Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $rootPath in /home/komunar/public_html/ku/includes/settings.php on line 49
ZİMAN JİYAN AZADİ! | Komunar.NET

ZİMAN JİYAN AZADİ!

11 Nîsan 2013 Pêncşem

Hê jî ziman têne kuştin, hê jî ziman birîndar û xwîn wenda dikin. Zimanê Kurdî jî yek ji van zimanên birîndar e.

BOZAN TEKİN

Zimanzan û pispor di nirxandinên xwe de dibêjin ku hinek ziman li ber mirinê ne. Ev mirineki çawa ye,  çi mirine? Gelo mirovahî nikare pêşîya mirina zimanan bigire? Mirina zimanên berê me nizanîbû, ev tê fêhmkirin. Lê îro kî dikûje? An jî ji ber ku temenê xwe tijî dikin ev ziman hemû dimirin? Kî, kîjan hêz bi çî mafî zimanan dikûje? Zimanzan di nirxandinên xwe de dibêjin ku di dûsed salên dawîyê de, di dema netew-dewletan de, ziman ji demên berê zêdetir mirine, wendabûne û hatine kûştin. Weke çûkê ku li ber ba û bahozan bikeve, li ber pûk û baranê bikeve, bê wext dimirin û bi hevdû re dimirin. Wek komkuji. Kujer û qatîl ew in. Ango netew-dewlet û sîstema modernîteya kapîtalîst e.

Hê jî ziman têne kuştin, hê jî ziman birîndar û xwîn wenda dikin. Zimanê Kurdî jî yek ji van zimanên birîndar e. Dagirkerîya Tirk bi şurê qirkirina çandî û asimîlasyonê dixwazê zimanê Kurdî qetil bike. Ji ber vê sedemê zimanê Kurdî zimanekî birîndare û xwîn  wenda dike.

Ji milekî dagirker dixwazin zimanê me qetilbikin, ji milekî jî em bi destê xwe zimanê xwe birîndar dikin. Hewldanên dijmin tên fêhmkirin û mirov dikare pêşî li wan bigire. Gilî û gazin ji dijmin nayê kirin. Ji ber ku dijmine, zalime û hebûna xwe li ser tûnebûna Kurda avakirîye. Bê minet e. Armanca dijmin li ser erd û ezmanan peyveke Kurdî, awazeke Kurdî, rengekî Kurdî û dengekî Kurdî nehiştin e. Çareya vê heye û hesane jî. Berxewedan e.

Birîna herî xeter û ku dermanê wê zehmet e. Birîna ku em bi destê xwe û di laşe xwe, di rihê xwe  de çêdikin birîna heri xeter e. Ji  yekê ra dibêjin otoasimîlasyon. Ev yek birîna ku dijmîn di laşê me Kurdan de vekirî hê jî kûr dike û bê derman dihêle. Pêwiste em çareyekê ji vê re bibînin. Keç û xortên Kurd yên ciwan ku li serê çiyayê Kurdistanê bi rihekî fedayî tekoşîneke çekdarî dimeşînin û bi vê tekoşina xwe tirseke mezin dixin dilê dijmin. Lê dema em zimanê dagirkeran bikartînin û her peyveke zimanê dagirkeran  dijmine me kêfxweştir û hartir dike. Hevîyê didin dûjmin! Em dibêjin bila dagirkerî bi dawî bibe, bila dagirkerî ji ser axa me biçe, le belê em hê jî bi zimanê dagirkeran diaxivin. Em dibêjin çi karê dagirkeran li ser axa me ya pîroz heye, lê belê vê pirsê ji bo zimanê dagirkeran yê ku di devê me deye em napirsin. Ew nakokîyeke heri mezin e.

Heya ku em zimanê dagirkeran di devê xwe û di dile xwe de bihewînin ev yek tê wateya ku em dagirkeran ango qatilê gelê Kurd li ser axa Kurdistan jî dihewînin. Em icaze didin dûjmin û em dûjminê xwe rewa dikin.

Pewiste em dawiye de vê nakokîyê niqaş bikin û derbazbikin.  Her Kûrd’eke bi rumet û şeref, pewiste êdi ji xwe re bibêje: “Ezê dijminê xwe kêfxweş nekim, ezê zimanê Kurdî yê ku birindar hînê zêdetir birindar nekim”. Hêvîyên dûjmin di şexsê xwe de tine bikim.  Bi xebat û hewldanên xwe heya ji destê min were ezê zimanê Kurdî ji êş û kederê xilas bikim, birînên wî derman bikim. Wî zimanê pîroz, wî zimanê herî qedîm di dil û mêjîyê xwe de bi cîh û war bikim. Ji îro pê de bi Kurdî biponijim, bihizirim, biaxivim û binivîsim.

Belkî xwîna ku diherike em di serî de kêm bikin û dawîyê de jî bisekinînin. Bi vê mabestê em gelê xwe silav dikin û careke din bang dikin. Bila di kolan û kûçeyên bajarên Kurdistanê de deng û awazên şirîn yê zimane Kurdî ji devê me biherike. Rola mezin ya dayîkan û a ciwanan e. Her mal bibe dibistan, her dayîk bibe mamosteyê zimane Kurdî.

Em êdî, dirûşmeya  ZİMAN JîYAN AZADİ   biqîrin! Ku em dawîyê li qirkirina ziman û çandê bînin! Ziman azad nebe jiyan azad nabe! Ziman çiqas  azad û pêş ketiye, civak jî ewqas  azad û pêşketî ye! Pîwan ev e.

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42