Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $rootPath in /home/komunar/public_html/ku/includes/settings.php on line 49
TAVAHEYV Û BERF | Komunar.NET

TAVAHEYV Û BERF

22 Çile 2013 Sêşem

Ez dizanim ku di vê xweşikiyê de hundabun, bi her şêwazî xwe naskirine. Hemû hêstên veşartî ku heya îro nederketine derve azadkirina wana.

Deniz DEMHAT

Melodiya sitranekê belavî vê şevê dibe. Şev nîv tariye, sayî û bi stêrkan xemilî… Hîn berfa çend roj berê ketî li erdê ye. Bi qasî qamekê û şemîtok e. Demek ji demên taveheyvê ye. bes hîn tavehev derneketiye. Lê dîsa ser ruyê erdê bi ronahiya berfa barî ronî dibe. Ez dizanim çendek şunde wê heyv bi hemu şewq û xweşikiya xwe derkeve û wê van erdan hîn zêdetir xweşiktir bike.

Hun dizanin di taveheyvêde çiyayên bi berfa zivistanê xemilî çiqas xweşiktir dibin? Ez dizanim, em dizanin…

Aniha li hember Şekîfê serbilind û birûmet îskanek çaya qaçax ku li ser sobeya daran keliya ye di destê min de, bi xwuşîniya herikîna Lolan re vê erdnîgariya bihiştî temaşe dikim. Ev wêne tera min/me dike. Rûwê me bi ken, dilê me şad dike. Wekî bahrek sipî ku pêlê wê heya stêrakan bilind buye xwiya dike.

Gelek bêrîkirinen me tên ber çavê me. Çendîn hevalên ku bê dem û bê xatir ji gelme çûn û cardin nezîvirîn… Ew hevalên di dilê me de, di milê çepê ku bêhna wê ne çikiyayî de her tim dijîn. Bi taybet jî di hemû demên taveheyvê de ku em dîvana hevaltiya germ avadikin de em tên gel hev. Kî çi bibêje bila bibêje ti veqetîn nebubu sedema mirinê, bes bêrîkirin wek birînek vekirî ku mirov bixwe dida naskirin bu. Ji ber vê, bi pîroziya bêrîkirinê li stêrkan dihat meyzekirin, bi heyvêre her cûre heskirin dihatin parvekirin. Ya rast ev parvekirin bun ê mirov hindek din li ser lingan digirt û ber bi rojen rûken ve dibir.

Li ser çiyan bêrîkirin hîn bi watetir dibe. Ji ber veqetîn tiştek wisa ye ku, her tim di bin ew balgîvê ku mirov serê xwe dideyne serê de ye. Di çi demê de, li kîderê, wê çawa were ne diyare. Ji ber vê gerîla bi rastiya veqetînêre dirûne, dirabe, diraze û xwarin dixwe. Jiber gerilla vî tiştî baş dizane; welatê me di bin zilma dagirkeran de dinale. Ê ku vê nalînê jî bide westandin dîsa wê têkoşîna wî/wê be. Çiqas têkoşîna xwe bilind bike û li gor pêwîstiyan tevbigere wê ewqas serbikeve. Ji ber vê her çiqas veqetîn gran bin jî, çiqas biêş bin jî ev dibe bingehek ji bo têkoşîn bilindkirinê.

Hinde hinde taveheyv bilind dibe. Serma jî hîn dijwartir xwe bi min dide hîskirin. Destpêk şewqa heyvê li ser serê Şekîf dixe. Niha wekî mumikek der dora xwe ronî dike. Yek bi yek xwe vedişêrin stêrk. Rêz didin heyvê, asîmanan jêre dihêlin. Niha asiman dibin kontrola hîvê de, ruyê erdê ji bi kene. Xweşikî belavî her derê dibe.

Bi dengekî bilind û bê xem klamek bilêv dikim.

“çiyayê me berfê lêkir

Sipî buye sipî buye

Ez ji te durim ti ji min durî

Tim zivistan sipî buye”

Hemû şermahiya li ser min radibe, tenê tiştê ez difikirim di vê xweşikiyê de hunda bibim e. Ez dizanim ku di vê xweşikiyê de hundabun, bi her şêwazî xwe naskirine. Hemû hêstên veşartî ku heya îro nederketine derve azadkirina wana. Bi bêrîkirin ê bixwere rûbirû mayîn û bi hemu cure heskirinên xwe ber bi rojên azad ve meşîn e.

Dengek tê guhê min. Hevala min bangî min dike. ‘Heval li te ne sare, ka were hindir, tê nexweş bikevꅒ

Dema ruyê min ê biken dît xwe negirt û hat gel min. Min ti tişt ne got. Bes dema ev xweşikiya bihiştî dît wê jî tenê tamaşe kir. Wê demê zaroktiya min hat bîra min. Ew zaroktiya ku di her dema taveheyvêde li ser banê mala me bi dayîka xwere, di asîmanan de hunda dibum. Hevala min tenê destê min girt û ez ber bi mangêve birim.

Mange germbu, dilên germ û ruyên biken ez pêşwazî kirim. Çayek dirêjî min kirin û ez dame runiştandin. Hîn ji min deng derneketibu. Bes hevalan min famdikir. Yek carê deng bi mangê ket

Hevalekê destpêkir, duvre hemu hevalan bi hevre… Dawiyê jî ez…

“Çiyayê me berfê lê kir

Sipî buye sipî buye

Ez ji te durim ti ji min durî

Tim zivistan sipî bune…”

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42