AZADİYA JİNÊ AZADİYA CÎHANÊ YE-3

03 Mijdar 2013 Yekşem

Ez ji jinan re dibêjim, ji her demê zêdetir em nêzîkê aza­diya rastin. Ez dizanim azadî hêsan nayê ava­kirin. Dibe ku di vê mijarê de berdêl we­re xwastin, hûn hindek tengav bibin, lê ez jî, li vir tengaviyê dijîm, li roxmî vê, hewl di­dim ku bibim bersiv.

Abdullah OCALAN

Ji­neke zimanê xwe nebe, cahîl be ti nirxekê îfade nak e. Bi çekbûnekî çors ango kaba jî ne çareseri ye. Li gel ji viya re rêzdayînê, jineke milîtan ku nirxê ew şerê azadiyê ku dide nizane, bi jiyana xwe re û li dewsa kirêtiyên xwe bi xweşîkahiyan re pê­wen­diya wê çênake, tê wateyê ku ji şer ti tiştî fam nak e. Hûn vê şerî ji bo bersivek ji pirs­gi­rêkên xwe yên azadiyê yên kokdar re bi­bînin didin. Ev hem mafê we ye, hem jî we­zîfeya we ye. Hedefên wê, pîvanên wê yên red û pejirandinê, nirxandinên wê yên xwe­şîk­bûn û kirêtbûnê, têgihiştinên wê yên aza­dî û wekheviyê, bi hêza xwe ya cewherî li ser lingê xwe mayîn pir girîng e û ji bo ji­yanê esas e. Bila ti kes bi xwe spartina jina le­waz, jina kole jiyanek xeyal neke. Partiya me weke prensîp, weke pêkanîn li dijî vê ye. Rexnelixwegirtineke herî baş a were da­yîn, jineke me ya şervan tenê jî, di wateya fi­zîka xwe, ruhê xwe û zanistiya xwe de ne­sex­lem nemîne ye. Ger hûn vê çêbikin, dê were wateya rexnelixwegirtineke herî baş û ev şer te.

Li gorî min bi wan çiyayan re, geliyan re, rûbaran re, ewran re, çukan re û bi wan ku­lîlkan re bûyîn, tê wateya jiyankirina ji­ya­neke romane. Ger we viya fêm nekiribe, vi­ya li ser hemû hestên xwe serdest nekiribe, en­ca­meke wisan derdikeve holê ku ko­le­ye­ke dîl in. Ji lewma ew jiyana li wir bi qandî helbestaneye, di heman demî de bişere jî . Li wir her tişt li gel şer, jiyanê neçarê hel­bes­tvaniyê dike. Ger hûn ne bi vî awayîbin, ji bo hûn wisan bibin lêbikolin û xwe bibî­nin. Bila rojeke we tenê jî bê şer û bê hel­best derbas ne be. Bûyîna zimanê viya, bû­yîna îradeya viya esas e. Divê yek tenê jî, ji derveyî viya nemî ne. Ger ên xwe tevlî vê îradeya azadiyê û van daxwazan nekiribin hebe, divê bizanibe ku bi vê sekna xwe di­nava suceke mezindeye, ya wê rakin ser piya yan jî durbixin. Ango di ref û çeperên şoreş­ger de ên şerekî xwe yê mezin nebin, he­yecana xwe û coşa xwe nebin nikarin bi­mînin. Ev di heman demê de rastiya tak­tisyentiyeke mezin û eqil bixwere tîne.

Hûn dê bêjin “prensîba min, felsefeya min a azadiyê heye”. Divê êdî îradeya we hebe. Li dew­sa bi fîskos û ehbapçawişiyê bêjin “ez ha­tim çewisandin, fermandar bû, min ki­şand, bikaranî, ez nizanim çi kir” hûn dê bê­jin “ez xwediyê çekên azadiyê me, min ji bo azadiyê gav avêtiye, ez ji bo koletiyê, ra­des­tiyê û kirêtiyê bierdêve bikim yek, welatê xwe û partiya xwe qezenc bikim, dîsa jiyana roj­ane azad bikim, heme”. Dema ku we viya got, wê demê ti kes nikare bi zorî tiştek bi we bide qebûl kirin.

Wisan bi demogojiyê re, bi gotinên sexte yên azadiyê re kes nayên azad kirin. Ên ku za­nistiya wan a azadiyê bilindin, zêde xeletî û şaştiyên wan nînin. Ger hebe jî, bi lez se­rerast dikin û pirsgirêkekî wan a ne ser­xis­tinê nîne. şêwazê Rêbertiyê di vê mijarêde û di aliyê jin de ji kuderê hatine heta kuderê baş tê îspatkirin. Ev rastiyên bi qandî rojê so­tînerin. Ev çawa dibe ku were înkar kirin? Ça­wa dibe ku pêwîstiyên vê ji nedîtîve we­re? Bi qandî şer evîn jî hatiye afirandin. Tênegihiştina vê, bi demogojiyan re çe­le­xwer­kirin qet lênay ê. Ji ya hatiye afi­ran­din re rêzdariyeke mezin û divê bi ked jî mafê wê were dayîn.

Sedema pêşketineke girîng di we de çê nabe, an zanistiya we ya azadiyê kême an jî çele­xware. Hûn çi bêjin bila bêjin, da­xwa­zên we yên azadiyê ji rêzêne, seranserin, ji za­nistiyê û aliyê dîrokî dûrin. Bi qandî pê­wen­diya wê bi şer ve nadin çêkirin, we bi sîno­rên werin pejirandin ên jiyanê re jî girê­da­neke wê ya sexlem nedaye çêkirin. Ji ber wê yekê hûn tengav dibin, hûn nirxeke me­zin nadin jiyanê û tekoşîna we encamgir nab e. Ev wisa ye. Dersa herî bingehîn a şê­wa­zê Rêbertiyê daye min ev e. Ger hûn bipirsin bêjin ew sira ku heta niha te “li ser piyan hiş­tiye, ev qas dide karkirin, bê as­teng dihêle, heta di ciheke teng de te dibe tekoşîneke mezin çiye? Ez dê bêjim ji mezinahiya dildariya min a azadiyê û teh­lîlên min ên azadiyê ye. Her timî kur­bûn û hêza têgihiştinê, her timî berbi rê­xistinbûnê ve dibe. Rêxistin jî, her timî ça­lakiyê pêş­dixe.

A rast çiye, a şaş çiye; a xweşîk çiye, kirêt çiye; şêweyê têkiliyeke were pejirandin çiye, şêweyeke divê were red kirin çiye? Ez weke we nikarim qut bikim, biavêjim. We­kî hindek hevalên me dikin, ez ni­ka­rim înkar bi­kim. Xebateke ev qas xebatên jin têde bi giraniye dinav pir kêm par­ti­yan de çêbûye. Ji bo têrkirina zayendîtiyê têkilî pêşxistin al­çaxtiye. Ez nikarim viya bi­kim. Em ji ke­çan re dibêjin “derfeteke dî­rokiye, va ji tere ev qas derftên azadiyê” ji mêr re jî dibêjin, “va ji tere jî, ev qas gi­rê­dan bi welat, şer û par­tiyê ve, pêre mijul bi­be, cuda çi ji destê we tê!? Ew jî dibêjin na. Hindek jî dibêjin “ev li vir ev qas ko­mî ser hevbûne, dinava bîst û çar saetan de hem hemûyan bi nîşan bikin û mîna gu­la derbasbikin” çareseriyeke bi vî awayî ferz dikin. Ma ev, çareserî dibe? Ji xwe em wisan bikin, di wan çiyayan de wekî hindek dixwazin jiyan bikin rojek des­tur bidin, dema dijmin li wan tevan dixe, dê yek çavê xwe raneke û li jor ne nêre. Hîn jî, hindek ji wan weke tol ji rêxistinê radikin bi têkiliyên xwe yên taybet re didin mijulkirin. Neku ev pir zêde partiyê lewaz dikin ez li pêşiya tol girtinême, ji ber pir alçaxin ez li pey tolhildanême. Yanî ger ev hindik jî rêz­gir­tina wan ji rêxistinê re hebana, ma dê wi­san bi hev kiribana

Hêvîdarim ku hûn dê hindek hewl bidin ji bo fam kirinê. Di vê mijarê de pir eşkereye ku em xweser nêzîk dibin. Divê azadiya nî­qaş­kirinê heta dawiyê hebe, lê bi rastiyên me lîstin bi qandî bi qanûnên Cengîzxan lîs­tinê tahlukeye. Ên dinava me de bixwe bawer hebin dikarin mîna Napolyon jî, Hz. Mihemed jî bijîn. Mîna Napolyon çend ser­kef­tinan bidest bixin, wekî Hz. Mihemed şo­reş bikin, bi dilê xwe bijîn. Ji xwe divê baş û rast were zanîn ku ka ew çawa jiyankiri ne. Jiyana wan, ne mîna artîstên Yeşîlçamê ne.

Hûn dibînin ku kar pir zehmetin. Ez ji jinan re dibêjim, ji her demê zêdetir em nêzîkê aza­diya rastin. Ez dizanim azadî hêsan nayê ava­kirin. Dibe ku di vê mijarê de berdêl we­re xwastin, hûn hindek tengav bibin, lê ez jî, li vir tengaviyê dijîm, li roxmî vê, hewl di­dim ku bibim bersiv. Azadiya jin azadiya cî­hanê ye.

Dinava Şehîdên PKK’ê de îfadeya herî qehremanî di şehadetên jin de ye.

Ên ku azweriyên xwe yên azadiyê nebe, dê az­weriya xwe ya rêxistinê û serketina wê jî, ne­be. Di biharê de çawa ku her tişt ji nû de bi jiyanê re hevdîtin çêdike, em jî bi van ama­dekariyên xwe yên mezin re bi jiyana azad re, bi jina azad re û civaka azad re hev­dîtin çêdikin. Ev, bi pere nayê girtin, ancax bi şerê azadiyê ya pîroz were girtin. Ce­ha­leta kur a di vê mijarêde, nezanîn û ketîbûn bi mîsoger li we nayê. Eynî wek di kesayeta Zî­lan de bûye, divê em van rastiyan bikin xwe­lî û di kesayeta xwede berbi kesayeta ser­ketinê ve bi pîroz kirinê re divê em tem­sîl bikin.

Didim xuyakirin ku bi hêvî û baweriyê di welatê xwedawenda dayîk û xwedawendên evînê de bi hêza azadî û wekheviyê re ku bi hezar salane hatiye wendakirin, di xebatek û şereke navend jin de dê bedewî û zeka, ji nû ve were afirandin, a heyî jî dê bi qandî hev­pey­mana civakî jiyanî bike, bigihije hêza cew­herî. Di rêhevaltiya jin a tijî bi hezkirin û rêzgirtinêye bi qandî îdîayê, ji bo hewl­danên xwe mîna karekî evînê heta bêhna xwe ya dawiyê ez dê bidomînim, mîsoger e. Gûman nîne ku dê wate bidinê û bi qandî ku pêdivî bibînin, ez rêhevalê jinim û her timî jî, dê wisan bimînim.

Dawî…