GERDÛN Jİ ME NE ŞÛKRANÊ, Jİ ME DİXWAZE KU WERE ZANÎN
04 Tîrmeh 2011 Duşem
Gotinek heye, her ku tê zimên min pir dide hizirandin û her carek jî ez dipirsim dibêjim, çima? spas kirin

Dilzar Dîlok
Deng û gotin hemû sînorên jiyana me diyar dikin û eger em bikarin serbixin, bi ew maneyên ku em ji wana re bar dikin re em wer dizanin ku emê bigihijin ramaneke azad, kêliyên azad. Gotinek heye, her ku tê zimên min pir dide hizirandin û her carek jî ez dipirsim dibêjim, çima? spas kirin. Her cara ku ev gotin tê zimên yan jî divê bê ziman de di hişê min de wek gotineke dehfdêr (itici), tije bi hesap, hindirê mirov wêran dike û di encam de jî ez vêya wek hewldaneke dixwaze di navbera têkiliyên mirovan de dîwar lê bike, dibînim û hîs dikim. Biqasî ku ez dizanim koka vê peyvê di Tirkî de nîne. Teşekkur kirin wek kok peyveke Erebiye. Eger tu ji evdan re bêjî teşekur, eger tu ji xwedê re ( di rastiyê de ji xwedayê Ereban re) bêjî deyneke dibe şukran e. Her gotinek ji çanda wî zimanê ku çêbûye, ji şêweyê têgihiştina wan a jiyanê re û di encama bi cîh hatina van têgihiştinan de, çêdibe yanjî dizê. Niha divê em li lîteratora ku em pê diaxivin temaşe bikin û destur nedin ku hindek gotin zihniyeta me, ramanên me û hestên me diyar bikin. Hewldana pêkanîna vêya jî ez weke meyleke azadbûnê dest digirim. Çanda ku ev gotin di têde çêbûye çanda Ereban e. Rastiya Ereban di çolê de veşartiye. Wexta tê gotin çol di heman demê de tê maneya Ereb jî (ji ber çol=Ereb). Îro her çiqasî Ereb Bedewiyên ku herî zêde rastiya wan îfade dikin (wek Tirk Tirkmenan biçûk dibînin) biçûk bibînin jî rastiya Ereban çol e, bedewiye. Çol, warê xîz û firtûneyên bitoz ên bê dawîne. Makenek wisa ye ku av dibe xeyal û xeyal jî bûye heqîqet e. Eger xeyal nebe, heqîqet jî miriye. Mirovên wisanin ku biqasî ku nikarin êdî xeyal jî bikin ziwa bûne, bûne çol, di çolê de bûne xîzek û heqîqeteke wisa ye ku mirovên di çolê de veguherîne rastiya ku di navê de jiyan dikin. Ango mîna çolê ziwa bûne.
Dibe ku di çolê de xeyala herî bedew Hz. Muhamed dîtiye. Ji ber ku ew xeyalê xwe mezin kiriye û ji heqîqeteke yek kesî derketiye û xwastiye bibe heqîqeta gelê xwe. Û çol heqîqeteke Ereban a wisaye ku , Hz. Muhamed di wê astê de wana dide bawer kirin ku di çolê de xeyalê bihûştê dîtiye. Hz. Muhamed vê xelayê bi wana daye kirin. Ji kêliya ku xeyal kirin û şûnve dibe rastî. Piştî Ereb xeyala bihûştê kirin şûnde berbi rastiyê ve çûne. Ev çawa çêbûye her çiqasî ne mijara me jî be girêdana di navbera heqîqet û xeyal de di rastiya çola Ereban de dîtin, weke civakeke nêzê wan me jî dide hizirandin.
Hêza xeyalkirina Hz. Muhamed ya ew germa cehnemî ya çolê veguherandina bihûştê, hêza metafîzîkê dide nîşandan. Ev rastiya metafîzîk ku pozîtîvîzm înkar dike, çawa dibe ku mînaka herî xweşîk tehemûla jiyan kirin ali çolê bike, afirandiye! Helbet ev rewş li gel Ereban biqasî xeyalên nû ji wana re aniye, li beramberê pêkhatina van xeyalên xwe jî pêwîstiya bersivdanê, hizra deynê dilsoziyê anîna cîh, çêdike. Rêbertiya me dide xuyakirin ku Îslamiyet mûcîzeyeke Ereb li bendê bûne bû. Qey dibe ku tu ji yekî di çolê de ji tere bihûştê pêşkêş bike û vêya bi rêya Hz. Muhamed ji te re ragihîne re, ji xwedayê ku mûcîzeyê çêdike re şikûr nekî? Helbet ne gengaz e û Ereb jî bi xwedê re şikûrkirinê re, hemû reftarî û nêzîkatiyên ku wana dibe jiyana bihûştane, dibe sedem ku jiyana çolê tehemûl bike re jî bi teşekur kirinê re jî heqîqeta xwe pêşwazî kirine.
Têgihiştina teşekûr kirinê dibe ku di civaka Ereban ya bavikanî de wek li beramberê her tiştekî tiştekî xwastin de tê bikaranîn be. Di dorhêleke bavikanî de ku jiyaneke ti têde di navbera têkiliyên mirovan de ferq û cihêwaziyeke mezin heye de, dibe ku Ereb teşekur kirine weke şerteke jiyanê fêhm kirine. Tê gotin ji Rûs’an peyva (spasî bo) derbasê zimanê Kurdan bûye. Çiqase rastiya xwe heye ez vêya baş nizanim. Lê biqasî ku dizanim û min li ser lêkolîn kiriye dayîkên me berê vê gotinê bikar ne anîne, di rastiyê de koka vêya bi giştî di zaravayê kurmancî de nîne, hîn piştre me vê peyvê ji ferhengan girtiye û bikaraniye. Ne gengaze ku em van daneyan ji nedîtîve werin. Ez bawerim ev peyv di giştiyê zimanên rojavayî de heye. Ev peyv di heman wextê de di dersa mûnasebatên beşerî ku di çarçoveya dersen civakî de ne de hevok çawa û li kûderê di vê bê bkaranîn jî tê fêr kirin. Çi ziraviyeke mezin e?…şaristaniya ku evqase ji beşer dûr ketiye, lê ewqase bi mûnasebeta beşer re mijûl bûn jî rewşeke kenê mirov lê were ye.
Lê ji bo me bikaranîna vê peyva ji çar tîpan pêktê ku em di zimanê dayîka xwe de bikartînin di encama dîrokeke bi êşan tije de fêrbûne û li gel me jî rewş cûdatir e.
Dibe ku teşekur kirin, wek nazikbûnekî were dîtin. Dibe kul i beramberê nêzîkatiyên baş,xweş û rast jî diyarkirina helwesteke baş,xweş û rast jî be. Lê ji ber ez di her teşekur kirinekî de ehstên şikûr di têde dibînim û hîs dikim, xwedayîkirineke ji niyet serbixwe yanjî nêzîkatiyeke razberkirinê ya ji vêya cûdatir, çînîkirin, hewldana avakirina dubendiyê yajî ji hev cihê kirine dibînim. Li hember her teşekur kirinek û bendewariya teşekurekî, dibe pûtekî serê xwe gihiştiye ezmanan bilind dibe û diçe. Li hember mirovê/eke ji min re dibêje teşekur ez dûr ketinekî dijîm ango min ji xwe dûr dixe. Her teşekûrek, di navbera yê/ya ji min re teşekur dike de dîwareke stûr lê dike. Wexta ez glaseke çayê didim hevalek xwe, dema dibêjin spas yanı teşekur, ez biyanîbûnekî ango xerîpketinekî li hemberî hevalên xwe jiyan dikim ango hesteke wiha bi min dide jiyankirin. Dibêjim çima dema ez çay ji xwere digirim, ez jixwere teşekur nakim. Ya din jî nêzîkatiyeke hemwateye. Ji derveyî gotinên weke quwetbe, destê te saxbe gotina teşekur kirina hevalên min li hember min bi hestên şikur kirinê re hesteke wek koka wê jiyan dikin, ji min re giran tê û qebûl nakim. Dilê min dişewite ku wek em mecburin naziktiyeke ji dil bijîn yanjî em mehkûmê wêne. Ez vêya qebûl naki. Û di min de li hember vê gotinê hêrsek û nerazîbûnek dide çêkirin.
Kese/a ku teşekurê dike bi giştî ji ber xwe deyndar dibîne û ji bona ku ji bin giraniya vê deynê de derbikeve neçar dimîne ku teşekur bike. Yên ku teşekur jêre tê kirin jî bi şêweyeke dilê xwe xweşbûyî, wek yekî li qata jorîn yanjî xudan xaniyekî ya dixwast giritiye, bilindbûneke xapînok dijî. Ev têkilî wisa dimeşe û diçe. Û bi van gotinên ku wek naziktiyê lê temaşe dikin re di navbera mirovan de beş kirin ango ferq û cihêwazî, komên jêr û jor, civakbûnên ku di dubendiyan de hatine hepskiin di her hesteke şikur kirinê de hindek din ev tên afirandin û li ser me jî têne ferz kirin. Şêweyê jiyanên ku ne yên me ne jî bi awayeke nazik nazik di me têne rûniştandin. Ev nazikbûnane bi awayeke zirav zirav aliyên me yên însanî xirap dike.
Gelo di dema civaka xwezayî de ku em jêre dibêjin civaka exlaqî û polîtîk de di van demên ku girêdaniyeke mezin a mirovan bi mirovan re hebû de teşekur kirin hebû? Ne weke gotin ango ziman jî be, helwest û nêzîkatiyeke bê vê maneyê di hişê mirovên wê demê de cî girtibû? Yeqîn nakim. Ez weke pîvaneke civakî têkiliya dê û zarok dihizirim. Li roxmê hemû şerên sîstemê, êrişên ser cewherê jinê û qadên wê yên jiyanê veguhertine qadên mirinê jî rastiya dayîktiyê ne miriye. Ji ew xwarinên ku dayîk di tevahiya emrê xwede çêdikere kîjan zarok teşekur yanjî spasî kiriye! Dayîk xwarin ji zarokên xwere çêkirinê weke parçeyekî jiyana xwe dibînin. Çawa ku wexta zarok çêdibe dayîk şîrê ji canê xwe çêdibe dide zarok xwezayîbe, wexta dema şîr derbasbû jî li dewsa şîr bi tiştên cûda xwedîkirina zarokê xwe jî ewqase xwezayî ye. Di encama girêdana simbiotik a di navbera dê û zarok de jî têkiliyek dizê. Wexta dayîk zarok xwedî dike û ji bo bijî hemû pêwîstiyên wî/wê bi cîh tîne, zarok jî ji dayîkê re anora gerdunê di canê xwede ji nûde afirandinê weke jinekî dide, di her tevgerkirinek de jî vê zindayetiyê hîs dike û digihije zanistiya nasnameya xwe ya cinsî. Dayîk dixwazin ku zarok bixwîne û têgihiştî bibe, şanaziya wan bibîne yanjî hindek dayîk hene ji dil de dixwazin ku ew berhema ji çanê wan çêbûne bilindbun û mezinbûna wan li ber çavê xwe bibînin. Ji ber vê yekê têkiliya dê û zarok simbiotik e û jiyan jî li gorî vêya şikil digre. Lê dema hevaleke me çayekî dide me em xwe mecbûr dibînin ku spas bikin. Çima! Çima wexta mirov spasî nekir tirs û fukara wê jêre were gotin tu çorî (kaba) jiyan dikin? Di encama vê tirsê de tirseke civakî (sosyofobî) dijî û heta nebêje teşekur jî qirika wê ber nade. Ev zextên çêkirî yên civakî çima me dimeşînin û li gorî xwe birêve dibin. Sedem çiye ku wexta teşekur nakin tirsa wê hevalê/a xwe wenda bikin, tirsa wê derbe li hevaltiya wan bikeve çêdibe? Çima dema spas nake vêya wek hewldaneke pûç kirina ked û naziktiya hevalê xwe fêhm dike.
Lê rastî ne wisa ye.
Di demên ku dayîn di nava hesaban de ne hatibû heps kirin de, ez bawerim ku teşekur kirin jî wek deynekî ne dihate zanîn. Ango ew rêwîtiya me ya ku em bi vexwarina şîr destpê dikin, bi hezaran car em ji destê dayîkê çay vedixwin, dîsa xwarina ku em bihezaran car ji destê wê dixwin, kincên me yên tên şûştin, pora me ya tê şehkirin û gelek tiştên mîna vana re, di têkliliya me ya bi dayîka me re em nakevin etra spaskirinê. Dibe ku em jêre bêjin destê te saxbe, car heye em maçî wan dikin yan jî wexta cileke nû ji me re didûre em wê ya ji dil himbêz dikin ango dixwazin himbêz bikin. Em disipêrin ew meznahiya me afirandiye. Ew jî rêzdariya me ya ji keda destê dayîka me re ye. Qet di hişê me re jî derbas nabe ku ne sipas kirin ji aliyê dayîka me ve wek çor bûnek were dîtin. Di rastiyê de tişta dayîka me tenê ji me jî dixwaze rûkeniyeke.
Wexta ez ji dibistanê vedigeriyam ew xwarina dayîka min amadekirye dixwar dayîka min di ser serê min re disekinî. Li roxmê ku sal di ser re derbasbûbûn jî lê bi dilê bûkeke teze li benda bandora xwarina ku çêkiriye dima. Carna bi henekî wek ez jê hêrs bûme min xwe dida nîşan; wexta min di got “tu çima xwarinê evqas xweş çêdikî, ezê di rûyê te de zexm bibim” wexta keneke tije bikêfxweşî dihate ser rûyê dayîka min, ez pir kêfxweş dbûm. Di aliyekî de jî ez matmayî dimam ku ev, tişteke wisaye ku kare wê kêfxweş bike û aramiyek bide wê. Min dizanî ku destên wê pîrozbûn û ne gengaz bû ku mirov li hember vêya raweste. Dayîka min jî tenê tiştek dixwast, ew jî qîmetê wan destan zanînbû. Dayîka min dizanî ku mirovê/a qîmeta kedê nezane, wê bi demê re qîmeta xwe jî wenda bike. Qîmetê wê zanîn jî hê nebûbû deyneke wek sipasiya bi berdêl.
Ji ber ku hê ew eqilê hesapkar û hîlebaz neketibû neqeba min dayîka min de.
Ev rewş di heman demê de nîşaneya ku hê civaka exlaqî û polîtîk ne miriye ye.
Yeqîn nakim ku mirovên berê ewqase deyndarê sipasiyê bin yan jî ji hev bikevin nava bendewariyeke sipasiyê ya dema xwe tije kiribine. Wê demê mirovên ku li ser esaseke exlaqî girêdayîne bi hev re wexta helwesteke baş, xweş yan jî rast didin nîşandan, di berdêla vêya de sipasiyek ne dixwastin yan jî ne li benda tişteke wihabûn û ev helwest aliyê din jî bi sipasiyekî kirinê re di takekesên din de ku hebûna civakî didomînin de aramiyekî, şanaziyekî, dilxweşiyekî yan jî hestên pak yên derewîn çêne dikirin.
Bi dîtina min, spas kirin di dema ku girêdana mirovan bi hev re lewaz bûye de destpêkiriye, di demên ku endamên civakê erk û wezîfeyên xwe li hember hev ne anîne cîh de derketiye holê û ji bo bal bikşînin ser başên di nava xiraban de hatiye bikaranîn. Di rastiyê de wexta kareke divê gelek kes ango herkes bikin, ti kes nekir yan jî kêm kes kirin, ev rewş, vê koma kêm jixwe bilind nake. Bibe bibe, yên şûnde mane, dibe ku piçek din dişîne jêrtir. Ango wexta em xwe hil didin dest divê pîvana me ya xwe hildana dest li gorî pîvanên civaka exlaqî û azad bin. Nexwe bûyîna başê xiraban di roja me de bi bûyîna şoreşger re wê demê me divê me zûde serxistibe, eger ev bes buya emê îro nebana em.
Ez wer yeqîn dikim ku li beramberê gerdûneke evqase tişt ji me re bexşandiye wê ne şukranek be. Nêzîkatiya herî bi mane ya em ji gerdûna ku di serî baharê de dema pel vedike ango di dilê me de şînbûnek çêdike û wexta di payîzê de pel diweşîne dilê me xemgîn dike, di hebûna her rengekî de pêleke maneyê diafirîne, mêşek kûlîlk kûlîlk digerîne, di her tevgerek û bizavdariyekî de xweşîkbûnek dihewîne û me dide hizirandin û bi me dide hîs kirin, me dide jiyankirin û xwezaya ku me dikşîne nava xwe, wê ne spasiyek be. Mane dayîna gerdûnê, bi fêrbûna rastiya gerdûnê re, di kûrbûna dilê xwede van agahiyan bi hisên xwe strandinê re veguhertina kelecaneke jiyanê re, bêy ku xwezayê qirêj bike, bi ked dayînê re em dikarin maneyeke bi têkiliya me ya bixwezayê re bidin çêkirin. Sekna xwe ya tenê ya li hember gerdûnê wek hebûneke bi mane qebûl kirin, tenê bi li gorî vê maneyê jiyan kirinê re em dikarin bersiva wan tiştên gerdûn ji me re pêşkêş kiriye bidin.
Nexwe şûkir kirin, wê besî wê neke ku em berpirsyariyên gerdûn û xweza didin me rizgar bikin. Çawa kus pas kirin bes nake ku em xwe ji berpirsiyariyên rêhevalên me û tekoşîna azadiyê dide me rizgar bikin, nake, xweza jî ji bo me wisa ye. Gerdûn baxçê me yê azadiyê ye.
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
