Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $rootPath in /home/komunar/public_html/ku/includes/settings.php on line 49
Dİ KESAYETA SAKÎNE CANSİZ DA ÇANDA XWEDAVENDAN BERXWE DİDE | Komunar.NET

Dİ KESAYETA SAKÎNE CANSİZ DA ÇANDA XWEDAVENDAN BERXWE DİDE

22 Çile 2013 Sêşem

Wateya jiyanê di Rêheval Sakîne Cansiz de di asta herî jor de bû. Dem, ji bo wê cuda digeriya. Dem têra wê nedikir. Tijî jiyankirinê ra minak ew bû.

Ada Toprak

Di têkoşina azadiya Kurdistanê de bi kesayeta xwe bi sekinandina xwe, bi fêrbûna xweyî jiyanê ve mohra xwe da. Ew dikari bû ku, li her dem û li her derê, amade be, ne amade be, bi xwe bide hesandin, bi xwe bide behskirin.

Niha em destê xwe deynin ser dilê xwe û wê bînin dema xweyî niha. Dive em xwe komi ser hev bikin. Dive em ciddî bin. Dive em di giraniya jiyanê û giraniya demê de bin. Dive em hebin. Da ku em bikaribin bi Sakîne re kêliyek bijîn.

Rêgezên jiyanê misogerê bê bîra me. Bê Sakîne nabe ku militanên Apoyî behsa rêgezan bikin. Ji xwe, bi rêgezan ve giredan, pênaseya Sakîne ya herî lez e.

Gelê Kurd şoreşgertiya jina Kurd, bi Rêheval Sakîne Cansiz naskir.

Rêheval Sakîne jina ku, di jiyana xwe de, pir nêzikî xwedavendiyê bû. Giredana wê ya jiyanê her kes dinase. Her mirovê ku wê dîtibe, behsa giredana wê ya jiyanê dike. Kêliyekî de jiyana watadar derdorê xwe dayina hîskirin ne karêki hêsan e. Ku Rêheval Sakîne tu car karên hêsan nekir karê xwe. Ev yek, ji bo Rêheval Sakîne rêgeza jiyanê ya serekê bû. Ji zindana Diyarbekir ya ku bû pêkanîna yekem ji ev bû.  

Salên têkoşina rizgariya jina azad da pirtûkên cuda cuda li ser têkoşina jinê hat amade kirin. Herî dawi di salên 2000’an de bi perspektifa Rêber Apo, bi navê “Jina azad kê ye, Çawa Dijî” pirtûkêk hat amade kirin. Bi lêkolin, bi lêpirsîn, bi hevpeyvînên êş û kêfxweş ev xebat hat berdewamkirin. Di vê pirtûkê de hevalên ku bi qehremanî têkoşina azadiyê meşandin û bûn cangoriya jiyana azad cih digirtin. Wek rêgezek Apoyî, bi giştî di vegotinan de Rêhevalên şehit dihat esas girtin. Yek istisna hebû. Ev jî Rêheval Sakîne bû. Beşa ku li ser Rêheval Sakîne ye. Em perçeyek jê bigrin:

“Rêheval Sakîne Cansiz, rojên destpêkê ku tevgerê naskir şun ve di nav têkoşinekê de bû. Bi berxwedaniyek mezin bi derdora xwe, bi malbata xwe û bi her kesên ku jiyanek ji rêzê li ser wê ferz dikirin ra di nav têkoşinekê de bû. Rastiyên ku xwe gihandi bû û jê bawer bû heta dawi diparast. Heta dawi şerê wan rastiyan da. Û heta dawi têkoşina dayina jiyankirinê wan rastiyan bû. Ew, wek her kesî nikari bû jiyan bike. Cudabûnêki dive hebûya. Ew dizani bû ku, ev cudabûn bi azadî ve giredayî ye. Têkoşindayinê esas girt. Ji bo vê yekê destpêkê de ji malê dûr ket. Li bajarên Tirkiye wek Kurdek koçber jiyan kir. Di wan deman de bi karkertî debara xwe kir, da ku li ser jiyana xwe siha tu kesî çênebe. Kargehên cilûberg û avafêkiyan da karkertî kir. Di wê demê de yek ji armanca Rêheval Sakîne Cansiz karkerên jin ê din rêxistinkirin bû. Bi vê armancê ve giredayi jinan perwerdê dikir da ku zanabûna wan zêdetir be, da ku hişyariyek li hember pergalê bijin.  

Di kargehan de her tim Rêheval Sakîne Cansiz bi sekinandina xwe, bi disiplin û bi zanabûna xwe ve kesayetek bi bandor bû. Ji ber vê yekê di demek kurt da pir jinên ciwan rêxistin kir, bi wan ra têkiliyên Rêhevaltî pêşxist. Bala wan keçên ciwan ji jiyana erzan ber bi siyasetê ve, ber bi jiyanek bi wate ve kişand. Ya herî giring jî di keçên ciwan de lêgerin pêşxist. Rêheval Sakîne Cansiz weki ku, bi derzî ve bîr bikolê têkoşina xwe dimeşand û dixwest ev têkoşin zêdetir belav bibe. Ji ber vê jî, tax tax geriya û komekê ava kir. Ev kom 70 kesî ava dibû. Carna mal bi mal digeriya da ku hin kesên ku derfeta wan tune ye, ji perwerdeyan, ji zanabûn û watayê jiyanê qut nebin.

Jiyan û serpehatiyên Rêheval Sakîne Cansiz tu car ji rêzê ne bû. Tu car wek herkesî ne bû. Her daim cudabûna xwe, rengê xwe parast.

Rêheval Sakîne Cansiz ji du jinên ku tevli kongreya PKK ya destpêkê buyî yek jê bû. Li Elazizê di encama operasyonekî de dîl ket destê dijmin. Rêheval Sakîne Cansiz li hember dijmin, li hember her rengê işkenceyan sekinandinek bi rûmet pêşxist. Bi vê sekinandina xwe di nav gel de bandorek pir mezin û erenî ava kir. Ew li hundir bû, lê destana wê li derve belav bûbû. Rêheval Sakîne Cansiz bi endamtiya navendê û endamtiya damezrîner a Partiya Karkerên Kurdistan dihat darizandin. Di dadgehan da parastina siyasi pêşxist û li serî heta dawî li hember dijmin sekinandina xweyi bi rûmet û şoreşger parast. Dayikên welatparêz a ku zarokâ xweyi keç ra navê Sakîne da bê hejmar e. Dîsa pir hevalên jin a ku heta salên 90’iyan tevli dibûn navê xwe dikirin Sakîne.

Di berxwedana zindanan da, bi qasî ku sekinandina Rêheval Sakîne Cansiz li hember dijmin bibandor bû, sekinandina wê di nav hevalên jin ya zindanê de jî bibandor bû. Ji ber ku, Rêheval Sakîne Cansiz di rêveberiya zindanê de cih digirt. Di asta manewî da, di hest û raman da, di helwest da û her aliyê jiyanê da bi rêgez tevdigeriya. Ji ber vê jî sekinandina Rêheval Sakîne Cansiz berxwedana zindanan ra bi rengekî çalak tevli bû. Li hember dijmin bi qasî berxwedana fizikî, ev qas jî, berxwedana manewî jî esas digirtin. Ji ber vê jî li ser esasê slogana Rêheval Mazlum Doğan ‘Berxwedan jiyan e!’ tevdigeriyan. Jiyan û perwerda xwe li ser vê bingehê rêvedibirin. Ji ber ku, hejmara hevalên jin kêm bûn, hevalên jin yê ku di tevgerên cuda da cih digirtin, heman wargehan da diman. Bi şêweyê jiyanê, têkiliyên hevaltî û têkiliyên derdor ra, li ser jinên din jî bandorek mezin didan çêkirin.”

Ev hevokên ku, di salên 2000 an de hatine amadekirin pir kêm e. Di jiyana Rêheval Sakîne Cansiz da ev hevok encex bibin misqalî zerre. Lê Rêheval Sakîne Cansiz di jiyana xwe da jî da pejirandin ku, qehremanî ne bi mirin vê giredayî ye. Giredana wê bi jiyanê re, bi mirovahî û azadiyê re, bi ahlak û wijdan re li ber çavê hemu kesên dost û dijmin bû. Ne veşartî bû. Eşkere û şeffaf bû. Rêgez çi ye? Rûmeta jiyanê çi ye? wê şoreşgertiya jin çawa be? Wê bersiva wan pirsan bi jiyana xwe da. Da ispatkirin ku, jiyan rûmeta heri mezin e. Da ku bi rûmet be. Da ku xweşik be û watadar be.  

Wateya jiyanê di Rêheval Sakîne Cansiz de di asta herî jor de bû. Dem, ji bo wê cuda digeriya. Dem têra wê nedikir. Tijî jiyankirinê ra minak ew bû. Demên jiyana xwe erzan nedida tu tiştî. İspat ev e ku, Rêheval Sakîne Cansiz di tu deman de bi qasî hemtemenên xwe nediyar bû. Her tim bi dilek ciwan, bi bedenek ciwan û li hember jiyanê her tim wek jinek têr û teze bû.

Rêheval Sakîne Cansiz dengê Dêrsimê ye. Dengê ku, bi qirkirina 38’an ve jî nehat birîn dengê Rêheval Sakîne Cansiz e. Nebêdeng e. Ew, bi me da fêrkirin ku, bêdengî mirin e. Jina bêdeng jina mirî ye. Li zindana Diyarbekirê, li hember celladên nujen bêdengnebûna Rêheval Sakîne Cansiz, ev cellat bi xwe dibejin. Ev heqiqet e. Û heqiqet naye tune kirin.

Her gerillayek jin, bi heskirin, bi bêrikirin, bi evina Rêber Apo li Rêheval Sakîne Cansiz dinêrin. Her gerillayek jin, li wê dinêrin da ku, eşqa jiyanê û eşqa Rêber Apo derbasê xwe bike. Hinek jê bigre. Her gerillayek jin dilê xwe jê re vekirî dihêle, da ku bikeve û vê dilê bi bayê azadî bixemline.

Her gerillayek jin dixwaze ku bi qasî Rêheval Sakîne Cansiz, goh bide dengê dilê û dengê herikandinên azad bibihîze. Her gerillayek jin dixwaze bi qasî wê dilê xwe bi rastî û xweşikbûna dirokê ve bistrîne. Da ku dil û mêjiyê xwe azad bike.

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42