Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $rootPath in /home/komunar/public_html/ku/includes/settings.php on line 49
ERKÊN Jİ NÛ VE AVAKİRİNA MODERNİTEYA DEMOKRATÎK | Komunar.NET

ERKÊN Jİ NÛ VE AVAKİRİNA MODERNİTEYA DEMOKRATÎK

14 Nîsan 2013 Yekşem

Heya ku şaneyên exlaqî ên xwezaya civakî neyên bihêzkirin, bi ti awayî mirov wê nekaribe ji qeyrana cîhanî a modernizmê rizgar bibe û pêwîste ev jî baş were zanin.

Abdullah ÖCALAN

Erkên Exlaqî
Rûxmê ku ew qas li ser exlaq tê niqaşkirin jî, niha jî di destpêka wan saziyên ku nehatine şîrovekirin tê. Di bin navê pîvanên exlaqî de rûxmê hemû hewldanên teorîzekirinê jî, encamên ku derdikevin hêviya mirovan dişikîne. Her ku diçe hebûnên civakî ji exlaq bê par dimînin, ev, di warê zanistî ve jî hatiye dîtin û nêrîneke hevbeş e. Sedem û encamên vê yekê hînê jî nehatine zelalkirin. Her ku diçe, dibe sazî û dezgehek ku ji çav dikeve. Lê weke sazî û mijar, li ser hesibandinan de, giring e. Gerek ew qeyranên dîrokî ên ku hatine jîyankirin, gerek jî be ev qeyrana cîhanî a roja me ya îro mirov dikare weke ji exlaq dûrketinê jî bide pênasekirin. Ketina exlaqî civakê jî hildiweşîne. Tiştê ku jê re laneta xwedayan tê gotin; di cewher de cezakirina bê exlaqîyê ji aliyê vijdana civakî ve ye û bi vî şêwazî ev çalakî li ezmanan de hatiye bicîhkirin. Eger em xwedê weke pîrozî û bilindbûna nasnameya civakî pênase bikin, bi lanetkirin jî weke şêwazeke cezakirinê a civakî ye.

Mirov dikare pirr bi asayî exlaq weke têgîn pênase bike. Li gorî pîvan, rêzik û adetên civakî jîyankirin dikare exlaq pênase bike. Lê di van aliyan de hinekê li hewa de dimîne. Di bin navê pîvanên exlaqî de; weke ku aqilmend û filozofên serdema antik û serdema nû (Eflatun, Aristo û Kant di serî de) ku hewldane vê mijarê şîrove bikin, lê ev tenê ber bi teorîya dewletê birinê wêdetir ti encam nedane. Ango ev mijar, ya rastîn mirovan ji nûnertiya civakê qût dike û ber bi nûnertiya dewletê ve dibe û ev jî weke amadekariyeke pêşîn e. Her weke erka exlaqî ew e ku mirovan ji nûnertiya dewletê re amade bike, bi vî rengî nêzikatiyek tê raberkirin. Xûlase, ev şîroveyên exlaqî aligirên şaristaniyê ne.

Weke ku di her mijareke şaristaniyê de jî heye, derbarê exlaq de jî mirov serî li dîrokê bide wê baş be. Em dizanin ku di nav hemû serdemên civakî de ji sedî 98 ne pîvanên huquqî, pîvanên exlaqî serwer bûne. Ji ber vê sedemê ye ku em dibêjin civaka exlaqî. Heya mirov nezane di demeke wer dirêj de exlaq kariye çi pêşwazî bike û mirov hewl bide exlaq şîrove bike, ev ê kêm bimîne. Pênaseya me a ku, xwezaya civakî dikare bi hişeke (zeka) nerm re û bi şêwazeke herî barkiri re mirov dikare zelal bike. Armanc ji hişê nerm; hînê zêdetir bi fikirandin karkirin e. Têkiliya di navbera kar û fikirandinê de bi şêwazeke icbarî pîvanan di xwe de dihewîne. Ji ber ku ew kar wê çawa were kirin, ew bixwe pîvanan dixwaze. Vê çalakiya destpêkê a derbarê kar de mirov dikare weke pîvana exlaqî a destpêkê jî pênase bike. Dema ku em dibêjin kar; em behsê hemû awayî çalakiyên civakî dikin. Ji razanê heya xwarinê, ji meşê heya xwarin peydakirinê, bi ajalan re bûyina dost heya pevçûnan, bi nebatan mûjilbûnê heya masî nêçîrkirinê, her çalakiyek karek e. Ev kar jî heya rêzik nebin nikare serbikeve. Binketin jî tê wateya mirina civak ê.

 Di vê mijarê de weke bingehê aborî û avahîyên exlaq ên jorîn pênasekirin bê wate ye. Mirov dikare exlaq weke ji bo aborî û pêwîstîyên civakî peydakirinê weke rêka herî baş pênase bike. Exlaq weke adet û adab, şêwazê bidestxistina aborî û pêwîstîyên bingehîn e. Herweha, jihevcudakirina jêrîn û jorîn nikare vê mijarê zelal bike. Exlaq, di serî de hewldanên aborî, bi şêwazeke herî baş pêkanîna çalakiyên civakî rawe dike. Herweha her tiştê ku civakî be, exlaqî ye jî. Her tiştê ku exlaqî jî be, civakî ye. Weke mînak, aborî bi qasî ku exlaqî ye, dîn jî exlaqî ye. Weke demokrasîyeke rasterast siyaset exlaq bixwe ye.

Wê deme pîvana destpêkê ango exlaq, ji serî heye niha ji bo civakê weke mijareke jîyanî ye. Karê herî baş çawa tê kirin, ew çawabûn weke rêzikeke herî baş di mejiyan de bicih dibe. Ev, bi demê re xûrt dibe û bi şêwazeke têkûz dibe aîdê hafizeya civakî. Ev tê wateya avabûna exlaq. Ew bûyera ku jê re tore û kevneşopî tê gotin ev e. Li vir mijara herî giring ku pêwîste baş were şîrovekirin ew e, exlaq bi qasî çalakiyeke zihnî ye, ew qas jî bi karên civakî ve jî têkildar e. Hem hewldana zihnî hem jî çalakbûna civakê pêwîst dibîne. Ez tercih dikim ku ji vê rewşê re bibêjim rewşa resen a destpêkê. Di vê rewşê de demokrasiya resen û exlaq dibin hevcewher. Li gorî ku civak zêdetir li pey karên jîyanî baz dide, wê li ser wî karî jî were niqaşkirin. Xwe bi vê jî bes nabîne; karê herî baş çawa dikare were serxistin, ango li ser birêvebirina wê niqaşkirin weke erkeke dest jê nabe ye. Di her du rewşan de jî, ango hem fikirandin niqaşkirin, hem biryar dayin û meşandin, ji bo ku kar serbikeve weke şêwazeke demokrasiya rasterast e (bi beşdarbûn, tişta ku jê re demokrasîya rasterast tê gotin) û ev jî aşkere ye. Ev jî tê wateya birêvebirina civakê bi şêwazeke exlaqî û jîyaneke exlaqî. Wê demê, çavkanîya exlaq û demokrasiyê heman çavkani ye. Ew jî bikêrbûna zihna kollektif û karkirina civakê ye. Ne tene ji sedî 98’ê jîyana civakî bi exlaq derbaz bûye, heya roja me ya îro jî herçend hatibe parçekirin û tinekirin jî, niha jî a ku di civakê de tê pêkanîn huquq nîne, exlaq e. Herçend hatibe xirabkirin jî, ji malbat heya eşîrê, di qadên herî zirav ên huquqê de jî heya exlaq nebê ku jîyan nikare were meşandin, ev pêwîste baş bê zanîn. Huquq perdeyeke. Niha jî hêza ku kar dide meşandin, ez dilnîya(emin) me ku exlaq e.

Dema ku li pêvajoyên şaristaniyê temaşe bikin tespîta destpêkê were kirin ew e ku, li dijî exlaq xwestine ku pîvanên huquqê bicih bikin. Di civaka Sûmeran de, di şêwazê destpêk ê Hamurabî de(ango kevirên tîk ên ku nivîs li ser) ku rêzikên huquq hate bicihkirin, vê rewşê têra xwe zelal dike. Dibe ku bibêjin; ji ber pîvanên exlaqî têrê nedikir huquq pêwîst hate dîtin. Lê nêzikatiyeke bi vî rengî şaş û xelet e. Pirsgirêk, kêm mayina exlaq nîn e, helandina civakê ye. Me pir caran destnişankir ku exlaq çawa hatiye helandin. Li ser civakê qat bi     qat yekdestdariyên sermaye û desthilatî hatin avakirin. Ew nirxên civakî ên ku hatibûn hilberandin, hatin desteserkirin. Di rewşeke wer de ev ji kêm mayina exlaq çavkaniya xwe nagire, civak xistina bin zordestî, rêzikên huquq ên weke rêzikên rêvebirina dewletê hati pêkanîn û em dikarin bibêjin ku zext û zorîya li ser civakê hati meşandin çavkaniya xwe digre. Herweha bi vê ve, rêka demokrasî û exlaq jî hat tengkirin. Li beramberê vê yekê jî qadên rêveberiya dewletê û huquqê firehtir dibin. Tiştê ku aliyek winda dike, aliyê din qezenc dike. Ya rastîn bi zora dewletê bi exlaq didin windakirin. Bi tengkirina qadan û pêkanîn zehmetkirinê re ev tê lidarxistin. Li pey wê de, di hemû civakên şaristaniyê de qadên exlaq hatine tengkirin (ango a demokrasîya rasterast jî) û hertim bahra huquqê hate bilindkirin. Di encam de dawîya serdema destpêkê de ku İmparatorîya Roma derket, ev derketin vê rastiyê piştrast dike. Huquqa Roma niha jî yek ji kevirên çarqozî ê huquqê ye. Di şaristaniya Avrupa de, bi gotineke din bi modernîzmê civak rastî qirkirina huquqê hatiye. Li wir qirkirineke huquqî mijara gotinê ye. Qadên exlaq ku di kuncikan de hatiye asêkirin, hemû kuncên jor jî ji huquqê re hatine cudakirin.

Ev rastî ye çi diyar dike? Ev dide nişandan ku yekdestdariyên sermaye û desthilatiyê giraniya xwe danine ser. Dema ku em modernizma çar sed salên dawî binêrin; tiştê ku tê lidarxistin, daneheva sermaye û zêdebûna desthilatiyê ye. Ya rastîn, daneheveke herdûyan a navhev de ye. Di warê exlaq de tiştê ku mirov destnişan bike ew e ku, bê kar mayina wê nîn e, ji destê civakê derxistina wê ye. Exlaq, ji wê civakê hatiye standin. Herweha weke ku pir caran jî tê behskirin; ew civaka ku tevlîhev bûye ku bi exlaq êdî nayê meşandin û ji ber wê jî pêwîstî bi huquq heye, ev gotinên bi vî rengî hem direw e û hem jî bê exlaqîyeke pirr mezin e. Kêm mayina exlaq, bê kar bûna exlaq, çavkaniya xwe ji bêkêrbûnê nagirê. Li vir, hegemonyayeke bîrdozî a liberal tê meşandin. Ev rêzikeke ku ji bo dijberê xwe binbixin tê bikaranîn. Di binpêkirina exlaq de rola bingehîn liberalizm dilîze. Huquqa ku li şûna wê tê bicihkirin jî bi rastî nikare civakê bide meşandin, ma kî nizane ku bi rêzikên dijî aqil û vijdan dagirtî ye. Gotina ku dibêje; “Tiştê ku tê serê wan kesên ku cara pêşî dikevin dadgehan, li serê mirîşka pijandi jî nayê” vala nehatiye gotin. Li cihekê an jî li sazîyekê çi qas rêzikên huquqî hebin, tê wateya ku li wir ew qas bi şêwazeke bi bandor zext û yekdestîya qirkirinê heye. Rastiyên rojane di her sazîyekê de vê tiştê piştrast dike.

Derbarê vê mijarê de pirseke giring a ku were pirsîn ev e; gelo exlaq an jî huquq dikare civakê baş bide meşandin. Vegotina me herçend bersiva vê pirsê dide jî, huquq ku şêwazeke bi darê zorê ye, vî tiştî hînê baştir rave dike. Di exlaq de bi darê zorê dayina meşandin nîn e. Eger rêzikek bi dil neyê pêkanîn, ew nabe rêzikeke exlaqî. Eger mirov exlaq û huquqê bide berhev, wê bi şêwazeke aşkere exlaq serbikeve.

Têkilîya di navbera dîn û exlaq, pirsgirêkeke ku pêwîste were çareserkirin e. Çawa ku gengaz e ku mirov têkilîya di navbera exlaq û demokrasî de hevsengiyekê bide avakirin (ji bo civakên li derveyî şaristanî û dij-şaristanî), heman hevsengi dikare di navbera dîn û exlaq de jî were avakirin. Dîn, beriya ku mohra şaristaniyê lê bikeve, di navbera dîn, exlaq û demokrasi de hevsengiyek hebû û di nav hev de dijîyan. Exlaq sazîyeke ku li beriya dîn ava bûye.

Heya ku şaneyên exlaqî ên xwezaya civakî neyên bihêzkirin, bi ti awayî mirov wê nekaribe ji qeyrana cîhanî a modernizmê rizgar bibe û pêwîste ev jî baş were zanin.

Her yekîneyeke civakî, heta her şexs pêwîste baş bizanin ku, heya ji exlaq bahra xwe negirin wê nekaribin jîyan bikin. Tiştê giring ew e ku, civak û şexs xwe bi exlaqeke baş ve bixemilînê. Cinawirên şaristanî û moderniteyê (Leviathan) çi qas êrîş bikin û bixwazin exlaq tine bikin jî, bi qasî wê ji parastina civakê wêdetir çareseriyeke me nîn e. Yên ku nikaribin civaka xwe biparêzin mafê xwe ê jîyaneke bi rûmet jî nîn e. Lê heya exlaq jî nebê, parastina civakê jî gengaz nabe. Di xebatên ji nû ve avakirinê ê Moderniteya Demokratîk de, ew serkeftina ku her yekîneyeke civakî bidest bixe, wê bibe pîvana bingehîn a ji qeyrana sîstema cîhanî derbikevin.

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42