FAYDEYÊN KAPÎTALÎZMÊ
12 Nîsan 2013 În
Pîvana nûjeniyê jî; cilê te duh kirî bavêje, cilê nû reklamê wê hatî kirin, bikire

ZOZAN
Îro di her kanaleke televîzyonê yê sîstemê de serê her çend deqeyan an reklamê telefonekê, televîzyonekê, an şampûanekê, çîkolatayekê an jî tiştekî nû hatî îcatkirin,ev tê kirin. Hem jî kopyayên malzemeyên di her malbatekê de heyî. Heta hinek kanal, wekî kanalên reklama kopyayên nû hatine îcatkirin, rojane tên weşandin. Em jî, wekî însanên di civakê de ji armanca li pişt perdeyê xebera xwe neyî, bi mereqeke mezin bênavber lê temaşe dikin ku çiqas teknîk an jî tiştekî nû û dibiriqe ye! Navê modeya nû: TIŞTÊ HERÎ BIKALÎTE, HERÎ DIBIRIQE, HERÎ SPEHÎ ye.Bêguman her teknîka tê îcatkirin berhema keda destê însan e. Lê ji aliyê sîstema modernîteya kapîtalîst ve wekî sektorekê, di bin navê modayê de rojane markayên nû derxistin û pêşkêşî civakê kirin; çi mantiqê xwe, çi faydeya xwe heye? Em bêjin, berê di malbatekê de telefonek hebû û hemû ferdên wê malbatê jê sûd werdigirtin. Vê yekê hem zirar nedida komînalîteya malbatê, hem jî mesrefa wê zêde nebû. Lê îro ji zarok heya extiyaran di berîka her kesî de telefonek heye û mesrefa wê bi qasî neyê hesabkirin zêde ye. Ev pere diçe kuderê û dikeve bin xizmeta kî û çi? Ji vî alî ve pêwîste mirov balê bikşîne ser têkiliyên di navbera malbat û mirovan de.
Belê, me got berê di malbatekê de yek an jî herî zêde du telefon hebûn û her kesî jê sûd werdigirt. Lê îro di berîka her ferdê malbatê de muheqeq telefonek heye. Di vê rewşê de êdî ezeziyeke bêsînor heye. Di nava malbatê de ku di berîka kesekî/ê de telefon nebe, ew kes xwe kêm dibîne; heta bêqedir dibîne. Ji ber ji xwe re dibêje, Çima di berîka her kesî de telefon heye, di ya min de nîne? Nexwe kes ji min hez nake, kes li ser min nafikire ku telefonekê ji min re bikire!
Li aliyê din, yê di berîka wî/wê de telefon hebe, kengî bixwaze, bêyî ku hewceyî bibîne biçe cem kesekî din, di yek kêliyê de li cihê xwe rûniştî dikare bi her kesî re biaxive. Heta bi saetan pê re parve dike. Lê parvekirineke li ser teknîkê ango parvekirineke teknîkî. Dilxwede ev çiqas rihet e, her kes li ber destê te ye! Ne hewce dike tu biçî cem hevaleke/î xwe, ne jî hewce dike ew were cem te. Bi qasî ez fêm dikim, hevaltî û mirovatî bi hevdîtinê xweş e. Berê dema yekî/ê qesta nasekî/e xwe dikir ango dihat serdana wî/ê, mirov pê dilxweş dibû. Heta beriya were malê, mirov jê re amadekariyên xweş ên ezimandinê dikir. Lê niha çima mirov xwe biwestîne heya biçe mala mirovekî/e xwe, ew jê re amadekarî bike û xwe biwestîne! Ew li cihê xwe, tu li cihê xwe. Ferdperestî (bireycilik) çiqas xweş û rihet e!
Li gorî standartên roja me ya îro di her malbatekê de muheqeq herî hindik televîzyonek heye. Berê ji ber televîzyon nebûn civat hebûn, şevbihêrk ango sohbetên ku mirovan pê şevên xwe diborandin, hebûn. Lê îro; televîzyon heye. Di malbatekê de dema televîzyon vedibe, çiqas sohbetek xweş jî hebe, bêîstîsna hemû kes, berê wana dikeve televîzyonê. Êdî danûstandina bi hev re radiweste; televîzyon diaxive, her kes lê temaşe dike û heta ewqas bi televîzyonê re kûr û dûr diçe ku ferq nake li derdorê mirovên mezin hene. Heta bêyî rêzdariya ji mezinên xwe re bifikire, destpêkê lingê xwe, paşê jî xwe tam dirêj dike. Li wir hezar kes jî hebin, qet ne li xema mirov e. Yek jî, kesên mezin wekî dayîk, bav, bapîr, dapîr, xal, mam hwd. di nêrîna ciwanan de hemû kevnare ne; tiştê nû di televîzyonê de heye. Ji bo tu pêşketî bî, berê xwe ji televîzyonê qut neke. Ji ber ku dema pêşketinek derbas bibe, tê li paş bimînî!
Berê di malbatekê de ji bo serşûştinê her kesî heman amûr dişixuland. Lê îro li şûna sabûnê, divê her kesek şampûaneke xwe hebe. Heta ne tenê şampûanek ji rêzê, divê şampûaneke nû reklamê wê hatî kirin be. Ji ber şampûana kevin prestîja te kêm dike.
Tu diçî li sûkê dilxwede ji xwe re cilekî bi dilê xwe hildibijêrî, dikirî. Roja din di televîzyonê de reklamê modeyeke nû derdikeve. Wê rojê ew cilê ku te berî demek kin kirî, li ber a nû modeya xwe derbas dibe. Encex bi mantiqê sîstemê bi te re pêşxistî, divê tu nûjen bî. Pîvana nûjeniyê jî; cilê te duh kirî bavêje, cilê nû reklamê wê hatî kirin, bikire. Mane tu li ser bankaya pereyan razayî. Ku tu pereyan xerc nekî, ma wê kî xerc bike!
Tu hîç difikirî ew pereyê ku tu rojane bi tiştên wisa re xerc dikî, bi çend zehmetî û westandinê, di berdêla çi de hatiye ber destê te?
Belê xwendevanê hêja!
Ez tenê vê bêjim: Bi qasî ku tu bi baldarî li televîzyonê temaşe dikî û bi telefona xwe re mijûl î, te ji kengî ve bi çavekî ka rengê dayîka min an jî bavê min, an jî xuşk û birayên min çawa nin, ji dil li nav çavên wan nihêriye? Te ji kengî ve sohbeteke ji dil bi ferdeke/î malbata xwe an jî hevalekî/e xwe re kiriye? Gelo jiyana tu dijî, çiqas watedar e? Çiqas têr û tijî ye? Tu çiqas komînal jiyan dikî an jî wekî egoîstekî/e bêxem, ji her tiştî bêxeber tenê xwe dijî? Ma ev dilê te têr û xweş dike?
Bêyî ku zêdetir dirêj bikim, ez bersiva van pirsan ji te re dihêlim. Ev tenê çend nimûneyên dilxwede faydeyên Modernîteya Kapîtalîst in ku îro însan di bin navê pêşketineke şeklî û sûnî de, di bin navê jiyana bikonfor de xistiye wê rewşê ku ne sohbeteke watedar wekî malbat bi komî tê kirin, ne hevaltiyeke têr û tijî tê jiyankirin, ne jî qedrê jiyanê tê zanîn. Ji ber vê, pir caran jiyan li te dibe zindan; hem jî zîndaneke bêkes, tarî û sar!
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42