Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $rootPath in /home/komunar/public_html/ku/includes/settings.php on line 49
JI BO ÇI KUANTUM? | Komunar.NET

JI BO ÇI KUANTUM?

08 Tîrmeh 2011 În

Paradîgmaya nû, ji milê zanistî ve xwe dispêre pêşketinên kuantumê. Yanê milê zanistî ve binesaziya paradîgmaya nû, fîzîka kuantumê ye.

Xebat Îskan
Tevgera Azadiyê ev demeke di perwerdeyên xwe de cîh dide kuantumê. Tevgereke ku hewl dide pêşiya qirkirina gelê Kurd bigire û bi pirsgirêkên dîrokî re mijul e, gelo ji ber çi kuantumê girîng dibîne? Gelo di nava ewqas karî de çi hewcetî bi kuantumê heye? Cîh dayîna kuantumê gelo lûks e?
A yekemîn, ji ber ku rastiyên civakî rastiyên ku tên înşakirin in, divê teoriya ku pê civak bê înşakirin jî  rast be. Adorno gotiye: “Jiyana şaş hatiye hûnandin, rast nayê jiyîn.” Ev tespîtên esasî, didin diyarkirin ku ji bo jiyana rast, divê zîhniyet jî rast be. Bi zîhniyeteke şaş, jiyaneke rast nayê avakirin. Ji bo vê jî, divê zîhniyet u teorî  li gorî heqîqetê be. Tam jî di vê noqteyê de pêdivî bi kuantumê çêdibe. Kuantum di zanistê de ji ber ku halê heyî de lutke ye, yên dixwazin zanistî bin u rastiya hebunê, mirov, civak u gerdunê nas bikin, mecbur in, pêşketinên kuantumê ber çav bigirin. Ev, hem ji bo mirov rastiya xwe nas bike, hem jî ji bo der u dora xwe rast nas bike, pêwîst e. Ji bo wê jî ji ber ku Tevgera Azadiyê jî dixwaze li gorî heqîqetê tevbigere, yanê li gorî zanistê (mebest zanista materyalîzma hişk nîn e) be, ji kuantumê sûdê werdigire. 
A duyemîn,  ji bo em sedemên guhertina paradîgmayê fêm bikin u paradîgmaya nû nas bikin, divê em kuantumê bizanin. Eger sedemên guhertina paradîgmaya nû neyê fêmkirin, wê demê guhertina paradîgmayê bi awayekî taktîkî wê bê destgirtin, an jî wê wek encamê bêhêzbuna tevgerê were destgirtin.
Halbukî guhertina paradîgmatîk, encamê lêgerîna heqîqetê ye u ji ber xwe jî çênebû ye. Paradîgmaya kevin, paradîgmaya dewletî bû, ji ber wê jî li derveyî sîstema şaristaniya navendî nebû. Bi vê paradîgmayê me nikarîbû xwe ji sîstema hiyerarşîk û dewletparêz bi her awayî xelas bikin. Vê paradîgmayê em ber bi sîstemê ve dibirin. Ji bo wê Rêbertiyê got: “Em bi paradîgmaya kevin bi serketana, dawiya me wê wekî PDK u YNK’ê bibûya.”  Baş e, wekî PDK û YNK’ê bûyîn, gelo ji bo PKK’ê qet bûye armancek. Na! Baş e, gelo çi dibe sedem ku mirov bişibe dijberê xwe. Bersiva vî tiştî, di heman demê de diyar dike ku, ka çima di dîrokê de hewldanên xwe dispartin nirxên demokratîk û komînal serneketin. Çima di nava sîstema heyî de heliyan û encam li gorî armancên wan nebû. Encamê de bûn dijberê xwe û sîstema heyî bi wan xwe xwedî kir û emrê xwe dirêjtir kir. Va ye, PKK ji bo vê şaşitiyê dubare neke, hewl dide ku xwe bi her awayî ji sîstema hiyerarşîk u dewletparêz xelas bike. Rêbertiyê tam jî di vê noqteyê de behsa rojbûna xwe ya sêyemîn kir û got: “Bi giştî ew jiyana ku te ber bi dewletê ve dibe, bi taybet jî xwe ji jiyana modern a kapîtalîst qutkirinê ez wek rojbuna xwe ya sêyemîn binav dikim.” Behsa, xwe bi her awayî ji sîstema hiyerarşîk u dewletparêz qutkirinê kir. Guhertina paradîgmayê jî di vê noqteyê de kete rojevê.
Paradîgmaya nû, ji milê zanistî ve xwe dispêre pêşketinên kuantumê. Yanê milê zanistî ve binesaziya paradîgmaya nû, fîzîka kuantumê ye. Cudahiya vê ji ya kevin ev e; paradîgmaya kevin di milê zanistî de xwe disparte fîzîka klasîk yanê  fîzîka Newton. Bi taybet wexta piştî 1950 di zanistên civakî de behsa paradîgmaya nû hate kirin, zanistvanan xwe sparte pêşketinên kuantumê. Her çiqas hîn bi her awayî bi rêkupêk jî nebibû, lê nedibû ku mirov kuantumê jî ji neditî ve bê. Tespîtên zanistî hatibûn guhertin, loma zanistên civakî jî di xwe de guhertin u veguhertin çêkirin. Eger wisa nekirina wê li dûrê heqîqetê bûna. Ji ber wê mirov bi rehetî dikare bibêje paradîgmaya nû, ji ber ku xwe  dispêre pêşketinên zanistî, di heman demê de paradîgmayeke zanistî ye.
Baş e, paradîgma bi xwe çi ye? Ji ber çi ewqas girîng e? Mirov nikare bibêje ha ya kevin, ha ya nû?
Paradîgma mêzandina gerdûnî ye. Bi vê ve girêdayî ji bo tiştek bê çareserkirin, qalib û formulasyonên ku tên bikaranîn in. Yanê di heman demê de rê u rêbaz e. Zaten rê u rêbaz çavkaniya xwe ji mêzandina gerdûnî digire. Ji bo wê jî mirov dikare bibêje di paradîgmayê de hem milê zîhniyetê heye hem jî li gorî vê rê u rêbaz hene. Dîsa paradîgma rê u rêbaza xwe gîhandina armancê ye. Mînak em di çarçoveya paradîgmayê de li pirsgirêka netewî binêrin.
Rê u rêbaza çareserkirina pirsgirêka netewî di paradîgmaya kevin de dewletbûn e. Yanê mirov eger bibe dewlet pirsgirêka netewe jî di navê de pir pirsgirêk dikarin bên çareserkirin.
Rê u rêbaza çareserkirina pirsgirêka netewî, di paradîgmaya nû de bêdewletbûn e. Yanê di çarçoveya neteweya demokratîk de civak li derveyî dewletê bi rêxistin kirin e. Em bala xwe bidinê her du jî hewl didin ku pirsgirêka neteweyê çareser bikin, lê yek bi dewletê dixwaze çareser bike, ya din jî bi bêdewletbûnê dixwaze çareser bike. Yanê armanc di herduyan de jî yek e, lê rê u rêbaz ne yek e. Ev mînaka tenê jî diyar dike ka paradîgma çiqas girîng e. Rê u rêbaz yanê paradîgma ji bo civakê dikare encamê çawa derbixe.
Va ye, em ji bo karibin fêmbikin ka çima me paradîgma guhert, divê em kuantumê fêmbikin. Ji ber ku kuantum di milê zanistî de îspat dike ku dewlet u zîhniyeta wê ne zanistî ye, ji rê derketinek e, anormal e, ne xwezayî ye. Ji bo wê jî li dûrî û li dijî heqîqetê ye. Zaten ji bo wê ye, yên bûn dewlet kê dibin bila bibin pirsgirêk çareser nekirin, pirsgirêk kûrtir kirin. Dîsa ji bo wê yekê ye, Rêbertiyê got “dewletê bidine min jî ez naxwazim.”
Di heman demê de ev herdu paradîgma, di dîroka mirovahiyê de paradîgmayên herî esasî ne. Em ê jî hewl bidin ku van paradîgmayan bigirin dest û nîşan bidin ku paradîgmaya kevin çima nikaribû bibe rê û rêbaza çareseriyê; paradîgmaya nû jî çawa dikare bibe rê û rêbaza çareseriyê… 
 
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42