Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $rootPath in /home/komunar/public_html/ku/includes/settings.php on line 49
DIVÊ HÛNERMEND BIBIN WIJDANA CIVAKÊ | Komunar.NET

DIVÊ HÛNERMEND BIBIN WIJDANA CIVAKÊ

13 Nîsan 2013 Şemî

Çand û hûnera wî gelî bîrdanka dîrokî û civakî ya wî gelî ye. Çand û hûner xezîneya herî bi nirx a civakê ye.

Akademiya TEV-ÇAND ê
Em ê hewl bidin bi vê nivîsê balê bikişînin ser mijareke ku ji bo Kurdan man û nemanê pênase dike. Mijar hûnera me ya ku bi nêzîkbûnên şaş her diçe ji cewherê wê tê dûrxistin e, ango bi gotineke din hêdin hêdin tê kuştin e. Çand û hûnera me ya ku weke heyvaçardeşevî bi ronahiya xwe hemû axên pîroz ên li Mezopotamyayê jiyan watedar û xweş, dilşad û bextewer dikir. Wê çand û hûnerê em ji windabûnê parastiye. Çawa ku dayik zarokên xwe ji her cure xeternakiyan diparêze, wî/wê  mezin û zana dike, hûner jî ji bo gelan rolê dayîktiyê dilîze. Çawa ku zarok ji dayika xwe qut bibe dinya wî zarokî serûbin dibe, bê parastin dimîne û pir hêsan dikare bibe amûrê pergalê. Pergala modernîteya kapîtalîst a bêwijdan jî wî ji xwezaya wî dûr dixe û ji koka wî qut dike. Hûner jî bê çand, bê îdeolojî, bê felsefe, bê axlaq û bê siyaset bimine wê bibe hûnereke bê dayîk û amûrekê hogemonya pergala kapîtalîst.Heger pêşî li wê qutbûn û biyanîbûnê neyê girtin hûnera me wê her biçe ji cewherê xwe bê vala kirin û were beramberî çanda xwe bisekine. Ango wê bi destê xwe dawî li çand û civaka xwe bîne.
   
Min li jor minaka zarok da, wêca hûn civakekê bînin ber çavên xwe. Hûner ji nav çandê derdikeve. Lê çand û jiyana civakê watedartir dike. Civaka ku çand û hûnera xwe winda bike, pir asayî asîmîle dibe. Ji ber ku çavkaniya nirxên jiyanî yên civakê piranî di hûnera wê de veşartiye. Çand û hûnera wî gelî bîrdanka dîrokî û civakî ya wî gelî ye. Çand û hûner xezîneya herî bi nirx a civakê ye. Gava ev nirx bê dizîn û bikeve destê serdestan de an jî bê winda kirin, wate ya jiyana wî gelî jî bi wê re winda dibe.Weke tê zanîn bi hezaran sale êrîşên talankirina nirxan ji ser vê axê kêm nebûne; Ji Îskenderê Makedonî bigire heta Moxolan kê hatiye an xesp kiriye û dest daniye ser, an jî şewitandiye û ji holê rakiriye. Bêhêjmar berhemên bêhempa yên kurdan jî piranî di nav van bahozan de winda bûne. Bêguman beramberî van êrîşan berxwedanekî jî pêş ketiye û van axan şahidiya pir berxwedanên bê hempa û destanî kirine. Lê mixabin ev dinrok nehatiye nivîsandin. Yên hatine nivîsandin jî weke me gotî hatiye talankirin. Ji bo wê jî kurdan piranî bi rêya muzîkê (bi wêjeya devkî) hewldane çanda xwe biparêzin. Di wê wateyê de di çanda kurdan de hûner, taybet jî muzîk belgeya heri xurt û zindin ya dîroka wane.
  
 Me di serê nivîsa xwe de jî hûnera me weke ronahiya ku bi hezaran salan ji me re rêzanî kiriye bilêv kiribû. Lê mixabin ev ronahiya ruhê me bi bikaranîna xelet her diçe lewaz dibe. Çawa ku gava roj dikeve pişt çîyayan û tirêjên wê winda dibin û şûna ronahiyê tarîtî serdest dibe, hûnera me jî roj bi roj ji me dûr dikeve û ber bi nediyariyekê ve diçe. Ji ber ku bi genên wê, bi hîmên wê, bi xwezaya wê tê lîstin û ev jî lîstokên modernîteya kapîtalîst in.
  
 Bêguman hinek hûnermendên me van şaşitiyan bêzanebûn dikin û ne di ferqa vê xeteriyê de ne. Lê hinek jî vê tiştê bizanebûn dikin… Di feraseta kapitalist de weke her tiştî, hûner jî tenê ji bo kar e. Ev nêzîkbûn jî her diçe hûnerê ji armanca wê ya rastî dûr dixe û ji civakê qut dike. Hûnera ji civakê bê qetandin bê çand, bê axlaq û bê pivan dibe. Yê hûnerê diafrine û watedar dike civak e. Lê kapitalizm hûnerê dike amûrekî bazirganiyê û bazarê.  Ku feraseta bazarê çav, dil û vijdana mîrovan kor dike. Feraseta wê ya estetikê jî, ji bo nirxên hûnerî zedetir bide fîrotinê ye. Ev kuştina hûnerê bi xwe ye û di heman demê de kuştina çand û civakê ye jî.
  
 Li vir divê em hinekê behsa rastiya hûnermend bikin. Bêyî naskirina civakê, pênasekirina hûnermend jî wê kêm bimîne. Civak di cevherê xwe de exlaqî û polîtîk e. Ango ji bo xwerêvebirinê pêwîstî bi saziyên serdestan, an jî dewletê nîn e. Her çiqas ji aliyê serdest û mêtingeran ve di civakê de pir xirabûn hatibe çekirin û ji xwezeya xwe hatibe dûrxistin jî, dîsa jî  xwedi pêkhateyeke sazî ye. Heta çand û hûner di jiyana civakê de xwedî taybetmendiyeke jêneveger e. Civaka Kurdan de, taybet cihûwarên gund de hema bêje her kes stranan dibeje. Ji ber ku stran di nav hemû kar û xebatên wan de heye. Lê hozanên ku piranî kar û xebatên wan jenandina hûnerêne jî zehf in. Peywira hozan, aşiq  û dengbêjên ku di nav civakê de derdikevin dîrok û çanda civaka xwe bi rêya behremendiyên xwe yên hûnerî parastin û gihandina nivşê siberojê ne. Pergala kapitalizmê vî aliyê afirîner yê civakê dizane û hewl dide berhem û nirxên wê yên pîroz bimêje. Ji bo sermaya xwe mezintir bike serî li hezar û yek lîstok û xasûkiyan dide. Hûnermendê ku bi şeweyê jiyana xwe pewîste pêşengiyê ji civaka xwe re bike, pergala kapîtalîst bi rêya madiyatê wî ji aliyê manevî ve bênirx dike û ji bo xistin û kolekirina civakê bikar tîne. Ango bi lîstokên pir zirav wî ji civakê qut dike û bi pergalê ve dide girêdan. Vê qirêjiyê jî bi rêya saziyên xwe yên endûstiriyê yên çandin dike. Heta ku hûner di nav civakê de be ti feyde nade pergala kapitalizmê, ji bo wê jî hûnerê ji nav civakê dikêşe û bi rêya bazara karê ya zêde, wê ji nûve difroşe civakê. Di xefika pêyaseya kara zêde de ti nirxê hûnermend û berhema wî namine. Berhema wî çi be bila bibe, çiqas tîştên hêja biafirîne û bîne ziman jî nikare di wê pêyasê de dil û mejiyê xwe biparêze û peyama ku bixwaze bide civakê jiyanî bike. Ti şansê hûner û hûnermendê ku bikeve nava vê çerxê de nîne; nikare xwe ji rizinê û rizandinê rizgar bike.
  
 Weke tê zanîn îro li ser çanda rojhilata navîn û taybet jî li Kurdistanê qirqirineke çandin û dîrokî tê ferzkirin. Ji ber ku pergal heta çandekê ji cewherê wê dernexe, resenî, orîjînaltiya wê xirab neke nikare wê bimêje. Politikayên  qirkirinê yên dema Osmaniyan û avabûna Komara Tirkiyê de dihatin meşandin, îro bi destê AKP’ê hewl didin bi ser bixin. Lê vê carê bi awayeke pir sinsî û zirav hewl didin vê qirkirinê bi destê kurdan bi xwe pêk bînin. Li cem qirkirinên fîzîkî herî zêde jî yên çandin têne meşandin. Ev rewşa xeter li pir kesên ku xwe weke hozanên vî gelî dibînin re weke rewşeke asayî tê. Heta hinek kes bi helwest û nezikbûnên xwe ji van erîşên qirkirinan re dibin alikar jî. Pir hûnermend têgîna nûjenbûn û gerdûnîbûnê şaş fêhm dikin ûşaş pêktînin. Ji bo wê jî çand û hûnera Kurdin dejenere dikin. Hem enstrüman, hem jî qirika tê şixulandin ti têkiliya xwe bi deng û hestên Kurdi re nîn e. Her civak xwedî taybetmendiyeke xwezayî, erdnigarî û jiyanî ye. Heqîqata çand û hûnera wê jî di nav van cudahî û taybetmendiyan de şêwe digire û pêş dikeve. Tenê dengên ji nav wê axê şîn dibin dikarin hestên wê civakê bînin ziman. Ji xwe gerdûnibûn jî ne ew e ku mîrov dest ji şêwaza xwe berde û arasteyî çanda hinekî din bibe. Ji bo gerdûnîbûnê naskirina çandên cuda, dayîn û standin, parvekirin giringe, lê divê mîrov çandeke din neke serdestê çanda xwe. Mixabin, îro li Kurdistanê piranî  ya tê  kirin ew e. Çand û hûnera me dimîne bin siha çanda hinekî din de. Ev jî tê wê wateyê çanda meya qedîm her diçe, taybet di nav çanda Rojava de dihele û diçe. Mîrov di jenîn û hewildana pêşxistina hûnera Kurd de tenê ziman esas bigire têrê nake. Li cem ziman jiyankirina dîrok, exlaq, hest, ruh û zêhniyeta civaka komînal û demokratik, dîsadeng, newa, meqam, enstrüman… hemû hêmanên çanda xwe bikaranîn û dayîna pêş pêwist e. Ango di nav rastiya yekparebûna çanda me de nêzî jenandina hûnerê bûyîn. Bila şêwazên cuda jî bêne ceribandin, lê di wê şêwaza muzîkê de deng, meqam, enstrüman, motîfên têne bikaranîn divê piraniya xwe yên aîdê çanda me bi xwe bin. Dîsa divê li ser feraseta pêşxistina çand, dîrok, zihniyeta azadiyê, demokrasiyê û sosyalîzma zanistî, civakeke komînal be.Heger nêzîkbûna hûner û hûnermend li ser vê ferasete be hingê ne muzîka Rock û Hîp-Hop, ne jî şêwazeke din zerer nade çanda me. Lê mixabin hûnermendên me yên îro hewl didin van şêwazên biyanî bijenînin, ne li ser bingehê çanda Kurdan û Rojhilata navîn nezîkî wan şêwazan dibin. Ango ji derveyê ziman tişteke aîdê Kurdîtiyê mîrov di nav de nabîne. Heger armanca me ji bo civakê xizmet kirin û li beramberî êrîşên zirav û qirêj ên pergala kapîtalîst parastin û mezinkirina çanda me be, ku hûnermendî jî ew bi xwe ye, tenê bikaranîna ziman têrê nake ku wan berheman têxe xizmeta şoreş, çand û civaka me.

Jixwe em jibîr nekin ku roja me ya îro pir hûnermendên Kurd bi sekna xwe, şûna ji civaka xwe re bibe ronahî, berovajî li pêşîya wê tarîtiyê ava dike. Ev jî dibe sedem ku taybet nifşê nû di nav vê tarîtiyê de rêya xwe şaş bikin û ber bi navnîşanên şaş û xeter ve biçin. Weke tê zanîn bandoreke giring ya hûnermendan li ser civanan heye. Îro ji ferasetên ku heri zêde zerar dide çand û hûnera Kurd, yek jî fereseta popûlîzmê ye. Rastiyek heye ku ev fereseta xeter îro ji mile hinek kes û derûdûr ve pir bê zerer tê nasandin û tê rewakirin. Berhemên (govend, stran, şano û sinema) van demên dawî tên afirandin de ev rastî pir asayî tê dîtin. Di van demên  dawî  de jî li ser navê meyileke“dansên modern” de nasnameya dîlanên me têne guhertin. Ango bêzanebûn ji polîtîkayên qirkirinê re piştgirîdayînek heye.
   
Weke tê zanîn, hûner hêmaneke pir hesas e. Gava  bi yek şaneyê wê jî bê lîstin encamên pir xirab ava dibe. Mînak dengbêjî mîrateyek û çavkaniyek bêhempa ya çanda Kurd e.  Pîroziyeke dîrokî û civakî ya çanda me ye. Weke wêjeya devkî, xezîne û bîrdanka parastina rastiya me ye. Em çiqas vê çandê, di wateya giştî de jî folklora Kurd bi orîjînalbûna wê ve biparêzin û bikin çavkanî û bingehê xebatên xwe yên çandê, berhemên me yên hûneriyên ku em biafirînin wê ewqas temendirêj, bi bandor û afirîner be. Lê mixabin tişta îro ji aliyê hûnermendên me ve tê kirin ji vê rastiyê dûr e. Piraniya hûnermend vê çanda qedîm li gorî feraseta pergalê û şewazeke pir teng û seranser digirin dest. An qet nêzîkî çanda dengbêjî nabin, an jî dikin amûrekî  xwe popûlîstkirinê. Şûna ku em çanda xwe ya bêhempa li gorî rastiya demê û li ser bingehê çanda Rojhilata navîn dewlemendtir bikin, em hewl didin ji kokên wê qut bikin û bixin bin xizmeta modernîteya kapîtalîst de.             Xalek din jî li ser navê xwedî derketina berhemên hûnermendên me yên qedîm mixabin xirabkirinek mijara gotinê ye. Mînak hinek stranên mamoste Aram, Şakîro, Mihemed Şêxo û hwd. hatine xwendin, lê ew stranên ku bi hestên eşqa Kurdînkî hatine hûnandin mixabin ji aliye hinek hûnermendan ve bi deng û hesteke pir biyanî hatine şîrovekirin. Dibe ku li ser niyeta xwedî derketine hewl dabin vî karî bikin lê mixabin tenê bi niyeta baş çand nayê parastin û pêşxistin. Hûnermend ew e yê çandê mezintir dike, ne yê asîmîle dike.
 
  Pêwîste hûnermend û civanên me di van xalan de pir şiyar û hestiyar bin. Berî her tiştî, divê xwedî zanebûneke kûr a çandin û dîrokî bin. Li ser bingeha felsefa Rêber APO xwe perwerde bikin da ku bikaribin rastî û şaştîyan ji hev derxin. Xeta me ya hûnerê, Xeta şehîd Mizgin, şehîd Elî Temel, şehîd Sefqan, şehîd Hogîr, Mamoste Aram, Mihemed Şêxo, û hwd hûnermendên me yên bûne sembola berxwedan û avakirina civakek azad, axlaqî û polîtîk.
   
Mînak mîrov dikare Rêber APO weke hûnermendeke mezin dest bigre. Bi rastî jî taybetmendiyên afirandina hûner û hûnermendiya azadiyê di kesayeta xwe de avakiri ye. Ji tinebûnê nirxên pir mûazzam afirandi ye. Ji ber ku aqil, hest, ruh û hemû behremendiyên xwe ji bo xizmeta azadiya civaka xwe û tevahiya mîrovahiyê bikarani ye. Ne ji bo şexsê xwe, her tim ji bo berjewendiyên mîrovatiyê jiyan kiriye û dijî. Weke tê zanin Rêber APO li beramberî pergala modernîteya kapîtalîst a ku xwe bi xwîna çanda gelan xwedî dike, weke alternatîfa wê, projeya Modernîteya Demokratik a ku jiyaneke azadî û wekhevî dihewîne pêşxist.Di avakirina vê pergala helbestî û evînî de rolê ciwanan û hûnermendan pir girîng e. Em vê nivîsa xwe bi gotineke Rêber APO ya ji bo ciwanan gotiye bi dawî bikin;‘‘me bi ciwanî despê kir, em ê bi ciwanî bi ser bixin’’.

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42