HÛNERMEND Û ŞOREŞ
19 Mijdar 2013 Sêşem
Hûner bi xwe şoreş e. Tê wê wateyê ku her hûnermendek jî şoreşgerek e. Ji ber hûnermend têkoşîn, jiyan, hêst, bawerî, hêvî, hes kirin, xemgînî, êş, nexweşî û kêfxweşiyên civaka tê de dijî bi hûnera xwe tîne ser ziman.
Denîz DEMHAT
Bêgoman wateya van her dû têgehan, ji bo civakan pir girîng e. Rixmê rewşa ku îro hûner di nav de ye jî, em nikarin tişta îro tê jiyîn wek rastiya civakê binav bikin. Ji ber tişta îro tê jiyîn ne li ser navê civakê ye, an jî ne ji bo danasîn û berjewendiyên civakê ye.
Çawa kû ev her dû têgeh ji bo civakan pir girînge jî, dîsa ev her dû têgeh di devê mirovan de wek benîşt lê hatiye. Bi taybet jî dema em di bikaranîna têgeha hûner dinêrin em vê rastiyê pir zelal dibînin. Çawa?
Bi taybet bi çanda popûler re ev têgeh heya bêjin ji naveroka xwe hatiye dûr xistin û hatiye bê wate kirin. Yek ji rêbazê herî bingehîn ê pergala kapîtalîst ku bikar tîne û li ser civakan ferz dike perçe kirin e. Perçe kirina hûnerê jî di asta jor de ye. Bê goman beşên hûnerê ê cûda hene, li her derê cîhanê, di nav her civakekê de cûrbecûr bûnek di milê hûner de heye. Lê belê cûrbecûr bûn ticar nebûye sedem ku civak wenda bibe.
Tişta îro di kapîtalîzmê de tê jiyîn û xwe li ser civakan ferz dike cûrebûnek ji hev qût, yek yê din nasnake, yek xwe li ser ê din ferz dike û di tepisîne ye. Dema ev pêş dikeve, em meyze dikin ku tiştê pêş dikeve li gor xwestek û berjewendiyên serdestan û pergalê, di dem û ciyê ku ew dixwazin de hin tişt tên jiyîn. Çanda popûler ku îro xwe li ser civakan ferz dike û hêdî hêdî, bêyî ku bide hîs kirin civakan pûç dike di hemû cîhanê de xwe bi cîh kiriye. Ketiye nav xwîna ku di damaran de diherike. Weke ku bêyî nayê jiyîn lê tê meyzekirin. Bes em baş dizanin ku civakan bi deh hezaran sal, bi çand û hûnerê xwe dane jiyîn. Ger îro jî hê civak li hember pergalê di nav berxwedan û xwe parastinê de bin, berhemê vê çand û hûnerê ye.
Lê mixabin li kêleka vê gelek kes û derûdorê ku xwe wek hûnermend dibînin û dibêjin em hûner û çandê pêş dixin ber bi bayê pergala heyî ve di herikin. Ev herikîn ne kême. Ev di Kurdistanê de jî di astek jor de ye. Di şert û zirûfên têkoşîna azadiya gelê Kurd de tişta tê jiyîn ne li gor seknek şoreşgerî ye. Pêwîste berî her tiştî her hûnermendek kû xwe şoreşgerê gelê xwe dibîne vê qebûl bike. Ji ber hûner, ê heyî ne qebûl kirin û her tim li ê nû gerîn e. Tişta ji xwe re esas digire; avakirin û xwe çêkirin e. Ev çêkirin û avakirin jî di çerçoveya civak û civakîbûnê de ye. Ji ber çavkanî civak e.
Hûnermendek şoreşger, li kîjan welatî dibe bila bibe, di kîjan şert û zirûfan de bijî bila bijî, xwedî hin erk û berpirsyariyên nayên guhertin e. Hûnermendek şoreşger bêyî dîrok, civakîbûn, aborî, siyaset, têkoşîn û çanda welatê lê dijî nikare hûnerê pêş bixe. Ger, bikaribe di van mijaran de û pêve girêdayî li gor pêdiwî û pêwîstiyên civakê xwe rêkûpêk bike, hingî dikare bêje ku ez hûnermend im. Derveyî vê ango bêyî ku rastîya xwe di nav rastiya civaka xwe de bibine, nikare ne bibe hûnermend ne jî hûner pêş bixe.
Ev tê vê wate yê: her hûnermend di heman demê de milîtanê gelê xwe ye. Ji ber nûker û guherîner e. Nabe ku hûnermendek ji têkoşîna azadiyê ya gelê xwe, civaka ku tê de dijî xwe qût bigre dest. Dema dest girtinek wûsa pêş ket, wê demê ew kes ji bo xwe hin tiştan dike. Ango tişta dike ne civakî, takekesî ye. Tişta ne civakî ye jî tişta ku pergala kapîtalîst dixwaze pêş bixe ye.
Hûner bi xwe şoreş e. Tê wê wateyê ku her hûnermendek jî şoreşgerek e. Ji ber hûnermend têkoşîn, jiyan, hêst, bawerî, hêvî, hes kirin, xemgînî, êş, nexweşî û kêfxweşiyên civaka tê de dijî bi hûnera xwe tîne ser ziman. Em ji stranekê bigrin, heya sînemayê ya esas tê girtin ev e. Şano, dîlan, wêne, musîq, helbest Di milekî de hûnermend dibe zimanê civaka xwe. E kû rihê civakê herî baş nîşan bide hûnermend e ango şoreşgerê jiyanê, milîtanê azadiyê ê civakê ye.
Bê goman ev hêsan nîne. Ji bo vê di astek herî jor de hewildan û tevgerîn pêwîste. Bi rastî jî jiyanek civakî jiyîn pêwîste. Armanç û ramanên civakê baş fêhm kirin û di wê çerçovê de ketina nav lêgerînê pêwîste. Bi rihek fedakar, tiştên di civakê de tên jiyîn, ev çi baş çi jî xirab bin, rixmê her cûre hewildanê tepisandinê ê serdestan yek gav paş de ne avêtin û agirê têkoşînê her bilindkirin pêwîste.
Çawa ku çavkaniya hûnermendekî civak e, di heman demê de berhemên derdikevin jî pêwîste ku ber bi civakê re biherikin. Hûnerek ne civakî nebe, nikare xwe li ser piya bihêle. Hûnermend, ji rast xwendina pêvajoyên tên jiyîn jî berpirsyar e. Di mile jiyanî de pêwîste ku kêm û kûrtasiyên tên jiyîn bi şêwazek ku bê fêhm kirin ji civakê re nîşan bide. Ev tişt, ji teqlîdê dûr e. Ango xwe û civakîbûnê dijî û civaka xwe dide jiyîn. Di vir de tişta esas Xwebûn e.
Yek ji beşê civakê ku îro herî zêde pergal êrîşî ser wan dike ciwan in. Bi mûsîkî, stran, sinema, cil û berg(moda), madeyên hişbir, pere û hê gelek tiştên din ve ciwan ji rastiya xwe û civaka xwe dûr dixin. Ber bi rêyek çewt û xeter ve tên meşandin. Di vê rêkê de civak û civakîbûn nîne. Di vê rêkê de lêgerîna rastiyê nîne. Di vê rêkê de xweşikî, xweşî û başî nîne. Di vê rêkê de şaştî û qirêjî heye.
Ê ku ciwanan ji vê rêkê dûr bixe û wan ber bi rêka jiyana civakî ve bîne hûner û hûnermendin. Şoreşgerên jiyanê, milîtanên jiyana azad in. Bi tehlîlên xurt hûnermend dikare ciwanan ber bi jiyanek azad ve bîne. Encex hûnermend dikare wan dîwarên ku di seriyan de hatine avakirin birûxîne. Dîsa van feraset û nêzîkatiyên pergalî bê wate kirin di destê hûner û hûnermendan de ye.
Li Kurdistanê, di nav civaka Kurdan de pêvajoya îro tê jiyîn rast û di cî de anîna ser ziman yek ji erkê herî bingehîn ê hûnermendê Kurd e. Ger bi rastî jî dibêjin em milîtanên vî gelî ne, em armanc û hêviyên vî gelî parve dikin, wê demê pêwîste ku her dem di nav hewildan û tevgerîneke şoreşgerî de bin. Destpêkê xwe girtina dest, di rastiya civakê de xwe dîtin û hûnera xwe li gor pêwîstiyên civakê meşandin, erk û berpirsyariya herî bingehîn ya li pêşiya hûnermendên Kurd e.
Kurd û Kurdisatan êdî xwe gihandiye astek ku ji aliyê herkesi ve tê dîtin. Di milekî de ev başe. Ji ber heya niha tişta dihat pêşxistin tine hesibandin bû. Îro ev vala derket. Bes li kêleka wê xeteriyek jî di nav xwe de dihewîne. Ev jî; ji ber ku azad jiyîna Kurdan ne li gor berjewendiyê serdestan e, ji bo wê jî wê bibe armanca êrîşan. Di her milî de wê êrîşên heya niha nehatî pêş xistin wê pêş bikevin. Herî zêde jî wê di mile hûner de êrîş zêde bibin. Ji bo wê jî xwe li gor pêwîstiyên demê amadekirin û bi rêbazek şoreşgerî tevgerîn pir girîng e. Di dem û cîhê rast de li gel civakê bûn û pêwîstiyên civakê bi cîh anîn rihê şoreşgeriya demê ye. Buyîna hûnermendekî şoreşger vê dixwaze.
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42