Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $rootPath in /home/komunar/public_html/ku/includes/settings.php on line 49
POLÎTÎKA | Komunar.NET

POLÎTÎKA

26 Îlon 2012 Çarşem

Siyaseta demokratîk girtina erkan nîn e, serwerî û desthilatî nîn e, mûçe nîn e, cihawazî nîn e, cihekî cuda jî nade mirov. Siyaseta demokratîk parçeyek ji civakê ye. Siyaseta demokratîk a di nava gel de ye. Gelê xwe zane dike, xwe bi rê ve bibe, dikare pêdiviyên xwe yên jiyanî bixwe peyda bike.

Şehîd Rustem Cûdî

Beşa II.

Polîtîkaya Demokratîk Ne Desthilatdarî ye

Tevlîbûna xebatên siyasî li ser çi esasî çêdibe? Hinek kesayet weke wê çawa bibin rêvebir, çawa bibin serokê şaredariyê, çawa bibin wekîlê gel, nêzikbûna kesayetên wiha ji bo vê ji siyasetê re pêş dikeve. Ev nêzikbûn perspektîfên desthilatdariyê ne, ne yên demokrasiyê ne.

Siyaseta demokratîk çi ye? Siyaset, ji lîstik, xapandin, derew, desthilatdarî, dizî, ji van hemûyan û madiyetê hatibe safîkirin, siyaseta li ser esasên rêxistinkirin û rêvebirina civakê ye. Peydakirina pêdiviyên bingehîn ên civakê ye. Lê em bala xwe bidinê hîna jî di siyasetmedarên me de, ew têgihîştin nehatiye çandin. Beramberî pêdiviyên jiyana civakê bê elaqe ne. Hinek pêkhatinên dewletê li ser civakê pêk tên, siyasetmedarên me li hemberî wan bêdeng dimînin, heta ku Rêbertiya me şiyariyê dike, rexneyan dike nû diçin û dikevin nav liv û tevgerê. Ev tê çi wateyê? Siyaseta demokratîk baş nehatiye qebûlkirin.

Siyaseta demokratîk girtina erkan nîn e, serwerî û desthilatî nîn e, mûçe nîn e, cihawazî nîn e,  cihekî cuda jî nade mirov. Siyaseta demokratîk parçeyek ji civakê ye. Ji bo wê jî vê carê Rêbertiyê got: “Ev parlementer li Enqereyê çi dikin? Karê wan li Enqereyê tune ye, bila biçin nava gel.” Siyaseta demokratîk a di nava gel de ye. Siyaseta ku bi desthilatiyê re endaze dibe li paytextan disekine, divê mirov ji vê gelekî dûr bikeve!

Niha siyaset bixwe eleqedarbûyîn e. Lewra têgihîştina me ya siyasî, girîng e xwe bi demokrasiyê têr bike. Ji desthilatdariyê dûr be. Ji madiyetgerî, serwerî û ji berjewendiyan dûr be, bi vî rengî demokrasî wê ji bo gel bixebite. Gelê xwe zane dike, xwe bi rê ve bibe, dikare pêdiviyên xwe yên jiyanî bixwe peyda bike, siyaseta demokratîk vê rêkê nîşanî gel dide.

Li dorberê siyasetê eleqeya me lewaz e. Di van aliyan de divê em xwe bihêz bikin. Em van pirsgirêkan derbas bikin, ji bo vê em rewşa siyasî, nirxandina desthilatdariyê û şêwazê ku desthilatdar gelan bê îrade dike, bizanin. Em di ferqa vê de bin ka wê ev gel çawa xwe temsîl bike! Divê li ser van em baş têkildar bin û li ser bisekinin. Mînak, dirûvê desthilatdariyê li Îranê çi ye? Nasnameya wê dewletê ya îdeolojîk çi ye? Şêwazên wê yên desthilatdariyê çi ne? Saziyên ku tê de serweriyê dikin çi ne? Oldar çi rolê dileyîzin? Yên ku tên hilbijartin çi rolê dileyîzin?  Ferq û cudatiya van saziyan çi ye? Di vê derbarê de em zêde ne têkildar in.

Desthilatî di Tirkiyeyê de çi ye? Pala xwe dide kîjan çîna civakê? Şêwazên wê yên desthilatdariyê çi ne? Îslama siyasî tê çi maneyê? Li ser van divê şîroveyên me hebin. Lê ya rastî ev şêwazên dijmin hemû gelê me bindest dihêlin.

Siyaseta demokratîk tê çi maneyê; avakirina meclîsan, derxistina temsîlgerên gel. Wê karê temsîlgerê gel çi be? Wê çawa kar bikin, metodên wan ên xebatê wê çi bin? Wê bi kîjan rengî ji teqlîda desthilatdariyê xwe dûr bihêle? Li ser van divê em bi giranî mijûl bibin.

QADA POLÎTÎKAYÊ

Siyaset qadeke berfireh e, tê de mirov dîplomasiyê digire dest. Yanî tu yê têkiliyan bi kê re çêbikî; têkiliyên stratejîk, ên taktîkî, yên xwedî prensîb. Di hundirê van têkiliyan de tu yê çi bikî, yên beramber wê ji bo te çi bike? Siyaseta derve çi ye, ya hundir çi ye? Siyaseta derve û hundir wê çawa hev temam bikin? Beriya her tiştî çi ji siyasetmedar tê xwestin? Siyasetmedar ew kesayet e ku karibe derfet û hêza heyî bi rengekî têkûz, bi şarezayiyeke mezin bi rêxistin bike û bike xizmeta çareserkirina pirsgirêkên gelekî. Mînak, ji bo Kurdistanê kesayeta/ê  siyasetmedar kî ye, derfetên gelê kurd çi ne? Derfetên gelê kurd erdnîgariya wî ye, niştecihên wî ne, yên ciwan in, jin in, derfetên madî û manewî, bi gelemperî çandekî vî gelî heye û ev hemû hêzek e. Lê belê ev hêza ha niha wer nakeve xizmeta gel. Lê siyasetmedar çi dike? Ew kes e ku van hêzan û hemû derfetên heyî bi rengekî têkûz û jêhatî, şiyar, xuliqkar, baş birêxistin dike û kanalîzeyî berjewendiyên vî gelî bike. Yanî pirsgirêkên wî çareser bike. Pê asta têkoşînê bilind û rêxistinîbûna hundirîn temam bike, hêza rêvebirinê pêş bixîne, di aliyê ekonomiyê de projeyan pêş bixîne. Di aliyê civakî de projeyan pêş bixîne.

Lê gelo ev tiştên me gotî em çiqasî di piratîka xwe de pêk tînin? Ya rastî di çalakiya me de pêkanîn pir lewaz e. Derfet û hêza di Kurdistanê de heger siyasetmedarên berpirsiyar derbikevin pêş, wê karibin di demeke kurt de bi rengekî zane û şiyar wan derfetan bikin xizmeta doza kurd. Niha hinek potansyel di Kurdistanê de hene, em dibînin. Mînak îslama nerm ji bo xwe hedef digirin, dewletê ji bo xwe hedef digirin.

Ev lewazbûna siyasetê di Kurdistanê de heye. Dijminê me hêza di welatê me de li dijî me bikar tîne. Enerjiya di welatê me de li dijî me dixebitîne. Di encamê de dema em siyaset û îdolojiyê nîqaş dikin, em dikarin bigihîjin baweriyeke bi vî rengî!

Îdeolojî, yanî armanca herî baştirîn, nirxa baştirîn, çiqasî giranbiha dibin bila bibin, çiqasî têkûz dibin bila bibin, eger bi xetekî siyasî neyên temamkirin, wê tenê di warê xeyalên xweş de bimînin. Tu nirxekî wan jî zêde tune ye. Lewra eger xwe bi xeteke siyasî temam nekir tenê weke xewnekê ne.

Eger ev xeta siyasî jî bi plan û bername nebû, xwe bi taktîk û stratejî temam nekir, ew jî tenê dimîne weke projeyeke ku nayê pêkanîn. Yanî projeyeke ku şensê wê yê pêkanînê tune ye. Wê demê divê plan, bername, taktîk û stratejiya me hebe. Tenê em dixwazin xwe bi rê ve bibin, lê wiha çênabe, divê em xwe derbasî piratîkê jî bikin. Di çarçoveya plan û bernameyan de kar û xebatê bikin. Em hemû karên xwe birêxistin bikin. Eger me got birêvebirin, wê demê rêvebirin çi ye; rêxistina wê çi ye? Birêxistin kirina wê meclîs e, komun e, koperatîf e, mîtîng in, serhildan in, şerê parastina rewa ye, divê ev hemû bên diyarkirin. Wisa bi nêzikbûnên neyênîtî çênabin.

Divê plan û bernameya wê hebe. Wê demê siyaset rasteqînî dibe. Heke îdeolojî û siyaset, plan, bername bin û hemû jî hazir bin, lê eger bi hêzekî pêkanînê neyên temamkirin vala ye. Hêza pêkanînê çi ye? Kadro ye, divê ev bi hêza pêkanînê temam bibe. Kadroyên ku îdeolojiyê  qebûl kirine, siyasetê qebûl kirine, xwe kirine parçeyek jê, bêqeyd û bêşert, bê dudilî, di oxira wê de xwîna xwe jî bide ji bo pêkanînê hazir û amade be.

Pêwîst e ew kadroyê zelal û safî be, bê pirsgirêk, bê dudilî, milîtanê dozê be. Bi wê mirov dikare bêje wê temam bibe. Ji bo vê sekinandina li ser kadro û peydakirina kadro, zelal û safîkirina kadro, kadro di aliyekî de berfireh hiştin jî girîng e. Kadro piralî be, komple be, karibe hilberînê bike. Ev karê bingehîn in, di wî aliyî de divê zelalî çêbibe.

Eger di xebata me de ew taybetmendiyên kadro zelal bûn, wê demê siyaset, îdeolojî, plan û bernameyên me wê bikevin jiyanê. Bêyî wan wê nikaribin şensê xwe yê jiyanê bibînin. Em bala xwe bidinê dewlet çi dike? Kadro hedef digire, bi sedan kadro digire û dike zindanê. Ji bo çi wiha dike? Ji bo ku sûda pêkanîna xeta me ya îdeolojîk, siyasî, plan û bernameya me di jiyanê de pêk neyê. Ji rikê dewletê re divê em çi bikin? Divê di çêkirina kadro de em jî israr bikin. Akademiyên siyasî û zemînên perwerdeyê hemû ji bo vê ne. Ev kadro jî bi îdeolojî û xeta siyaseta vê rêxistinê divê xwe bi cih bike.

Bi vî rengî zelal be, ne dudilî be, nehêle kes pê bileyîze, sînor di navbera xwe û sîstemê de diyar kiribe. Bi rengekî radîkal li hemberî sistemê di nava têkoşînê de be. Kadroyên wiha ji bo têkoşînê pêwîst in. Wiha kadroyê bi şêwazê xwe yê jiyana sîstemê bijîn, lê bi çalakiyên xwe yên siyasî li dijî wê sîstemê bin, ev kadro nabe kadroyê tevgera azadiyê. Divê xwe ji sîstemê qut kiribe û têkoşîneke radîkal ji bo xwe hilbijartibe, ev esas bê girtin. Bi vî rengî mirov dikare xeta siyasî û îdeolojîk derbasî jiyanê bike.

Têkoşîna Polîtîka Divê Bi Awayekî Radîkal Bê Meşandin

Têkoşîna me lewaz e û hîna jî em negihîştine asteke radîkal. Ji Kongreya Dehemîn û şûnda hinek şêwazê me yê têkoşînê hatiye guhertin. Yanî em nikarin bêjin weke beriya kongreyê ye. Piştî kongreyê platformên kadro çêbûn, konferansên kadro û saziyan jî çêbûn. Me ev zêdegavî mehkûm kirine, heta di aliyê fîzîkî de jî hinek kes me ji nav xwe derxistin. Yên ku nedihatin xetê li ser ya xwe israr dikirin, me ji nava rêxistinê avêtin. Ji bo vê em dikarin bêjin Kongreya Dehan qonaxeke nû ye. Ji bo têkoşînê, zelalkirina hundirê rêxistinê bixwe re pêş xist. Lê hîna jî têrê nake û hîna jî zêdegavî hene. Bi taybetî jî di gelek qadan de pirsgirêk hene.

Taybetmendiyên Rêbertiya me hene, xwe ji sîstemê bi temamî qut kiriye. Rêbertî kesayetekî serbixwe ye. Lewra tiştê dibîne em nikarin bibînin. Ji ber çi, me hîna tam xwe ji sîstemê qut nekiriye. Di vê çarçoveyê de nirxandinên me, di bingeh de cewherê qutbûna me ji Serokatiyê diyar dike. Mesafeya di nabera me û Rêbertiyê de ev e.

Ger Rêbertî behsa demokrasî, federalîzm, komînalîzm, civakbûyîn, ferdiyet, desthilatdarî, miliyetparêzî, şîdet û jidil de nêzikbûnê dike, li hemberî wê alternatîfa xwe tîne ziman. Lewra bi xeteriyan dihese, şaşitiyan zû dibîne û zû bi ser de diçe. Lê ji ber ku hîna lewaziyên me hene, me xwe ji kevneparestiyan nekiriye, weke Rêbertî dixwaze em hîna jî li hemberî xeta xwe ya siyasî ne hesas in. Lê Rêbertî hesas e, bêguman heta ji me bê divê em wê hevaltiya kêm mehkûm bikin û hevaltiyeke rast bi Rêbertiyê re bijîn. Yanî derbarê têgihîştinên rêxistinê de bi taybetî jî ew mesafeya di navbera xwe û Rêbertiyê de em rabikin. Da ku em bi xeta xwe ya siyasî karibin pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Lewra rast e Rêbertî timî şiyariyan dike, hinek tişt hene divê em bikin lê Rêbertî dike. Ev jî kêmasiyên cidî ne. Divê pêşengên me hebin, bi siyaseta xwe em modernîteya kapîtalîst bi awayekî radîkal bikin mijara rexneyê. Lê di serî de em ê li ser kêm û kurtiyên xwe rawestin. Ger em fikrên xwe baş neparêzin, wê demê baweriya me lewaz e. Pêwîst e em baweriya xwe bi hêza xwe ya îdeolojî û siyasî ronîdar bikin. 

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42