Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $rootPath in /home/komunar/public_html/ku/includes/settings.php on line 49
Lİ ROJHELATA NAVÎN TEWAZUNA NETEW- DEWLETÊ Û PİRSGİRÊKA KURD | Komunar.NET

Lİ ROJHELATA NAVÎN TEWAZUNA NETEW- DEWLETÊ Û PİRSGİRÊKA KURD

22 Çile 2013 Sêşem

Eşkere ye ku Kurd û Kurdistanê li Rojhilata Navîn a salên 2000’î de hem di tewazuna netew-dewletê hem jî di tewazuna civaka demokratîk de weke realîteyeke bi tesîr û dînamîk cihê xwe girtine.

Abdullah ÖCALAN

Di bin pirsgirêkên bingehîn ên aktuel ên Rojhilata Navîn de hûnandina netew-dewletê heye û pirsgirêka Kurd jî bi awayekî bin­ge­hîn ji ber vê hûnandinê ye. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn bi awayekî hat hûnandin ku pirsgirêk bi kêmanî sedsalekê dewam bikin. Ji bo Ewrûpayê Peymana Versaillesê çi be, li Rojhilata Navîn jî Peymana Sykes-Picot ew e. Peymana Versailles a bi rola ‘Aştiya Dawî Li Aştiyê Anî’ rabû rê li ber Şerê Cîhanê yê Duyemîn vekir. Peymana Sykes-Picot jî bi he­man rolê rabû. Li şûna aştiya Osmanî, Rojhilata Navîn ber bi pêxîrtengiyeke şi-dan­dî û asêmayînê ve bir. Di dawiya şer de te­vahiya netew-dewletên derketin holê, bûn or­ganîzasyonên welê ku li hundir li dijî ge­lên xwe, li derve jî li dijî hevdu şer kirin. Ma­neya tesfiyekirina civakan jî rêûresmê şe­rê li dijî gelan bû. Maneya nexşeyên bi ced­we­lan hatibûn xêzkirin jî ew e. Bi van nex­şe­yan bang li dewletên qelp dikin da ku li dijî hev şer bikin.

Tenê hûnandina Îsraîlê bi halê xwe yê heyî şerê sedsalî bihurî ye. Hê jî pêşbîniya wê nayê kirin ka wê hê çiqasî rê li ber şerên mezin veke. Lubnana piçûk timî di nava şer de ye. Sûriye timî di nava rewşa awarte de ye û bi Îsraîlê re şer dike. Jixwe dewleta Iraqê ji roja avabûna xwe ve di nava şerê hundir û derve de bû. Di vî warî de rewşeke cuda ya Îranê tineye. Mentiqê di avabûna tevahiya netew-dewletên li Rojhilata Navîn pirs­girêkên civakî ên heyî çareser nake, pirs­gi­rêkan zêdetir dike û ev dihêle ku netew-dewlet timî di rewşa rejîmên şerên hundir û der­ve de bimînin. Sedema bingehîn a vê ye­kê jî ew e ku, Îsraîl weke kakilê hêzên he­ge­mo­nîk hatiye avakirin. Mirov heta Îsraîlê we­ke kakilê hegemonîk fêhm neke, mirov ni­kare fêm bike ka li Rojhilata Navîn te­wa­zun an jî bêtewazuniya netew-dewlet çawa ha­tiye hûnandin û avakirin. Bi awayekî herî eşkere hêmana ku vê îspat bike, pirsgirêka Kurdû parçebûna Kurdistanê ye.

Peymana Sykes-Picot (parvekirina Rojhilata Na­vîn di navbera Franse û Ingilistanê de) di he­man demê de bingehê Peymana Sevrê ye. Pey­mana Sevrê parçekirina Anatolyayê û Me­zopotamya Jor plan dike. Weke ku tê îde­a­kirin, Şerê Rizgariya Neteweyî bi te-mamî Sevr ji holê ranekiriye; hinekî bêtesîr kiriye. Pey­man bi giranî hat bicihanîn. Komara mî­nî­mal di çarçoveya Sevrê de hatiye qe­bûl­ki­rin. Dîsa hiştina Mûsil-Kerkûkê ji Ingilîsan re encama Sevrê ye. Ango di dema modern a Kurdistanê de duyemîn parçebûna girîng (par­çebûna yekemîn beriya destpêka dema mo­dern bi Peymana Qesr-î Şîrîn 1639’an e) se­dema sereke ya pirsgirêka Kurd e. Du ne­tew­dewletên mînîmal li Iraq û Anatolyayê ha­­tin avakirin, tên wê maneyê ku du ça­la­ki­yên şer in, gewde û bedena Kurd û Kur­dis­ta­nê parçe kirine. Eger mirov bi vî awayî li ne­tew-dewletê serwext nebe, mirov ne dikare par­çebûna Kurdistanê û ne jî dikare evqasî di­rêjajotin û bêçareserîhiştina pirsgirêka Kurd fêm bike. Ji 1920’an ve yanî ji roja ku hî­mê dewleta Iraqê hat danîn û heta roja me ya îro, rejîma li ser Kurdan meşand bi tenê şe­rê nod salî bû. Ji bûyerên roja me ya îro di­qe­wimin bi hêsanî mirov dikare tê derxe ku ev dewlet rejîmeke şer a li dijî civaka xwe jî bû.

Eger em bi tenê di çarçoveya Kurdan de jî bi­nêrin, netew-dewleta Tirkê Spî rejîmeke şe­rê taybet a heştê û pênc salî ye ku her xw bi qirkirinê meşand û ev êdî rastiyek e ku her kes lê mikur tê. Pevçûnên navxweyî yên re­jîmê heta roja me ya îro ticarî kêm nebûne. Ji Pirsgirêkên Kurdan ku pirsgirêkên xweber derketibine holê nînin, bi plan hatine çêkirin; Rojhilata Navîn bi pirsgirêkan xeniqandine û ev yek ji bo rêvebirina wê plan û dewamî kirinê beşekî girîng e. Hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst bi qasî dused salan e ku Kurdan berê bi Împaratoriya Osmanî û Îranê, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn jî bi netew-dewletên Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûriyê dan pelixandin. Divê mirov sedemên vê baş ji hev derxe. Di vê de, ne bi tenê armancek be­lê gelek armanc hene. Armanca yekemîn ew e, Kurdan bi gelên Ereb, Tirk û Îranê yên te­vahiya dîrokê bi hev re jiyane û di navbera wan de kêm zêde statuyeke rewa heye, berde hevdu, nakokiyên di navbera wan de kûr bike, statuya heyî xira bike, wan dahf bide nava tevliheviyê û wan bixe rewşekê ku timî bi hev re di nava şer de bimînin. Armanca du­yemîn ew e, bi tesfiyekirina Kurdan ji ne­tew-dewletên Ermenî, Suryanî û Cihû re ku p­lan dikirin, welatên berfireh amade bikin. Bi vî awayî jî wê hem sê netew-dewletên bi ro­la tampon û xeleka navber rabûna û mut­leq bi wan ve girêdayî pêk bianiyana hem jî wê Kurd bi cîranên wan ên Misilman, Xi­ris­tiy­an û Cihû re dewamî di nava şer û pirs­gi­rê­kan de bihiştana û bi awayekî wê Rojhilata Na­vîn a kakil hewcedarî xwe bikirana. Bê­gu­man wê ev hêzên hegemon ên mo­der­nî­te­ya kapîtalîst Kurdên welatê wan hatiye par­çe­kirin û bi kirinên gihiştine qirkirinê re rû­bi­rû bûne ji bîr nekin û wê texsîr nekin ku car caran xwe weke firîşte rizgariyê nîşanî wan bidin. Dema em li bûyerên heta roja me ya îro dinêrin, em bi hêsanî dikarin bibêjin, ev peymanên ku ‘aştiyên dawî li aştiya tîne’, be­şekî mezin ji wan bi cih hatine anîn.

Em bûyerên li Kurdistana Iraqê dikarin weke ar­­gumanên delîl ên ji bo van fikrên xwe nî­şan bidin. Giregir û serokên Kurdan ên dest­pê­kê ji Kurdên li Kurdistana Iraqa îro re pê­şengî kirin, pêşî bi Osmaniyan, paşê bi rê­ve­be­riya Iraqê dan pelixandin. Ingilistanê bi xwe di vê de hêz bi kar anî. Ereb û Kurd timî di nava şer de girtin û bi vî awayî herdu alî jî bi xwe ve girêdan. Di vê navberê de bi soza we­latekî serbixwe Suryanî bi begên Kurdan bi Bedirxan Beg, Bedirxan Beg jî bi Os­ma­ni­yan da pelixandin (salên 1840) û bi vî a­wayî hemû bi xwe ve girêdan. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, Îsraîl weke hêza kakil a hegemonîk ket nav meselê. Îsraîlê destpêkê Cihûyên Kurd ên li Iraqê ji xwe re kir esas. Lê berî damezrandina dewleta Îsraîlê, bi burokratên Tirk ên li Anatolyayê re xwe sipart Cihûyên Tirk ên Sabetayî ku ji wan re ‘çerxkirî’ dihat gotin. Dewleteke netew ya Tirkê Spî (dîktatoriya CHP’ê) weke Pro-Îs­ra­îlê ava kir û weke vê pêkhateyeke stratejîk a duyemîn xwe sipartî Kurdan (bi awayekî bin­gehîn PDK) plan kir û xwest pêk bîne. Bê­guman em nikarin pêkhateya siyasî ya Kur­dan bi tenê bi hesabên hegemonîk ên der­ve girê bidin. Li vir xusûsa em dixwazin di­yar bikin ew e, tewazuna netew-dewletên li Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên hegemonîk ên modernîteyê ve tê plankirin û bicihanîn. Weke ku tê îdeakirin, îradeya diyarker hêzên tebeqeya jor ên li hundir nînin. Jixwe gotina pê­şengiya burjûwaziya milî bi temamî go­ti­ne­ke tewş û pûç e. Hinek hêmanên bûr­jû­wa­ya radîkal û bûrjûwaya piçûk bi rola pê­şen­gi­yê radibin û ev jî nayê wê maneyê ew hêza di­yarker a sîstemê ne. Mînak lîderên mîna M. Kemal, Cemal Ebdulnasir û Sedam Hisên ên derketine holê îspat nake ku ew sîstema ne­tew-dewletê diyar dikin. Hemin ji sîstemê tê ku rola van kesayetan di avakirina netew-dew­letê de berevajî û berepaşkî bike. Be­re­paş­kî kiriye jî. Heta rola kesên mîna Lenîn û S­talîn ên xwestin sîstema dewleta netew ya Rûsyayê, bi awayê sipartî sosyalîzmê ava bikin. Tevî ku heftê sal di ser re derbasbûne jî jê tê vê rola wan berepaşkî bike. Mirov he­man xusûsan dikare ji bo Çîna Mao jî diyar bike. Li vir xusûsa bi girîngî em dixwazin bînin ziman ew e; mirov heta ji her aliyî ve ji paradîgmeya modernîteya kapîtalîst ne­bi­hu­re, wê hêza bingehîn a diyarker herdem mo­der­nîte û hêzên hegemon bin.

Bi derengî be jî mirov hûnandin û avakirina kakila dewleta netew ya Kurd bi tenê dikare di çarçoveya modernîteya kapîtalîst de rast fêm bike. Nexasim kakila netew-dewleta Kurd û Kurdistanê di nava hesabên he­ge­mo­nîk ên Îsraîlê li herêmê de bi roleke gelekî gi­rîng radibe. Çawa ku netew-dewleta Tirk li Anatolyayê di derketina holê ya Îsraîlê de bi rola pêşeng (Pro-Îsraîl) rabûye, netew-dew­le­ta Kurd jî di warê hesabên hegemonîk ên Îs­raîlê li ser Îran, Iraq, Sûrî û Tirkiyê de bi ro­leke gelekî girîng radibe. Hêzên ku Îsraîl damezrandin hê ji salên 1945’an ve destek dan avakirina PDK’ê û ji salên 1960’î ve di ser Tirkiyê re bi awayekî berbiçav destek danê. Ev bi hesabên stratejîk û hegemonîk ên li herêmê ve girêdayî ye. Ji salên 1990’î ve Kurdên bi Gladîo’yê re ketin nav hev û li ser bingehê tesfiyekirina PKK’ê Dewleta Federe ya Kurd pêk anîn li derveyî van hesabên hegemon ên stratejîk nînin. Jixwe bi awayekî yekgirtî bi ser PKK’ê de hatin û ev jî vê rastiyê gelekî baş rave dike. Di salên 2000’î de yek ji armancên herî girîng ên pêngava Duyemîn Şerê Kendavê bi awayekî mayînde li Iraqê avakirina kakilê netew-dewleta Kurd bû. Hêzên biryara vê dan û pêk anîn, heman hêz in ku di sedsala dawî de Kurdistan parçe kirin û timî di nava sînorên tevkujiyê de hiştin. Hesabên sîstemê pê­di­vi­ya xwe bi çi hebin an jî çi ferz bikin, ew têne kirin. Di roja me ya îro de, kakilê netew-dewleta Kurd ji bo sîstema kapîtalîst bi kêmanî bi qasî Îsraîlê hêmanek e ku hew­ce­da­rî pê heye; di nava tewazuna hêzan û dew­le­tên netewe de xwedî roleke stratejîk e ku he­ta dawiyê dest jê nabe. Bi giştî ji bo ew­le­ka­riya sîstemê û pêdiviya bi petrolê, bi taybetî jî ji bo ewlekariya Îsraîlê û he­ge­mon­ya wê, dest ji kakila netew-dewleta Kurd bernadin, ji bo bihêzkirina wê çi hewce bike, hewl didin bikin. Bi vî awayî xelekeke gi­rîng a di salên 1920’î de hatibû plankirin li sîs­temê tê zêdekirin. Ji bo destpêka sîstemê girîngiya netew-dewleta Tirkê Spî çi be, ji bo temamkirina wê jî girîngiya netew-dew­le­ta Kurdê Spî ew e.

Di vê mijarê de ji bo ku ez pêşiyê li şaş­fêmkirinekê bigrim hinek xusûs hene divê bi girîngî bînim ziman. Ji ber ku netew-dewlet bi mentiqê sîstemê hatine avakirin. Divê mi­rov ji aliyê gelan ve negihîje wê encamê ku ne girîng in an ji sedî sed dijmin in. Berovajî di­vê mirov netew-dewletê weke saziyên ge­le­kî girîng bibîne, nakokî û têkîliyên wan bi ber­nameya civaka demokratîk re bi rêkûpêk bike. Bernameyên civaka demokratîk ar­man­ca wan ew nîne ku netew-dewletê hilweşînin û li şûna wan ew bibin dewlet. Ji netew-dew­le­tê divên ku, di çarçoveya lihevkirina des­tû­ra bingehîn de ji projeyên civaka demokratîk re rêzê bigirin. Ji bo jiyaneke hevpar a di nava aştiyê de şertê pêşî ew e; divê projeyên ci­vaka demokratîk û pêkanîna wan weke ma­fekî bingehîn ê destûra bingehîn were qe­bûl­kirin. Ew ê hebûnên hevdu nas bikin û bixwazin ku ev weke hukmekî destûra bin­ge­hîn bê qebûlkirin.

Eşkere ye ku Kurd û Kurdistanê li Rojhilata Navîn a salên 2000’î de hem di tewazuna netew-dewletê hem jî di tewazuna civaka demokratîk de weke realîteyeke bi tesîr û dînamîk cihê xwe girtine. Hevgirtina antî-Kurd a ku Komara Tirkiyê pêşengiya wê dike û bi Îran û Sûrî re xwe lê rakişandiye zêde şensê xwe yê serketinê tineye. Lewma bi hesabên sîstema kapîtalîst re li hev nake. Di bingehê hewldaneke bi vî rengî ya hev­gir­tinê de hevkartiyeke bê Kurd û bê Kur­distan bi sîstemê re heye. Lê nexasim êdî pêkan nîne ku Îsraîl û DYE nêzîkatiyeke bi vî rengî qebûl bikin. Ev hevkartiya em­per­ya­lîz­mê ya bê Kurd û bê Kurdistan, di navbera salên 1920-2000’î de hat meşandin, êdî polîtîkayeke ku bê meşandin nîne. Jixwe netew-dewleta Kurd bi hevgirtina Iraqê hat avakirin û di demeke nêz de îhtîmaleke xurt e ku ji aliyê Îran, Sûriye û Tirkiyê ve bê naskirin. Lê zehmetî ew e, di berdêla vê naskirinê de tesfiyekirina PKK û KCK’ê tê ferzkirin. Ev jî daxwazeke pûç e. Êdî ça­re­nû­sa Kurd û Kurdistanê hem rastiya civaka demokratîk a KCK’ê, hem jî rastiya netew- dewleta hevgirtina bûrjûwa Kurd di zikhev de û li ser bingehê lihevkirineke diyar a qanûnî hewl bidin diyar bikin. Di dîroka modern a Rojhilata Navîn de cara pêşî ye ku erka civaka demokratîk û erka netew-dewletê bi hev re rol digrin. Nexasim li Iraq, Efxanîstan, Îsraîl-Filistînê û heta li Tirkiyê di şerên diqewimin û xetimîna rê li ber vedikin de, ji bo Kurdan dersên girîng hene. Ji bo nebin xwedî rabihuriya xwînrêj a netew-dewlet ku xwedî sînorên hişk bûn, wê sîs­­temeke dualî bikin bingehê xwe; sîs­te­me­ke xwe disipêre KCK’ê ya pala xwe dide mo­dernîteya demokratîk û xwe dispêre ne­tew-dewleta Kurd li Iraqê ya pala xwe dide mo­dernîteya kapîtalîst.

Li ser vê sîstema dualî wê li hev bikin. Bi vî awayî ji dew­let­da­riya netew ya sosyalîzma pêkhatî jî ders ê bê girtin. Kurd û Kurdistan wê nebibin Îs­ra­î­la duyemîn, ne jî wê bibin weke dewletên din ên netew. Wê bibe mekan û hêzên pê­şeng ên senteza mo­der­nî­te­ye­ke nû ku pirs­gi­rê­kên sereke -ku hemû di navde bi qirika hev digrin- derbas dike.


Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42