ERKÊN JI NÛ VE AVAKIRINA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK
30 Nîsan 2013 Sêşem
Qeyrana rewşenbîrî a sîstemê; bi derbazkirina wê ve, ango bi “şoreşa rewşenbîrî” dikare pêk bê

Abdullah OCALAN
Erkên ronakbîrî
Eger qeyrana sîstemî a cîhanî xwe bi rêbaza qeyrana awarte dikare bide meşandin, di vê rewşê de eger mirov behsê qeyrana ronakbîrî bike; an ev ji ber korbûnê ye, an bi bûyina hemal û sermayedarê sîstemê ên ku ti car têr nabin ve gengaz dibe. Rewşenbîreke ji rêzê ê xwedî rûmet jî, dikare bi asayî bizane ku ev qeyran çavkaniya xwe ji xetimandina zihnî digire. Herweha di navbera zihnîyet û avahîyên sîstemê de weke têkilîya di navbera ruh-beden, girêdanbûnek heye. Di warê avahîyan de; qeyrana beden, weke ruh jî tenê qeyrana zihnî dayina pêş ve xwe bes nabîne, wê dike pêşeng jî. Pêşengatî a beden nîn e, ya qeyrana ruhî ye. Çawa ku mirina mejî tehkît a (îspat) mirina bedenî ye, qeyrana zihnî jî dikare bibe tehkîda qeyrana avahîyan. Niha ku qeyraneke kûr a rewşenbîrî tê jiyankirin, ev mijareke mîsoger e. Bersiva ku were dayin; bi hinek pêşketinên qadan re bi qasî ku nikare were derbazkirin kûrbûnê dixwaze, bi veguherina sîstemê ve eleqederbûnê dixwaze. Qeyrana rewşenbîrî a sîstemê; bi derbazkirina wê ve, ango bi “şoreşa rewşenbîrî” dikare pêk bê. Beriya ku em behsê şoreşên rewşenbîrî ên roja me ya îro bikin, serî li hinek mînakên dîrokî dayin, dikare vê mijarê hînê jî rohnî bike.
Şerên hilweşîna exlaqî, hêmanên sereke û herî girîng in. Jihevcudabûna exlaq û zanist jî, bingehê hemû awayî amûrên hilweşandinê ye. Nedihat payîn ku têkilîya di navbera zanist-desthilatî û civakê di rêbaz û paradîgmayê de neyê dîtin. Civak ji dewrê derxistin, dihate wateya ku were bêkêrkirin jî. Her weke destpêk bêkêrkirina jin û koleyan. Dûvre jî ew jihevcîhêkirina kirdar-bikêr a ku bi Bacon û Descartes destpêkiribû, li hemû zanistan de xwe bicih kir. Di zanistê de pirr pesnê bikêrbûnê tê dayin. Di esas de derîyê felaketan bi jihevcîhêbûna bikêr-kirdar vebû. Piştre jî, bi “ez-yê din”ve kûr bû. Piştre jî bûn du serî ku hevdu tine bikin. Ev bi şêwazeke mîsoger berhemeke jihevcudabûna civaka polîtîk û exlaqî û desthilat û sermayeyê ye. Xweza, piştre jin û kole, herî dawî jî ku hemû civak hatin bikêrkirin; niha weke “rêzika bikêrbûnê” a ku di zanistan de tê bikaranîn derdikeve pêşberî me. Têkilîya qedîm a Evd-Xwedê, veguherî têkilîya bikêr-kirdar. Feraseta xwezaya zindî a qedîm, cihê xwe ji xwezaya bikêr a mirî û mirovê ku kirdar e û xwedayî ye re hişt.
Dema ku em felsefeya pozîtîvîst ku mohra xwe li hemû avahiyên zanistî xistiye dinirxînin, em rûyê rastîn ê têkilîya zanist-desthilatîyê derdixin holê. Em baş dizanin ku felsefeya pozîtîvîst tenê ji diyardeyên bikêr ji xwe re esas digire û li derveyî vê bi şêwazeke zanistî nêzîkî ti tiştî nabe. Têgîna ku jê re dibêjin diyardeya bikêr, ku ji heqîqetê bê pare, destnişankirina vê pir girîng e. Diyarde tena serê xwe an derbarê heqîqetê de ti agahiyan pêşkêş nakin, an jî bi qasî ku pêşkêş dikin ew qas jî encamên şaş û xelet bi xwe re tînin.
Me got ku; eger diyarde (olgu) di çarçoveya girêdanbûnên tevlîhev de wateyekê peyda nekin, an qet agahî pêşkêş nakin an jî dikarin rê li encamên şaş vekin. Em diyardeyên Fîzîk, Kîmya û Bîyolojîyê li aliyekî bihêlin. Em tenê li ser mînakeke diyardeyî a civakî bisekinin û ji nêz ve bişopînîn. Li gorî pozîtîvîzmê dewlet-netew diyardeyeke. Hemû beşên ku wê didin avakirin jî, her yek ji wan jî diyardeyeke. Bi hezaran sazî û bi milyonan mirov jî her yek ji wan diyardeyeke. Dema ku em têkilîyên di navbera wan de jî bikin navê, ev wêne temam dibe. Li gorî pozîtîvîzmê me têgîna zanistî daye avakirin. Êdî em bi heqîqeteke mutlaq re rûbirû ne: heqîqeta dewlet-netew. Pozîtîvîzm, ji vê pênaseyê re bi çaveke şîroveyî temaşe nake. Weke diyardeyeke mutlaq a heqîqetê dibîne. Bi heman çavî temaşeyî hemû diyardeyên zanista civakî dike. Her weke ku çawa Fîzîk, Kîmya û Bîyolojî her yek ji wan diyardeyeke, ev hemû jî diyarde ne. Pênasekirina wê ya heqîqetê bi vî rengî ye. Weke bêguneh û bê xeterî xûyabike jî; ev nêzikatî ku wisa nîn e, bi taybetî jî di tevgerên paqijkirin-qirkirinê de bi hemû wehşetnakîya wê ve me ev tişte dît. Ji Hîtler bigrin heta lîderên qaşo ên herî nerm yên dewlet-netew hemû jî, tiştê ku dikin weke ku bi temamî li gorî zanistê ye (li gorî zanista pozîtîvîst), rastîya netewî ji hevderxistî ne û neteweke homojentir avakirin ne tenê weke mafekî ye, li gorî qanûnên beridandinê (evrIm) jî ku pêşketineke gûncav e, wê bi vî rengî bînin ser ziman. Li gorî zanista ku ji xwe re esas digirin, rast dibêjin. Ew vê hêzê ji zanist û felsefeya pozîtîvîst digirin. Di encam de pêvajoya modernîteyê li gorî pêdivîya vê ferasetê, kete nava şerên dewlet, sîstem, etnîsîte, millet, welat û îdeolojîyan. Ji ber ku ev têgîn hemû jî pîroz bûn û heya dawîyê jî ji wan re şer pêwîst bûn. Weke ku tê zanîn di encama vê ferasetê de dîrok bû gola xwînê. Di dîmen de pozîtîvîzma ku bêguneh e, di cewher de jî rûyê wê yê bi xwîn jî xwe wisa dide der.
Di vê rewşê de pirsa girîng a ku derdikeve pêş ev e; em ê heqîqetê li kuderê û çawa peyda bikin? Bi mînakeke asayî dixwazim bersiva vê pirsê bidim: tiştek te li kuderê wendakiri be, eger li wir lê bigerî dikarî peyda bikî. Li ciheke din an jî li hemû dinyayê jî bigerî nabîni. Ji ber ku rêbaz şaş e. Ne ku li cihê ku te wendakiriye, li ciheke din lê bigerî, ev tenê zeman û enerjîyê dide wendakirin. Ez lêgerînwanên serdema me jî dişibînim vê mînakê. Rûxmê ew qas laboratuarên tirsnak ên lêkolînkirinê û derfetên zêde, rastiyên ku xwe digihînin, bi qeyran û êş barkirî ne. Pir aşkere ye, ew heqîqeta ku mirovahî li pêy de diçe ev nîn e. Bersiva min, wê bibe dûbareya dûbareyên min. Heqîqet tenê dikare civakî bibe.
Dema ku em qada rewşenbîrî (entellektûel) ji nû ve sererast dikin, ez ê bi pêşniyarkirina hinek erkan re li ser bingehê rexneyan di asta mebdeyan de pêşkêş bikim:
1- Hewldanên rewşenbîrî, di çarçoveya civaka polîtîk û exlaqî divê bêne pêşxistin. Ev rastiya civakî ku di nava dîroka şaristaniyê de ku herî zêde hatiye helandin, bi vê serdema modern re ku mohra kapîtalîzmê li ser e, bi temamî hatiye parçekirin, ji rizandinê re rûbirû hatiye hiştin û ber bi tinebûnê ve hatiye birin.
2- Wê demê xebatên agahî, hewldan û zanistê neçarin destpêkê vê rêveçûnê bidin sekinandin. Ji ber ku eger tiştek tê wendakirin, zanista wê nabe. Bîrewerî, zanist nîn e. Zanist, derbarê tişta ku jiyan dike û hebûna wê diyar de dibe. Civakeke di vê rewşê de eger naxwaze tine bibe, li hemberê Modernîteya Kapîtalîst (bi hemû hêmanên wê ve) neçare berxwe bide. Berxwedan êdî bi hebûnê ve li ser xetekê ye û hevcewhere jî. Ne weke sermayeke rewşenbîrî û hemaltî, heke bi rûmeta lêkolînwanîyê tê xwestin li ser lingan bimînin, hem divê di lêkolînên xwe de berxwedêr be, hem lêkolînan jî pêwîste beşa xwe a berxwedaniyê hebin. Ji bilî vê; an xwe xapandin e, an jî nasnameya xwe a hemaltî û sermayeyê veşartin e.
3- Ew zanista ku tê pêşxistin, divê di destpêkê de weke zanista civakî (sosyal bilim) bê sererastkirin. Pêwîste zanistên civakî weke dayika hemû zanistan were pejirandin. Ne zanistên derbarê Xwezaya Yekem (ango fîzîk, astronomî, kîmya, bîyolojî), ne jî zanistên derbarê Xwezaya Duyem de(ango wêje, felsefe, hûner, aborî hwd.) yek ji van jî nikare pêşengatîyê bike; ev nikarin bi heqîqetê re girêdanbûnekî bi wate pêşbixin. Herdu beş jî eger bi zanistên civakî re têkilîya xwe baş ava bikin dikarin ji heqîqetê bahreyekê bigirin.
4- Mijara sereke a zanistên civakî civaka polîtîk û exlaqî weke objeyekî bikêr, weke ku di nav têgîhiştina mirovan de ew dîyalektîka bikêr-kirde, em- ên din, ruh-beden, xweda-evd, zindî-mirî ku weke kendalan û valatîyan hatine avakirin na; pêwîste bi rêbazeke ku bikare van mijaran derbaz bike ve lêkolîn werin kirin. Ferq û cêwazî şêwazê jiyana gerdûnê ye, di xwezaya civakê de jî bi şêwazeke nerm û azadane xwe dide domandin. Lê belê ev cêwazî anîna heya asta bikêr-kirde a ku bingehê modernîte û şaristanîyê ye, bi şêwazeke mîsoger wê were wateya ku hem heqîqeta gerdûnî hem jî a civakî wenda dibe û parçe parçe dibe.
5- Ew pozîtîvîzma ku di modernîteya Avrupa de xwe gihande lûtkeyê, di giştî de zanistan û bi taybet jî zanista civakî ku xwe li ser vê mezin kir, ku niha pozîtîvîzm weke felsefeya bikêrbûnê ye û niha jî bi hemû leza xwe berdewam dike, heta ku li ser bingehê rexneyan ne avêjin kulîfekê (çöplüğe atılmadan), paradîgmayeke zanistên civakî a bi wate (ango felsefeya zanista bi kok a dij-şaristanî) nikare were pêşxistin. Zanista bi ser Avrupayê ve, bi taybetî jî zanistên civakî çendîn parçebûbin û xeterîya ku ji holê rabin hebe jî, şerte ku mirov destkeftîyên erênî û bahreya heqîqetê fam bike û bipejirîne. Divê çendîn pozîtîvîzm were rexnekirin û derbazkirin, ew qas jî bahreya ku ji heqîqetê hatiye girtin jî mirov bibîne. Di lêkolînkirina heqîqetê de bi temamî dij-Avrupabûn herî kêm bi qasî Avrupaperestî dibe ku rê li ber encamên neyênî vebike.
6- Herçend lêkolînên heqîqetê ên postmodernîzmê jî pozîtîvîzmê rexne dikin û zanista ser bi Avrupayê ve redbikin jî, dibe ku ev bi şêwazeke asayî were lîberalîzekirin û weke dij-heqîqetek ku dij-Avrupagirî derbikeve. Bi sûdgirtina ji qeyrana zanistên civakî ve herçend ev lêkolînên postmodern bi temamî neyên redkirin jî, heya dawî bi rexnekirin mirov nêzîk bibe wê baştir be. Rêbaz û perspektîfa gerdûnîgirî û pêşketinxwaz a pozîtîvîzma Modernîst çendîn xirabkar be, rêbazên piranî îzafî ên postmodernîstan jî xirabkar e. Ji bo ku hejandin çênebe, şert e ku bi mirov bi hinek mebdeyan ve (ango yên me rêzkirin) girêdayi bimîne. Nêvenga (ortam) bi qeyran, ji bo her kes bikare ji xwe re rêkeke heqîqetê ava bike mûsaîd e ku, ev mijar bi tenê jî dikare di pir aliyan de lêkolînên heqîqetê vala derbixîne û ji rê derbixe.
7-Di lêkolînên heqîqetê de rêbaza me ya bingehîn ne bikêrparêziya pozîtîvîst e, ne jî kirdarbûneke îzafî ye. Herdu jî rûyên lîberalîzmê ne ku, di nav hevdu de têne pêşkêşkirin û enflasyoneke rêbazan in û di hemaltî û sermaye avakirinê de têne bikaranîn. Ev jî bi tevlîhevkirina kirde-biker re bi qasî hejmara mirovan ew qas rêbazan di afirîne. Heqîqet weke ku çalakiya parê sexte bê kirin û ji nirxê xwe bînin xwarê, li hemberî van zêdehiyên rêbazan mirov neyê xapandin, pirr girîng e. Bêguman, rastiyan aliyên xwe ên kirde-bikêr hene. Zanebûn; heqîqet, di encam de rastîhev hatina a ku tê şopandin û ê ku dişopine re (ango ez behsê wekhevbûnê nakim, hînê zêdetir weke cewheri famkirina wê giring e) dikare wateyekê îfade bike. Di vê mijarê de çi qas kûrbûn û ponijandin were jiyankirin, ew qas bahrên heqîqetê derdikevin holê. Di vê rewşê de ne yê ku dişopîne ye, ne jî yê ku tê şopandin e. Herçend ji vê re mirov nebêje wekhev in û heman tiştin jî, tê wateya ku hevcewherbûnek hatiye girtin. Pêvajoya ku heqîqet tê de heya dawiyê li pêş e; ew dema ku dibin xwedi heman cewheri ye. Beriya ku nav li vê were kirin, ez mijara rêbaz bi vî rengî pênase dikim. Bêguman, a tê çavdêrikirin û a çavdêrî dike, ku civaka polîtîk û exlaqî bixwe ye, em vê yekê ti car paşgûh nakin.
8- Mekanên lêkolînkirinê ên bingehîn; di serî de zaningeh, nikarin bibin saziyên fermî ên modernîte û şaristaniyê. Di rabirdû de, di roja me ya îro de jî bi desthilatîkirin û di saziyên fermî ên dewletê de afirandina zanistê, tê wateya ku girêdanbûna xwe bi heqîqetê wenda kiriye. Ev tê wateya ku; zanist ji civaka polîtîk û exlaqî qût dibe, nehfeyeke xwe ji civakê re namîne û ji bo ku yekdestdari pêşbikevin û li ser civakê zext û qirkirin ava bikin jê re dibe alikar. Çawa ku jin di malên taybet û di kerxaneyan de têne ragirtin; ew jin rastiya xwe a jina azad wenda dikin, heqîqeta xwe wenda dikin; ew zanist û rewşenbîrên ku di saziyên fermî de têne ragirtin jî bi heman awayî azadî û nasnameya xwe a rastîn wenda dikin. Lê belê ev nayê wê wateyê ku di van saziyan de qet rewşenbîr û zanist pêşnakeve. Lê tişta ku divê bê famkirin ew e ku; ew zanist û rewşenbîrên ku bibin desthilatî, ew ê ji armanca îcad û lêkolînên di derbarê civakê veqetin. Li ser bingehê îstisna mirov bibe rewşenbîr û zanisteke ku hinekê nirxê xwe hebê derxistina holê, nikare rastiya bingehîn biguheri ne.
9-Ji bo zanista civakî şoreşeke bisazîbûnê, bi gotineke din ji nû ve avabûn şert e. Çawa ku di rohnîbûna Grek-Îonya’yê de akademiyên zanist û felsefeyê hatin avakirin, dîsa di serdema navîn de hem di Îslamiyetê de hem jî di Xirîstiyaniyê de tekkeyan, dergahan û manastiran rola xwe lîstin; tevgerê Ronesans, Reform û Rohnîbûnê di heman demê de her yek ji wan bi serê xwe şoreşeke zanist û rewşenbîrî bûne û ev jî rastiyeke, ji şoreşê bi vî rengî re di roja me ya îro de jî pêwîstî heye. Hegemonya bîrdozî a Modernîteyê a çarsed salan, ew qas jêhati nîn e ku herî kêm bikare qeyrana daîmî û kûr a hegemonya çanda maddî derbaz bike. Hem di warê naverok hem jî di warê şikil de heya destwerdana Modernîteya Demokratîk nebe, wê hertim ev qeyran rola rizandin û hilweşandinê bilîze. Ji sosyalîstên Ûtopîk heya sosyalîstên ilmî, ji anarşîstan heya dibistana Frankfurt’ê, di nîviya dûyem a sedsala 20. de ji wan derketinên felsefî ên Fransî heya şoreşa çandî a civanên 1968’an û herî dawî jî heya piştî salên 1990’î wan derketinên postmodernîst, femînîst , jîngehparêz (ekolojik) mîrateyeke zanist û rewşenbîrî a dewlemend heye. Modernîteya Demokratîk, hem taybetmendiyên şoreş û biriqandinên rewşenbîrî ên dema şaristaniyê û hem jî ên derketinên rewşenbîrî yên li dijî Modernîteyê li ser bingehê pişifandinê (özümseme temelinde) şoreşa xwe a zanist û ronakbîriyê lidardixe.
10-Akademiyên çand û siyaseta demokratik ji bo vê erke dikarin bibin saziyên gûncav. Ji bo pêdiviyên ji nû ve avakirina yekîneyên civaka polîtîk û exlaqî piştgiriya pêwîst a zanistî û rewşenbîrî ev akademî dikarin pêşwazi bikin. Şûna ku saziyên yekdestdari ên taybet û fermî ji xwe re mînak bigirin, bi şêwazeke derketinên resen (orijinal) pêkanîn gûncavtir e. Bizalva saziyên Modernîteyê kirin, dibe ku encamên binketinê jî bi xwe re bîn e. Ji bo xweser û demokratikbûna wan, qadro û bernameyên xwe bixwe avakirin, şagirtî û mamostetiyeke bi dilxwazî esas girtin, pirr caran ku bikarin hem mamoste bibe şagirt hem jî şagirt bibe mamoste, ji şivanê serê çiya heya profesoran her kesê ku xwedi îddia be û armanceke xwe hebe ku bikare tevlêbûna xwe bide avakirin; di destpêkê de mirov dikare vî tiştî pêşbibîne. Akademiyên jinê jî bi heman naverokê ve ji bo ku bikarin aliyê xwe ê xweser jî bi zanist bikin, dikarin werin avakirin. Ji bo ku tenê bi teorîkî neminin, di pirr aliyan de tevlêbûna pratîkî jî yek ji wan jêhatiyane ye ku tê xwestin. Akademî, di aliyê zeman û mekan ve li gorî pêwîstiyên pratîkî têne sazkirin û têne bikaranîn. Weke ku di dîrokê de jî mirov rastî mînakên vê yekê dibe (agirgehên Zerdeşt, baxçeyên Arîsto û Eflatun, peyarêyên rêkên Sokrates û Stoa’i yan, dêr û mizgeftên serdema navîn hwd.) saziyên bi dilxwazî û sade ne. Ji serê çiyayan heya kûncê taxekê her der dikare weke mekan were hilbijartin. Bêguman li bînayên ku ezameta desthilatiyê ispad bike nayê gerandin. Weke ku di medrese û dêran de wisa ye, pêvajoya perwerdeyê li gorî ponijandin û rewşa beşdarwan û xwendekar an tê diyarkirin. Weke saziyên fermî, şert û zirûfên tûnd ên zeman pêwîst nakin. Bi temamî ji şekil û rêzikan dürbün jî nabe. Rêzikên exlaqî û estetîk şert e ku hebin.
Di xebatên ji nû ve avakirina yekîneyên Modernîteya Demokratîk de serzêdekirinên rewşenbîrî û zanistî şert in. Pirr aşkere ye ku ev şert bi sermayeya rewşenbîrî a ku li bazarê re mirov nikare bide berhev. Ango tenê qadro û zanista bi ser akademiyê ve dikare vê pêdiviyê pêşwazî bike. Di çarçoveya erkên rewşenbîrî de ev mebdeyên çareserî û kurtenirxandina ku min pêşxist, tenê weke pêşniyarin û pêdivî bi nîqaşkirinê jî heye. Qeyrana ku tê jiyankirin, bi derketinên rewşenbîrî û zanistî re dikare di warê erênîbûnê de were qulibandin. Dema ku mirov vê qeyrana binyadî, cîhanî û sîstemîk li ber çavan digire, pirr aşkereye ku ji bo derbazkirina wan jî destwerdanên binyadî, cîhanî û sîstemîk pêwîst in. Bi bizalva (taklit) qalibên kevin, saziyên kevin û zanistên kevin kirinê ve an jî serhev ve kirinê re ku mirov nikare xwe bigihîne ti deran, ev di ezmûnên şoreşgerî ên bêhejmar de jî weke dersekê mirov dikare jê hîn bibe.
Modernîteya Demokratîk ku pêwîste xwe li gel şoreşa Rohnîbûnê di nav hev de ava bike, ev di destpêka wan dersen ku diviya ji berê ve bihata hînbûn de tê. Bi vê re divê bidim destnişankirin ku; rabirdû (geçmiş) niha ye. Herçend me pirr zêde behsê rabirdûya civaka polîtîk û exlaqî ku şêwazê hebûna eslî a xwezaya civakî ye, nekiribe jî, (lê belê divê em paşgûh nekin ku, bi taybetî civaka neolitik, civaka gûnd-çandinî, koçerî, qebîle û eşîr, cemaetên dînî ku niha jî hebûna xwe bi rik û înad didomînin), nirxên ku di van penc hezar salên dawî de ji aliyê yekdestdariyên sermaye û desthilatiyê ve pê dayine wendakirin ji bo ku dîsa pê bidin qezenckirin, hilberandineke zanistî û rewşenbîrîyên xwedî naverokên şoreşî wê alikariya pêwîst pêşkêş bikin. Li ser bingehê ku nebe nabe, hewldanên me ên rewşenbîriya pêwîst ku erka me ye, ev erk, niha ji her demekê zêdetir girîngiyeke xwe a jiyanî heye.
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
