Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $rootPath in /home/komunar/public_html/ku/includes/settings.php on line 49
KURTÊLXUR | Komunar.NET

KURTÊLXUR

14 Mijdar 2012 Çarşem

Gelê Kurd, ji ber kû xayinên xwe zêde ne, di zimanê Kurdî de, di hemû zaravayan de gotinên pêşiyan ya ji bo wan tên gotin hen e. Dibêjin kû “kurmê darê ne ji darê be, zewala darê nin e.” Mixabin kurmê darê ya me Kurdan gelekin.

Rêzan ÇIYAYÎ

Hin gotinên pêşiya bi Kurdî hene ku ji bo kesên kû bi kêrî gel û welatê xwe nayên tên bikaranîn. Wekî “Ewrê me bi ser zeviyê xelkê de dibar e.”, “seyê me li ber deriyê xelkê direyê.”  û hwd. Gelek gotinên bi vî rengi yê giranbiha hen e. Ez bawerim ku di hemû zimanên gelan de jî gotinên pêşiya bi vi rengî  hen e.

Gelê Kurd, ji ber kû xayinên xwe zêde ne, di zimanê Kurdî de, di hemû zaravayan de gotinên pêşiyan ya ji bo wan tên gotin hen e. Dibêjin kû “kurmê darê ne ji darê be, zewala darê nin e.” Mixabin kurmê darê ya me Kurdan gelekin. Yên berê wekî “muxbîr”, “caş”, “sixur” hwd. dihatin binavkirin û li her deverê bi lanet dihatin bilêvkirin. Yên iro mixabin bi navê “siyasetmedar” an jî “rewşenbîr” tên binavkirin û li ber deriyê dijmin baş direyên. Heta bi dijwariya jixwe bê baweriyê êrişî hemû nirxên xwe jî dikin. Tenê ji bo efendiyên wan ê nû wan bipejirînin û kurtêl li peşiya wan kêm nekin.

Pişti komkujiyên mezin kû li Kurdistan’ê bêdengiya goristanan afirandi bu, di salên 1970’yan de navê Kurd û Kurdistan ji nû ve û bi denge bilind dihate bilevkirin. Hin kesên navdar hebûn kû dema Kurd û Kurdistan mijara gotinê bû ya, yekser navê wan dihate bîra mirov. Wekî Rehmetî Apê Mûsa, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Îsmaîl Bêşîkçî,  û hwd. Jî bo ciwanên wê deme ev kesayetana mînak bûn. Çîrok û helwestên Apê Mûsa, helbest û helwesten Cegerxwîn û Osman Sebrî, lêkolîn û helwestê Mamosta Îsmalîl Bêşîkçî ya di dadgeh û zindanên dagirker ya Tirk de mînakên berbiçav û bi rûmet bûn.

Partiya Karkerên Tirkiye (TİP) di bernameya xwe de cihek girîng dabû Kurdan. Disa gelek Kurdên kû xwe wekî çepgir û sosyalîst binavdikirin di vê partiyê de cih digirtin. Di dawiya salên 1960’an de hin komele û rêxistinên Kurdan jî hatibûn afirandin. Di destpêka salên ‘70’yan de rêxistinên Kurdan zêdetir derketin holê. Yek ji van rêxistinan jî TKSP (Türkiye Kürdistan’ı Sosyalist Partisi-Partiya Sosyalîstê Kurdistan’a Tirkiye ) bû. Ez bawerim hûn têgihîştin kû mijara gotinê ki ye? Belê mijara gotinê serokê TKSP ya salên ‘70’an û serokê HAK-PAR a iro Kemal Burkay e.

Li gorî pesindayîna ragihandina Tirk ya Mehmetçik û polisçik, Burkay siyasetmedar û rewşenbirekî Kurd ya navdar, hêmin, xweş mirov, şair û nivîskar e. Berovacî ya hinek Kurdên tund, dijwar û layengirê şerê çekdarî, nunerê herî baş ya Kurdan e. Divê jê re derfet werin afirandin kû derkeve pêş, dijûna ji şervanên azadiyê re bide û di nava Kurdan de wekî serokek hemdem bidin pejirandin. Lê ew nizanin an jî xwe li nezanî datînin jî, pêşiyê Kurdan xwedan pêşbîniyên demdirêj bûne kû ji bo kes û der û dorên bi vi rengî jî gotin û şîretên giranbuha bi pêşxistin e. Wekî, “Ger dijminê tê pesnê te dide, jixwe bi guman be, li xwe vegere ka tu çawa xizmeta dijminê xwe dikî kû ew pesnê te dide, bikol e!” an jî “ger dijminê te êrişî te dike, rêka te rast e, berdewam be!”

Ka em binerin, iro dijminê xwînxwar ya Kurdan, mêrkujê Roboskî, kujerê bi sedan zarok û bi hezaran ciwanên Kurdu u Tirk, rêvebirên şerê taybet ya li dijî gêlên me Erdoxan û Hikumeta wî rê li ber kê vedikin, pesnê kê didin û pişta kê mistdidin? Li beramberî vî eriş, reşkirin, girtin û kuştin jî li ser kê birêve dibin? Yek ji pîvanên kû mirov xwe bipîve û di ber çavan re derbas bike ev e. Di heman demê de azmûnekî gelek girîng e jî. Yên kû di vê azmûnê re  derbas nebin, divê bizanin kû pewîstiya wan bi lêhûrbûneke gelek kûr liser xwe heye.

Piştî Kongreya AKP’ê kû bi helahopek pir mezin lidarxistin bi demekî kurt îcar kongreya HAK-PAR hate lidarxistin û Kemal Burkay wekî serokê giştî ya partiyê hate hilbijartin. Piroz be. Burkay di kongrê de axaftinek kir û li gorî ragihandina Mehmetçik û polisçik “peyamên gelek girîng da” Rast e, peyamên kû dijminên Kurdan bi kefxweşî pêşwazî bikin da. Naveroka axaftinê, bi taybetî jî li dijî Tevgera Azadiya Kurdistan û Siyaseta Demokratîk ya Kurdan wekî axatinê Erdoxan bû. Tiştên kû bi salan ê dijminên Kurdan, qelemşorên şerê taybet û psîkolojîk ya Tirkan dibêjin lê belê nikarin kesî pê bidin bawarkirin, vê carê jî bi devê Kemal Burkay dibêjin kû dibe kû hinekan pê bixapînin.  Gelê me ji bo kesên xwedan vê helwest û axaftinê dibêjin kurtêlxur.

Burkay ne tenê di kongreya xwe de, herwiha di qanalên televizyonên berdevkê şerê taybet de tê pêşwazîkirin û didin axaftin. Dibêjê kû, “Xwe bi şîdetê pêçan a Kurdan tu çareseri bixwere ne ani. Divê dev jî tundî û tûjî were berdan…” Yên kû nizanibin jî wê bejin kû yê şîdetê bikartîne Kurdu u Tevgera Azadiya Kurdistan’ê ye. Kurd mexdûrê şîdeta dewletên dagirker û faşîtê Tirkin. Divê ev rastî tu car neyê jibîrkirin.  Gotinekî İngilizan heye, dibêjê “ger tu rastî destdirêjî hati û nikarî xwe rizgar bikî, dev jî berxwedanê bedre zevqê jê bigre.” Axaftina kesê mijara gotinê vê hişmendiya İingîlîz tîne bîra mirov. Ev dikare zewq bigre, lê mafê wî nîne kû berxwedêran jî weke xwe binirxîne. Ger ne parastina rewa ya gelê me ba kesî pênç kuruş diwe nedida. Ger ew zatı nemuhterem û yên wekî wî li balefirgehan bi merasîman hatin pêşwazîkirin û ger îro li ser ekranên TV’yan diaxifin, divê ji bîr nekin kû ew jî saya serê şehîd û berxwedêrên vî gelî ne. Yên kû vê rastiyê înkar bikin heramzade ne.

Dîsa dibêje kû, “AKP li dijî wesayet a leşkerî tekoşîn meşand û li Tirkiye wesayetê leşkerî ji holê rakir. Lê belê çekên PKK’ê liser siyaset a Kurd hîn wesayetê didomîn e. BDP serbixwe siyaset nake. Ji Îmralî û Qendîl’e fermanname werdigre…” û hwd. Rêber APO PKK ne hêzekî deshilatdarin û ne jî tenê hêzekî leşkeri ne kû li pey wesayet avakirinê bigerin. Pêwîstiya siyaseta demokratik ya Kurdistanî jî bi wasiyan nine. Dibêjîn ku “Tu filankesî çawa dibîni, dibêje wekî xwe…” Hemû kurtêlxur hînbûne ji palpiştên xwe yê emperyalist û dagirkeran fermanname werbigrin û bi navê wan biaxifin û ji wan kurtêlan bigrin, yên berxwedêr jî weke xwe dinirxînin. Xwedê wan islah bike. Deh hezar rêvebir, şaredar, endamên meclîsan û xebatkarên BDP’e îro girtîn e, di girtîgehan de li berxwe didin, bi zimanê xwe nikarin parastina xwe bikin û 65 rojin di grewa birçîbûnê de ne. Berbi şehîdbûnê ve diçin. Lê belê ew kurtêlxur bi hêsanî devdirêjian dikin. Hewqas dilbixweveye kû, hûn tifê ser çavê wan bikîn wê bêjin baran dibar e. Rûreşiya hexqas bê sînor di kesên bêbawer de peyde dibin. Tirkek tu carî pêwîst nabîne ku Tirkbûna xwe îspat bik e. Lê belê yên kû dûre bi bişaftinê an ji bi bertîlan dibin Tirk, di her kêliyê jiyanê de xwe neçar dibînin kû Tirkbûna xwe îspat bikin û xwe bi xwediyê xwe bidin pejirandin. Ji ber vê yekê jî ji dagirkerên faşist zêdetir êrişî Kurdê azad dikin. Ne RÊBER APO û PKK ba, li Bakurê Kurdistan’ê navê Kurd û Kurdistan jî iro nema bû. Vê rastiyê Kemal Burkay ji herkesi zêdetir zane û ji ber vê yekê jî di ketinê de xwe gîhandiye asta herî jêr. Ji ber kû ew jî di xizmet a vê pilangêriyêdeye û serkeftina wan hatiye astengkirin û iro liber têkçûnê ne hewqas bi hêrs û erişkarin.

Bawerim kû axaftinê zêde ne pêwîst e. Ji ber kû hûn jî vê zati nemuhterem baş dinasin.  Di demên herî zor û zehmetî de, di kêliyên mirin û jiyan di nava tekoşînek dijwar de bûn, ev zat li paytextên Ewrûpa ji xwera li pisîkekê digeriya. Ewrûpiyan pisîk dane wî an na nizanim. Lê tiştê kû tê zanîn li Ewrûpa jî kurtêlxurî dikir. Wekî Astiyag ji Harpagos’re dibêje, “Qet nebe xwe hinde erzan nefroşe!”

Kêm mabû min ji bîr bikira. Di salên 1970’yan de li gel kesên di warê Kurdewarî de minak hebûn, hin kesên mijarê qerfan jî hebûn. Kurtêlxur jî yek ji wan kesên kû bi nermikbûna wî yê siyasî qerf lê dihatin kirin bû. Ez nabêjim bila pesnê berxwedêran bide, na, ev yek wê li berxwedêran neheqî be. Bila heta jê tê rexne bike. Dengê we dibihîzim kû hûn dibêjin rexne karê kesên xwedan nirxên civakî ne. Rast e, ez jî li gel we me, dev jê berdin, di gemariya xwe de heta kare bila bigevize.

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42