XEZÎNE YA KU MİN BERBİ AZADİYÊ VE DİBE
13 Gulan 2011 În
Jinbûn, mêrbûn têgînên bîyolojîk bin jî, lê piş¬tî ji dayîk di bin û şûn de civaka zayendperest li gorî xwe wana kategorîze dike û ferqeke zayendperest dixe di navbera her du zayendan de. Ev jî yekê dike serdest yekê jî dike bindest…
Sitî Çiya
Hîna tu zarokek biçûkî, çarenûsa pergalê destpê dike. Ez ê li kû derê biaxivim, li kû derê neaxivim, çiqa dikarim lêbipirsim, çiqa dikarim bigerim, li der û dora min heta tu bêjî sînor têne xêzkirin, dîwar li dora ji¬yana min tê hûnandin. Ez he¬mû demê meraq dikim. Çima tenê em? Ango keçên ciwan. Ewqa berpirsiyariyek mezin e ku nevê keça ciwan. Bi derkeftinek piçûk ya derketina derve ve; bi navê bira, bi navdengê bav, ji bo na¬mûsa malbatê, ji bo temîzbûna eşîrê û ji temîziyê re (!) leke kirin, netiştek ji kirina ne. Dema ku bi van kêşeyan re mijûl dibî, aktîvîstên tevgera azadiyê jin li deriyê me didin. Zimanê ku bi kartînin ewqa cuda ye ku.
De¬ma ku min dibînin “li vê derê jineke ciwan jî heye” dikevin hindir, mêvanên me rûdinên. “jina ci-wan?’ ez vê hevokê dihundirê xwe re derbas dikim. Bi hezara pirsên ku pêwîste lêpirsînbikim êrişî hizrê min dikin. Ez xwe di¬girim. “bê hemdê xwe dibêjim ez keçek ciwan im, ne jineke ciwan im. Aktîvîst bişişînê li min dinihêre.
“Te qet fikiriye ku, çima zarokên kurîn çawa ku çêdibin zilam in, zarokên keç jî heta dizewicin keçin, piştî diziwicin jî dibin jin?
Bi rastî jî qet nehatibû hizrê min. Dibêjim “çima?”
- Jiyana ku zilam di derbarê hemû tiştan de xwedî mavê axaftinê ye, ji bo dengê xwe kêmbikî, tenê jin weke amûra zayendî bide nîşandin, gelek têgîn (kavram) bi zanebûn têne bikaranîn. Lewre li cîhanê du zayendê cuda hene, ev di hemû zindiyan de jî we ye.
Em we¬ke jin û zilam tê¬ne cîhanê. Ev, di zi¬lam¬tiyê de zimanê xwe yê jiyanê di¬pa¬rê¬ze. Lê belê di ji¬nan de we nîn e.
Jin tê jev be¬lav¬ki¬rin. Ji bîr meke, çi¬qa jev belav bike, ew¬qa tê pir¬çi¬qan¬din, dikarî weqa jî tine bihesibînî. Pê¬wîs¬te ku em nebêjin tê¬gîn e û derbas nebin. Mînak cima ji mi¬rovan re dibêjin ku¬rê Adem. Lewre He-wa jî hebû. Ma qey Hewa ne mirov e? em ne zayendeke li gor bekaretê nav bi¬gu¬hirin. Ev, derewa pergalê ya herî mezin e.
“Çima pergal ji me re derewa bike?”
-Berî her tiştî tu ciwanî. Tu di dilê xwe de hê¬zeke mezin dihewînî. Pergala ku zilam tê¬de serdestbe pergal hîn zêde bihêz dike, di he¬mû hêlan ve te bê hêz dike, ji bo nepirsî, ne¬axifî û bê helwest bimînî di hemû milan de êriş dike. Di serî de hîn pir biçûkbî, erkên zarokên keç, karê zarokên kurîn ji hev çûda dike.
Tu bi pitika dilîzî, çawa dikarî bibî jina malê, divî milî de destbi teşedayînê dike. Kurik jî li derve lîstokan dilîze, di nava çar dîwara derdikeve, dunyayê nasdike. Çawa dikare bibe bav, çawa dikare bibe mêr, çawa dikare bibe kardêr, dikare bibe xwedî kar, çawa dikare mirova biperçiqîne, mîtîngeriyê li ser mirova bide meşandin. Cihê pêwîst bi¬ke bi peyvên nermek, cihê pêwîst bike hêza xwe ya fîzîkî zordestiyê bikarbîne. Çawa dikare li mal û di jiyanê de di plana duyemde bi¬gire û li gor vê jî rêbazan pêş dixe.
“Ger wisa be, çima dema mezindibim dikevim ferqa wê, çima niha ne di ferqa wê de me?
- Tişta ku ez behsê dikim di cêbûnê de ye, ev paşê bi erkên ku civak dide diyarkin pêş¬dikevin, ev rol tenê ne de¬ma tu biçûkî nivûsî dilê te yê bi¬çûk nayê kirin. Pergal qasî ku em dihesibînin ji wê zêdetir kardike. Îro perwerde leşkerî-aborî-çand-medya-werzîş û hwd. Ev hemû qad bi¬des¬tê zilam dişixule. Kar¬di¬ke.
Li mala televziyonên ku têne temaşekirin, xwediyê pîvanê fîzîkî yên 90-60-90 e, bi teşeya jinên ‘gêj û zerkik’bi van cewziyan jinên baş û xweşik divê çawabin bi van mînakan dagirtîne. Dibin navê modayê de mixabin hemû baldarî li ser cilan e, diçe li ser tiştên soravê. Bi van tiştên ewqa vala serê me tê tevlîhevkirin ku, em nekaribin ti tiştî lêpirsîn bikin. Werzîş-çand weke tiryak tê bikaranîn. Werzîş weke amûrek şîdetê û di nava ciwanan de bi futbolê di bin navê aliyan de faşîzîm di hizran de tê kolandin. Dema têgîna pêşbaziyê feraseta pêwîst be ‘ji bo serkeftinê hemû rêk rewan e’ di hizrande di¬din çandin. Ma ji bo şer dernekevin werzîş der¬neketibûn? Armanc kîjan jiyana bi ten¬dûrûstî ye?. Lê niha di hemû maçande an jî piş¬tî maçan rojev bi êrişên hilîganan ên bi kêr tijî dibe. Lê huner û hunermed, ji bo din¬ya¬yek lehê mirova avabike, ji bo di xwezeyê de bibe ziman, guh û çavê nazenîniyê. Ma huner ji bo vê nîn e? ma firçeya wêneçêre ne ji bo tariyê rengbike? Di jiyanê de tiştên ku em jev dernaxin, şaşitî, bêheqî, bêedaletiyan re tiyatro eynikê nagre. Dîroka xwe û tiştên ku em pê nizanin bi çandê, bi awayê jiyanî belgefîlîm bi me nade nasîn. Lê berdewamkirina nivêşên mirovan, bi armanca ku nivşê xwe bide berdewamkirin têgîna ajoyî ya ku di hemû zindiyan de heye, ki¬rine amûra pazarê. Vegerîna emtîbûyînê (tiştên ku bi pere tên kirîn) xurifîn e. Îro bi navê evînê feraset a pêşkêşî keç û xortan tê kirin, ‘an tê bibî ya min, an jî tê bibî ya axa sar e. Li hemberî van hemûyan jî çandeke erbesk.
“Mamoste û pirtûkên me qet behsa van têştên ku tu dikî nakin. Ez ne kesek welê me ku kêm bixwîne…”
- Tu rast dibêjî. Mamosta û pirtûkên dibistanan behsa van tiştan nakin. ji ber ku me weke leşkerekî di hemû demê de di rewşa amedebaşê de bin û tiştekî venepirsin, wisa ji dibistana seretayî destpêdikin û me wisa mezin dikin.
“Leşker, ma ez ne zilamim? Min ti çarî perwerda leşkerî nedît?” biken dibêjim. Ew jî di¬kene û bersiv dide pirsa min.
- Di dibistana seretayîde hûn li ber deriyê di¬bis¬tanê ma nediketin rêzê? Bi dengek bilind we sond nedixwer, marşa netewî nedixwend, bi awayek yek rêz hûn nediketin dibistanê?!. Dî¬sa di merasîman de, di waneyên werzîş de, di meşande we hemûya bi hevre pêngavên xwe nediavêtin? Dema zarokek ferman pêk ne¬aniba di heman demê de ji mamosteyê xwe ma şiyarî nedigirt? Digot “lawo an jî ke¬ça min lingê xwe rast bavêje!” çima hemû şa¬girt nikarin li gor xwe bimeşin. Li gor dilê xwe meş, bi aza revîn an jî fikirandin çima qe¬dexeye… ev sînordarî, di hêla zîhnî de me dike nava girtgehên bingehîn û neyên der¬baskirin de. Tiştek wisa ye ku em çawa dest bi meşê dikin, ya wê jî dawiyê wê nayê. Êdî wek yê kêleka xwe diaxivim, xwedikim, we¬ke wê/î dinirxînim hemû bûyer û têgînan.
Cihê ku em jiyanek pir cihê rengî bidin ava¬kirin, em bi demê re hemû wek hev dibin. Tu Kurdî lê bi te jî didin gotin “çi şe¬na¬zim ku Tir¬kim” çend bi êş e? çiqa em ji xwe ha¬tine bi¬ya¬nî¬ki¬rin.
Tiştên ku ev jin behsê dike wisa bala min di¬kêşe. Ez qet pê nehisiyabûm, ango min bi vî çavî qet lê nenihêrî bû, min tiştên ku jiyandikim şîrove nekiribûn. Ez di hundirê xwe derbas dikim dibêjim demê wan hebe ku dereng rabin. Ew jî domdike.
- Ma pirtûk û wêneyên li dibistana we ber bi erkên civaka zayendîparîstî yên pergalê venabin? Ka pirtûkên xwe yê zanyariya ji¬ya¬nê bîne bîra xwe, yên dibistana seretayî, da¬yîk hemû demê utî dike, an jî xweringehê amede dike, keçika biçûk jî alîkariya dayikê dike. Dema ya bav be an rojnameyê dixwîne, an televziyonê dinêre, zarokê kurîn jî li kêleka wî rûdinê, bi seyara xwe dileyîze. Di helbestan de derbas dibe, zilam hemû demê bijîjk, jin jî hemşîre ye.
Zilam hemû demê mudure, jin jî mamosteye. Bidemê re tiştek wê derdikeve holê ku ev kesên ku perwerde dîtine, êdî erkên civakê dane jin û zilam, hînbûne. Weke ku tişta rast ew e ku dibe aqilê civakê, mêjî pê tê ava¬ki¬rin. Ev yek hem ji bo xortan, hem jî ji bo ke¬çên ciwan we ye. Lewre jinên ciwan li hember ciwaniya xwe ji ber ku jinin, du cara bi mitîngeriyê re rû bi rû dimînin. Belê jinbûn, zilambûn têgînên bîyolojîk bin jî, lê piş¬tî dayikbûnê erkên pergal dide jin û zi¬la¬man mîsyona civaka zayendî ye. Em li hem¬ber Zilam kirde (ozne), jin jî heyber (nesne) e, zilam pêker (etken) jin jî pesîfbûyî ne.
Armanca me wekheviya zayendî ya civakî ye. Lê civaka ku zilam daye ava¬kirin, çima ev hemû sazî wisa kiriye bin xi¬zmeta xwe û ras¬tî berovajî ki¬riye, daye gu¬¬hartin, ma wê çima xwe va¬la derxîne? Per¬gala zilam wi¬sa jiyanê li gor xwe saz¬di¬ke, bi mîtin¬ge¬ri¬ya xwe, bi newekheviyê re, dixweze te¬şe¬yê xwe yê hiyerarşiya bide jiyan kirin. Ji bo jinên ciwan li rastiyê fêrbin, deriyek jî vekirî nahêlin.
Tenê dikarin ji te re bêjin ku cî¬ha¬nek bi aştî tenê di çîrokan de heye û di pirtûkên çîrokan de tê nivîsandin. Dîrok tenê ji şeran pêktê, wisa digirin dest.
“Ev yek qet ji bo min rasteqîn nayê. Ango çawa. Ger şer nebe ma jiyan goncav dibe? Raste, dîrok ji şeran pêkhatiye.
Tişta ku heta niha çênebûye wê çawa çêbe û ça¬wa dikarin wisa pê bawer dikin, ez fêm¬na¬kim. Nikarim xwe bigirm, pirsdikim. “ji¬ya¬nek di nava aştî û azadiyê de ango cîhanek wi¬sa? Bi rastîjî gelek zor e. hûn dixwezin jiyana heta niha qet çênebûye ava bikin. Hûn baweriya xwe ya ku hûn ê bikarbin vê jiyanê bidin avakirin ji kû digirin.”
- Min gotibû ya herî bi êş ew e ku mirov ji xwe biyanî bibe. Takekes dîroka xwe ne¬za¬ni¬be, ji hemû cûreyên mîtîngeriyê re ve¬ki¬ri¬ye. Niha bihizir e, te hefiza xwe windakiriye. Diya xwe, babê xwe, te berê çi jiyankiriye, di paşeroja te de çibibû neyê bîra te. Lê di paşeroja xwe de tu gelek bi biryar, bi vîn, dilek te yê tijî hezkirin û bi çandek pir dew¬le¬mend hatî perwerde kirin. Piştî ku tu hefiza xwe winda dikî yek tê ji te re dibêje tu bi çandek gelek feqîr hatî perwerde kirin, tu jinek pir bê vîn û bêdeng bûyî. Te hemû demê xirabî li mirovan dikir. Kesî hez te nedikir. Wê demê dê helwesta te çibe?
“ji ber ku min hefiza xwe windakiribû min ê jê bawer bikira. Ti çara min ya dî nebû. Wê ev b¬ibûya?”
- Na, bêguman tu çareya te ya dî nebû. Ji ber te bîrkiriye ku tu kêyî. Di derbarên te de çibêje tu dê bawer bikî. Tu paşeroja xwe nizanî. Bi vir û derewan çewa bixwezin dikarin te bidin meşadin, ji te sûd werbirgirin, li ser te mîtîngeriya xwe bidin emşandin. Qutbûna civakan ya ji dîroka wan waha destpêdike. Berî 5 hezar salan, jin û mêr bi hev re jiyanek wekhev dijîn, jiyaneka ku dad¬men¬di¬ya dayîkê bingeh digirt hebû. Ev serdem zimanekî helbestî dihate bikaranîn, dil û mêjî bi hev re, hemû tişt ji bo jiyaneke mirovahî dihat kirin. Pergala zilam, bi fêrbazî û komplo, bi zorê piştî girt destê xwe cîhana me jî berovajî bû. Êdî jin û zilam perçebûn.
Zilamê ku derket pêş, karê wî yê yekem hefiza jin didize. Aqil û hest ji hev qût bûn. Pişt re di jiyanê de bi navê xweşikbûn û başiyê çi hebe, zilam hemû perçe kir. Mirov û xweza, mirov û mirov. Herî dawî jî tişta ku mirovan dike mirov, armanc bû parçekirina civak û mirovan. Îro jî hemû hewldan li ser vê ye. Em îro naxwazin ti tiştî ji tinehiyê ava bi¬kin. Jixwe tişta ku berê hebû, pişt re di hêla mêjiyê zilam ve hatiye radestkirin û bi ta¬lanê re rû bi rû meye, em hewl didin ku wê ji¬yanê carek dî saz bikin. Wateya jiyanê, menaya wê carek dî bidinê. Ji bo jin û zilam; dil û mejî; jiyan û mirov; mirov û mirov; herî dawî civak û mirovan bi hev bidin hembêzkirin. Te pirsîbû ku “hûn baweriya xwe ya ku hûnê vê jiyanê bidin avakirin ji kû digirin” em vê hêz û baweriyê, weke ku min go¬tî ji zanebûna dîrokê digirin.
Ev tiştên ku min qet nebihîstibû, moralek mezin dide min. Têbêjî qey ku wek çarenûs li van nihêrandin hîsa poşmanbûnê bi min re dide avakirin. Weke ku tiştên di derbarê çarenûsa ku di hindirê min de bû pê hesiyaye û wiha behsa çarenûsê dike, aktîvîsta jin.
- Ger em ‘rastiyên’ ku pergal dide me her timî di lê pirsînê re derbas nekin, em ê xwe hemû demê bê vîn û hêz hîs bikin. Ger ji tiştekî re ‘raste’ tê gotin, divê em bizanin ku ev rastî ‘li gor kê, li gor çî’, bi vî şertî em fêmbikin. Vêca erkên di civakê de li gor zayendîparêziyê û li gor bi cihkirina jinê rastiyê bi vê ve girêdayî tê gotin, zîhniyeta zilam vê dike jiyanê, ew rastiya ku bi navê zanebûnê zilam dide, divê em wê berovajî bikin û wisa bixwînin, encaq em ê wê demê bikaribin bigihijin heqîqeta rastiyê.
An em ê hemû tiştan weke çarenûs bigirin dest. Her roj tacîz, destavêtinên tên kirin. Piştî van tiştan zilam me tînin rewşek we ku em nikarbin di nav civakê de bijîn, em ni¬ka¬rin rêza jiyanê ji xwe re bibînin. Ne dikarin di civakê de bijîn, ne jî cihekî ku em biçinê dimîne. Pergal tenê rêyekê datine pêşiya me; xwekuştin. “ez ji te hez dikim” bi van hevokên xemilandî piştî ku dixapîne, zilamê ku bi ze¬wicandinê an jî bêy ku bizewice, jinê weke heyber bikartîne ji wî rêka rizgarbûnê ne xwekurştin, ne jî serî ji çarenûse re xwarkirin e. divê êdî ne bavê me, ne jî hevserê me di derbarê jiyana me de bibe xwedî mafê gotin ê, em destûrê nedin vê yekê. Destpêkê bi naskirina dîroka xwe, derketina zanebûna hêza xwe, ji jina ku li kêlaka me tiştên ku em jê fêrbûne niha weke ku ez dikim bi rêxistîbûn em dikarin bikin.
Divê em fêrî qanûnên azadiyê bibin. Jiyana şexsî ya ku bi navê azadiyê pêşkêşî me di¬kin em nikarin bipejirînin. Ji ber ku azadî, ser¬firazî anceq bi azadiya civakî dikare gengaz bibe. Evîndarî, ancaq li hember azadiya civakî, ji¬yana wekhevî were jiyankirin. Tenê ev hest dikare lêdanên dilê mirovan leztir bike. Pê¬wîste ku em bihizirin ka em ê çawa bijîn. Vêca yan weke te, bi enerjiya ciwaniyê tijî, pêwîste ku em nehêlin ev enerjî vala biçe. Ciwan hêza civakê ya tevgerê ne. Civakeke bi nirxan hetibe arastin (donanma) bi hêza coş-kelecana ku ciwantiyê, yekbûna dil û mêjiyê jinbûyîn bi xwe re tîne, bi wekhevî, çanda aşîtiyê goncave ku were avakirin.
Pir bi kelecan im. Di vê kêliyê de xwe wer hîsdikim ku weke jinek ciwan ji bo vê armanca pîroz têkoşîn dike. aktîvîst, êdî hêdî hêdî dikin ku rabin. Berî ku ew rabin pêwîste ku ez pirsa xwe ya dewiyê ji wan bikim. Ango di dema axaftênê hetan niha pirsa ku di serê min de, ez ê persiva wê negrim. “birastî we agahiyên pir bi nirx dane min. Asoyek berfireh, ewke ku ez noqî nev zeryayê bûme. Nexwazim jî jê derêm.
Ez dixwezim hîna pir tiştan fêrbim. Dixwazim hînbim. Lê belê ez meraq dikim, hûn çawa ew dîroka qedexe ku pergala zilam veşartiye fêrbûne? Tiştên ku Pergalê li ser ciwana, civakê û jinê dane meşandin heta piçikên jiyanê yên herî zirav û ji van bûyera derketina rê, hûn çawa dikarin wisa bi kûranî tehlîl bikin û dahûrandina wê çêkin? Tiştên ku em her roj dijîn, lê nikarin fêmbikin, hûn çawa dikarin wisa cuda fêmbikin.” Piştî pirsê li hev dinêrin û yek bi serê xwe piştgiriyê dide ya dî. Ez hewl didim ku fêmbikim. Aktîvîst elegeyekî dide min. Ez elegê (po¬şet) digirim destê xwe;
- Ev yadîgara ku elegê de ye em didin te ticarî winda neke. Ger ku pêdivêya tê pê çêbû bixwîne. Wê vebîra dîrokî, hêz û baweriya cewherî bide te. Wê weke jinek ciwan yadîgara xezineyak ku rêka azadiyê nîşanî te bide.
Aktîvîst ketin rê. Piştî ku min ew bi hezkirinek mezin rêkirin, bi lez ketim hindir, ew yadîgara ku dabûn, min girte destê xwe. Qederekî di destê min de ma, lê min venekir. Di hêlekî de dibêjim xwezî mabana da ku min hindek dî bipirsiya, hindek dî hizrên xwe bigotana. Pişt re peyvên aktivîstê hate bîra min “tiştên ku em dizanin bi hemû jinan re parvebikin, bigihijinîn wan jî” û min got yên ciwan weke min pir in ji bo ronakirina wan divê ez parve bikim. Ez bi vê kêfxweşbûm.
Ev kesê ku jinan ewqa perwerde dike, dihêle ku evqa bikevin nava hewldan rêxistin, bi aza¬diyê dide naskirin ji bona kêye û wî/ê meraq dikim. Di hêlekî de ji bo bigihîjim cûda¬bû¬na vê rêkê coşek mezin dijîm, ji bo hîn zêde ronak bibim, ji bo bibim jina azad pêngava yekem heyecanek mezin dijîm.
Ez elageyê vedikim. Di hindir de 5 pirtûk derdikeve; Parastina Gelekî, Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk (2 cild), Sosyolajiya Azadiyê, Parastina Rojhilata Navîn Nivîskarê wê jî: Abdulah OCALAN.
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42