LI KURDISTANÊ QIRKIRINA ABORÎ Û PARASTINA CEWHERÎ YA ABORÎ-2
29 Hezîran 2012 În
“Li Kurdistanê qirkirina aborî di qadên jiyanî yên wekî çandinî û sewalkarî, bazirganî, sanayî, maden û enerjiyê tê meşandin. Plana herî mezin a qirkirina aborî jî GAP e.”
Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan
f-Çandinî û Sewalkarî
Armanca TC’yê ew e ku xebatên aborî yên civaka Kurdistanê ku girêdayî çandinî û sewalvaniyê ne hilweşîne û li şûna wê polîtîkaya xwe ya çandinî û sewalkariyê pêk bîne. Ji bo ku civakîbûna kurdan bê belavkirin, şertên hebûna wan ji holê bêne rakirin û Kurdistanê tam dagir û talan bike; herî zêde giranî dide ser tasfiyekirina xebatên çandinî û sewalkariyê. Yek ji armancên valakirina gundan ku ji sala 1925’an destpê kir û di demên berxwedanên çekdarî de hatiye zêdekirin jî, ev e.
Pişti salên 1950’yan jî, binsaziya gundan nehat çêkirin, bajarîbûna çelexwarî pêş xist û gund vala kirin. Bi salên 1970’yan rê jî, çandinî û sewalkariya endustriyal pêş xist, girêdayî vê yekê koçberiya ber bi bajaran, Tirkiye û Ewropayê ve zêde kir. Bi vê yekê hedef ew bû ku kurd bi “daxwaza xwe” gundên xwe vala bikin. Cerdevaniya ku di sala 1985’an de jinûve hate destpêkirin, di salên 1990’an de di asta herî jor de hate berfirehkirin. Gundî hatin sirgunkirin, mal û milkê wan jî, ji aliyê artêş û cerdevanan ve hate desteserkirin. Eraziyên gelekî berfireh wekî herêmên leşkerî hatin îlankirin û ji gundiyan re hatin qedexekirin, her wiha zozan hatin qedexekirin. Li Kurdistanê gundewarî û koçeriya kurd, ji ber ku derfetên çandinî û sewalkariyê nehiştin, heta belavkirin. Ji sala 1985’an û heta roja me ya îro, di encama polîtîkayên bêgund hiştinê de, li Kurdistanê di ser 4 hezaran re gund hatin valakirin, zêdetirî 2 milyon kes jî, ji gundên xwe hatin veqetandin.
Qadên hilberînê û tevgerê yên gundiyên cotkar, bi amûrên pêkutiyê yên dibin navê bace, kredî, ofîsên dewletê, dermankirin, endezyarî, mêzîna (hevseng) pêşkêşî-daxwazê û patentê de, hatin tengkirin. Li gel yekdestiya dewletê, di salên dawî de yekdestiyên sermayeya taybet jî li Kurdistanê bi karên çandiniyê re mijul dibin û di warê veguherandina terzê kapîtalîst de mesafeyek mezin bidest xistine.
Tıfaqa dewlet-taybet, sermaye-agayan û artêşê, axa gundiyan ji destê wan girtiye. Li ser axa ku dewletê beriya niha dest danîbû ser û bi taybetî di demên dawî de li ser axek berfirek, dezgehên çandiniya endüstriyal a kapîtalîzmê têne avakirin. Ji salên 2000’î ve, ji ber ku teknolojiyek zêde hate bikaranîn, her wiha rêbazên wekî serevanî, bazara yekdestî, hormon û dermankirinê serdest bûn, gundî û cotkar nikarin bi derfetên xwe hilberînê bikin, bikin jî nikarin bifiroşin.
Polîtîkayên di qada sewalvaniyê de jî, xizmeta nêzîkahiya tunekirinê dikin. TC, siyaseta ‘belavkirina eşîretan’ ku ji Osmaniyan dewr girtiye, anî rewşek sîstematîk û dixwaze sewalvaniyê jî bigire bin destê xwe. Yek ji armancên esasî yên qedexeyên zozanan ku bi hincetên wekî qad û pêvajoyên pevçûnan têne pêkanîn jî, daxwaza hilweşandina sewalvaniya li Kurdistanê ye. Ji ber ku sewalvanî zêdetirîn girêdayî koçeriyê ye, pêkûtiyê didin ser eşîretên koçeran ku cîhwar bibin. Hedefa vê yekê tunekirina sewalvaniyê ye. Heta salên 1990’an li Kurdistanê sewalvanî di astek wisa de bû ku ji bo Tirkiye û welatên din jî firotin (hinarde) bê kirin. Lê di roja me ya îro de, gelê Kurdistanê anîne rewşek wisa ku ne dikare vê pêdiviya xwe bicîh bîne, ne jî dikare vê pêdiviyê hilberîne.
Eşîretên koçeran ku hebûna xwe bi xebatên aboriyê yên girêdayî sewalvaniyê didomînin jî, di encama van polîtîkayan de, bi belavbûnê re rûbirû mane.
Polîtîkayek din a tunekirina çandinî û sewalvaniyê hedef dike jî, polîtîkaya bendavên endustrîyal ku di salên 1970’yan de destpê kir û di salên 2000’an de zêde bûn e. Bi sedan gundên ku dê dibin ava bendavên hatine çêkirin û bêne çêkirin de bimînin, hatine valakirin.
Mijarek din a ku bandorê li ser çandinî û sewalvaniyê dike jî, axa mayinkirî ye. Piştî salên 1950’yan, artêşa TC’yê, li ser sînorê Tirkiye-Îran-Iraq-Suriye’yê, qadek bi sedhezaran dekar mezin, mayin kir. Tenê li ser sînorê Tirkiye û Suriyeyê qadek 306 hezar dekar, yanî qadek duqatî Kıbrisê hate mayinkirin. Ev axa hanê bi dehan salan e ji bo çandiniyê nehatiye bikaranîn, lewma niha gelekî biber e. Ji ber vê jî, di salên dawî de tê xwestin ku ev ax ji mayinan bê paqijkirin û ji bo çandiniya organîk bidin sermayeya dewletê û taybet. Teşwîq û derfetên razemeniyê yên di dema desthilatdariya Fethullah-AKP’ê de ji bo çandinî û sewalvaniyê hatine kirin jî, bi temamî di destê van hêzan de ye. Mînak, projeyên serevaniyê ku di salên dawî de têne zêdekirin, dibin kontrola kurdê berhevkirî Wezîrê Çandiniyê Mehdî Eker de ye. Em derbarê mijarê de çend mînakan bidin;
Sermayeya Yahudiyan (Cuhiyan), şirketên Ewropa û DYA’yê, her wiha şîrketên nêzî hêzên desthilatdar ên TC’yê, li Kurdistanê axa biber bi buhayekî gelekî kêm kirîn e. Van axan ji bo ku di pêşerojê de bikar bînin, amadekariyan dikin. Li Riha, Meletî, Semsûr, Dîlok, Mêrdîn û gelek cihê din, axên berfirehiya wan bi bihezaran dekar e, bi vî rengî hatine kirîn. Tenê ji axa dikeve nava sînorên GAP’ê, zêdetirî sedî 30, ji aliyê sermayeya Cuhiyan ve hatiye kirîn. Di sala 2010’an de Koma Koç û Koma Ata, li Semsûrê cotgeha xwedîkirinê ya herî mezin a Tirkiyeyê ava kirine. Sermayeyê wê bi giştî nêzî 22 milyon dolar e. Ev cotgeh bi hevparî û endezyariya Cuhiyan dixebite. Ev tenê bi xwedîkirina sewalan re eleqedar nabe. Karê hilberîna riwekî ya ji bo pêwîstiya êm (debr) jî dike. Ya esasî jî, bi gundiyên ku li herêmê çotkariyê dikin re, di çarçoveya “cotkariya lihevkirî” de, têkiliyê datînin û dixwazin bi vî rengî li herêmê sewalvaniyê bitemamî navendî bikin û bigirin bin kontrola xwe.
g-Bazirganî:
Kurdistan girêdayî bazara kapîtalîst a Tirkiyeyê ye, lewre di warê bazirganiyê de jî girêdayî ye. Di bazirganiya li Kurdistanê de yekdestên dewletê û sermayeya taybet serdest in. Dema baceyên zêde û gumrik jî li ser vê tê zêdekirin, gel çareyê di qaçaxçîtiyê de dibîne. Li herêmên nêzî sînorên dewletan qaçaxçîtî bûye yek ji çavkaniyên bingehîn ên debarê. Lê kurdên qaçaxçîtiyê dikin jî, ji aliyê dewletê ve bi cezayên wekî cezayên pereyan, girtin, înfazên bê daraz û mayinan têne cezakirin. Wekî di dawiya sala 2011’an de li Roboskiyê hate dîtin, ên qaçaxçîtiyê dikin, bi komî têne qetilkirin. Di qaçaxçîtiyê de karên herî giran û bitirs ji aliyê kurdan ve tên kirin, lê yên ku herî kêm qezenç dikin jî, dîsa kurd in. Rîska herî kêm û deskeftiya herî zêde dibe para sermayeya dewletê û ya taybet.
h-Sektora sanayiyê (Sanayîbûn)
TC’yê, li Kurdistanê pêkanîna hilberîna girêdayî sanayiyê, ji bo hebûn û berjewendiyên xwe wekî zirarê dîtiye. TC, ji encamên ku dê razemenî û pêşveçûna sanayiyê derxîne holê ditirse, lemwa jî piştî salên 1950’yan ji mecbûrî hinek razemeniyên biçûk pêk anîne. Lê ber bi salên 1980’yan ve, ev dezgehên biçûk jî anîn rewşa ku kar nekin. Piştî salên 1990’an jî, OYAK ku yekdestiyek TSK’ê ye, dest avêt qada aborî ya li Kurdistanê. Piştî salên 2000’an jî, hêzên sermayeya girêdayî desthilatdariya Fethullah û AKP’ê, li gel sermayedarên xaîn ên kurd, li Kurdistanê, di qada sanayiyê de desthilatdariya xwe ava kir.
i-Qada maden û enerjiyê (vejen)
Di nava sînorên TC’yê de, di warê cure û pîvanê (mêjer) de, maden û çavkaniyên enerjiyê yên herî girîng li Kurdistanê ne. Li gel vê yekê, çemên Dîcle û Firatê ku du çemên herî girîng ên Rojhilata Navîn in jî, ji Kurdistanê derdikevin û piraniya herikîna wan di nava sînorên Kurdistanê de ye. TC’yê bi armanca desteserkirin û talankirina van dewlemendiyan jî, ji dema damezirandina xwe û heta niha polîtîkayên sîstematîk, bi plan, domdar û li gorî dem û cîh diguherin, dimeşîne. Madenên li Kurdistanê têne derxistin, rasterast û bi awayekî nîvî hatiye şixulandin dişînin fabrîqeyên li Tirkiyeyê. Beşek ji wan jî, bi awayekî xam dişînin derve.
Madenên li Kurdistanê têne derxistin:
Dîvrîgî (demir), Afşîn-Elbîstan (lînyît), Hekîmhan-Hasançelebî (demir), Keban (risasê bisîm), Kemaliye, Maden, Erxen (sifir), Guleman (krom), Aşkale (lînyît), Şemrex (fosfat), Şirnex-Silopî (komir/lînyît), Xakarî (Hekarî-Colemêrg) û Dêrsim (zêr)
Piştî ku di sala 1940’an de li Çiyayê Raman ku wê demê di nava sînorên Sêrtê de bû, lê niha girêdayî Êlihê ye, petrol hate dîtin, lêgerîn zêde bûn. Rezervên (danhevî) petrolê yên li Amed, Mêrdîn, Semsûr û Xakariyê hatine dîtin, qasî ji sedî 90’ê rezervê Tirkiyeyê hemûyê ye.
j-Xebatên din ên dewletê yên di çarçoveya qirkirina aborî de:
Krediya Mîkro (kêm): Ji nîviya salên 2000’an û vir ve li Kurdistanê pêkanîna krediya mîkro ket dewreyê. Bi vê pêkanînê armanca esasî ew e ku teşebûsên takekesî bi aboriya kapîtalîst ve bêne girêdayîn.
Fak-Fuk-Fon: Ev fon alîkariyek pir biçûk a pereyan û pêkanîna qarta kesk digire nava xwe. Ev polîtîkaya ku di salên 1990’an de xistin meriyetê, armanc dike ku girêdana bi dewletê re bê zêdekirin. Alîkariya tê dayîn jî wekî şantajê tê bikaranîn.
Komelyên Alîkariyê: Saziyên alîkariyê ku beriya niha girêdayî dewletê bûn, bi salên 2000’î re hatin arîzekirin û hejmara wan her ku diçe zêde bûn. Li Kurdistanê bi dehan komeleyên bi armanca hilweşandina aboriyê û li ser jêparmendbûna (îstîsmarkirina) xîzaniyê hatine damezirandin, ji aliyê dewletê ve rasterast an jî nerasterast piştgiriyê digirin û ji bo serkeftina polîtîkaya înkar, tunekirin û asîmîlasyonê dixebitin.
2-Plana herî mezin a qirkirinê: GAP
Konsepta ku xebatên wê di sala 1936’an de destpê kirin, di sala 1977’an de bi navê GAP’ê veguherandin projeye. Herî dawiyê koordînasyon û birêvbirina GAP’ê, dan Teşkîlata Îdareya Pêşvebirina Herêmê GAP’ê ku di 6’ê Sermaweza 1989’an de hatiye damezirandin.
TC, herêma ku bajarên Semsûr, Êlih, Amed, Dîlok, Kîlîs, Mêrdîn, Sêrt, Riha û Şirnexê digire nava xwe wekî “Herêma GAP’ê” binav dike. Rûpîvana vê herêma ku li başûr heta sînorê Suriyeyê, li başûrê rojhilat jî heta sînorê Iraqê diçe, 75.358 kilometrekare ye. Ev jî ji sedî 9/7’ê rûpîvana TC’yê ye. Li Tirkiyeyê, ji 8 milyon û 500 hektar axa tê avdan sedî 20, li deştên berfireh ên herêma GAP’ê ye. Ev jî dikeve kortaya (hewze) jêrîn a Dîcle û Firatê. Ji bo ku çavkaniyên avê yên dewlement (çemên Dîcle û Firatê) bi armanca avdan û enerjiyê bêne bikaranîn, 13 projeyên mezin hatine amadekirin. Ji van projeyan 7 di kortaya Firatê, 6 jî di kortaya Dîcleyê de ne. Dema proje hatin temamkirin, dê 22 bendav û 19 santralên hîdroelektrîkê bêne avakirin, her wiha dê bi hêzek 7 hezar û 485 MW re salê 27 milyar kWh enerjî bê bidestxistin. Dîsa ji aliyê DSÎ’yê ve dê li Erdek nêzî 1.7 milyon hektar avdan bê kirin. Di projeya Munzurê ku piştre ew jî xistin nava GAP’ê de jî 6 bendav û 8 HES hene.
GAP di rastiyê de ji bo Kurdistanê tê çi wateyê?
GAP li Tirkiyeyê projeya herî mezin, di cîhanê de jî, 8’emîn projeya herî mezin e û maliyeta (sermal) wê 32 milyar dolar e. Dema ev maliyeta wê li ber çavan bê girtin, asta kara (qezenç) ku dê ji bo sermayeya dewletê û ya taybet bixwe re bîne, dikare bê fêmkirin.
Dîcle û Firat herî dawiyê jî çemê Munzurê bi serve kirin. Bi vî rengî hemû çemên li Kurdistanê dixin bin destê dewletê. Li Kurdistanê çavkaniyên avê û çi çavkaniyek girêdayî axê hebe û kar têde heye, tê desteserkirin û talankirin. Tenê wekî erazî li ber çavan bê girtin jî, 75 hezar û 358 kîlometrekare qada wê, qasî sedî 9,7 rûpîvana TC’yê û sedî 15 jî qasî rûpîvana Kurdistanê ye. Li Tirkiyeyê 8 milyon û 500 hektar erazî dikare bê avdan, ji vê serî 20 di çarçoveya vê projeyê de ye. Tenê berfirehiya ax û çavkaniyên avê yên dikevin nava sînorên GAP’ê bê fikirîn jî, mirov dikare fêm bike ka qirkirin rê li ber talanek çiqas mezin a aborî vedike. Her wiha bi sedan gund dê di bin ava 40 bendavên ku dê di çarçoveya GAP’ê de bêne çêkirin de bimînin. Ev mirovên ku gundên wan tên valakirin, ji ber ku derfeta wan a xebatên aborî namîne, dê xîzan bibin û bikevin rewşa karkerên erzan an jî bêkar bimînin. Aboriya girêdayî çandinî û sewalvaniyê ku jixwe bi pêkanînên dewletê hatiye asta hilweşînê, dê bi temamî têk biçe. Temenê bendavan bi nîvekî 40-50 sal in, lê piştî ava gola van bendavan zuwa bû, dê axa van deran bixwê be, lewre jî dê taybetiya xwe ya çandiniyê bi temamî winda bike.
Li Kurdistanê, piştî ku derfetên çunûhatinê yên di navbera wargehan de bi zehmet bûn, girêdayî vê yekê hilweşîna di qada aborî de dê hîn kûrtir bibe. Qezenca gelekî zêde ku dê ji GAP’ê bê bidestxistin, dê di navbera tifaqa ku ji hêzên dewlet û desthilatdariyê, şîrketên tirk û ewropayî û di serî de axa, xaînên kurd pêk tê de, bê parvekirin. Bi vê daneheva sermayeyê re, dê rê bê vekirin ku hîn zêdetir hilweşîn û kedxwarî çêbibe. Derfetên tazmînat û îstîhdamê ku gelek behsa wan tê kirin jî, hem gelek pirole ye, hem jî ji hîn zêdetir kolekirinê wêdetir rê li ber ti encamekê nade. Ku mirov bi baldarî lê binêr e, li Rihayê ku yek ji qadên navendî yên vê projeyê ye, eşîret serdest in û bingeha wan xaîntî, cerdevanî û axatî ye. Xebatên GAP’ê yên rasterast bi qirkirina aborî re têkildar in, sektorên wekî avdanî, hîdroelektrîk, enerjî, çandinî, binsezaya bajar û bejahiyê, daristanvanî, perwerdehî û tenduristiyê digirin nava xwe, lewma xebatên aborî yên têkildarî van qadan jî dê seqet bibin û çavkanî dê bêne zuwakirin.
Gelek projeyên qirkirina aborî yên bi GAP’ê re girêdayî jî hene. Lê ji ber ku cihê ji me re hatiye veqetandin bi sînor e, em tenê mînaka Karsaziya Çandiniya Dewletê ya Serêkaniyê bidin: Ev karsaziya ku di sala 1943’yan de hatiye avakirin, yek ji mînakên herî bingehîn e ku yekdestiya dewletê ya li ser çandiniyê nîşan dide. Di rastiyê de li ser axek gelekî berfireh û biber bi çandiniya endustriyal talaneke mezin pêk tîne. Din ava saziyên çandiniyê yên li Tirkiyeyê de, xwedî eraziyê herî berfireh e. Eraziyê zeviyan 983 hezar û 241 dekar, eraziyê baxçeyan 46 hezar û 208, eraziyê mêrg 481 hezar û 80, eraziyê li derveyî çandiniyê 241 hezar û 629 û bi giştî milyonek û 761 hezar û 629 dekar e. Salê bi nîvekî 170 hezar û 120 ton genim, 55 hezar ton dexl û dan, hezar û 500 ton fig, 60 hezar ton once, 20 hezar fistiqên Entabê yên hatine patromekirin û şitlên bahîvan têne hilberîn, her wiha 5 hezar mîhên tovî û 250 dewar têne xwedîkirin û firotin… DÊ BIDOME
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
