XEZÎNEYA KU MİN BER Bİ AZADİYÊ VE DİBE
25 Kanûn 2010 Şemî
Ev kesê ku jinan ewqa perwerde dike, dihêle ku evqa bikevin nava hewldan rêxistin, bi azadiyê dide naskirin bûnê kêye û wî/ê meraq dikim. Di hêlekî de ji bo bigihîjim cûdabûna vê rêkê coşek mezin dijîm, ji bo hîn zêde ronak bibim, ji bo bibim jina azad bêngava yekem heyecanek mezin dijîm.
Hîna zarokek biçûkî ku çarenûsa pergalê destpêdike. Ez ê li kû derê biaxifim, li kû derê neaxifim, çiqa dikarim lêbipirsim, çiqa dikarim bigerim, li derv û dora min heta tu bêjî bese sînor têne xêzkirin, dîwar lı dora jiyana min tê hûnandin. Ez hemû demê meraq dikim. Çima tenê em? Ango keçên ciwan. Ewqa berpirsiyariyek mezin e ku nevê keça ciwan. Bi derkeftinek piçûk ya derketina derve ve; bi navê bira, bı navdengê bav, ji bo namûsa malbatê, ji bo temîzbûna eşîrê û ji temîziyê re (!) leke kirin, netiştek ji kirina ne. Dema ku bi van kêşeyan re mijûl dibî, aktîvîstên tevgera azadiyê jin li deriyê me didin. Zimanê ku bi kartînin ewqa cuda ye ku. Dema ku min dibînin “li vê derê jineke ciwan jî heye” dikevin hindir, mêvanên me rûdinên. “jina ciwan?’ ez vê hevokê dihundirê xwe re derbas dikim. Bi hezara pirsên ku pêwîste lêpirsînbikim êrişî hizrê min dikin. Ez xwe digirim. “bê hemdê xwe dibêjim ez keçek ciwan im, ne jineke ciwan im. Aktîvîst bişişînê li min dinihêre.
“tu qet fikiriyê ku, çima zarokên kurîn çawa ku çêdibin zilam in, zarokên keç jî heta dizewicin keçin, piştî diziwicin jî dibin jin?
Bi rastî jî qet nehatibû hizara min. Dibêjim “çima”
- Jiyana ku zilam di derbarê hemû tiştan de xwedî mavê axaftinê ye, ji bo dengê xwe kêmbikî, tenê jin weke amûra zayendî bide nîşandin, gelek têgîn (kavram) bi zanebûn têne bikaranîn. Lewre li cîhanê du zanyendê cuda hene, ev di hemû zindiyan de jî we ye. Em weke jin û zilam têne cîhanê. Ev, di zilamtiyê de zimanê xwe yê jiyanê diparêze. Lê belê di jinan de we nîn e. jin tê jev belavkirin. Ji bîr meke, çiqa jev belav bike, ewqa tê pirçiqandin, dikarî weqa jî tine bihesibînî. Pêwîste ku em nebêjin têgîn e û derbas nebin. Mînak cima ji mirovan re dibêjin kurê Adem. Lewre Hewa jî hebû. Ma qey Hewa ne mirov e? em ne zayendeke li gor bekaretê nav biguhirin. Ev, derewa pergalê ya herî mezin e.
“çima pergal ji me re derewa bike?”
-berî her tiştî tu ciwanî. Tu di dilê xwe de hêzeke mezin dihewînî. Pergala ku zilam têde serdestbe pergal hîn zêde bihêz dike, di hemû hêlan ve te bê hêz dike, ji bo nepirsî, neaxifî û bê helwest bimînî di hemû milan de êriş dike. Di serî de hîn pir biçûkbî, erkên zarokên keç, karê zarokên kurîn ji hev çûda dike. Tu bi pitika dilîzî, çawa dikarî bibî jina malê, divî milî de destbi teşedayînê dike. Kurik jî li derve lîstokan dilîze, di nava çar dîwara derdikeve, dunyayê nasdike. Çawa dikare bibe bav, çawa dikare bibe mêr, çawa dikare bibe kardêr, dikare bibe xwedî kar, çawa dikare mirova biperçiqîne, mîtîngeriyê li ser mirova bide meşandin. Cihê pêwîst bike bi peyvên nermek, cihê pêwîst bike hêza xwe ya fîzîkî zordestiyê bikarbîne. Çawa dikare li mal û di jiyanê de di plana duyemde bigire û li gor vê jî rêbazan pêş dixe.
“ger wisa be, çima dema mezindibim dikevim ferqa wê, çima niha ne di ferqa wê de me?
- Tişta ku ez behsê dikim di cêbûnê de ye, ev paşê bi erkên ku civak dide diyarkin pêşdikevin, ev rol tenê ne dema tu biçûkî nivûsî dilê te yê biçûk nayê kirin. Pergal qasî ku em dihesibînin ji wê zêdetir kardike. Îro perwerde-leşkerî-aborî-çand-medya-werzîş û hwd. Ev hemû qad bidestê zilam dişixule. Kardike. Li mala televziyonên ku têne temaşekirin, xwediyê pîvanê fîzîkî yên 90-60-90 e, bi teşeya jinên ‘gêj û zerkik’bi van cewziyan jinên baş û xweşik divê çawabin bi van mînakan dagirtîne. Dibin navê modayê de mixabin hemû baldarî li ser cilan e, diçe li ser tiştên soravê. Bi van tiştên ewqa vala serê me tê tevlîhevkirin ku, em nekaribin ti tiştî lêpirsîn bikin. Werzîş-çand weke tiryak tê bikaranîn. Werzîş weke amûrek şîdetê û di nava ciwanan de bi futbolê di bin navê aliyan de faşîzîm di hizran de tê kolandin. Dema têgîna pêşbaziyê feraseta pêwîst be ‘ji bo serkeftinê hemû rêk rewan e’ di hizrande didin çandin. Ma ji bo şer dernekevin werzîş derneketibûn? Armanc kîjan jiyana bi tendûrûstî ye?. Lê niha di hemû maçande an jî piştî maçan rojev bi êrişên hilîganan ên bi kêr tijî dibe. Lê huner û hunermed, ji bo dinyayek lehê mirova avabike, ji bo di xwezeyê de bibe ziman, guh û çavê nazenîniyê. Ma huner ji bo vê nîn e? ma firçeya wêneçêre ne ji bo tariyê rengbike? Di jiyanê de tiştên ku em jev dernaxin, şaşitî, bêheqî, bêedaletiyan re tiyatro eynikê nagre. Dîroka xwe û tiştên ku em pê nizanin bi çandê, bi awayê jiyanî belgefîlîm bi me nade nasîn. Lê berdewamkirina nivêşên mirovan, bi armanca ku nivşê xwe bide berdewamkirin têgîna ajoyî ya ku di hemû zindiyan de heye, kirine amûra pazarê. Vegerîna emtîbûyînê (tiştên ku bi pere tên kirîn) xurifîn e. Îro bi navê evînê feraset a pêşkêşî keç û xortan tê kirin, ‘an tê bibî ya min, an jî tê bibî ya axa sar e. Li hemberî van hemûyan jî çandeke erbesk.
“mamosta û pirtûkên me qet behsa van têştên ku tu dikî nakın. Ez ne kesek welê me ku kêm bıxwîne…”
- Tu rast dibêjî. Mamosta û pirtûkên dibistanan behsa van tiştan nakin. ji ber ku me weke leşkerekî di hemû demê de di rewşa amedebaşê de bın û tiştekî venepirsın, wisa ji dibistana seretayî destpêdikin û me wisa mezin dikin.
“leşker, ma ez ne zilamim? Min ti çarî perwerda leşkerî nedît?” biken dibêjim. Ew jî dikene û bersiv dide pirsa min.
- Di dibistana seretayîde hûn li ber deriyê dibistanê ma nediketin rêzê? Bi dengek bilind we sond nedixwer, marşa netewî nedixwend, bi awayek yek rêz hûn nediketin dibistanê?!. Dîsa di merasîman de, di waneyên werzîş de, di meşande we hemûya bi hevre pêngavên xwe nediavêtin? Dema zarokek ferman pêk neaniba di heman demê de ji mamosteyê xwe ma şiyarî nedigirt? Digot “lawo an jî keça min lingê xwe rast bavêje!” çima hemû şagirt nikarin li gor xwe bimeşin. Li gor dilê xwe meş, bi aza revîn an jî fikirandin çima qedexeye… ev sînordarî, di hêla zîhnî de me dike nava girtgehên bingehîn û neyên debaskirin de. Tiştek wisa ye ku em çawa dest bi meşê dikin, ya wê jî dawiyê wê nayê. Êdî wek yê kêleka xwe diaxıfim, xwedikim, weke wê/î dinirxînim hemû bûyer û têgînan. Cihê ku em jiyanek pir cihê rengî bidin avakirin, em bi demê re hemû wek hev dibin. Tu Kurdî lê bi te jî didin gotin “çi şenazim ku Tirkim” çend bi êş e? çiqa em ji xwe hatine biyanîkirin.
Tiştên ku ev jin behsê dike wisa bala min dikêşe. Ez qet pê nehisiyabûm, ango min bi vî çavî qet lê nenihêrî bû, min tiştên ku jiyandikim şîrove nekiribûn. Ez di hundirê xwe derbas dikim dibêjim demê wan hebe ku dereng rabin. Ew jî domdike.
- Ma pirtûk û wêneyên li dibistana we ber bi erkên civaka zayendîparîstî yên pergalê venabin? Ka pirtûkên xwe yê zanyariya jiyanê bîne bîra xwe, yên dibistana seretayî, dayîk hemû demê utî dike, an jî xweringehê amede dike, keçika biçûk jî alîkariya dayikê dike. Dema ya bav be an rojnameyê dixwîne, an televziyonê dinêre, zarokê kurîn jî li kêlaka wî rûdinê, bi seyara xwe dileyîze. Di helbestan de derbas dibe, zilam hemû demê bijîjk, jin jî hemşîre ye. Zilam hemû demê mudure, jin jî mamosteye. Bidemê re tiştek wê derdikeve holê ku ev kesên ku perwerde dîtine, êdî erkên civakê dane jin û zilam, hînbûne. Weke ku tişta rast ew e ku dibe aqilê civakê, mêjî pê tê avakirin. Ev yek hem ji bo xortan, hem jî ji bo keçên ciwan we ye. Lewre jinên ciwan li hember ciwaniyê xwe ji ber ku jinin, du cara bi mitîngeriyê re rû bi rû dimînin. Belê jinbûn, zilambûn têgînên bîyolojîk bin jî, lê piştî dayikbûnê erkên pergal dide jin û zilaman mîsyona civaka zayendî ye. Em li hember Zilam kirde (ozne), jin jî heyber (nesne) e, zilam pêker (etken) jin jî pesîfbûyî ne. Armanca me wekheviya zayendî ya civakî ye. Lê civaka ku zilam daye avakirin, çima ev hemû sazî wisa kiriye bin xizmeta xwe û rastî berovajî kiriye, daye guhartin, ma wê çima xwe vala derxîne? Pergala zilam wisa jiyanê li gor xwe sazdike, bi mîtingeriya xwe, bi newek heviyê ve, dixweze teşeyê xwe yê hiyerarşiya bide jiyan kirin. Ji bo jinên ciwan lı rastiyê fêrbın, deriyek jî vekirî nahêlin. Tenê dikarin ji te re bêjin ku cîhanek bi aştî tenê di çîrokan de heye û di pirtûkên çîrokan de tê nivîsandin. Dîrok tenê ji şeran pêktê, wisa digirın dest.
“Ev yek qet ji bo min rasteqîn nayê. Ango çawa. Ger şer nebe ma jiyan goncav dibe? Raste, dîrok ji şeran pêkhatiye. Tişta ku heta niha çênebûye wê çawa çêbe û çawa dikarin wisa pê bawer dikin, ez fêmnakim. Nikarim xwe bigirm, pirsdikim. “jiyanek di nava aştî û azadiyê de ango cîhanek wisa? Bi rastîjî gelek zor e. hûn dixwezin jiyana heta niha qet çênebûye ava bikin. Hûn baweriya xwe ya ku hûn ê bikarbin vê jiyanê bidin avakirin ji kû digirin.”
- Min gotibû ya herî bi êş ew e ku mirov ji xwe biyanî bibe. Takekes dîroka xwe nezanibe, ji hemû cûreyên mîtîngeriyê re vekiriye. Niha bihizir e, te hefiza xwe windakiriye. Diya xwe, babê xwe, te berê çi jiyankiriye, di paşeroja te de çibibû neyê bîra te. Lê di paşeroja xwe de tu gelek bi biryar, bi vîn, dilek te yê tijî hezkirin û bi çandek pir dewlemend hatî perwerde kirin. Piştî ku tu hefiza xwe winda dikî yek tê ji te re dibêje tu bi çandek gelek feqîr hatî perwerde kirin, tu jinek pir bê vîn û bêdeng bûyî. Te hemû demê xirabî li mirovan dikir. Kesî hez te nedikir. Wê demê dê helwesta te çibe?
“ji ber ku min hefiza xwe windakiribû min ê jê bawer bikıra. Ti çara min ya dî nebû. Wê ev bibûya?”
- Na, bêguman tu çareya te ya dî nebû. Ji ber te bîrkiriye ku tu kêyî. Di derbarên te de çibêje tu dê bawer bikî. Tu paşeroja xwe nizanî. Bi vir û derewan çewa bixwezin dikarin te bidin meşadin, ji te sûd werbirgirin, li ser te mîtîngeriya xwe bidin emşandin. Qutbûna civakan ya ji dîroka wan waha destpêdike. Berîvê 5 hezar sal berê, jin û zilaman bi hev re jiyanek wek hevî dıjîn, jiyaneka ku dadmendıya dayîkê bingeh digirt hebû. Ev serdem zimanekî helbestî dihate bikaranîn, dil û mêjî bi hev re, hemû tişt ji bo jiyaneke mirovahî dihat kirin. Pergala zilam, bi fêrbazî û komplo, bi zorê piştî girt destê xwe cîhana me jî bermeqlûb bû. Êdî jin û zilam perçebûn. Zilamê ku derket pêş, kerê wî yê yekem hefiza jin didize. Aqil û hest ji hev qût bûn. Pişt re di jiyanê de bi nevê xweşikbûn û başiyê çi hebe, zilam hemû perçe kir. Mirov û xweza, mirov û mirov. Herî dawî jî tişta ku mirovan dike mirov, armanc bû parçekirina civak û mirovan. Îro jî hemû hewldan li ser vê ye. Em îro naxwazin ti tiştî ji tinehiyê ava bikin. Jixwe tişta ku berê hebû, pişt re di hêla mêjıyê zilam ve hatıye radestkirin û bi talanê re rû bi rû meye, em hewl didin ku wê jiyanê carek dî saz bikin. Wateya jiyanê, menaya wê carek dî bidinê. Ji bo jin û zilam; dil û mijî; jiyan û mirov; mirov û mirov; herî dawî civak û mirovan bi hev bidin hembêzkirin. Te pirsîbû ku “hûn baweriya xwe ya ku hûnê vê jiyanê bidin avakirin ji kû digirin” em vê hêz û baweriyê, weke ku min gotî ji zanebûna dîrokê digirin.
Ev tiştên ku min qet nebihîstibû, moralek mezin dide min. Têbêjî qey ku wek çarenûs li van nihêrandin hîsa poşmanbûnê bi min re dide avakirin. Weke ku tiştên di derbarê çarenûsa ku di hindirê min de bû pê hesıyaye û wıha behsa çarenûsê dike, aktîvîsta jin.
- Ger em ‘rastiyên’ ku pergal dide nepersin, em ê xwe hemû demê bê vîn û hêz hîs bikin. Ger ji tiştekî re ‘raste’ tê gotin, divê em bizanin ku ev rastî ‘li gor kê, li gor çî’, bi vî şertî em fêmbikin. Vêca erkên di civakê de li gor zayendîparêziyê û li gor bi cihkirina jinê rastiyên bi vê ve girêdayî tê gotin, zîhniyeta zilam vê dike jiyanê, ew rastiya ku bi navê zanebûnê zilam dide, divê em wê berovajî bikin û wisa bixwînin, encaq em ê wê demê bikaribin bigihijin heqîqeta rastiyê. An em ê hemû tiştan weke çarenûs bigirin dest. Her roj tacîz, destavêtinên tên kirin. Piştî van tiştan zilam me tînin rewşek we ku em nikarbin di nav civakê de bıjîn, em nikarin rêza jiyanê ji xwe re bibînin. Ne dikarin di civakê de bıjîn, ne jî cihekî ku em biçinê dimîne. Pergal tenê rêyekê datine pêşiya me; xwekuştin. “ez jı te hez dikim” bi van hevûkên xemilandî piştî ku dixapîne, zilamê ku bi ziwicandinê an jî bêy ku bizewice, jinê weke heyber bikartîne ji wî rêka rizgarbûnê ne xwekurştin, ne jî serî ji çarenûse re xwarkirin e. divê êdî ne bavê me, ne jî hevserê me di derbarê jiyana me de bibe xwedî mafê gotin ê, em destûrê nedin vê yekê. Destpêkê bi naskirina dîroka xwe, derketina zanebûna hêza xwe, ji jina ku li kêlaka me tiştên ku em jê fêrbûne -niha weke ku ez dikim- bi rêxistîbûn em dikarin bikin. Divê em qanûnên azadbûnê fêrbin. Jiyana takekesiyê ya ku bi navê azadiyê pêşkêşî me dikin em nikarin bipejirînin. Ji ber ku azadî, serfirazî anceq bi azadiya civakî wê çêbe. Evîndarî, ancaq li hember azadiya civakî, jiyana wekehevî were jiyankirin. Tenê ev hest dikare lêdanên dilê mirovan leztir bike. Pêwîste ku em bihizirin ka em ê çawa bıjîn. Vêca yan weke te, bi enerjiya ciwaniyê tijî, pêwîste ku em nehêlin ev enerjî vala biçe. Ciwan hêza civakê ya tevgerê ne. Civakeke bi nirxan hetibe arastin (donanma) bi hêza coş-kelecana ku ciwantiyê, yekbûna dil û mêjiyê jinbûyîn bi xwe re tîne, bi wekhevî, çanda aşîtiyê goncave ku were avakirin.
Pir bi kelecan im. Di vê kêliyê de xwe we hîsdikim ku weke jinek ciwan ji bo vê armanca pîroz têkoşîn dike. aktîvîst, êdî hêdî hêdî dikin ku rabin. Berî ku ew rabin pêwîste ku ez pirsa xwe ya dewiyê ji wan bikim. Ango di dema axaftênê hetan niha pirsa ku di serê min de, ez ê persiva wê negrim. “birastî we agahiyên pir bi nirx dane min. Asoyek berfireh, ewke ku ez noqî nev zeryayê bûme. Nexwazim jî jê derêm. Ez dixwezim hîna pir tiştan fêrbim. Dixwezim hînbim. Lê belê ez meraq dikim, hûn çawa ew dîroka qedexe ku pergala zilam veşertiye fêrbûne? Tiştên ku Pergalê li ser ciwana, civakê û jinê dane meşandin heta piçikên jiyanê yên herî zirav û ji van bûyera derketina rê, hûn çawa dikarin wisa bi kûranî tehlîl bikin û dahûrandina wê çêkin? Tiştên ku em her roj dıjîn, lê nikarin fêmbikin, hûn çawa dikarin wisa cuda fêmbikin.” Piştî pirsê li hev dinêrin û yek bi serê xwe piştgiriyê dide ya dî. Ez hewl didim ku fêmbikim. Aktîvîst elegeyekî dide min. Ez elegê (poşet) digirım destê xwe;
- Ev yadîgara ku elegê de ye em didin te tıcarî winda neke. Ger ku pêdivêya tê pê çêbû bixwîne. Wê vebîra dîrokî, hêz û baweriya cewherî bide te. Wê weke jinek ciwan yadîgara xezineyak ku rêka azadiyê nîşanî te bide.
Aktîvîst ketin rê. Piştî ku min ew bi hezkirinek mezin rêkirin, bi lez ketim hindir, ew yadîgara ku dabûn girte destê xwe. qederekî di destê min de ma, lê min venekir. Di hêlekî de dibêjim xwezî mabana da ku min hındek dî bipirsiya, hindek dî hizrandinên xwe bigotana. Pişt re peyvên aktivîstê hate bîra min “tiştên ku em dizanin bi hemû jinan re parvebikin, bigihijinîn wan jî” û min got yên ciwan weke min pir in ji bo ronakirina wan dıvê ez parve bıkım. Ez bi vê kêfxweşbûm. Ev kesê ku jinan ewqa perwerde dike, dihêle ku evqa bikevin nava hewldan rêxistin, bi azadiyê dide naskirin bûnê kêye û wî/ê meraq dikim. Di hêlekî de ji bo bigihîjim cûdabûna vê rêkê coşek mezin dijîm, ji bo hîn zêde ronak bibim, ji bo bibim jina azad bêngava yekem heyecanek mezin dijîm. Ez elegeyê vedikim. Di hindir de 5 pirtûk derdikeve. Parastina Gelekî Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk. (2 cild), Sosyolajiya Azadiyê, Parastina Rojhilata Navîn
Nivîskar: Abdulah OCALAN.
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42