TECRÛBEYA PKK’Ê YA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ Û ENCAMÊN WÊ
24 Îlon 2012 Duşem
Eger di çarçoveya siyaseta demokratîk de çareserî çênebe, ez hê bawer dikim ku divê ji bo bidestxistina azadî û nasnameyê stratejiya şerê gel ê şoreşgerî neçar weke amûrê sereke yê têkoşînê bê ceribandin
Abdullah OCALAN
BEŞA II.
ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ TASFİYEKARÎ Û XİYANET
b- Di qada fermandarî û rêxistiniyê de mînakên bi vî rengî têra xwe derketin holê. Kengî têgihîştina ber bi rastgiriyê ve çû xwe di şêwazê şer de da xuyakirin bêhtir zirar û ziyan da. Nûnerên vê têgihîştinê li şûna ku şerê gel mezin bikin, hewl dan şûn û statuya xwe biparêzin û wexta ku ev kirin, bi heyranê awayên herî kirêt ên parastina statuya xwe bûn, ew awayên kirêt ji ajantiyê jî xirabtir bûn. Di vê çarçoveyê de namzetên gerîla yên herî hêja di çalakiyên bêmane de têk birin û ewqasî rezîl bûn namzetên durist ên fermandariyê ku karibûn gerîla mezin bikin, ji piştê ve xencer li wan dan. Nexasim Çeteya Çaran (Şemdîn Sakik, Şahîn Balîç, Halîl Kaya –Kor Cemal û Cemîl Işik- Hogir) di vî warî de bûbû pispor. Serekên çeteyê di jêpirsînên bi êşkence de ku bi bahaneya “Em ajanan tespît dikin” bi îhtîmaleke mezin bi sedan heval û hevriyên durist kuştine. Gelek serekên dînik ên weke Terzî Cemal (Ali Ömürcan) û Doktor Suleyman (Sait Çürükkaya) bûn makîneya şervan û kadroyan dixwe. Bi tevahî xisletên erênî yên rohnî didan, mîna kunên reş daqurtandin. Li şûna ku şerê gel bi pêş bixin, ji endamên kontrgerîla yên herî jêhatî zêdetir, bûn hêmanên ku pêşiyê li vî şerî bigirin. Ez yeqîn nakim ku piraniya van kesan ajan bin. Dibe ku di nava wan de tektûk ajan hebin. Ez yeqîn dikim ku pratîka çetewarî ya piraniya wan ji ber sedemên psîko-çandî ye, ber bi rastgiriyê ve çûna wan jî ji ber kêmşoreşgertiyê û encama têgihiştina berpirsiyariya wê ya bicihnehatî ye.
Li qada di bin berpirsiyariya min de jî gelek bûyerên bi heman rengî yan jî weke wan hebûn, lê bi şoreşgertiyeke têrê bike û têgihîştina min a berpirsiyariyê, bi kêmanî min karibû rojane pêşiyê li zirar û ziyanên wan bigirim. Ya derdiket holê û li pêş çavan ne şerê gel an jî gerîla bû, kirin û têgihîştinên çetewarî yên paşvemayî bûn. Bêyî ku bi navendeke derve ve girêdayî bin, bi xwe tesfiye dimeşandin. Bi çend çalakiyên didan kirin jî xwe li ber rêxistinê diparastin. Jixwe di van çalakiyan de para wan a şexsî tune bû, bi namzetên gerîla yên wêrek û fedekar didan kirin û ew têk dibirin. Her yekî ji wan ji bo parastina şexsê xwe û bi armanca tatmînkirina xerîzeyên xwe yên rezîl şebeke pêk anîbûn. Yê destê xwe bidaya vê şebekeyê dişewitî. Me ji bo destwerdana vê rewşê hêz amade dikirin, lê çawa ku di mînaka heval Harûn (Hüseyin Özbey) û koma wî ya li Sasonê de hat dîtin, di nîvê rê de hatin îmhakirin. Şer ji şerê rizgariya neteweyî derketibû, di kesayeta şexsan de bûbû şer an jî pevçûna di navbera kesan, malbat û çîna paşverû de. Atmosfer û şensê azadiyê bi vî awayî diqedandin. Bêguman bandor, tehrîk û ketina nava wan a kontrayan hebû, lê ev ne diyarker bû. Ya diyarker ew bû, şêwazê jiyan û şerê partiya gel ê şoreşgerî sabote dikirin, ji bo ku berjewendiyên xwe yên şexsî û çînî yên egoîst tatmîn bikin, hesab dikirin ka wê çawa zû dereng serokatiyê bixin destê xwe. Yeqîn dikirin ku firsend ketiye destê wan û bê perwa dixwestin vê firsendê ji bo nasnameyên malbatî û çînî heta dawiyê bi kar bînin.
Mirov ji hêmanên dijber dipê ku çav berdin serokatiya kolektîf a kesên ber bi rastgiriyê ve diçûn nikaribûn bikirana û dîsa mirov li bendê bû ku ew şêwazê şer û jiyana hevrêtiyê bêhnçikandî bikin. Ya pêk dihat jî ev bû. Çawa ku dîroka şoreşan timî piştrast kiriye, eger di dema xwe de valatiyên di qadên rêxistinî û polîtîk de bi hosteyî û rast neyên tijîkirin, wê ew valatî ji aliyê dijberên şoreşê ve, hem jî di nava refên şoreşê de bi helwestên sergirtî û bi lafazaniya herî dijwar bê tijîkirin. Ev pîvana şoreşan pêk dihat. Kom û hêmanên dijşoreşê yên li Kurdistanê tesfiye dibûn, kesayet û meylên çînî yên hevkar ên li pişta wan di nava refên PKK’ê de ji nû ve vedijiyan û ji kurdîtiya azad heyfa xwe hildianîn. Di nasnameya kurd de hêmanên bi vî cureyî dîrokî ne, di kûrahiya tebeqeya jor de bi cih bûne, firsendperest in, xayîn in. Di hin atmosferan de ku mirov hîç li bendê nîn e, di hin şert û mercên zeman û mekan de ku nayê payîn, derdikevin holê û bêperwa hunerê xwe nîşan didin. Hema bi tenê ew kêlî ji bo berjewendiyên wan di cih de be û mekan ji bo vê firsendê bide. Ez ji bo maskeyên van hêmanan bînim xwarê, hê ji serê sala 1980’yî ve min analîzên berfireh ên kesayet, nasname û çînî kirin, lê serketina van analîzan bi sînor bû. Ji bo ku ev analîz di pratîkê de pêk neyên, heman hêmanan jî li gorî xwe her cure tedbîr girtin. Ji bo vê jî hin rêbazên wan ên sereke hebûn ku timî pêk dianîn, mînak analîzên ku min kiribûn di perwerdeyan de baş bi kar nedianîn, li cem xwe digirtin, vedişartin û wenda dikirin.
c- Kirin ku şerê gel ê şoreşgerî ne şerê gel be, kirin ku bibe şerê hêzê yê li dijî gel û bibe hewldana serdestiyê li ser gel. Ji bo şerekî serketî yê gel desteka gel a dûrî aqilan bi rêbazên provakatîf berevajî kirin û gelek derdoran çare di xwesipartina hêzên kontra de dît. Mirov pir bi hêsanî li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî karibû van mirovan bike bîrbir û bi rêxistin bike û ji wan artêşeke gerîla pêk bîne, lê mirovên em behsa wan dikin ne tenê rast nehatine perwerdekirin û rêxistinkirin, bi tenê weke çavkaniya erzaqan hatine dîtin. Endamên kontrgerîla yên ev weke firsend dîtine, hinek bûyerên kuştinê yên xeternak jî xistine dewreyê û kirine ku gel neçar bi lez xwe biavêje wan û penahî wan bibe. Bi hezaran gundên li ber xwe dan û bi milyonan gundiyên ku her tiştên wan hatin desteserkirin, birçî û perîşan ketin ser riyan, neçar kirin ku koçî metrepolan bibin. Yek ji tevgera herî mezin a tesfiyekirinê ya di dîrokê de pêk anîn. Ji deh hezarî zêdetir mirov kuştin. Dest danîn ser malê gel û çav berî namûsa wan dan.
Rêveberiya gerîla, kesayetên ber bi rastgiriyê ve çûn û ji wan xirabtir qurnazên gundî yên paşvemayî yên egoyên xwe tatmîn nekirî û qeşmerên bûrjûwaya piçûk li van kirinên her yek ji wan qirkirin in, temaşe kirin, heta bi pratîkên xwe yên şaş û kêm desteka herî mezin dan wan. Di dîrokê de kêm mînak hene ku em bibînin bi vî awayî li hemberî qirkirina gelê xwe evqasî bêberpirsiyarî, bêrûmet û belengaz bimîne. Eger çend komên gerîla yên hevgirtî, gurçûpêç û yekser karibin taktîkên şoreşgerî diyar bikin hebûna, di vê pêvajoyê de mirov bi hêsanî karibû artêşeke gerîla ya ji pêncî hezar kesî pêk bianiya. Lê kesên diviyabû vê bikin, destê xwe jî dirêjî gelê ketibû pêvajoya qirkirinê nekirin. Li dijî êşkence, desteserkirin û destavêtinên nedîtî çalakî û tevgerên bersivdanê jî pêk neanîn. Bi sedan ciwanên xwestin tevlî nava refên gerîla bibin, hiştin ku li ser rêyan îmha bibin. Ji bilî xwexwedîkirin û parastinê hema bêje bi her tiştî re xiyanet kirin û eleqe nîşan nedan. Lê ya rastî, ber bi rastgiriyê ve çûyîn jî pîvanên xwe hene. Lê rastiya berbiçav a derdiket holê, ya wan kesên bêberpirsiyarî û ji ser xwe ve çûyî bû, yan ji ber bêhêvîbûnê yan jî bi sedema pir bûbûn heyranê xwe nedihatin naskirin, xwediyê wan pratîkan bûn ku tu têgihîştinê qebûl nedikir. Li gorî tehlîla dawî, kesên behsa wan tê kirin, bermahî û binmahiya çanda îmha û înkarê bûn. Nexweşî pir kûr bû, lewma diviyabû rêbazên dermankirinê jî kûr daketina.
d- Taktîkên gerîla danîbûn aliyekî û hêzên gerîla bi awayekî Donkîşotwarî bi ser qereqolên herî qehîm û êrîşbirina ser wan zor de diajotin û bi vî awayî dibûn sedema zirar û ziyaneke bêmane. Tevî ku hîç hewce nedikir di van çalakiyan de bi dehan gerîla giyana xwe ji dest didan. Ya rastî karibûn pir bi kêm zirarê çalakiyên bêhtir encamgir pêk bînin, lê kesî serê xwe li ser vê nediêşand an jî bîr nedibir. Tu taktîkekî şerê gel ê bi plan pêşde nebirin, pêk neanîn. Aliyê hember pir zû mesele ji hev derxist û pêş zanibû ku wê çi bikin, lewma li gorî vê bi tevdîr rabû. Şêwaz û avantaja gerîla jî ew e, ‘Li ku, çawa û kengî wê lê bide diyar nîn e’ ev ji bîr kirin û berevajiyê wê pêk anîn. Taktîkên êrîş û parastinê çi bin, wan berevajiyê wê dikir. Di şertên ne cihê wan û dema wan de xwe diavêtin pêş û şêweyên herî bi tehlûke yên xwe vekişandinê bi awayekî bêmane diceribandin. Tew nedixwestin li şêweyên êrîş û xwevekişandinê bifikirin, ên ku dibe serketî bibin. Ya pêk dihat û diqewimî, bi awayekî berbiçav kontrgerîlatî bû. Ev tiştên hatine kirin, piştî ku kadroyên berê ji qadên gerîla hatin vekişandin, ji sala 1987’an ve hunerê qaşo kadroyên nû ne ku bawer dikin, rêxistin kirine destên xwe. Erê, ev hunerê van hêmanên îfleh nabin e. Ev kes ji ketina rêya rastgir wêdetir, mînakeke tam a bêberpirsiyarî û sistiyê bûn. Têkiliyeke bi navê têkiliya rêxistinê jixwe nehat bîra wan. Hemû hunerê wan ew bû, kesekî bi tenê jî li derveyî kontrola xwe nehêlin. Hewl dan min jî bixin kontrolê û eger nikaribin bixin kontrolê jî divê tesfiye bikin, ji bo vê jî li pey pîlanên dûrî aqilan çûn. Hema bêje bidestxistina PKK’ê bûbû armanca wan a bi tenê. Eger PKK bixistina destên xwe wê çi bikirana? Kengî tesfiyekirin temam bikirana wê bi tiştên bi dest bixistina jinikek an jî mêrikek bixista milê xwe biçûna cem rêveberiya Başûrê Kurdistanê yan xwe biavêtina dewleta Îranê, eger bi wê nehatana ser wê berê xwe bidana Ewrûpayê û xeyalên xerîzeyên jiyana herî rezîlane yên di paşxaneya wan de mayî, tatmîn bikirina. Tesfiyekariya 2002-2004’an vê rastiyê bi awayê zelal li pêş çavan radixîne.
Mirov bi xalên sereke dikare lîsteyê dirêjtir bike. Ya min xwest nîşan bidim ew e, li ser navê şerê gel çi hatiye kirin! Ez dema ku vê demê dinirxînim û di îdeolojiya partiyê de şîlobûna di warê dewletdariya netewe de nîşan didim, ez hînê jî ji rastbûn û encamgiriya stratejiya şerê gel ê şoreşgerî bawer dikim. Şerê gel ê şoreşgerî stratejiya bi tenê ya rast a wê demê bû. Rêbazên din, ji bilî xizmetkirina ji qirkirinê re nikaribûn bi roleke din rabin. Gavên sereke yên taktîkî jî bi giştî rast bûn. Li Rojhilata Navîn bicihbûn, pêkanîna perwerdeyê û lojîstîkê, gavavêtina welat, li baregehên demî amadekarî û bi vê armancê têkilîdanînên taktîkî rast bûn û qîm dikirin. Lê ya tune bû û nedihat kirin; niyeta pêşengiya pratîkî û bicihanîna taktîkên ji rêzê yên gerîla bûn. Bala xwe bidinê, ez behsa hostetiya bicihanînê nakim, ji ber ku eşqiyayek be jî bi hêza heyî dikare di asteke gelekî li jor de bibe xwediyê serketinê. Ez bi salan li ser vê rewşê sekinîm û min li ser sedemên wê mitale kirin. Ji bo pêşiyê li encamên wê û bandorên wê yên tesfiyeker bigirim bi heman awayî min gelekî hewl da û me hewl da. Kêmasî ne ji têkiliyên bi gel re bû; desteka gel ji bo şerekî serketî qîm dikir. Kadro û şervan jî ne kêm bûn. Ev jî têra xwe hebûn. Qadên derve û hundir ên bicihbûnê, lojîstîk û amûrên mirov xwe pê gurçûpêç bikin bi zêdeyî û têra xwe hebûn. Bi tenê ji sala 1980’yî heta bi dawiya sala 1998’an her sal, veguheztina kadro û şervanan a min dikir, salê bi giştî ne di bin panzdeh hezaran re bû. Hemû jî bi zêdeyî bi amûr û pêdiviyên madî hatin gurçûpêçkirin. Me berpirsiyariya herî mezin girt ser xwe, beşekî mezin ji wan bi gelek zor û zehmetiyan gihandin baregehên wan. Pirsgirêk, sabitfikrî û xiyanet paşê hatin ferzkirin. Bi tevahî nîşane didin xuyakirin eger nebûna heyranê xwe, ji rê derneketina û xiyanet nekirina, serxwebûna neteweyî bi temamî pêk nehata jî wê bi hêsanî çareseriyeke di cih de pêk bihata. Xebatên me meşandî bi zêdeyî ev heq kiribûn.
Di vê mijarê de ez hînê jî li ser xwe difikirim; ez diponijim, gelo kêmasî û şaşiyên min çi bûn. Yek ji pirsên ku ez timî ji xwe dipirsim ew e, “Gelo diviyabû serokatiya pratîkî ango serokatiya nava welat jî min bi xwe berpirsiyariya wê hilda ser milên xwe?” Ez hê jî bi hêsanî nikarim bersiva vê pirsê bidim. Heta ez carnan difikirim, gelo pêşengiya hundir bi tiştên dûrî aqilan ên ferz dikir, hewl dida min bikişîne nava welat û bi vî awayî, bi zanebûn an jî bi nezanîn şert û mercên berbiçav ên tesfiyekirina min amade dikir. Ji ber ku hebûna min a li derve hesabên kariyer û tesfiyeyê yên gelekan xira dikir. Lewma ez xwe nagirim û difikirim ku ji ber vê xwe kêm tevlî xebatan kirin. Li Rojhilata Navîn şêwazê min ê mayînê, hem di nava rêxistinê de, hem jî li derveyî rêxistinê hesabên gelek kes, hêz û heta dewletan xira dikir. Hêzên di nava rêxistinê de nerazîbûna xwe bi kêm tevlîbûna xebatan nîşan didan. Bêguman ez bi tevahî kadro û pêşengan gunehbar nakim. Ji duristbûna piraniya wan hîç guman nayê kirin. Bêguman wêrekî û fedekariya mezin a piraniya kadro û şervanan dîrokî ye, nayê guftûgokirin û kes nikare zimanê xwe jî dirêjî wan bike. Jixwe li ser navê bidestxistinê çi hebe encama van hewldanên hêja ye. Li vir pirsgirêk ew e, li hemberî evqasî xiyanet û kêmasiyan, hêmanên behsa wan tê kirin, çima ji vê meş û rêveçûnê re negotine êdî bisekine. Kêmasî û şaşiyên îdeolojîk û polîtîk ku di vê de rol girtine, gelekî hatin rexnekirin. Em dipirsin, gelo çima ew qas sal kêmasiyên xwe nedîtin û ji holê ranekirin. Eger ez li ser zemînê welat bûma, di vê mijarê de tiştekî min bikira tune ye. Jixwe min ji derve gelekî destek dida. Materyalên nivîskî û devkî (axaftinên bêtêlan) yên pêdivî bi wan hebû her tim di xizmeta wan de bûn. Naxwe pirsgirêk ne ew bû ku ez li derveyî welat bûm. Ez ê rola hêman û tesîrên derve bi xalên sereke diyar bikim, lê hêman û tesîrên hundir diyarker in.
Eger di çarçoveya siyaseta demokratîk de çareserî çênebe, ez hê bawer dikim ku divê ji bo bidestxistina azadî û nasnameyê stratejiya şerê gel ê şoreşgerî neçar weke amûrê sereke yê têkoşînê bê ceribandin. Ez bawer dikim ku çareseriya demokratîk wê bi siyasetê bibe. Şertê vê yê bi tenê ew e, hukûmetên Tirkî, Sûrî û Îranê (hêzên diyarker ên desthilatdariyê) ji aliyê siyasî ve îradeya siyasî nîşan bidin. Naxwe ya bikeve rojevê û dewrê, şerê gel ê şoreşgerî ye ku şêweyekî berê yê çalakiya gel a şoreşgerî ye, lê hê jî hukmê xwe yê nûbûnê diparêze. Di demên rabihurî de bi taktîkên herî ji rêzê hat ceribandin û serketina xwe piştrast kir, lewma şerê gel ê şoreşgerî ku piştî evqasî tecrûbe û ezmûnan nabe ku encamgir nebe. Qirkirinê jî bixin dewrê dîsa jî encam naguhere. Piştî evqasî teşhîr û tecrîdê, nabe ku rêbazên qirkirina çandî yên heyî dewam bikin. Hêzên di van rêbazan de ji ya xwe neyên xwarê wê hebin, lê wisa be jî encam ê bêhtir bi awayekî neyênî li dijî wan vegere û jê ne wêdetir. Li vir pirsgirêka bingehîn ew e, divê şerê gel ê ku berê bi ser nexistin, pêdiviyên wê bi awayekî rast û temam pêk bînin.
Ji pirtûka
MANÎFESTOYA ŞARISTANIYA DEMOKRATÎK
Pirtûka Pêncemîn: PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK
Parastina Kurdên Di Nav Pencê Qirkirina Çandî De hatiye girtin
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
