GURGUM Û ROBOSKÎ
01 Çile 2013 Sêşem
Rûyê reş ya Cemaeta Fethullah Gulen û Hikumeta Erdoxan bi komkujiya Roboskî carekî din û bi hemû daneyên xwe derkete holê. Êdî tu kes nikare vê komkujiyê veşêre an jî binixumîne.

Di yekemîn salvegera Komkujiya ROBOSKİ de berxwedana li dijî komkujî û tekoşîna li dijî reşkirina komkujiyê kû bi biryardardî tê meşandin silav dikim.
Di Salê 1978ê jî de di hemen mehêde li Gurgumê jî komkujiyek hatibû pêkhanîn. Salvegera komkujiya Gurgumê ya 34. e. Herdu komkujî hanîna berhev wê rastiyên dîrokî raxe berçavan.
28ê Kanûna 2012 da hin zarok û ciwanên Kurd ya ji gundê Roboskî ya Qilebanê bi agadariya leşkerên Tirk diçin binxetê û hin alavên bazirganiyê bînin kû li Bakurê Kurdistanê bifiroşin dakû pewîstiyên xwe dabîn bikin. Heman şevê teyareyên F16 ya şer ya artêşa dagirker ya Tirk bi bombebaranek hovane 34 zarokê Kurd qetlkirin.
Di ser komkujiyê de salek derbas bû. Di seatên destpekê de medya Kurd ya azad kêlî bi kêlî ev komkujî ji raya giştî re ragihandin. Lê belê medyaya şerê taybet ya Mehmetçik û polisçik ev komkujî ji nedîtî ve hatin. Heta kû êdî nedihate veşartin bêdengiya xwe domandin. Weke kû buyerek bi vî rengi nehatibe jiyîn, bernameyên xwe yê şerê taybet birêvebirin. Wekî bi kirkirina Kurdan kêfxweş bibûn û ev yek bê ser û ber ragînin bernameyên şadî, qerfî û jinfirotin didomandin. Herî kêm bi qasî komkujiyê ev yek jî Kurdan birîndar dikir û rastiya nijadperestî û faşizma kesk ya AKP û Gulen carekî din bi hovîtiyek mezin nîşana Kurdan didan. Doh Gurgum bû, îro jî Roboskî. Doh faşizma sipî bû îro ya kesk. Doh bi destê faşistên MHPyî ya sivîl komkujî hate pêkanîn, îro bi teyareyên şer ya artêşa dagirker û faşist ya Tirk hate pêkanîn. Biryar û fermana herdû komkujiyan jî ji haliyê desthilatdar û serfermandariya artêşa dagirker ya Tirk ve hatibû dayîn.
Çima an jî ji bo çi?
Di dîroka gelên Kurdistan de piştî her pengavên nû, her pêşketin ji halî desthilatdariyên dagirker ve bi komkujî û qırkırınan hatiye pêşwazîkirin. Ji ber kû her pêşketinên gelên Kurdistanî wekî têkçûna berjewendî û desthilatdariya xwe dinirxandin. Wan pirr baş zanibûn kû gelên Kurdistanî tu caran desthilatdariyên wan ji dil ve nepejirandibûn. Bi darê zorê, derew û xapandinê desthilatdariya xwe serdest kiribûn. Derew, xapandin û zordarî jî her tim û li her deverê kare zilamê xapînok, derewîn û zordest e. Lutkeya derew, xapandin û zilmê jî pergala sermayedarî û serdema em têde dijîn e.
Dewlet netew serê şûr ya pergala kapitalist e. Wate, di dîroka mirovahî de tu dem û serdestiya tu pergalan de bi qasî serdema kapitalist komkujî, qirkirina çandî û qirkina civakî pêknahatiye. Şûrê pêkanînên van qirkirinan jî netew dewlet e. Netew dewlet a dagirker ya Tirk jî, di nav netew dewletan de yê kû herî zêde komkuji ya Ermeniyan, Asuri-Suryani-Keldaniyan, Êzîdiyan, Kurdan, Çerkesan, Lazan û hwd- û hemû şêwazên qirkirinan pêkaniye.
Hîtlerê faşist jî dewleta dagirker ya Tirk ji xwere mînak girtibû. Berê komkujiya Cihûyan ji Hîtler re dibêjin, Qirkirinek bi vî rengî wê nerazîbûnên mezin bixwera bine Hîtler dibersivî ne, Jontirkan Ermenî qirkirin ka kê çi kir ku bikaribin bime jî bikin? li ser vê bersiva Hîtler komkujî bi lez û bez destpêdikin. Encam tê zanîn, di firûnan de şewitandina bi sedhezaran mirovan. Azmûna dewlet netewa dagirker û faşîst ya Tirk, ne tenê bi qirkirina Ermeniyan bûye minak. Herî zêde jî bi qirkirina candî û civakî kû bi rebazên cûr bi cûr ya plankirî kû liser Gelê Kurd dimeşîne ji bo hemû dagirker, kedxwar û faşîstan re bûye minak û çavkaniya hêviyê.
Em carekî din werin ser mijara xwe. Salên 1977-78 dema kû Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê gihîştibû heza girseyî û ji halî gelê Kurdistan ve hatibû hembêzkirin bû. Tevgeraa Azadiya Kurdistan payîza dereng ya 1978 ê de xwe wekî PARTIYA KARKERÊN KURDÎSTAN ragihandibû.
Bersiva dewleta dagirker a faşîst ya Tirk komkujiya MARAŞ, an jî Gurgumê pêkanîn bû. Bi vê komkujiyê digotin kû hûn karekî xeternak dikin. Dewlet vê yêke napejirîne. Berdêla wî pir giran e. An dest ji vê karê bikşînin, an jî berdêla bidin ev e. Dûre jî bi biyanûya komkujiyê li 13 bajaran rêvebiriya avarte ya leşkerî hatê ragihandin. Li derveyî Stenbol û Edene, 11 bajarê kû rêvebiriya avarte ya leşkerî hatibû ragihandin bajarên Bakurê Kurdistanê bûn. Hewldanên komkujiyên Çorûm, Meletî û hwd. kû bere Gurgumê rêxweşkerê derbeya leşkerî û faşîst ya 12 Îlona 1980 bû.
Berê komkujiya Roboskî jî gelek hewldanên komkujiyan li Kurdistanê hebûn. Operasyonên qirkirina siyasî kû bi salane birêve dibirin, pêwîst bu bi qirkirinekî fîzîkî jî bihata perçînkirin kû Kurdan bi girtin, kuştin û komkujiyan bitirsînin dakû ji doza azadiye xwe paşve bikşînin. Li hemberî hemû kiryarên hovane bêdeng bimînin.
Beguman sedemên komkujiya Roboskî ne tenê ev bûn. Tevgera Azadiya Kurdistanê hemleyek dîrokî dabû destpêkirin. Çalekiyên fedaiyane wekî çalakiya Çelê- pêkanîbûn. Vîn a artêşa dagirker ya faşist bi van çalakiyan hatibû şikandin. Lê bele ji ber hin xemsariyan wendahiyên ne dicihde hatibe dayîn jî ji bo artêşa dagirker ev gelek girîng bû. Hêz û tûwanayê gerîla dîbûn. Ger kû bi rengekî pêşî nehata girtin pêşeroj wê gelek xeternaktir bûya. Ji ber vê yekê jî diviyabû tol bihata girtin. Şehadetên Geliyê Tiyarê ne bi hêza artêşa dagirker ya faşîstbû. Pêkneanîna rêbazê gerîla êşekê giran bi gelême da jiyîn. Lê belê ev têra dagirkeran nedikir. Wan jî baş zanîbûn kû ev ne serkeftina wan bû. Divê bi rêbazên hovanetir gel bihata tirsandin. Li ser vê bingehê biryar û kiryara Roboskî hate pêkanîn. Lê belê hesabê malê û sûkê hevdû negirtin.
Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê me ne bi komkujiya Gurgumê dest ji tekoşîna azadiyê kişand, ne jî îro bi komkujiya Roboskî dest ji tekoşîna azadiyê dikşîne. Ger kû ragihandina azad nebaya wê weki gelek komkujiyên ku seri hatibû girtin ev komkuji jî wê bihata nixumandın. Lê belê dagirkerî ne karibû binuxumîne, ne jî karibû xwîna ciwanên gelê me bi bertîla bikirin. Komkujî bû belaya sere wan. Li milekî serhildan û xwedîderketina gelê Kurd û dostên wan, li milê dîtir gurzê gerîla bersiva pêwist da peyamên dagirkeran.
Rûyê reş ya Cemaeta Fethullah Gulen û Hikumeta Erdoxan bi komkujiya Roboskî carekî din û bi hemû daneyên xwe derkete holê. Êdî tu kes nikare vê komkujiyê veşêre an jî binixumîne. Êdî xwîna ciwanên me li erdê namîne. Hesabên xwîname tê pirsîn. Divê hemû hêzên pêwendîdar vê rastiyê bizanin û hesabênxwe li gorî ve rastiyê bikin. Di serî de jî Kurdên kû hîn di bin banên dagirkerî de jixwere li pêşerojê digerin divê vê pevajoyê baş û rast bixwînin. Tê gotin kû Dijminatî bêminetî ye. Lê belê xiyanet û sîxurî li tu civak û tu demî de nayê pejirandin. Xayîn û sixur xwe wekî dijmin bi tevger bikin jî, nabin dijminekî ji rêzê. Rûmetek ya dijminatî jî heye. Le belê bi dijminên bi sixurî û xiyanetê tevdigerin re ew rûmet jî nin e.
Her hemleyê şoreşê ya gelê me ji halî neyaran ve bi komkujiyan tê peşwazîkirin. Dive ev dîroka reş neye dubarekirin. Ev yek jî bi hesab pirsînê pêk tê.
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42