Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Deprecated: preg_match(): Passing null to parameter #2 ($subject) of type string is deprecated in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $rootPath in /home/komunar/public_html/ku/includes/settings.php on line 49
ERKÊN JI NÛ VE AVAKIRINA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK | Komunar.NET

ERKÊN JI NÛ VE AVAKIRINA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK

19 Nîsan 2013 În

Ji bo civaka polîtîk û exlaqî, dema ku erkên polîtîk û exlaqî di nav hev de hatin pêkanîn, wê azadî, wekhevî û demokratîkbûn di asteke herî jor de pêk bê

Abdullah OCALAN
Erkên Polîtîk
Her weke peyva exlaq, peyva polîtîkayê jî peyveke ku bi xwe re tengezarî û nerihetî pêşxistîye ye. Wateya peyvê bixwe asayî ye. Di bingeh de peyveke Yewnanî a kevine, eger em bibêjin hûnera birêvebirina bajêr wê hîn jî were fêhmkirin. Lê eger mirov bi peyvan pey heqîqetê bikeve, ev rêbazeke pirr kêm e û wê mirov di nîvî rê de bihêle. Peyvên derbarê xwezaya civakî de bi giştî nedîyar in. Dibe ku bal bikşînin ser rastîyê, lê bi anîna gel hev ve jî nayên avakirin. Pêwîste mirov li têgînan wêdetir li rastîyan binêre. Mixabin ev kar jî bi rêka têgînan tê pêkanîn. Wê demê hêza şîrovekirinê li holê dimîne. Eger mirov bibêje; cewhera wateya peyva Polîtîkayê azadî ye, ev dikare vî tiştî baştir rave bike. Azadî bixwe jî, nêzîkê heqîqetbûnê tîne hişê mirov. Bêguman dema ku em têgînên azadî, polîtîka û heqîqetê bikartînin, yekîneya bingehîn a ku em ê li ser lêkolîn bikin civaka polîtîk û exlaqî ye. Xûlase, ez ji wan lêkolînên takekesî ku di civakê de valatîyan dide avakirin xwe didim paş. Di bin navê polîtîkayê de ku şer, pevçûn û têgîna qirkirinê bûne yek tişt, ev gumanên mirov hînê jî zêdetir dikin. Tiştê ku reşbînîyê hînê jî bilind dike ew e ku; polis (ango dewlet) û polîtîka hevcewher tê hesibandin e.

Di mijareke weke polîtîka de ku bi iddia ye, di vê de derketineke serkeftî pêkanîn, weke ku xûya dike wer asayî nîn e. Şûna ku mirov qet tevnegere, herî kêm bi ceribandineke dilnizm ve lêkolîn û nîqaş pêşxistin baştir e. Di serî de, hêla polîtîkayê de hinek karên ku min nehejmartibûn, ez di wê bawerîyê de me ku divê bêne destnîşankirin. Ya yekemin; karên dewletê karên polîtîk nîn in, karên îdarî ne, divê ev jî baş were famkirin. Bi xwe spartina dewletê ve polîtîka nayê kirin, tenê tê îdare kirin. Ya duyemîn; karên ku berjewendîyên jîyanî ên civakê eleqedar nakin, nikarin politikaya esasî bidin avakirin. Ev xwedî asteke ku, ji alîyê sazîyên din ên civakê ve karên rojane têne meşandin, de ne. Ya sêyemîn; karên ku bi azadî, wekhevî û demokrasîyê ve girêdayî nebin, di esas de polîtîkayê eleqedar nakin. Belovajîyê vê jî, di esas de peywendîya xwe bi  polîtîkayê hene: ev, berjewendîyên jîyanî, jîyana wê, ewlekarîya wê, ragirtina wê, azadîyên ku ji alîyê dewlet û desthilatîyê ve hatine astengkirin, wekhevî û demokrasi ne. Weke ku tê dîtin karên polîtîk û karên dewletê yek nînin, heta têra xwe bi nakok in. Di vê rewşê de dewlet çiqas berfireh bibe û tîr bibe, polîtîka jî ew qas teng dibe û sist dibe. Dewlet rêzik e, polîtîka xûlikkarî ye. Dewlet tiştê amade birêve dibe, polîtîka ava dike û birêve dibe. Dewlet bêşe ye (zaneat e), polîtîka hûner e.

Têkilîya di navbera desthilatî û polîtîkayê de hînê jî tarî ye. Dibe ku desthilatî ji dewletê zêdetir înkarkirina polîtîkayê be. Desthilatî, hertim ji dewletê zêdetir xwe di civakê de bicih kiriye. Ev jî dide dîyarkirin ku di civakê de polîtîka kirin çendîn zehmet e. Di encam de; têkilîya desthilatî û polîtîkayê hertim bi acizî û bi çalaki derbaz dibe.

Li derveyî mîsogerkirina vê mijarê rêkeke me a din nîn e. Ji ber ku heya nekeve merîyetê, wê wateyeke polîtîkayê nemîne. Di pirr alîyan ve me hewl da ku em bikarin civaka polîtîk û exlaqî şîrove bikin. Herçend me hewlda em nekevin dûbareyan jî, em neçar dibin. Civak, her weke ku di exlaq de heye, dîyardeyeke an jî xweza ye. Wisa weke ku tê hesibandin di wateya kar û barên dewletê de nîn e, weke xwezaya civakî polîtîk e. Rola exlaq karên jîyanî bi şêwazeke herî baş pêkanîn be, karê polîtîkayê jî karên herî baş peydakirin e.Eger baş were şopandin; polîtîka hem beşa exlaqî di xwe de radigire hem jî ji wê zêdetir. Karên baş peydakirin wer asayî nîn e. Divê kar û baran baş nasbike ango zanist û agahîyê, yek jî peyda bike ango lêkolînkirinê baş pêkbîne. Dema ku têgîna “başî”jî têkil dibe, pêwîste ku exlaq jî were zanîn. Weke ku tê dîtin polîtîka hûnereke pirr zehmet e. Şaşitîya ku dikevin navê ew e ku; polîtîkayê bi dewlet, împaratorî, xanedanî, şîrket, netew, çîn û hwd. bi van têgînên mezin re di nav hev de difikirin. Polîtîka dema ku bi van têgînan re hate fikirandin, dibe ku ev, wateya polîtîkayê daxîne asta jêr. Politikaya rastîn di salixa (tarif) xwe de veşarti ye: berjewendîyên jîyanî ên civakê, ji bilî têgînên azadî, wekhevî û demokrasi, ti komên têgînan nikarin rave bikin. Wê demê polîtîka; di bin her şert û zirûfî de civaka polîtîk û exlaqî ji bo bikare naverok û hebûna xwe bidomînin, çalakîya demokratikbûn, wekhevî û azadîyê ye.

Dema ku em dibêjin civaka polîtîk û exlaqî, em behsê dîroka pêşî nakin. Em behsê rewşa xwezayî a xwezaya civakî dikin ku hertim jîyan dike û heya hebûna wê bi dawî nebe wê hertim xwe bidomîne. Çi qas were helandin, rizandin û parçekirin jî, civaka polîtîk û exlaqî wê her hebe. Heya ku xwezaya civakî hebe, ew jî wê her hebe. Erka polîtîkayê jî ew e; bêyî ku bihelîne, birizîne û parçe bike ji bo zêdetir pêşbikeve, azadkirin, wekhevkirin û demokratîkkirina wê ye. Her civakeke exlaqî û polîtîk ku rewşeke wiha jîyan bike, ew civakeke herî baş e; tê wateya civaka ku hatiye armanckirin xwe gihandî yê.

Zimanê Modernîteya Demokratîk polîtîk e. Hemû avahîyên xwe ên sîstemî bi hûnereke polîtîk ve dihizire û dadimerzîne. Naveroka civaka polîtîk û exlaqî a zanista bingehîn desthilatîyê na, polîtîkayê dixe bîra mirovan. Ew rastîya ku civaka polîtîk û exlaqî di roja me ya îro de jîyan dike; ango pirsgirêka wê a destpêkê, berîya azadî, wekhevî û demokrasîyê, pirsgirêka wê hebûnî ye. Hebûna wê di xeterîyê de ye. Êrîşên Modernîteyê ên pir alî di destpêkê de parastina hebûnê ferz dike. Bersiva Modernîteya Demokratîk li hemberê van êrîşan, di wateya parastina cewherî de berxwedayî ne. Heya civak neyê parastin polîtîka nayê kirin. Divê dubare bînim ziman ku; civak yek e, ew jî civaka polîtîk û exlaqî ye. Pirsgirêk ew e ku; civaka rastî helandin, qirkirin û dagirkerîya dewlet, desthilat û şaristanîyê hatiye, di bin zirûfên Modernîteyê de ji nû ve avakirin e. Bi parastina cewherî ve sîyaseta demokratik kirin, cewherê polîtîkakirinê ye. Dema ku sîyaseta demokratik civaka polîtîk û exlaqî pêşdixe, parastina cewherî li hemberê hemû êrîşên desthilatîyê ên weke li dijî azadîya wê, hebûna wê, avahîyên wê ên demokratik û wekhevîxwaz, diparêze. Ne em behsê şereke nû ê rizgarîya netewî dikin, ne jî behsê şereke civakî dikin. Em behsê; nasname, azadî, wekhevîya li ser bingehê cudahîyan û demokratîkbûna xwe parastinê, dikin. Eger êrîş nebe, pêwîstî bi parastinê jî namîne.

Di çarçova van destnîşankirinan de, mebdeyên giştî ên derbarê erkên polîtîk yên hêzên ‘Modernîteya Demokratîk’ weke xûlase (özet) wiha dikare were dîyarkirin;

1-    Xwezaya civakî di esasê xwe de hebûn û avabûneke civaka polîtîk û exlaqî ye. Civak herçend hebûna xwe berdewam bikin, naveroka wan a polîtîk û exlaqî jî wê dewam bike. Civakên ku naveroka xwe a polîtîk û exlaqî ji dest dabin, ew civak, mehkûmê belavbûn, rizîyan û tinebûnê ne.

2-    Eger mirov civakan weke koledar, paşverû, feodal, kapîtalîst, sosyalist ku li ser xeteke rast pêşde diçin bifikire, ev ji heqîqetê re nehfeya xwe zêdetir, ji berovajîkirin û ji cewher dûrxistinê re wê xizmet bike. Daxûyanîyên bi vî rengî bi propaganda barkirî ne. Naveroka polîtîk û exlaqî, kesayeta civaka dayîk e, ev naverok li gorî pîvana hebûnê civak werin destnîşankirin, wê a rasttirîn be. Dixwaze bila naverokên dewlet û çîn an, dixwaze astên pêşketina çandinî û endûstrîyê, nikarin naveroka esas a civakê bidin avakirin, ev, xwedî wateyeke dîyardeyên demkurt in.

3-    Pirsgirêkên civakî, bi qirkirin û tehekkûma desthilatîyê re pêşdikevin. Herçend desthilatî û qirkirin pêşbikeve, pirsgirêkên civakî jî pêşdikevin. Ew dewletên ku weke amûrên çareserîyê têne pêşkêşkirin jî, li gel hêzeke çareserîyê a bi sînor, bixwe dibin çavkanîya pirsgirêk an.

4-    Polîtîka tenê di çareserkirina pirsgirêkên civakî de ne, di destnîşankirina hemû berjewendîyên jîyanî, parastina wan û domandina wan de amûreke bingehîn a çareserîya civakê ye. Di parastina civakê de parastina cewherî tişteke pêwîst e, weke hêzeke leşkerî dirêjahîya polîtîkayê ye.

5-    Di nav dirêjahîya dîrokê de ku şaristanîyan civak bi îdareya dewletê birêvebirine, di nava civakê de rola polîtîkayê teng dibe. Çendîn hebûna wê berdewam bike, li hemberî vê asêbûnê bi berxwedanê bersiv didin. Dîrok, di bin vê bandora esasî de ne bi temamî îdareya şaristanîyê, ne jî bi temamî rêveberîya polîtîk-demokratîk e. Pevçûnên ku hatine jîyankirin jî ji ber nakokîya van herdu hêmanên bingehîn pêkhati ye.

6-    Di dîrokê de pêvajoyên aştîyê, dema ku hêzên şaristanî û hêzên demokratik ku hevdu naskirine, ji nasname û berjewendîyên hev re rêz girtîne, pêkhati ye.

7-    Di dema Modernîteya Kapîtalîst de desthilatî civakê hem di hindir ve û hem jî ji derve ve dorpêç dike û weke mêtingeh dike. Dewlet-netew ku beşa dewlet û desthilatîyê a bingehîn e, bi civakê re hertim di nav şer de ye. Politikaya berxwedanê çavkanîya xwe ji vê rastîyê digre.

8-    Ev rewşa şer ku ji alîyê Modernîteya Kapîtalîst ve li dijî civakê tê meşandin, alternatîfa Modernîteya Demokratîk hînê jî icbarî dike. Weke hebûna hêzên Şaristanîya Demokratîk ên roja me ya îro Modernîteya Demokratîk; ne bîranîneke serdema zêrîn a dema bihûrî ye, ne jî xeyaleke derbarê pêşerojê ye. Ev sekn û hebûna wan yekîne û şexsên civakê ye ku berjewendî û hebûna wan bi sîstema Kapîtalîst re bi nakok e.

9-    Di van du sed salên dawî de tekoşînên li dijî sîstemê an ji ber perspektîfa desthilatîyê an jî ji ber ku qada polîtîk vala hiştîne neçar mayine û serneketi ne. Rûxmê ku mîrateyeke bi nirx jî li pey xwe hiştine, bi zihnîyet û avahîyên kevin re ne dikarin li dijî Modernîteyê ne jî li hemberî qeyrana bi sîstem alternatîfekê bidin avakirin.

10-    Alternatîfbûn, li hemberî sê lingên bingehîn ên Modernîteyê ango kapîtalîzm, endûstrîyalîzm û dewleta netew sîstema xwe avakirinê ve gengaz dibe. Civakparêzîya demokratik, eko-endûstrî û konfederalîzma demokratik; bi navê Modernîteyê li dijî sîstemê dikare were pêşnîyarkirin. Mîrateya şaristanîya demokratik û dijberên sîstemê ku werin gel hev, ev wê şansê serkeftinê bilindtir bike.

11-     Konfederalîzma Demokratîk, şêwazê polîtîk ê bingehîn ya Modernîteya Demokratîk e, di xebatên ji nê ve avakirinê de xwedî roleke jîyanî ye. Bûyîna amûrê çareserîyê ê Modernîteya Kapîtalîst zêdetir, amûreke sîyaseta demokratik a herî gûncav e ji bo ku çareserîyê pêşbixe,

12-    Di civakên polîtîk û exlaqî de ku sîyaseta demokratik rasterast tê meşandin, li ser bingehê cudahîyan pêşketinên demokratik û wekhevîyê bi rêka herî baş tê pêkanîn. Azadî, wekhevî û demokrasi, dema ku civakê bi wîcdana xwe a cewherî û bi hêza xwe a zihnîyetê re bi hêza biryar, nîqaş û çalakîyan nişan da, pêkan dibe. Bi ti hêza mûhendîsîya civakê re ev tişte nikare were lidarxistin.

13-    Konfederalîzma Demokratîk; li hember pirsgirêkên ku ji ber modela civaka faşîst, tek reng, homojen, monolîtîk ku bi destê dewlet-netew dihate meşandin,  weke pirsgirêkên etnîkî, dînî, bajêrwanî, niştecihî, herêmî û netewî weke amûra çareserî a bingehîn, hilbijêrka (seçenek) netewa demokratik pêşkêş dike. Di neteweya demokratik de; her eşîr, ferasetên dînî, bajêr, herêm û rastîyên netewî xwe bi nasnamên cewherî ve û bi avahîya xwe ya federe a demokratik ve mafê xwe heye ku cih bigire.

14-
    Yêkitîya neteweyên cîhanê alternatîfa xwe ji bo NY, Konfederasyona Netewên Demokratîk ên Cîhanê ye. Parçeyên parzemîn an û qadên mezin ên çandan, di asteke jêrtir de dikarin Konfederasyonên xwe ên Netewên Demokratîk ava bikin. Eger YE di vê mijarê de hegemonîk tevnegere, weke gava destpêk dikare were hesibandin. Li dijî desthilatên hegemonîk ên herêmê û cîhanê derketin, di vê çarçoveyê de tê destgirtin.

15-    Di dîrokê de weke ku pirr caran di navbera hêzên demokratik û hêzên şaristanîyê de qewimî ye, hêzên Modernîteya Demokratîk û hêzên Modernîteya Kapîtalîst jî li ser bingehê nasname û hebûna hevdu qebûl bikin û rêvebirîyên hev ên xweser û demokratik nasbikin, dikarin di nav aştîyê de bi hev re jîyan bikin. Di bin vê şert û zirûfê de di nav sînorên dewlet-netew de û li derve de jî bi avabûnên sîyasî konfederal ên demokratik û avabûnên dewlet-netew dikarin bi hev re di nav aştîyê de bijîn.

Ji bo civaka polîtîk û exlaqî, dema ku erkên polîtîk û exlaqî di nav hev de hatin pêkanîn, wê azadî, wekhevî û demokratîkbûn di asteke herî jor de pêk bê. Ji ber van sedeman; pîvana serketinê a şexs û rêxistinên li dijî sîstemê, di her sê qadan de erk û berpirsyarî pêkanîna wan ve girêdayî ye.


Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42