LI KURDISTANÊ QIRKIRINA ABORÎ Û PARASTINA CEWHERÎ YA ABORÎ-4
02 Tîrmeh 2012 Duşem
Çanda sewalvanî û çandiniyê ji aliyê komikên Aryenîk ve hatiye afirandin û hêmana esasî ya van komikan jî kurd in. Kurdan bi jiyandina vê çandê, heta roja îroyîn hebûna xwe jî parastiye. Ji vê jî wêdetir bandor li ser civak û çandên din jî kiriye.

Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan
C- LI KURDISTANÊ LI DIJÎ QIRKIRINA ABORÎ PARASTINA CEWHERÎ YA ABORÎ
“Bingeha aliyê aboriyî û endustriyal a Modernîteya Demokratîk ekolojîk e. Çawa ku mirov dikare modernîteya kapîtalîst di bin beşên girîng de bifikire, nêzîkahiyek bi vî rengî ji bo modernîteya demokratîk jî dibe ku derbasdar be. Ji bo modernîteya kapîtalîst wekî wesfên xweser û bêdomdariya bingehîn, ‘civaka hilberîna kapîtalîs, civaka endustriyê û civaka netewe dewlet’ tên fikirîn. Li hemberî vê ji bo modernîteya demokratîk jî aliyên ‘Civaka exlaqî û polîtîk, civaka eko-endustriyel û civaka konfederalîst û demokratîk’ derdikevin pêş.”
Daneheva çanda madî, encama keda bi milyonan salan a ku civaka mirovan li ser mîrateya xwezayê pêk aniye ye. Nirxên çanda madî ji bo miletekê jî; li gel keda ku di mîrateya gerdûnî û pêvajoya civakîbûnê de hatiye dayîn, ji destpêka pêvajoya miletbûnê û heta dema di nav de ne, encama keda dayikan û bab û bapîran e. Ji ber vê yekê jî, êrîşa li hemberî çanda madî û zemîna ku ew li ser pêk tê, yanî qada aboriyê ya miletekî, di heman demê tê wateya êrîşa li ser çanda manewî.
Êrîşên li hemberî çanda madî ya kurdan, di asta qirkirinê de û bi qirkirinên din re di nava hev de tê meşandin. Ji ber vê yekê jî wekî qadên din, di qada aborî de jî parastina cewherî ji bo gelê kurd tiştekî jiyanî ye.
Li qada aborî parastina cewherî; bihevrebûna (pevrebûn) kevneşopî, îro û pêşerojê esas digire. Di vê bingehê de civak; hem parastina nirxên kevneşopî yên têkildarî qada aborî û danehevên di roja îroyîn de derxistine holê hem jî ji nû ve avakirina aboriya komunal bi hevre çêdike. Bi vî rengî nahêle ku ax, av, daristan, riwek, maden û dewlemendiyên din ên ku erdnîgariya Kurdistanê pêşkêşî mirovan dike, ji aliyê netewe dewlet û hêzên sermayeya yekdestî yên dargirker û hevkarên wan ên herêmî ve bêne talankirin. Ji ya herî biçûk heta ya herî mezin, hemû nirxên çanda madî yên civakê di parêze. Polîtîkayên kedxwariyê yên ku netewe dewlet û hêzên kapîtalîst ên yekdestî li ser civak û erdnîgariya Kurdistanê dimeşînin vala derdixîne. Saziyên ku talan û xespa aboriyê pêk tînin, bêwesf dihêle. Polîtîkayên van hêzan ên ku aboriya civakê hildiweşînin, xîzan dike, bêîrade dike, endamên civakê bi aboriyê dişibîne xwe û dike ajan jî, asteng dike. Yanî li aliyekê astengiyên li pêşiya hebûna exlaqî û polîtîk a civakê têne rakirin, li aliyê din civak wekî perçeyek ji nû ve avakirina demokratîk, qada xwe ya aboriyê çêdike. Parastina cewherî ya aborî, tenê parastina xebat û nirxên aboriyê nagire nava xwe, her wiha hemû hebûnên ku bi keda civakê re derketine holê, ji civakê re xizmetê dikin, ên aydî civakê ne, hemû sazî û nirx jî dikevin nava sînorên parastina cewherî ya aborî. Mînak, astengkirina talankirina çavkaniyên avê ya ji aliyê dewletê an jî sermayeya taybet ve yên bi hinceta çêkirina bendavê û bidestxistina enerjiyê, serdagirtina saziyek çandê an jî avahiya şaredariyekê û zirardayîna wê, pêşîlêgirtina şewitandina daristanekê xebatên parastina cewherî yên aboriyê ne. Li holê ye ku cezayên pereyan ên ku netewe dewlet bi hincetên cuda û dibin navê zagon-qanûnan de dide, bi armanca têkbirina civakê û kesan a di warê aborî de ye. Yanî bi armanca polîtîk û aborî tê pêkanîn. Nedana van cezayan jî di nava peywîrên parastina cewherî de ye.
D- LI KURDISTANÊ AVAKIRINA ABORIYA KOMUNAL
1-Rêgezên Ku Dê Aboriya Komunal Li Kurdistanê Xwe Bispire
Rêgezên demokratîk, ekolojîk û azadîparastina zayendî, di ji nû ve avakirina aboriya komunal de jî esas tên girtin. Li gel vê yekê, ji bo ku ev rêgez di jiyanê de bêne pêkanîn, hinek xweserî jî wekî pîvan têne qebûlkirin.
a-Rêgeza Parastina Bihevrebûna Çanda Manewî û Madî:
Di navbera çanda madî û manewî de têkiliyek beramber ku hevûdin temam dikin, heye. Di vê bingehê de, di warê valaderxistina qirkirina çandî ya modernîteya kapîtalîst de, rolek girîng a aboriya komunal heye. Di serî de ziman, govend, huner û wêje, parastina hemû nirxên çanda manewî yên ku ber bi tunebûnê ve diçin û hewl hatiye dayîn bi nêzîkahiyên înkar-tunekirin-asîmîlasyonê bêne tasfiyekirin, di xebatên aborî de nîşan dide. Mînak, jiyandina xwarinpêjiya kurdan, cilûbergên kurdan, dewlemendiyên wê teşwîq dike, bikaranîna bibandor a zimanê dayikê esas digire. Piştgiriyê dide pêşveçûna di nava ahengiyê de ya çanda herêmî û çanda netewî. Mînak, jiyandina cilûberg, xwarin, xurek ên aydî herêmekê teşwîq dike.
b-Herêmtî:
Li Kurdistanê fesareta “Têrîxwekirin” a aboriya komunal, pêwîst dike ku her herêmek derfet û kapasîteya xwe bi awayekî rast û bi rengekî ku dê pêdiviyên xwe pêşwazî bike, binirxîne. Qadên di nava herêman de bi awayekî ku dê hevûdin temam bikin, bi koordîne tevdigerin. Di navbera herêman de têkiliyên aborî, di çarçoveya rêgezên, “têrîxwebûn, yekîtî û piştevaniyê” de têne meşanidn.
c-Gerdûnîbûyîn:
Sîstema aboriya komunal a ku dê li Kurdistanê ji nû ve bê avakirin, xwe ji welat û civakên din cuda nake. Berevajî vê, aboriya komunal, dema civak xwe di çarçoveya demokratîk de ji nû ve ava dike, hêmana herî girîng a ji nû ve avakirinê ye. Tecrubeyên xwe jî bi ser tecrubeyên aboriya komunal a milet û welatên din ve dike û bi vî rengî ji bo ku zîhniyet û avasaziya aboriya komunal di asta gerdûnî de pêş bikeve, dikeve nava hewldanan. Bi milet û welatên din re, di çarçoveya feraseta aboriya komunal û demokratîk de, têkiliyên aborî pêş dixe, piştevaniyê dike û hewl dide ku hilberîn û parvekirina hevpar berfireh bike. Di vê çarçoveyê de di navbera herêman, welatan, miletan û civakan de avakirina kooperatîk, yekîtî û komunên aborî hedef dike.
Xwecihîbûnî, netewebûn, herêmî û gerdûnîbûnî her yek xwe ji yên din cuda nake an jî xwe wekî navend nabîne, wekî ku her yek ya din temam dike, din ava bihevrebûnê de ne. Yanî yekîtiya din ava ahengê de ya yek û giştiyê esas tê girtin.
d-Feraseta Xebat û Hilberîna Aborî:
Kevneşopiya şaristaniya dewletparêz a ku jiyanê perçe dike, bi tevkariya nûnera wê ya dawî zanistîparêziya modernîteya kapîtalîst re, gihîştandine asta herî jor. Ev rewş di qada aboriyê de dane nîşandan. Qada aboriyê di bin navê sektor, pisporîbûn, îhtîsas de, wekî parçeyên herî biçûk perçe kirine. Bi vê yekê jî tê armançkirin ku civakîbûn bê belavkirin, kes bêne bêîradekirin û bînir rewşa ku bêyî şert ji saziyên dewlet û desthilatdariyê re xizmetê bike.
Lê di aboriya komunal de hilberîn û xebatên din ên aboriyê di nava hev de wekî bihevrebûnekê pêk tên. Bihevrebûn hem îsrafa ked, nirx, enerjî û çavkaniyên xwezayî asteng dike, hem jî di warê qalîte, tenduristî, cure, erkîbûn û estetîkê de têrîkirina berheman jî pêk tîne. Cihê feraseta hilberînêr û serfkaran tune ye. Ji ber ku ev feraset civakê wekî hilberîner-kole, serfkar-muşterî perçe dike û wan ji maneviyatê dûr wekî komek mekanîk dibîne. Mînak, berhemên di kooperatîfekê de pêşkêşî civakê tên kirin, li qada aborî ya ku ew kooperatîf di nav de ye têne hilberîn.
e-Feraseta Rêveberiya Cewherî:
Pênasekirina qada aborî, diyarkirina cureyên pêdiviyan û mîktara wan û qaîde û pîvanên giştî yên xebatên aborî yên dê bêne meşandin ji aliyê komunan, meclîsên gel û kongreya gel ku yekîneyên rêveberiya cewherî û demokratîk in ve têne diyarkirin. Ev yekîneyên hanê komîsyon, komîte û yekîneyên din ê xebatê ku dê xebatên aborî koordîne bikin, bi hilbijartina demokratîk peywîrdar dikin. Her yekîneyek xebatê ya aboriyê, li hemberî komun, meclîs û kongreya di nav de ye, berpirsiyar e. Ev yekîneyên xebatê, derbarê xebatên aborî de bi tena serê xwe nikarin biryaran bidin. Biryar ji aliyê yekîneyên rêveberiya cewherî û demokratîk ve têne girtin. Yekîneyên xebata aborî jî, di warê pêkanîn û koordînekirina van biryaran de xwedî rol in. Ji bo ku xebat encamek baştir bide, dikarin pêşniyar û projeyan pêşkêş bikin. Civak, xebat û têkiliyên aboriyê rasterast, bibandor û di çarçoveya tevlîbûna demokratîk de bixwe sererast dike, birêve dibe û kontrol dike. Navê vê yê hatiye birêxistinkirin jî komun, meclîs, kongre û yekîneyên xebata aborî ne.
2-Vesazkirina Aboriya Komunal û Demokratîk:
a-Eko-demîa (Dibistana aboriyê):
Aboriya komunal hişmendiya civakî pêwîst dike. Qasî ku zîhniyeta aboriya demokratîk û komunal di nava civakê de bihêz bû, vesaziyên aboriya demokratîk û komunal jî dikarin bên avakirin û erkên xwe bicîh bînin. Ji bo vê jî, pêdivî bi eko-demîa an jî dibistana aboriyê heye. Armanca dibistana aboriyê ew e ku zîhniyeta aboriya demokratîk û komunal di nava civakê de bicîh bibe, agahî û tecrubeyên têkildarî qada aboriyê bêne nirxandin, teknolojî û rêbazên ekolojîk bêne pêşxistin û encamên ji van xebatan hatine bidestxistin pêşkêşî xizmeta gel bêne kirin û civakê di warê aboriyê de perwerde bike.
b-Aboriya Malê:
Xebatên aborî yên di nava malê de têne meşandin in. Li gel ku çavkaniya derketina aboriyê ye jî, girîngiya wê tê piştguhkirin. Di bingeha vê nêzîkahiya hanê de jî, feraseta avakirina maltaba kakil (malbata herî biçûk) û saziya malê ya taybet heye. Ji bo ku jin, ji nû ve hêza xwe ya wateyê û îradeya xwe bidest bixe, her wiha ji bo ku aboriya malê ji nû ve bê birêxistinkirin şertên pêwîst çêdike. Di aboriya komunal de, xebatên aborî yên di nava malê de di çarçoveya demokratîk de ji nû ve têne sererastkirin.
c-Komun:
Yekîneyên jiyana hevpar ên ku ji aliyê kesên li cîwarekê dijîn an jî komikekê ve hatine avakirin in. Komunên ku hemû aliyên jiyanê digirin nava xwe hene, her wiha komunên ku tenê ji bo hinek qadan hatine avakirin jî hene.
Komunên aborî jî, komunên ku ji aliyê komikek li cîwarekê dijî an jî, ji aliyê komikên li qadên cuda dijîn ve, ji bo ku xebatên aborî bi terzekî demokratîk û komunal bêne meşandin, hatine avakirin in. Komunên aborî, li gorî zîhniyet, pîvan û vesazîbûna aboriya demokratîk û komunal têne avakirin û dibin xwedî erk. Di komuna aborî de armanc tenê sererastkirina xebat û têkiliyên qada aborî nîn e. Ji vê pêdiviyê derdikeve rê, lê pêşvebirina hevkarî, piştevanî, tevlîbûn û parvekirina di hemû qadên jiyanê de jî hedef dike. Her yekîneyek hilberîna aborî, di heman demê de komun e. Li gund, bajar, herêm, welat û tevahiya cîhanê komunên aborî dikarin bêne avakirin. Li gel vê yekê, li ser qadên hevpar ên aboriyê jî, komunên hevpar ên komên cuda dikarin bêne avakirin. Mînak komunên wekî, Komuna Aboriya Avê ya Dîcle-Firatê, Komuna Çandinî û Sewalvaniyê ya Mezopotamyayê, Komuna Gunên Wanê… dikarin bêne avakirin.
d-Kooperatîk:
I-Bingeh û Pênaskirina Kooperatîkê:
Kooperatîk; saziyên aborî yên komunal û demokratîk ên ku komekê di encama biryara bi hev re dayiye de ava kiriye, di vê çarçoveyê de dide şixulandin, tevlî dibe, kontrol dike û encamên wê dinirxîne ne.
Xebatên aborî yên ku mirovan destpêkê wekî komik û bi awayekî hişmendî pêk anîne, bingeha kooperatîfan çêdike. Di pêvajoya civakî de, kooperatîf ji aliyê hêzên civakî ve her tim wekî saziyên esasî û xebatên aborî hatine parastin. Di serî de şoreja neolîtîk a li Kurdistanê pêk hatiye, gelek belge û lêkolînên bi mînakên xebatên aborî yên hevpar û yekineyên aborî yên çanda çandiniyê tije ne, vê yekê îspat dikin. Berxwedanên demokratîk, pêşeng û sazumanên wekî tevgerên Manîheîzm, Mazdekî, Xaricî, koleyên Afrîkî, Kurdên Qizilbaş, Şêx Bedreddîn û Pîr Sultan Abdal kevneşopiya komun û kooperatîfan li gorî dem û cîh dane jiyandin. Îro li Kurdistan, Anatolya û herêmên din ên Rojhilata Navîn civakên gund û çandiniyê hîn jî cureyên piştevaniyê yên wekî, “Zibare, herewerzî, îmece” û cureyên din ên piştevaniyê têne jiyandin. Ev jî wekî feraseta kooperatîfê dikare bê nirxandin.
Di dema modernîteya kapîtalîst de jî, gelek kesên wekî Kropotkîn, Owen û gelek kesên din ên xwedî niyetek baş û birêxistinkirinên aboriya komunal armanc dikin hene. Ji bilî van li Ewropa, Amerîka û erdnîgariyên din tecrubeyên aboriya li dijî dewletê yên hêz û komikên civakî çêbûne. Lê hêzên sermaye û desthilatdariyê modela kooperatîfê jî rasterast an jî nerasterast xistine bin kontrola xwe û bi vê riyê xwestine kedxwarî û talana xwe veşêrin, nehêlin ku civak qada xwe ya aborî ava bike, her wiha danehev, derfet û enerjiya civakê jî tevlî sîstema xwe bike. Kooperatîfiya ji naveroka wê hatiye dûrxistin, êdî bûye zemîna derketina gelek komikên derveyî civakê, bidestxistina rantên gelekî mezin, windakirina hêvî û nirxan a gelek mirovan. Li gel vê yekê berhemên ku ev kooperatîfên hanê dihilberînin, bazara dibin kontrola kapîtalîstan de li ser piyan digirin.
Guhertinên piştî salên 1950’yan di hevger û berxwedanên civakî de pêk hatine, bû sedem ku kooperatîkf ji nû ve bê rojeva civakê. Bi taybetî ji salên 1960’an ve li gelek cihên cîhanê tevgerên kooperatîfan ên bihêz derketin holê. Hinek ji van tevgeran piştgiriya hikûmetên çepgir girt, hinek jî tevgerên bi temamî li derveyî dewlet-desthilatdariyê û xweser in. Di roja me ya îroyîn de erdnîgariya ku tevgera kooperatîfê herî zêde pêşve çûye başûrê Amerîkayê ye.
II-Feraseta Kooperatîfê ya Aboriya Komunal:
Feraseta kooperatîfiyê ya aboriya komunal, li aliyekê feraset û pêkanîna kooperatîfiya di bin kontrola dewlet û desthilatdariyê de rexne dike, li aliyê din ji nû ve avakirin û pêşvekirina kooperatîfiyê ya li gorî cewhera wê esas digire.
Pêdiviya avakirina kooperatîfê biryara ji bo bicîhanîna vê pêdiviyê, di bin banê saziyên rêveberiya cewherî û demokratîk ên wekî komun, meclîs, konseyên bajar an jî kongre yên li gorî mezinahiya cîwar an jî komikê hatine birêxistinkirin de, ji aliyê gel ve tê dayîn. Lê ji ber ku ev cîwar an jî komik perçeyek tevahiya civakê ye û di heman demê de bi cîranên xwe re di nava têkiliyê de ye, ev biryarên hanê li gorî koordînasyona di navbera saziyên têkildar ên rêveberiya demokratîk û cewherî û komikan de tên girtin.
Kooperatîf, dî kîjan yekîneya cîwarê an jî komikê bigire nava xwe, li wir hemî endamên komikên tevlî hemî pêvajoyan dibin. Kooperatîf wekî hêman navendî ya aboriya komunal, di heman demê de perçeyek girîng ê ku civaka demokratîk temam dike ye. Lê ji bo ku kooperatîf li gorî cewhera wê bê vesazîkirin, divê di civakê de têrî xwe hişmendî û birexistina demokratîk hebe, têkiliyên di nava civakê de bi rengê demokratîk û azadîparastinê hatibe sererastkirin û mekanîzmayên rêveberiya demokratîk û cewherî sazbar be. Li cihê ku kooperatîf lê tune ne, mekanîzmayên wekî komun, meclîs, konseyên bajaran û kongreyan ên rêveberiya demokratîk û cewherî dêm kêm bimînin. Her wiha li cihê ku ev sazî jî nebin, tu wateya hebûna kooperatîfan namîne.
III-Rêgezên Kooperatîfê:
Rêgezên bingehîn ên ku dê kooperatîf xwe bispêrê 3 ne. Ev jî demokratîkbûyîn, ligorî ekolojiyê bûyîn û azadaparastina zayendî ne. Ji bilî vana hinek rêzgerên xweser ên kooperatîfan jî hene.
Rêgeza Parastina Bihevrebûna Xebatên Aborî:
Kooperatîf, xebatên aboriyê di nava bihevrebûnê de pêk tînin. Kooperatîfek di kîjan mijarê de bixebite, hemî şaxên têkildarî wê mijarê digire nava xwe. Ev rêgez di tekiliyên di navbera kooperatîfan de jî esas tê girtin. Bikaranîna vê rêgezê nahêle ku serdest (tekel) civakê bi riya qada aborî perçe bike, bê îrade bike û girêdayî xwe bike. Her wiha civak dê bihevrebûna xwe biparêze û avakirina jiyana komunal bihêz bike. Heke xebatên aborî yên kooperatîfan di nava bihevrebûnê de bêne meşandin, dê ji bo hilberînê di warê pêdiviyên bingehîn ên wekî ked, enerjî, dem, erazî, teknîk û madeya xam de, pêşiya îsrafê bigire. Ev nêzîkahî, dê nêzîkahiya “îstîhdamê” ku mirovan dike karker û bêkar dihêle jî vala derxîne. Ev nêzîkahî her wiha berheman hîn bi qalîte dike. Mînak, berhemên di marketa kooperatîfekê de têne pêşkêşkirin, hemî ji aliyê wê kooperatîfê bixwe re ve têne hilberîn. Heke ev têrî neke, ji kooperatîfên din ên ku bi wan re di nava têkiliyê de ye, digire. Bi vî rengî, rê tê vekirin ku gel hîn zêdetir tevlî xebatên aborî bibe.
Birêxistinkirin û Şixulandina Kooperatîfê:
Kooperatîf hem girêdayî mekanîzmayên rêveberiya cewherî û demokratîk in, hem jî her kooperatîfek an jî yekîtiya kooperatîfan mekanîzmayên xwe yên rêveberiya cewherî û demokratîk çêdikin. Kooperatîf li gorî van esasan tê avakirin, qadên wê yên xebatê û rêbazên wê têne diyarkirin, her wiha erkdariya xwe didomîne.
Rêgeza Piştevaniya Di Navbera Kooperatîfan de:
Kooperatîf di cewhera xwe de yekîneyên bingehîn ên civaka exlaqî û polîtîk in. Di navbera van kooperatîf an de sazumanên wekî piştevanî, xebatên hevpar, yekîtî û koordînasyonê têne çêkirin.
V-Di Bin Banê Aboriya Demokratîk û Komunal de Qadên Xebatê Yên Komun û Kooperatîfan:
Di nava qadên xebatê yên komun û kooperatîfan de tişta ku divê pêşiyê bê kirin, li her welat û civakekê li gorî şertan dibe ku biguherin.
Li Kurdistanê jî, xebatên çandinî û sewalvanî qadên ku divê pêşiyê bêne kirin in. Çandinî û sewalvanî wekî çanda madî, pêdiviyên civakê yên wekî xwedîkirin, cilûberg û tenduristiyê pêşwazî dikin. Li gel vê yekê komun û kooperatîf li hemî qadên ku pêdiviyên civakê pêşwazî dikin ên wekî avasazî, çunûhatin, ragihandin, makîne, elektronîk, enerjî, daristaniyê xebatan dimeşînin.
Li Kurdistanê xebatên ku divê komun û kooperatîf pêşiyê bimeşînin ew in ku gundan ji nû ve bikin qadên jiyanê, xîzantî û bêkariyê ji holê bê rakirin. Asta birêxistinbûyîn û hişmendiya demokratîk a civakê, çareseriya van pirsgirêkan ji hemî deman zêdetir mumkun dike. Li gel vê yekê têkildarî van qadan şertên madî jî bi zêdehî hene. Ji bilî vegera gundan û afirandina qadên xebatê, qadên wekî avahiyan, tenduristî, çunûhatin û binesaziyê jî, ji bo xebatê di rêzên destpêkê de ne. Hişmendî, birêxistinbûn, pêdivî û derfet di van waran dejî xebatên serkeftî gengaz dikin.
Ji Nû Ve Avakirina Xebatên Aborî Yên Girêdayî Çandinî û Sewalvaniyê:
Çanda çandiniyê ji bo ku civaka mirovan hebûna xwe ya fizîkî bidomîne, pêdiviya xwedîkirinê pêşwazî dike, ji ber vê jî girîngiya xwe ya jiyanî di hemû deman û cihan de parastiye. Ji vê jî wêdetir, çandeke bingehîn ku civaka mirovan xwe li ser ava kiriye û parastiye ye.
Çanda çandinî û sewalvaniyê ji aliyê komikên Aryenîk ve hatiye afirandin û hêmana esasî ya van komikan jî kurd in. Kurdan bi jiyandina vê çandê, heta roja îroyîn hebûna xwe jî parastiye. Xebatên çandiniyê bicîhbûna li gundan, sewalvaniyê jî, kevneşopiya koçeriyê bihêz kiriye. Lê her yek ji wan, di nava ya din de jî bicîh bûye. Bi vê yekê re, çandinî û sewalvanî, gund û koçerî hevdû temam kiriye. Bihevrebûna çandinî û sewalvaniyê rê li ber vekiriye ku ked, hevkarî, afirînerî, hevparî, girêdana bi axê re, azadî, dostaniya bi xwezayê re, xwezayîbûn, bedewî, safîtî, estetîk, coşî, îrade û berxwedan jî di nava hev de bihevre bin. Li gel seferên tunekirinê û pêkutiyan ku ev bi hezaran salan e didomin jî, gelê Kurdistanê hebûna xwe parastiye, ji vê jî wêdetir bandor li ser civak û çandên din jî kiriye. Di vir de jî rola çanda sewalvanî û çandiniyê diyarker e.
Li Kurdistanê aboriya komunal dê ji nû ve bê avakirin û qadên bingehîn û diyarker ên xebata wê jî çandinî û sewalvanî ye. Dema xebatên girêdayî çandinî û sewalvaniyê hatin pêşvebikin, dê aliyên civakê yên dejenere bûne bêne sererastkirin. Her wiha di ji nû ve avakirina modernîteya demokratîk de, dê rola pêşeng bilîze. Xebatên aboriyê yên girêdayî çandinî û sewalvaniyê hem kevneşopiyên hatine berevajîkirin hem jî rêbazên kapîtalîst red dike. 3 rêgezên bingehîn ên aboriya komunal esas tên girtin û xebatên çandinî û sewalvaniyê ji nû ve tên avakirin. Ev xebatên aboriyê, pêdiviyên civakê yên di warê xwedîkirin, tenduristî û cilûbergan de pêşwazî dike, her wiha pirsgirêkên di van mijaran de derdikevin holê jî çareser dikin. Civaka ku pêdiviyên xwe yên wekî xwedîkirin, tenduristî û cilûbergan di bingeke rasteqîn de pêşwazî dike jî, dikare li qadên din jî xwe ava bike. DAWÎ
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
