Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $rootPath in /home/komunar/public_html/ku/includes/settings.php on line 49
SOZEK Jİ BO DAYÎKAN | Komunar.NET

SOZEK Jİ BO DAYÎKAN

21 Sibat 2013 Pêncşem

Dayê! Em ê li gor esilbûn û reseniya van axên ku bûne hêlîna evîn û destanên mirovahî li ser meyaye û reng wergirtiye bimeşin. Bimeşin ber bi wan ve û ji dil û can wê bigirin nav mergê xwe.

Akademiya TEV-ÇANDê

Li van warên ku hêvî ji her caran bêhtir lê niştecih e, bibim kaniyek ji bin keziyên çiyayên ku tu bi hesreta wan dilorînî. Ku zelaliya wane şahidê ked û rênca destên te yên dilovan. Kulm bi kulm têhniya kesera dilê xwe pê bişkêne daye!

Dayê!

Li van warên dergûşî ji mirovahiyê re kirine, dixwazim bibim rengê şahiya çavên te yên hêvî di bîrdankên xwe de mijandî. Dixwazim bibim şehyan û awaza wan lorîkên ku tu bi ser landika xwe de bihest û giyana evîndarî dibarînî, wek hûre bayên serê sibêde yên vî warî. Bibim çira-finda sebrê li nava şev reşkên te yên tije hêvî û aramî. Bibim xemla li dora hebriya ku tu li serê her govendê ji bo mizgîniya rojên newrozî dihejînî. Li van demên ku em di gerdena stargehên gelan de eniya berbangê diramûsin.

Dayê!

Em ê li gor esilbûn û reseniya van axên ku bûne hêlîna evîn û destanên mirovahî li ser meyaye û reng wergirtiye bimeşin. Bimeşin ber bi wan ve û ji dil û can wê bigirin nav mergê xwe. Heya ku em bi bêhna kevnariya wê û heqîqeta li nava bedewiya cewhera wê ya tije avahî û bereket bihesin. Û têhna wê werbigirin nav hemû zindewariya xwe ku heya digehe çavikên hemû bedena min. Wê gavê emê bibin dilsozên stêrka şivana ya me bi şehrezayî digehîne berê sipêdeyan. Û emê wek rêjneyên bihara welatê xwe bibişkivin û çavên xwe li van axan bi evîndarî vekin û wesan biherikin çemên jînê. Bibin nîşanek li nav bîrdankên dîroka kevnar a ku te di nava paxila xwe de bi nepenî hilgirtiye û heya van hilketin û dewranan aniye. Ji bo li pêşerojan li nav dem û dewrana ji mirovahiyê û riya heqîqetê re bibin pal û pişt. Ez jî dixwazim şana hizir û hestên xwe di nava malikên wê de bimeyînim. Ji bo dema min çavên xwe li jiyanê girtin, tu bi baranên lîliyan mergê min bişû û bispêrî gerdena axê...

Dayê!

Ger li esmanê vê axê nebim nîşane û stêrka li berê her berbangê, bi dahatina bi şirînên rojê re bi zelal bûneke  gihiştî dilê te şanekim, wê demê min nespêre singê vê xakê. Vê xaka ku bejna xwe bi xwîn û giyana wan gernas û stêrkên vejînê rapêçaye, gerdena xwe bi stêrkên çavên wan xemilandiye û ji bo hemû şehyan û zêmarên gelan li sersalên biharîn govenda evîna rojê digerîne ji dilsoz û heskiriyên xwe re.

Dayê!

Ji bo tu min bipejirînî li van jîngeh û stargehên mirovên xweşikên li pey jinûve-rûmetdarkirina çanda gelên Zerdûştê xwediyê ramana azad û hesta dayika xwedawend Star. Ma ne ew Star e ku di deravên tengezariyê de li ser destên xwe ji me re şemalk û findan pêdixe. Li van rê û rêbarên rêvingiya ber bi avakirina kesayeta azad û cewhera vîna bi tîrêjên welatê rojê stewyayî û reng wergirtiye.

Ezê jî tevna xeyalên xwe di nav pêtên agirê narinciyê bedena te de biraçînim.

Dayê!

Ger nebim çirûskek ji wan pêtên ku hêviya gelan di ser hemêza xwe de radigire, wê demê,“tu avê li vê bêyomtiya min venexwe.” Min li hemî navnîşanên xwe de,  bêserûşûn bike. Hingê bizane ez êdî ji bo te tune me, ango wekû min çavên xwe qet li van warên pîroz li jiyanê venekirî bihesibîne.

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42