Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $rootPath in /home/komunar/public_html/ku/includes/settings.php on line 49
RASTIYA KURD | Komunar.NET

RASTIYA KURD

10 Îlon 2012 Duşem

Di van sî salên dawiyê de têkoşîna ku PKK’ê bi awayekî berbiçav meşandiye ji bo kurdan pirsgirêka hebûnê bû. Bi awayekî ev têkoşîn ji bo zelalkirina pirsa ‘kurd hene yan tune ne’, hatiye meşandin. Ji aliyan aliyekî bi awayekî întîharwarî gotiye heye, aliyê din jî gotiye tune ye.

Abdullah OCALAN

Hebûn û serwextî (şiûr-bîrbirin) pirsgirêka herî bingehîn a felsefeyê ye. Têgîna hebûnê hê jî yek ji têgînên sereke yên felsefeyê ye ku dibe mijara meraqê. Li ber serê vê têgînê cêwiya wê zeman heye. Her du ji hev cuda nabin. Her çiqasî hebûn bêzeman nebe, zeman jî bêyî hebûn nabe. Zeman bi temamî bi hebûnê re têkildar e. Têkiliya di navbera her duyan de herî zêde bi têgîna bûyînê re heye. Hebûn û zeman ji sedî sed bi bûyînê pêk tên. Zeman di hebûnê de zorê dide bûyînê. Ya rastî, domdariya hebûnê bi bûyîn û qewimînê pêkan e. Em dema behsa hebûna di rewşa bûyîn û qewimînê de dikin zeman derketiye holê. Eger bûyîn hebe, li deverekê du çîçekên cuda hebin, li wir hebûn û zeman heye. Tunebûna bûyîn û qewimînê tê maneya tunebûna hem hebûnê hem jî zemanî. Bûyîn û qewimîn, rewşa hebûnê ya cudabûn û şêwegirtinê ye. Hebûna ne di rewşa bûyînê de ne hebûn e, zemanê tune ye.

Rewşa bûyîn û cudabûnê, rewşa serwextbûnê ya xwedî potansiyel e. Cudabûn belkî jî gava pêşî ye ku ber bi serwextbûn û bîrbirinê ve tê avêtin. Kengî hebûn bi zeman re cuda bû, hingê serwextî û bîrbirin gava xwe ya pêşî diavêje. Çiqasî bûyîn, form û şêwe (hemû di heman maneyê de ne) hebin ewqasî jî serwextî û bîrbirin heye. Di çarçoveyeke gerdûnî de serwextî cudatî ye, serwextî jî weke kategorî rewşa giştî ya gerdûnî ya tevahiya serwextbûnên cudabûyî ye. Lê bêdawîbûna di forman de tê wê maneyê serwextbûn û bîrbirin jî bêdawî ne. Çiqasî formên cuda hebin, ewqasî jî serwextbûn û bîrbirinên cuda hene. Têgîna serwextbûnê (giyan) ya li cem Hegel beriya formê tê. Ya rastî, behsa serwextbûn û bîrbirineke bêform û şêwe tê kirin. Hegel, formê ji fizîka xwezayê dide destpêkirin heta bi dewletê dibe. Serwextbûn bi rêya forman xweber (bêform) dixwaze ji bo xwe li xwe serwext bibe. Serwextbûn û bîrbirin bi formên fizîkî, biyolojîk û civakî hem xwe piştrast dike, hem jî xwe nas dike. Serwextbûn û bîrbirina li cem mirov ew serwextbûn û bîrbirinek e ku li xwe hayil dibe. Serwextbûna felsefî rewşa serwextbûnê ya herî pêşketî ye; weke giyana (serwextbûna) li xwe hayilbûyî li rewşa xwe ya pêşî vedigere; lê bi awayekî li xwe hayilbûyî ango weke giyana mutleq. Em ji vê re dikarin serhatiya hebûn û zeman jî bibêjin. Di civakên Rojhilat de mirov zêdetir bi baweriyên dînî û tesewifê gihîştine vî şêweyê fikrê, lê civaka Rojava bi rêya zanist û felsefeyê xwe gihandiyê.
Ji bo mijara me ya girîng ew e, em têkiliya di navbera bûyîn-hebûn-serwextbûnê de zelal bikin û maneyê bidinê. Dema ku mijar kurd bin, mirov ê karibe ji têgînên hebûn, bûyîn û serwextbûnê (bîrbirinê) gelek tiştan hîn bibe. Eger em kurdan bi rewşa wan a hebûn, bûyîn û serwextbûnê bidin naskirin, ev yek wê ji bo fêmkirina mijarê bibe bingeh. Ne dûr, heta beriya demekê, li gorî gelek civak û dewletan hebûna kurdan cihê guftûgoyê bû. Di van dused salên dawiyê de ji bo piştrastkirin û îspata hebûna kurdan, di çarçoveya modernîteya kapîtalîst de, belkî bi qasî kurdan tu civak ewqasî li şîddetê rast nehatibe, ji aliyê naverok û şêweyê ve zordestî, înkar û îmha nedîtibe. Li ser kurdan siyasetên qirkirinê yên fizîkî û çandî hatin meşandin. Li mekanê xwe yê esas (Kurdistan), çi ji aliyê fizîkî ve, çi jî ji aliyê çandî ve (zihnî) hatin parçekirin û ji bo bêne tunekirin her cure amûrên zorê û îdeolojîk hatin seferberkirin. Mirov dikare bibêje, heta gihîşt qirkirina bi destê modernîteya kapîtalîst, tu mekanîzmayên talan û zorê neman ku li ser nehatibin ceribandin. Kurdîtî ji vî alî ve diyardeyeke wisa ye ku hemtayê wê nîn e. Cihû ji bo qirkirinên xwe têgîna ‘bêhemta, nedîtî, yekane’ bi îhtîmam bi kar tînin. Ji bo kurdan jî ne ku bi sedema qirkirina li ser wan meşandine, lê ji ber tevahî kirinên ew ji hebûnê derxistine mirov dikare gotina ‘gelê yekane’ yan jî ‘yekane hebûna civakî’ bi kar bîne di cih de ye.

Di van sî salên dawiyê de têkoşîna ku PKK’ê bi awayekî berbiçav meşandiye ji bo kurdan pirsgirêka hebûnê bû. Bi awayekî ev têkoşîn ji bo zelalkirina pirsa ‘kurd hene yan tune ne’, hatiye meşandin. Ji aliyan aliyekî bi awayekî întîharwarî gotiye heye, aliyê din jî gotiye tune ye. Ji vê jî wêdetir a mirov ji ber fedî dike ew e, di şêst salên beriya vî sî salî de entelektueliya kurd jî bi îspatkirina hebûna kurd re mijûl bûye. Bêguman ji bo ferd û civakekê guftûgokirina hebûnê rewşeke gelekî bi tehlûke û rezîl îfade dike ku ev jî îşaret bi xeteke zirav a di navbera man û nemanê de ango di navbera jiyan û mirinê de dike. Di dîrokê de tu hebûna civakî neketiye vê rewşê yan jî pir kêm hebûnên civakî bi hovîtiyeke bi vî rengî re rû bi rû bûne. Tu hebûna civakî bi qasî kurdan nekirine ku ji xwe fedî bike û înkara xwe qebûl bike an jî rewşeke evqasî rezîl bi serê pir kêm hebûnên civakî de hatiye. Eger mirov bibe kurd dibe tiştekî mîna bermahiya komeke ku welatê xwe bi xwe tune ye, pênc pere nake, bêperetî û ew wekhev e, timî bêkar e, bi her heqdestê dixebite, timî ji bo debarê li ber xwe dide, pêdiviya xwe ya çandî ji bîr dike, ji bo pêdiviyên xwe yên maddî dûrî aqilan hewl dide, li dayikniştimana NAN (li dayikniştimana şoreşa cotkariyê ya neolîtîkê) bê NAN dimîne.

Min behsa trajediya xwe kiribû ku çawa bi dibistana pêşî ya asîmîlasyonê dest pê kir. Dibistana seretayî li şûna zimanê min ê dayikê bi zimanekî din ders dida. Mîna ku ez bi tehlûkeya ji vê dibistanê bê dihesiyam. Bi wê zarokatiyê dixwestin ez dev ji zimanê xwe berdim, ez ji hebûna xwe bigerim. Gelo, ez ê ji hebûna xwe ango kurdîtiya xwe bigeriyama, wê bikirina jê bigerim? Diyardeya kurd an jî pirsgirêka kurd ji bo min bi vî awayî dest pê kiribû. Hebûnek an jî pirseke salên dûrûdirêj bêbersiv di nava dilê min de ez nerihet kirim... Min zimanê xwe ji dest dida û di binê vê de jidestdaneke mezin a hebûnê hebû. Min çi ji dest dida? Ev pirseke pir zor û zehmet bû ku min bersiva wê bidiya. Kurd bûbû hebûneke bi pirsgirêk ku parastina wê gelekî zor û zehmet bû. Ya diqewimî, ne hebûna min, lê lerz û taya min a li ber qedandinê bû; bersivên bîrbirî û serwextbûyî nebûn, gulokeke pirsgirêkan bû ku her diçû mezin dibû û mirov dîn dikir.

Di serê salên 1975’an de min wisa xîtabî M. Hayrî Dûrmûş dikir, mîna ku min bersiva guloka pirsên min dipelixandin dîtibû. Bersiva pirsan weke pêşnûme hat nivîsîn û devê min vebû. Eşkere ye ku bersiva min der barê hebûneke pêjna wê xeyal meyal hebû, xwe weke sihekê weke şopekê dida hiskirin, îdeayeke devkî bû. Min yeqîn dikir ku mirov di pencereya çînî û rizgariya neteweyî ya cîhanê de binêre wê bibe bersiv. Min bersivên gelekî zêde îdealîst didan. Ma ne şablonê heqîqeta nû sosyalîzma pêkhatî bû. Mirov bi elîfbaya wê zanîbûya ya din bi xwe dihat. Bêguman nêzikatiyeke bi vî rengî li hemberî bandora lîberalîzma alatûrka, faşîzma serkorker û înkarker panjehr bû. Mirov negihanda heqîqetê jî dikaribû nehişta mirov bi jehrê bikeve. Li dijî qirkirina çandî di şerê hebûnê de ango di şerê man û nemanê de wê bi kêr bihata.

Bi awayekî giştî têkoşîna civakî têkiliya xwe bi lêgerîna heqîqetê heye. Çi têkoşîn dibe bila bibe, wexta bixwaze pirsgirêkeke civakî çareser bike, eger heqîqeta civakî îfade neke nikare bi ser keve. Ji ber ku heqîqeta civakî îzafî ye, gelekî xisletên wê yên kategorîk hene. Têkiliya xwe gelekî bi zeman û mekan re heye. Dema mirov di çarçoveya heqîqetê de binirxîne, PKK’ê hebûna kurd a li ber tesfiyeyê, ne bi tenê îspat kir, bi giranî wê heyî jî kir. Jixwe bi awayekî klasîk tevgera rizgariya neteweyî nedimeşiya. Ne rewşa hebûnê ya xwe disipartê, ne jî serwextî û bîrbirina heyî têra vê yekê dikir. PKK’ê weke çalakî kurd kir heyî. Kurdîtiya di sedsala 20. de, kurdîtiyeke wisa bû, divê berê bibe heyî û paşê bê rizgarkirin. Ya PKK têde bi ser ketibû ew bû, kurd kiribûn heyî. Eger tiştek pirsgirêka xwe ya hebûnê hebe, berê pêşî divê mirov ne ku wî tiştî rizgar bike, wî bike heyî. Bi temamî rewşa kurdan ew bû ku diviyabû mirov wan bike hebûn. Têgînên mîna rizgarî, azadî û wekheviyê ji bo hebûnên pirsgirêka xwe ya heyînê çareser kirine maneyekê îfade dikin. Çalakgeriya PKK’ê ji aliyê xwe yê rizgarkeriyê zêdetir, aliyê xwe yê rê li ber heyînê vedike gelekî girîng e. Tevî hemû kêmûkurtiyên xwe yên di warê avahî û serwextbûnê de jî ji sedî sed PKK ji bo kurdan bike heyîn bi roleke heyatî rabûye. Ev pirs girîng e: Gelo bêyî çalakgeriya PKKê hebûna kurdan dikaribû bibûya xwediyê rewşa xwe ya heyî? Zehmet e ku mirov ji vê pirsê re bibêje, erê.

Berî ku em pirsgirêka kurd û rêyên çareseriyê guftûgo bikin, şert e ku em xwe di mijara hebûnê de zelal bikin. Mebesta me ji zelalkirinê ew e, em di mijara hebûna pêwendîdar de bi heqîqetê re rûbirû bibin û wê nas bikin. Heqîqet jî hedefeke wisa ye ku mirov ji bo wê têkoşîneke mezin nemeşîne nikare xwe bigihîniyê. Heqîqet ne rastî ye, ew rewş e ku mirov li rastiyê serwext dibe û bîra wê dibe. Rastiya bêheqîqet, rastiya razayî ye. Rastiya razayî jî pirsgirêka xwe tune ye. Heqîqet ew rewşa rastiyê ye ku ji xewê hatiye hişyarkirin. Rewşa Kurdan a xewê ewqasî kûr û nêzî mirinê bû, eşkere bû ku şerê ji bo heqîqeta wê gelekî tevlîhev û zehmet bûya. Piştî rewşa xwe ya sî û pênc sal berê, berê xwe didim heqîqeta gelê kurd (tevî hemû şert û mercên giran ên Girtîgeha Îmraliyê ji arezû û heyecana xwe min tiştek kêm nekirî), ev yek ji rola wan a rohnîker a di dema şeveqa şaristaniyê de gelekî manedar mîna rohniyê dide biharekê. Haya min ji min heye ku ez bi awayekî romantîk li mijarê temaşe dikim. Bi awayekî romantîk nêrîn, bi herhalî ji nêrîna îronîk a heqîqeta bûye xwelî û tu hêviyê nade, bêhtir bang li mirov dike û vedixwîne ew heqîqeta ku hê zîlên teze ye. Heqîqetên der barê rastiya kurd û pirsgirêka wî de cara pêşî ye ku li pêkhatina hêviyên azadiyê şahidiyê dikin.

Ji parêznameya
MANÎFESTOYA ŞARISTANIYA DEMOKRATÎK
Pirtûka Pêncemîn: PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK
Parastina Kurdên Di Nav Pencê Qirkirina Çandî De
Hatiye girtin

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42