Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $rootPath in /home/komunar/public_html/ku/includes/settings.php on line 49
FERDİYET DİZÊ NİRX Û KEDA CİVAKA MİROVAHİYÊ YE | Komunar.NET

FERDİYET DİZÊ NİRX Û KEDA CİVAKA MİROVAHİYÊ YE

06 Nîsan 2013 Şemî

Dema cehwerê rastiyekê jê hat girtin, wê demê ew nerastî ye. Gelo bedena bê ruh, ruhê bê beden wê çawa bi serê xwe bijî? Dema civak ber bi ferdiyetê ve diçe, ya tê jiyîn jî ev e.

Gelawêj Zêrîn
Dema em li cîhana mirov, hawîrdorê temaşe dikin, dibînin ku her diçe wate wateya xwe wenda dike. Tabloya heyî mirov dixe nava bêhêvîtî, tirs û wehşeteke mezin.

Li her derê şer, kuştin, bêdadî û xirabî serwer dibe. Mirovên ku bi derketina rojê çavên xwe li rojeke nû vedikin, bi rojan, salan û heya temamiya temenê xwe li pey bêwatehiyê baz didin. Jiyanek wisa ji wan re hatiye sazkirin, wek robotên mekanîk tên û diçin. Jiyaneke evqas mekanîk û bi zagonan hatiye risandin ku derketin ji wê weke ku lê jiyan nebe tê dîtin.

Her kes ji rewşa heyî bêzar e, lê kes li pey wî caniwerê ku jiyan li me teng kiriye nakeve. Hewldanek ji bo guhertina vê çarenûsa dagirtî, êş û wehşetê nîn e.

Gelo ya ku îro mirovahî dijî, çiye? Çima li hemberê kujerê xwe evqas bêdeng e? Heya bi temamê jiyana xwe feda dike ku bibe parçeyek ji wê pergala kujer.

Her roj xwîn tê rijandin, civak qeyranên herî mezin ên psîkolojîk dijîn. Ciwan bûne makîneyên kuştin û mirinê. Bûne hêza herî xurt a mezinkirina sermayeyê. 

Jixwe behskirina civak, nirxên wê û civakîbûnê wek paşverûtî tê dîtin. Kê/kî çiqasî bi tenê be, xwe ji civaka xwe qut bike, xwe bigihîne asta herî jor ya ferdiyetê, ew yê/ya herî serketî ye.

Tu çiqas ji nirx, menewiyet û hisiyatê dûr bikevî, li gor vê serdemê tu ewqas pêşketî! Ferdiyet; sedema kuştinên herî xwînrêj, desthilatdarî û qirkirinên herî mezin, mêtingerî û înkaran e…

Bi sedsalan e modernîteya Kapîtalîst hewl dide bi vê çekê ango ferdiyetê pirsgirêkên cîhanê çareser bike, ango ew wisa dibêjin. Lê belê ji dema ku ev nexweşî kete nava civakan, heya niha, her ku diçe pirsgirêk, alozî, qeyran, bêexlaqî, kuştin û heya qirkirina civakê zêdetir û bileztir dibe.

Wê deme, pêwîst dike em ji xwe bipirsin ev ferdiyet çiye ku îro bi awayeke evqas hovane û xedar êrîşê jiyan, gerdûn û cîhanê dike? Ger em bersiva vê pirsa xwe bidin, em ê bikaribin sedema evqas xirabî û pirsgirêkên ku di jiyan, civaka mirov de tê jiyîn jî bidin.

Di heman demê de bi bersivdayîna vê pirsa xwe, em ê sedema pirsgirêkên hawîrdorê (ekolojîk) ku li gerdûnê tê jiyîn jî bidin. Gelo em ji xwe dipirsin çima mirov weke civak, komî dijîn? Qey bê civak jiyan nedibû?

Bêguman ji bo em bersiva van nakokî û pirsên xwe bidin, pêwîst dike em li dîrokê vegerin û çav li gerdûnê bixin. Heyînên ku bi awayeke bêhevta hatine afirandin dîroka veşartî ya hemû candaran di nav xwe de veşarti ne. Gelo kê/kî wê bikaribe li hemberê vê sîstema mukemel ya gerdûnê bi zanist û têgînên herî pêşketî pergala wê ya sazûmanbûyî ji nedîtî ve bê?

Nexasim beridîna hebûnê ya bêserûbinî ku bi awayeke herî xwezayî diherike, ti dîktator, wezîr, împarator û dewletek ji bo rêvebirina vê xwezaya bêhempa nehatine erkdarkirin. Lê ruxmê vê mirov ji bo mînak nikare bahsê qisûrekê di nava vê sazûmanê de bike. Vê edaleta mezin ku ti candar bêpar nehiştiye, bi hostahiyeke pir mezin dinya bi awayeke bêmînak xemilandiye û pêşkêşê hebûnê kiriye. Hevsengiyek ewqas adilane heye ku mirovan mat û şaşmayî dihêle. Bihiştek bêqisûr ya xweşikbûnê xemilandî bi heqîqetê ji candaran re hatiye spartin.

Encama beridîna bi milyar salî ya hebûnê bi cewherek xwezayî ku di nava xwe de azadî û wateyê dihewîne, çawa dibe xwedî qisûr be?

Di nava vê yekparebûn û hevsengiyê de jiyîn, gelo ne azadî û wekhevî be çiye? Hertişt ji xweber bi awayek xwezayî ligor zagonên xwezayê tê jiyîn û meşîn. Nifşê mirov jî. Di nava beridîna gerdûnê de li cîhanê dest bi jiyanê dike. Ji bo berdewamiya jiyana xwe pêwîstî bi beridîn, ewlekarî û debarê dibîne. Jixwe ev her sê pîvan, zagonên xwezayê yê gerdûnê ne. Mirov jî ji bo jiyana xwe bidomîne pêwîstî bi pêkanîna van zagonan dibîne. Ji bo bikaribe van her sê xisletan ji bo hebûnê pêk bîne, tenê bi civakê wê bikaribe serketî be. Ji ber ku xwezaya mirov ya biyolojîk, dest nade tenê bijî û di heman demê de hebûna xwe biparêze. Ger zarokekî/ê mirov ji hêla civakê ve neyê parastin, wê nikaribe rojekê jî bijî. Di heman demê de mirovên bi temen jî ji ber lewaziya fîzîkî di milê parastinê de xwedî derfet nînin, lê bi komî jiyîn dikare xwe biparêze. Di heman demê de ji aliyê debara jiyanê jî bi hevkariya bi hev re dikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî pêk bînin. Elbet pêwîst e mirov civakîbûna mirov bi tene bi van hersê tiştan ve nede girêdan. Bi civakbûna mirov re hêdî hêdî cudahiya di navbera wî û hebûnên din xwe dide pêş.
Mirov xwediyê xisletek wisa ye ku bi demê re bi zihnê hisî yê mukemel dikare bifikire, biafirîne, biguherîne û pêş bikeve. Ev xislet taybetiyeke gerdûnê ye. Hem xûliqkarî hem fikirîn, pêşvebirin û guhertin, ev jî diyariyek herî mezin ya gerdûnê ye ku diyariyê nifşê mirov kiriye.

Her ku mirov bi xwezayê re dibe yek, wê dişopîne, his dike û wate dide xûliqkariya wê/wî zêde dibe. Bi şopandina pîrozbahiyên di nava gerdûnê de zanist, felsefe, berhemên herî nirxdar yên çandinî, cotkarî, astronomî, hesab û bi sedan nirxên mezin avadibin.

Mirovê ku pêşdikeve û xwe dinase hêza xwe dibîne. Her roj bi heqîqetên nû yên hebûnê re rûbirû dimîne û ev rastî wî/wê ber bi jiyaneke hîna watedar ve dibe.

Çanda madî berhema vê ked û pêşketinên jiyana xwezayî ya civaka mirov e. Her ku ev çand mezin û bi hêztir dibe, civaka mirov watedartir nêzîk jiyanê dibe. Hewl dide jiyana jê re hatiye pêşkêşkirin tijî bijî û rêzdariyeke mezin ji jiyan û xwezayê re tê nîşandan. Ji ber ku remza gerdûn, hebûn û heqîqetê di wir de dibîne. Desthilatdarî, bêdadî, mêtingerî, tevkûjî, zilm û êş nînin. Ji ber li wir azadî, wekhevî, menewiyet heye. Cihê lê azadî hebe koledarî, bêdadî, mêtingerî û qirkirin nabe. Cihê li wir menewiyat, hissiyat û wetedayîn hebe, bêdadî, êş, zilm, xirabî û kuştin nabe.

Dema mirov li vê heqîqeta dîroka xwe temaşe dike û roja îro qeyran û pirsgirêkên ku mirovahî dijî û rewşa ku hawîrdor pê re rûbirû maye dibîne bi hêrs dibe, wate nadeyê!

Gelo çima li hemberî vê heqîqetê, îro em di rewşek wisa de dijîn? Sedema van xirabiyan çiye? Bêguman wer xûyaye ku her kes van pirsan li xwe dike û van nakokiyan dijî. Gelo ew xirabiya ku dest avêtiye vê xweşkiya jiyanê û xirabî di jiyana  mirovan de honandiye, çiye?

Dema em bi watedayînê li gotina “jiyana şaş, rast nayê jiyîn” mêze bikin û bigrin dest, dibe em bersiva hemû pirsên xwe hê zêlaltir bibînin.

Cihê ku watedayîn, hiskirin û menewiyet lê bê lewazkirin, bêguman wê li wir azadî, wekhevî û yekparebûn nebe. Jixwe ya ku bû sebeb ew jiyana xwezayî ku ew hemû rastî û xweşikbûn di nava xwe de diparast têk biçe, dûrketin ji van rastiyan bû.
Dema mirov ji his û menedayînê ber bi serdema ku xwe bingeha her tiştekê dibîne û xwe ji her hebûnê cudatir û jortir digre dest ve diçe, wê demê wate wenda dibe. Dema mirov xwe serwerê hebûnê dibîne, hiskirin û menewiyet pûç dibe. Gerdûn bi hemû heqîqeta xwe ya beridîna bêhevta tê redkirin. Înkar destpê dike. Çavsoriya hemû tişt ayîdê min be, êdî wekhevî û hevsengiya heyî lewaz û lewaztir dike.

Însan li ser xwezayê dibe desthilatdar û bêsînor dikare xwezayê talan bike, bikuje û zuha bike. Her ku çavsoriya serweriyê zêde dibe xirabî û mêtingerî zêdetir dibe. Di serî de xwezayê wek amûrekê ji bo xwe digre dest, paşê jinê jî dixe û serweriya xwe li ser wê saz dike. Bi mêtingeriya li ser xweza û jinê ku dest pêdike, êdî kes wê nikaribe pêşî li vê nexweşiya bêeman bigre.
Li hemberî nirxên civakî û exlaqî yên hebûnê, ji hêla mirovê desthilatdar ve bêrêzî pêş dikeve. Ferdyet ku di esil de hêmana herî bihêz ya hirsa desthilatdariyê ye hêdî hêdî cineta heyî ber bi cehemema îro ve tîne.

Ev nexweşiya ku ji rastî û xwezaya gerdûnê dûr e, tenê di nifşê mirov de pêş ketiye. Sedema wê jî dûrketina mirov ji rastiya xwe û cewhera xwe ya hebûnê ye. Her ku mirov xwe ji yekparebûna gerdûnê qut dike, ewqas ji rastiya xwe dûr dikeve. Ji taybetiyên xwe yên civakî, nirxên xwe û exlaqê civaka xwe qut dibe. Mirovê ku ji van rastiyan qut dibe di dilê wî/wê de dewsa his û hezkirinê, êdî çavsoriya zêdekirinê, hertişt ji xwe re talankirinê bi cih dibe. Mirovê ku nikare hevsengiya di navbera mêjiyê hisî -ew mêjiyê ku menewiyetê diparêze- û mêjiyê analîtîk -ku dixuliqîne û diafirîne- çêbike, wê demê her ku diçe bêrehm, bêexlaq û bêwîjdan bibe.

Ji ber ku qutbûna van herdu mêjiyan ji hev, rê li ber wehşetên herî mezin vedike. Mirovê ku ji vê rastiya xwe dûr dikeve, hemû nirx û hebûnê weke made û nesneyê digre dest û xwe jî dike kirde (özne),  xwedî û navenda her tiştê. Gelo ya îro tê jiyîn ev nebe çiye?

Ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û desthilatdariya xwe dikarin gelekê, netewekê û nifşekê, heya bav û dayîkên xwe jî bikujin. Ferdê ku ji civaka xwe û hevsengiya di navbera xwe û civaka xwe bêpar hatibe hiştin ji bo madiyetê heya ajoyên xwe yên herî piçûk û bênirx dikare jiyana bi milyonan însan û candaran jinedîtî ve bê û qirkirinên herî hovane pêş bixîne.

Di sedsala ku em tê de ne, gelo hewara civak û dinyayê ne ji ber vê nexweşiyê ye? Ferdiyet bi modernîteya kapîtalîzmê re di vê serdemê de ewqas hatiye mezinkirin û pîrozkirin ku ti qada jiyanê ku dest nedanîbe ser, talan nekiribe û xirab nekiribe nehiştiye. Hiskirin, bi wate nêzî jiyanê bûn û civakîbûn weke paşverûtî ango xeyalê tê binavkirin.

Li gor ferdiyeta kapîtalîzmê serketina herî mezin a wî/wê kesê ye ku bikaribe hevrikê/a xwe têk bibe û serwer bibe. Ji bo vê serketinê jî hemû rêbazên dij-mirovahî, dij-rastiya jiyanê û gerdûnê rewa tê dîtin.

Di cihekê de ku ev nexweşî serwer be, gelo mirov çawa dikare behsa azadî, wekhevî, demokrasî û hebûnê bike. Di jiyana bi vî rengî de mirov nikare mesûmiyet û nemiriyê bibîne. Jixwe ev civak bi xwe mirî ye. Civaka ku di nav wê de ferdiyet gihiştiye vê asta bilind, nirxên wê yên exlaqî û polîtîk hatibin bêwatekirin û binpêkirin, ew civak ji zûve bi mirin û tinebûnê re rûbirû hatiye hiştin.

Dema cehwerê rastiyekê jê hat girtin, wê demê ew nerastî ye. Gelo bedena bê ruh, ruhê bê beden wê çawa bi serê xwe bijî? Dema civak ber bi ferdiyetê ve diçe, ya tê jiyîn jî ev e. Beden û ruh ji hev cuda dibin. Mirov bi kombûna xwe re rê li ber civakbûnê vedike û di encama civakbûnê de çanda madî û menewî ya wê civakê pêşdikeve. Lê parçekirina vê rastiyê herduyan jî ber bi tinebûnê ve dibe. Ev du bi hev re heqîqetê temsil dikin, ya herî rast û zanistî ev e. Yek bê ya din nabe hebûn. Ferd nebe, civak nabe. Civak nebe ferd jî namîne.

Lê ya ku îro modernîte dike û li ser vê heqîqeta jiyanê dadisepîne jirêderxistina vê ye. Ferdiyetê pêş dixe û her ku diçe nifşê mirov ber bi tinebûnê ve dibe.

Ger rastiya hebûnê û yekparebûna gerdûnê ku di beden û ruhê mirov de heye watedayîn jê re çêbibe, wê demê mirov wê remza jiyanê têbigihîje. Hewce dike sedema pirsgirêkên heyî bi têgîneke hê rastir tehlîl bibe û binav bibe. Ger em xwe ji vê nexweşiya moderniteya kapîtalîzmê rizgar bikin, em ê bikaribin hemû taybetiyên wê ku sedema ewqas şer, nexweşî û êşan e jî têk bibin. Pêwîst e mirov ku parçeyek herî bi wate yê gerdûnê ye bi hêza xwe ya bêhevta bawer bike û li gor wê kujer û dizên rastiya xwe binase û li hemberî wan şerekî herî mezin bide. Wê demê jiyan biwate û bihûşta ku xeyal û utopiya her kesê ye wê jiyanî bibe.

Lê ger ji milekê ve em ji ber êşan binalin û ji milê din ve jî şerbeta ku kujer bi me didin vexwarin vexwen, bêguman ew daxwazên me yên azadiyê tenê wê di xeyal de bimînin.

Îro Emerîka nûnertiya modernîteya kapîtalîzmê bi zirxê xwe yê ferdiyetê dike. Desthilatdarî bi awayekî herî hovane êrîşê hemû nirxên civaka mirovahiyê dike. Ya ku îro li Rojhilata Navîn tê jiyîn jî sedema vê hirsa îqtîdarê ye ku tê raberkirin.
Her roj welatek, gelek tê qirkirin, ji ber hêzên hegemonîk dixwazin hemû destketiyên mirovahiyê bixin bin serweriya xwe. Bibin xwedayê yekane yê gerdûnê, cîhanê…

Bi hezaran çand, ziman, netew û gel têne înkarkirin û li şûna wan wê çand û zimanê xwe serwer bikin û roj bi roj wan bihelînin û ji rastiya wan a dîrokî dûr bixin. Nexweşiya ferdiyetê ev e. Tu wê her kesê/î piçûk bixî, têk bibî, nirxên wan talan bikî û xwe wek împaratorê cîhanê binav bikî!

Gelo di nava cihanekê ku pir-rengî, cudahî, wekhevî, nirx, menewiyat, his tine be, jiyîn gengaz dibe?

Bi vê zihniyetê re wê tenê dawî li jiyana mirov û cihanê bê. Xwe rizgarkirin ji taybetiyên modernîteya kapîtalîst wê bi xwe re jîndarkirina civaka exlaqî û polîtîk, ango bihûşta ku gerdûnê pêşkêşî hebûnê kiriye bîne. Wê demê em ê pirsa ‘çawa bijîn?’ bi helwesta xwe bidin diyarkirin.

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42