POLÎTÎKA
24 Îlon 2012 Duşem
Siyaset bi peydakirina pêdiviyên jiyanê yên bê wan jiyan nabe, yên civakê ve mijûl dibe. Ew pêdiviyên jiyanê; ewlekarî, bicihbûyîn, xurek, terbiyekirina zarokan e. Yanî zêdebûn e, siyaset nêvenga, qada vê peyda dike. Pêwîst e siyaset civaka xwe biparêze, karibe xwe têr bike

Beşa I.
Peyva siyasetê bi zimanê erebî tê xebitandin. Gelê heremê jî ji ereban girtine. Mînak; fars, tirk dibêjin siyaset. Di çaxa osmaniyan de jî peyva siyasetê dihat bikaranîn. Ji kevn ve jî weke peyva siyasetê tê bikaranîn. Ji seyîskirina hespan tê. Seyîsa hespan hebûye, yên wan xwedî kirine ji wan re wiha gotine. Bi vî rengî gotina siyasetê hatiye lêkirin. Wê demê weke hunereke rêvebirinê digirin dest.
Lê bi latînî polîtîka ye. Bi silavî û îngilîzî jê re dibêjin polîtîka. Ev peyv çawa hatiye lêkirin? Ev peyv ji bajarvaniyê tê. Polîs, bi zimanê yewnanî bajar e, ji bajarvaniyê tê. Hemwate kirine, lê her kes weke polîtîka dide xebitandin. Kurd demekî gotinek dixebitandin, lê gotineke zêde cihê xwe negirtiye. Li gorî tarîfa kevn a siyasetê dibe ku hinekî cih girtibe, lê gotineke tam jî cihê xwe negirtiye. Digotin ‘konevanî’. Kone, weke mirovê jêhatî, çav-vekirî, vanî jî kesên ku wî karî dikin. Bi vî rengî digirtin dest, lê gotinek zêde cihê xwe nagirtiye û her kes naxebitîne. Berê kurdan li şûna peyva siyasetê, ev peyv dixebitandin.
Lewra zêde ferq û cudatî tune ye, cudatî tenê ziman e. Yanî bi zimanekî ev, bi zimanê din jî ev, di navbera wan de cudatî tune ye.
POLÎTÎKA ÇI YE?
Siyaset, li gorî danenasîna vê gotinê sîstem yan jî civaka dewletî, sîstema desthilatdarî û zanyariya sîstema desthilatdariyê nîşan daye. Di encamê de bi vî rengî dide tarîfkirin: Zanyarî yan jî hunerê civakê, yanî fikrê civakê. Siyasetê bi vî rengî bi kinahî tarîf dike.
Ev gotin û tarîf ji aliyê her kesî ve esas hatiye girtin. Lewra bi giranî di dema derbasbûyî de tê gotin, siyasetmedarên wiha bi nav û deng hene. Mînak di sedesala 11 û 12. de li Îranê di dema hukmê Selçûkiyan de kesekî bi navê Nîzam-ul Mulk heye, derbarê siyasetê de gelek tespîtên wî hene. Ew jî kiriye pirtûkek bi navê ‘Siyasetname’ û weşandiye. Bi giranî derbarê rêvebirina civakê de, ji rêvebirinê zêdetir, hukmê civakê ye.
Dîsa di sedsala 16’an de Makyavellî, heye. Ew bi xwe ji bajarê Îtalya ji Floransayê ye. Pirtûka wî ya bi navê ‘Mîr’ heye. Di wir de siyasetê weke zanyariyê digire dest. Zanyariya rêvebirina civakê digire dest. Ew çawa esas digire; mînak, perspektîfên desthilatdariyê derdixîne pêş. Bi salan e tê wergerandin û derbasî hemû zimanê cîhanê dibe, gelek akademiyên siyasî ji bo xwe wê pirtûkê weke çavkanî digirin dest. Şêwazê rêvebirinê yan jî desthilatdariyê nîşan dide.
Di pirtûkê de wiha tîne ziman; mîr çawa dibe mîr, çawa serweriya xwe li ser bajarekî dike, li gorî wê şêwazan ji hevdu cuda dike? Mînak, eger ew bajar di nav rewşekî demokratîk de be, meclîsên wî bajarî hebin û xwe bi rêve dibin, dema ku tu hukmê wî bajarî bikî şêwazên wê cuda ne. Dema tu hukmê bajarekî ku di bin siya destpotîzmê û hukmê mûtleq de mabe bikî, tu yê bi rengekî cuda nêzikbûnan nîşan bidî.
Wê ev çawa bibe? Mînak, miletekî di bin serweriyekî dijwar de jiyabe, serê xwe tewandî be, azadî tam nekiribe, nizanibe azadî çi ye, nizanibe xwe birêvebirin çi ye… wî gelî tu çawa bi rê ve jî bibî tu dikarî bi rê ve bibî. Heta ji te bê tu dikarî zextê li wî gelî bikî. Ji bo wî gelî cudatî jixwe tune ye.
Lê bajarek bi meclîsan hatibe îdarekirin û ketiyê azadiya xwe be, însanê wî bajarî zane bin, dema ku te serwerî li ser wî bajarî kir, divê wê demê tu di hinek tiştan de şiyar bî. Tu wan bi xwe re bikî hevpar. Tu guh bidî meclisên wan, lê na heke ne wiha be bi şêwazê destpot tu nikarî wî bajarê ku azadî tam kiribe, îdare bikî.
Heger însanek bav û kalên wî ne mîr bin, lê fermandarek be û pêşket û xwe kir mîr wê çawa rêveberiyê bike? Wê demê divê hinek şêwazan pêş bixîne, ew şêwaz çi ne? Arstokratî di wî bajarî de malmezinên wî bajarî tesfiye bike û yan jî bike bin parastina xwe, yan wê gelên li wir bêjin; “Em malmezin in, arstokrat in, beg in, axa ne, lê ev ê ha, kes eslê wî nizane û hatiye bûye mîrê me! Em wî qebûl nakin.” Lewra divê bi hin şêwazan tu wî ji holê rabikî. Lê dema ku bav û kalên te mîr bin, tu jî bibî mîr tu yê çawa bikî? Bi her awayî rêbaz û metodên rêvebirin û hukmên li ser civakan dide nîşandan.
Hedef nîşandana wan bi wî rengî hemû jî şêwazên desthilatdariyê ye. Yanî li gorî dide nîşandan, hedef desthilatdarî ye, gelek şêwazên desthilatdariyê nîşan didin. Yanî şêwazên her cihekî çawa wê bê meşandin nîşan dide. Jixwe tarîfa siyasetê li ser esasê zanyarî û hunera serweriya li ser civakê ye. Ev hemû jî di esas de ji Makyavellî tên girtin. Weke çawa di rêvebirina civakan de gelek îdeolojî pêş dikevin.
Ji sedsa 16’an yan jî ji ya 17, 18 û heta 19’an bi taybetî jî ji 17 û 18’an û şûnda zanyariya siyasetê hîn zêdetir hate zelalkirin. Lê ev ziraviyên wê di kîjan qonaxê re derbas bûne, em zêde nayînin ser ziman. Lê sê kesên wiha bi nav û deng di vî derbarî de tevkarî meşandine, em ê li ser wan bisekinin.
Yek ji wan Thomas Hobbes e, Hobbes Înglîz e. Hobbes dibêje; rêvebirin, divê mûtleq be. Di însan de anarşî, dijminatî û xerabî heye. Lewra divê însan nebin hevparên rêveberiyê. Ji bo vê her demê bi hukmê mûtleq monarşî bê birêvebirin. Heger demokrasî be, her seriyek dengek jê derbikeve, her yek li gorî daxwaziyên xwe pêşniyarekê bike, wê demê civak nayê birêvebirin. Divê rêvebirin mûtleq be. Qral ji aliyê meclîsan ve, ji aliyê saziyan ve neyên kontrolkirin. Eger bên kontrolkirin nikarin qraltiya xwe bikin. Ji bo vê jî dibêje divê rêvebirin bi rengekî mûtleq be.
Piştî Hobbes yekî din bi navê John Locke derdikeve. Ew jî Înglîz e. Li gorî xwe wiha dibêje, rêvebirin bi rengekî mûtleq çênabe. Ji ber çi? Di Îngiltereyê de demekî komar çêbû. Piştî komar ava bû bersiv neda daxwaz û lêgerînên gelê Îngilîz. Komareke leşkerî bû, hinekî jî dîktator bû, di serî de şoreşger bû, lê bi demê re dawxazî û lêgerînên gelê îngilîz pêk neanî.
Ji bo vê piştî mirina serok-komar O. Cromwell li Îngiltereyê careke din îngilîz vegeriyan sîstema qraliyetê. Lê gotin divê ev qraliyet rewa û bi destûr be, yanî bi meclîsê bê berdewamkirin. Ev jî dihat vê wateyê ku qral hebe, lê li gel wî meclîsek jî hebe, meclîseke hilbijartî çêbe. Liv û tevgera qral, rêbazê wî yê hukim di ber çavan re derbas bike, destek bidiyê, yan jî dema pêwîst kir erê jî bike! Lê piştî demekê qralê Înglîz hemû otorîte kir destê xwe, meclîs îptal kir û da aliyekî, sîstema xwe kir sîstemeke mûtleq.
John Locke, li dijî vê propoganda kir, nivîs nivîsîn, bi nivîsên, pirtûk, tespîtên wî, nerazîbûna gel li hemberî vê qraliyeta mûtleq çêbû. Li ser wî esasî di sala 1688’an de, şoreşeke bêxwîn, derbeyeke bêxwîn li dijî qralê Îngilîzan pêk hat. Careke din destûr, makezagon û meclîs hatin avakirin. Yanî qraliyet careke din çêbû, lê belê qralekî bi destûr, ne weke serweriya mûtleq. Bi vî rengî divê her tiştî neke bin destên xwe. Lewra qraliyeta heyî êdî wê di hinek cihan de weke sembolîk be. Ev jî nêrîna John Locke e. Locke qraliyetê red nake! Lê belê qraliyeta bi meclîsan bê îdarekirin dixwaze. Em bala xwe bidinê di nêrînên John Locke de hukmê gel tune ye. Gel hukim nake. Arîstokrat, kesên di nava gel de hatine hilbijartin, ew hukim dikin.
Ew kes li şûna gel hukim dikin, lewra mirov nikare bêje ev sîstemeke demokrasiyê ye. Lê ne sîstemeke mûtleqiyetê ye jî, rêbazeke, tezeke û nêzikbûneke siyasî ye. Li ser esasê ku hinek mekanîzmaya tevgera qralan bê kontrolkirin û di bin venêrînê de bin.
Yê sêyemîn; Jean Jacques Rouseau yê Fransî ye. Jean Jacques Rouseau, qraliyetê naxwaze û Peymana Civakî dixwaze. Dibêje: “Divê dewlet bi daxwaziyên gel bê çêkirin.” Desthilatdarî, li ser esasê daxwaziya gel bê çêkirin. Dema ku desthilatdar ji daxwaziyên gel dûr ketin, ev dibe sedemeke destpêkirina şoreşê. Yanî Peymana Civakî derbas kir, li ser esasê wê, lihevhatina civakî li gorî berjewendiyên gel pêk nehat, wê demê dibe sedema şoreşê. Ev demokrasî ye, peymanên civakî, bi hilbijartina rasterast ji aliyê gel ve çêdibe. Desthilatdarî peyda dibin û ew desthilatdarî li ser esasê perspektîfên ji gel girtine bi rê ve dibin. Dema ji wan perspektîfan dûr dikevin, yanî dema Peymana Civakî xerab dikin ew dibe sedemeke şoreşê.
Jan Jak Rûsso û Voltaîre, nêzikbûna wan ji edaletê re, ji siyasetê re, demokrasiyê û Peymana Civakî re, di aliyê ruhî û fikrî de zemîn ji şoreşa Fransayê re peyda kirin. Lê ev hemû, siyasetê weke zanistek, hunerek, hukmê li ser civakan digirin dest. Bi gelemperî ev, nêrînên wan in.
Niha em ji siyasetê re rû bi rû yê tarîfeke nû ne. Rêbertiya me dibêje: “Siyaset bi bajar ve girêdayî nîn e. Navê wê polîtîka ye, polîtîka jî gotineke yewnanî ye, bi bajarbûnê ve girêdayî ye. Lewra teqez bi bajar ve girêdayî nîn e.” Yanî siyaset bi bajarbûyînê re derneketiye. Ji ber çi? Rêbertî sîstema şaristaniyê ya desthilatdar bi vê ve girê dide. “Desthilatdarî; ew sîstema bi bajêr hatiye dayîn, bi parçebûna çînî pêk hatiye, bi dewletê ve tê rêvebirîn û îdarekirin. Siyaset dema bi bajar ve tê girêdan di heman demê de tê wateya dewlet û desthilatdariyê. Lê Rêbertî dibêje: “Qet bi gotina polîs ve têkiliya wê tune ye.” Yanî siyaset qet ne gotinek bajarbûyînê ye, ne mijarekî desthilatdariyê ye û polîsbûyînê ye. Siyaset ne karê dewletê ye. Dewlet tenê îdare dike, lê siyasetê nake. Lewra siyaset têgihîştineke civakî ye.
Polîtîka Civaka Xwe Birêvebirin e
Siyaset; ew civaka ku xwe bi rê ve dibe. Ne civaka ku desthilatdar li ser serê wê hene. Siyaset civaka xwe bi rê ve dibe, wê demê siyaset berî dewletê hebûye.
Berê nêzikbûna me ji siyasetê re ev bû; me siyaset weke ku dewlet wê diyar dike fêm dikir. Me digot; em têkoşîneke siyasî dikin. Têkoşîna siyasî bi armanca dewletbûyînê ve girêdayî ye. Ji bo em bibin dewlet, em têkoşînê dikin. Di nav karkeran de tiştekî wiha hebû, digotin: “Filan kom tevlî têkoşîneke sendîkayî dibe, ew têkoşîn nebaş e. Em têkoşîneke siyasî dikin, yanî em desthilatdariyê dikin, em dewletê hedef dikin. Ew siyasî ne, ev sendîkavan in, ji bo hinek mafên bisînor kar dikin.” Yanî mana têkoşîna siyasî têkoşîna dewletbûyînê bû. Her wiha dewlet û siyaset hemwate bûn. Lê Rêbertiya me dibêje: “Na, dewlet siyasetê nake. Dewlet îdare dike û desthilatdariyê dimeşîne.”
Siyaset rêvebirina civakê ye, civaka ku bixwe, xwe bi rê ve bibe, ew civak siyasetê bi awayekî rast bikar tîne. Wê demê divê em siyasetê bi vî rengî nas bikin. Lewra em dibêjin civaka exlaqî û polîtîk. Exlaq; kirina tiştên baştirîn e, siyaset; peydakirina wan tiştan bixwe ye.
Siyaset; ew tiştên ji desthilatdarî, mijokdarî û çînîbûyînê dûr in. Wê demê di vir de li gorî Rêbertiya me tu têkiliya siyaset û dewletê bi hev re tune ye! Tam berovajiyê vê bi dewletbûyînê siyaset ji holê radibe. Ji ber ku lewaz dibe, lewra siyaset civaka xwe bi rê ve dibe, dewlet desthilatdariyê dike.
Dema ku dewlet çêdibe, civaka ku xwe bi rê ve dibir ji holê radibe. Ji ber ku beriya dewletê jî civakê xwe bixwe bi rê ve dibir. Bi pîvan û qanûnên xwe yên exlaqî xwe bi rê ve dibir. Dewlet hat, ew ji holê rakir. Wê demê siyaset ne desthilatî ye û ne jî dewlet e. Siyaset; xwe birêvebirina civakê ye.
Siyaset ji bo civakê bi çi ve mijûl dibe? Siyaset bi peydakirina pêdiviyên jiyanê yên bê wan jiyan nabe, yên civakê ve mijûl dibe. Ew pêdiviyên jiyanê; ewlekarî, bicihbûyîn, xurek, terbiyekirina zarokan e. Yanî zêdebûn e, siyaset nêvenga, qada vê peyda dike. Pêwîst e siyaset civaka xwe biparêze, karibe xwe têr bike. Heger nêveng baş be, peydakirina jiyanê pêk bîne, civaka ku xwe birêxistin bike, wê wan pêdiviyên jiyanî peyda bike. Peydakirina wan erkan peywira siyasetê ye. Ew pêdiviyên civakê jî perwerde, parastin û tenduristî ne. Lê dewlet tam berovajiyê vê dike. Dewlet pêdiviyên jiyanê peyda nake.
Dema em vê dibêjin mirov dikare bêje; lê belê dewleta Siwêd, dewleta Siwîsreyê… ev dewlet wê demê çi dikin? Rast e, ew hinek tiştan dikin. Lê tiştê dikin çawa dikin? Bi zor û heftbeleyan çêbûye. Ji ber ku gelan têkoşîn kiriye, kuştin dîtine, desthilatdaran jî bawer kirine ku êdî bi vî rengî nema dikarin bimeşin, lewra dikarin hinek pêdiviyên civakê yên jiyanî peyda bikin. Hinek tenduristî, perwerde, lê di bingeh de hemû pêdiviyên jiyanî yên civakê peyda nakin. Dewlet ji bo xwe dijî, desthilatdar e, amûrekî serwerî kirinê ye. Çînekê temsîl dike, sermayedariyê temsîl dike.
Mînak, di sala 2008 û 2009’an de di cîhana sermayedariyê de, salên krîzê bûn. Krîz çima çêbû? Wan bixwe krîzê çêkirin; bêplanî, yanî hilberîna sermayedarî ji ber ku pêdiviyên civakî esas negirtin krîz derket. Lê çi esas girtin? Kar û qezenca xwe esas girtin, ji bo vê bêtewazînî di hilberînê de çêbû. Hêza kirînê li gel însanan lewaz bû, danaserheveke mezin çêbû, ev bû sedema krîz û îflasê.
Em bala xwe didinê sermayedaran bixwe ev tişt kirin. Di kaseya Emerîka, Almanya, Fransa, Japonya de jî pereyên zêde hene. Ew pere tu carî ji bo tenduristî, perwerde û ji bo van tiştan nedihatin xerckirin. Lê dema sîstem kete nava krîzê, me lê temaşe kir ku xezîna dewletê kaseyên xwe vekirin. Bi sedmilyon dolaran, heta cihên weke Japonya û Emerîka bi trilyonan dolar pere pompe kirin, ji bo ku sermayedar li ser piyan bisekinin û têk neçin, bi vî rengî nehêlin ku sîstem birûxe.
Wê demê ev dewlet ne ji bo parastina gel, ji bo parastina çîna serdest kar dike. Wisa be dewlet ne gelê xwe bi rêve dibe, dewlet; wesayet e, dagirker e, serweriyê çêdike. Ji bo vê ne siyaset e, lê dagirkerî ye.
Siyaset; civaka xwe bi rê ve dibe, divê bi peydakirina pêdiviyên jiyanî yên civakê; tenduristî, ewlekarî, perwerde, xwedîkirin û têrkirinê re mijûl bibe. Divê bi yên civakê ve mijûl bibe. Wê demê dibe siyaset. Siyaset peydakirina tiştên baş e. Dewlet tiştên baş peyda nake. Dewlet bi giranî wê çawa gelan kontrol bike, çawa mejiyê gelan vala bike, bi vê re mijûl dibe. Da ku civakê ji îdolojiyê dûr bixin. Ev hemû jî ji bo gel bikin zemînekî bêfikir û ji bo ji têgihîştina kapîtalîzmê ya xerckirinê re bikin zemîn in. Lewma mirov ji fikra wan a îdeolojîk mehrûm dihêlin, bi wan re ajoyan û daxwazên madî pêş dixin, pê re jî xerckirin û xerckarî pêş dikeve.
Li şûna ku mirov êş û elemên xwe derman bikin, însan li dûv modelan dikevin. Êdî însan dest bi xerckariyê dikin. Ev êdî bi rengekî dirinde pêş dikeve. Dewlet vê dike, ev ne siyaset e. Lewra girîng e em careke din siyasetê di ber çavan re derbas bikin. Siyaseta rizgariya netewa demokratîk siyaseteke cuda ye. Lewra bala xwe bidinê em niha têkoşîneke cidî di xebatên siyasî de didin meşandin.
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
