bar kirin re ji rêveberiya sîstemê re herî zêde amade dike, têgînên bingehîn jî ji vir deyn kiriye. Dema ku tam fêhm kir muxalefeta bingehîn a civakî ya pêşdikeve heta dîn nebe wê nikaribe bê bandor bike, laîsîzmê weke têgînekî biparêze jî, bi veşartî careke dine quncê baş ji dîn re daye, hiştiye ku were asteke çalak. Dikare were gotin ku, dîn herî zêde ji aliye organên desthilatiyê ve tê bikaranîn, herî zêde civakê kiriye evd, kiriye suxme (yedek) û ‘kerê sernem’ ê sîstemê, ev herî zêde ji aliye sîstema kapîtalîst-modernîst a dibêje ez li dijî dînim ve hatiye pêkanîn. Ev jî şaşker (şaşırtıcı) nîne. Ji ber ku hem dîn, hem jî desthilatî ku em dê weke sîstema hiyerarşîk pênase bikin ji heman jêderê zayîne. Fikrê pergala dîn teqez kiriye qanûn, tiştê hemû sîstemên desthilat jî dixwastin pêkbînine. Ev jî ancax bi evd kirina civakê re dikare were pêkanîn.
 “Ebdiyeta civakî tenê rastiyeke çînî nîne. Ji bilî despotan – ku ew jî di destê sîstemê de dîl in – her kes, hemû tebeke û çînên civakî pê ve hatine girêdan. Ji sîstema koledariyê kûrtir, nîzamekî stûxwarkirinê ya veşartî heye. Çendîn nerm dike ew çend jî sîstem kûr dibe. Paradigmaya bingehîn a civakê, sîstemeke ebdiyetê ya pêşî û paşê wê nîne. Ev nîzamê ji ezel heta ebed – ev her du têgîn zêdetir ên serdema dewleta stewiyayî ne – wek heyî dewam bike. Cihê guherîn û îmtîhanê dunya din e. Lewra dijderketina sîstemê ne tenê emelî, her weha rûhî û fikrî jî gunekî herî mezin e. Ebdiyeta mezin, ji bo kesê bizanibe îtaet bike fazîlet û payeberziyeke mezin bû.” (Parastina Gelekî)
Koledarî rejîmeke eşkere ya tehdeyê ye. Têkiliyên dinavbera xwediyê kole û kole de û her weha mêtîngeriya pêktînin eşkereye, pêwîstî bi ti veşartinan nabînin. Bingehê xwe yê rewatiyê bi bikaranîna amraza dîn re pêktîne. Heman tişt li gel ku di feodalîzmê de jî heye lê, qismî jî be veşartiye. Mirov, dîsa amrazê hilberînê ye, lê ax jî hatiye asta amrazeke girîng a hilberînê û mirov bûne bendeyeke axê û anîne asteyeke weha. Mirovên ku kirine bendeya (bağımlı) axê, êdî mîna lawiran nayên kirîn-firotin, li ser xonçeyan li gel axê tên kirîn-firotin. Pêwîstiyên rewatiyê yên feodalîzmê jî dîn dabîn dike. Pergala kapîtalîst perdeyeke avêtiye li ser pergala mêtînger. Ev perde azadiya firotina keda xwe ye. Bi vêya wer didin xuyakirin ku wek mêtîngerî û teydeyî nîne. Li dewsa koleyê ku bi kotekî didin karkirin û di bazaran de tên kirîn-firotin, yan jî cihê serfê ku bi axêre tê kirîn-firotinê, proleterê xwedî mafê keda xwe serbest dikare bifiroşe girtiye. Di nêrîna ev pergala ku ji kevneşop û exlaqê qut bûye de qîmetê mirovan bi qandî lawiran jî nîne. Serbestiya firotina keda xwe, ji betalbûn û birçîbûnê mirin, serbest e. Pêwîstiya vê pergalê jî bi rewatiyê heye û pêwîstiya rewatiya vêya jî dîn dabîn dike. Dema ku bi baldarî tê şopandin û nirxandin, dîn weke amûreke teydeyî û desthilatiyê li roxmî hemû dijberiya xwe, tê dîtin ku herî zêde ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve tê bikaranîn. Di destpêka salên 2000’an de serê DYE ya jendermeyê fînans-kapîtal e, dikarî bêje ku ‘ji stêrkan wêdetir peyam’ girtiye û dewletê jî li ser vê hîmê birêve dibe. Tê zanîn ku pergala emperyalîst-kapîtalîst, li dijî Yekîtiya Sovyetan ku sosyalîzma pêkhatî ya weke utopyayeke azadiyê hate ceribandin lê bêyî ku bigihije armanca xwe bi sîstemêre bû yek de, dîn weke amûreke herî bi bandor a tekoşînê bikaraniye û gel û civakên din jî li ser vê bingehê kiriye nava sekneke dijber. Nifşê Kesk (yeşil kuşak) dorpêçaneke bîrdozî bû li dijî berbelavbûna ramana sosyalîzm a pêş diket. Li beramberê pergalên mirovan ên teydeyî û mêtîngeriyê, li dijî tekoşîna wan a azadîxwaz û wekhevîparêz, dîn weke mertalek hatiye derxistin. Di roja me de jî li ser civakên li wekhevî û azadiyê digerin, bi taybet  jî li ser civaka Misliman projeya ‘Îslama Nerm’ tê ferz kirin. Her weha serbixwe jî werin dîtin, pir eşkereye ku dêr di radeyên girîng de bi jêderkên dewletê li ser piyan têne girtin, bi peyamên xwe hiştine ku civak, pergala wan a pîroz û desthilatiya wan a çînî diyax (tahamül) bike.  Di hindek dewletên mîna Tirkiye ku xwe Laîk dibînin de jî, sazî û sîstemên xwedî terazûn (bütçe) ên herî mezin û xwedî sed hezaran kadroyan hatiye çêkirin. Di van welatan de saziyên perwerdeyê ku dîn bi destê dewletê pêş dixînin û belav dikin weke tevnekê civakê pêçane. Di hemû tekoşînên civakî de, di lêgerînên çîna karker a mafên xwe de dîn weke amûreke panjehrê her timî serî didine. Amûra herî bingehîn a pêkanîna nêzîkatiya pergala desthilatperez, çînperez, dewletparêz û hîyêraşîperez de ji dema borî heta roja me ya îro, ji pêkhateya yekemîn a hîyerarşîk heta pêkhateya herî pêşketî ya dewletê bûye amûreke bingehîn a her timî serî lê tê dayîn û tê pêkanîne. Jêderka têgînên rêveberiya tevahî civakên çînî, bê gûman dîn e.
Di pêşketina dewletbûn û çînbûnê de zêdahiya mezin a civakê derbasê bin desthilatiya qismekî kêm de, ji aliyê hindekê din ve dest dayîna li ser ked û berhemên wan, lê xwedî derketin û vêya dayîna qebûl kirin wer hêsan çênebûye. Dîn, li ser bingeha ku mûqadesî lê hatiye bar kirin karîne ku li ser zemînê rewatiyê bidin rûnişkandin, çînayetî û dewletbûn kariye li ser vê bingehê pêşbikeve.


Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42