DESTHİLATDARÎ Bİ XWE TUNDÎ YE

25 Mijdar 2013 Duşem

Êdî her jinek Kurd dikare pişta xwe bide partiya xwe PAJK ê û tekoşîn bike, tundiyê bi ti şêweyî nepejirîne, xwe li hember rewşên bi vî rengî bêçare nebine û mehkûmî qedera koleyan nebe. Îro asta ku di rastiya jinên Kurd de hatiye afirandin jî vê yekê ji me re dibêje.

Dilzar DÎLOK

Axaftinên bav û kalên me çawa me berbi serpêhatiya desthilatdarî û serwerî ve dibe. Her pêyva ku bi zihniyeta babiksalarî hatiyê înşa kirin, nîşaneya derbek mezin li çanda dayîkê xistine. Axaftina ku dibêje “yê ku li keça xwe nexe, wê li çoka xwe bixe” yek ji van axaftinane. Ev axaftin ne tenê rêbazekê tundiyê dest nîşan dike, di heman demê ve bi fikara pêşerojê sexte, bi fikara namusê pêwistiyê vê yekê jî derdixe holê, ku pêdiviyên peyvê bav pêk ne anîn bi bênamusiyê hem wate dibe.

Zilamtiya ku di nava civakê de hatiyê nepixandin û vala, bi zihniyeta zilamtî hinek dî jî tê nepixandin, hevkarê desthilatdariyê li hember civakê tê ava kirin. Di rastiyê de xwe ji çanda zihniyeta desthilatdariyê rizgar kirin, li keça xwe nexistin ango tê wateya li xistina desthilatdariyê. Her şêwe tundî ku li ser jinê tê pêşxitin, tê wateya bi hêz kirina zihniyeta desthilatiyê. Di heman demê li hemberî tundiya ser jin helwest dane nîşandan û li hemberî vê zîhniyetê tekoşîn dane meşandin tê wateya bûçik kirin û lewaz kirina feraseta desthilatdariyê.

Tundiya ku li hember jinê hatiye pêşxistin bi biwêjên, axaftinên bav û kalan û bi ferasata namusa sexte derxistina pêşiya me bi çi şêweyî nayê pejirandin û bi çi şêweyê ji rêze nabîne, nayê qabul kirin. Ji ber ku aliyên wê yên ku werin pejirandin tune ye. Tundî  bi zihniyeta avakirina dojeh şêweyê xwe dane ava kirina zîhniyata desthilatdariyê ye. Tundiya ku li hemberî jinê te meşandin tê wateya hemberî jiyanê meşandina tundiye ye. Pêş xistina tundiyê li ser jinê bi pişgiriya afrîneriya zihniyata babiksalarî ve weke ku civakiye tê nîşandayîn û zihniyeta babiksalarî  li ser ve ferasatê  ji xwe re girse dide ava kirin .

Em li gerdûn û xwezayê binerin. Dema ku lawirek, lawirek din dixwe, ji me mirovan re hovitiyek pir mezin tê. Lê belê ger me bikarîbana  bubana lawir, pêwîstiya mirovan hevdu xwerine tune, lê belê tundiya ku mirov li ser mirovan dide meşandin, hovîtiya herî mezin me yê binirxandibana.  

Cihê ku tundî despêdike li wir îrade ji holê tê rakirin. Cihê ku koletî heye li wir vîna azad dernakeve holê. Ferasetên ku zihniyet û şewayê jiyana kolêtiyê dide ava kirin, bi çi şewayê nikare iddia ya azadiyê bike.

Gelo di bingeha tundiyê de çi heye? Gelo di xwezaya mirovan de tundî heye? Gelo mirov ev qas lewaze û kolê ye ku nikare xwe ji vê xilas bike?

Li gor nerînên desthilatdaran, tundiya ku di xwezaya mirovan de heyî, tu carî ji holê ranabe. Bê guman ji ber desthilatî derveyî exlaq û polîtîka tevger dike her tiştên dij mirovahiyê wê jê were hêvî kirin.  

Îqtîdar bi xwe tundî ye. Xwe dispêre zorê û zordestiyê. Peyva zordestiyê bi çi şêweyî bibe bila bibe wetaya xwe tundî ye.

Dema ku tundî tê gotin beriya her tiştî jina mexdûr tê bîra me. Di rastiyê de hemû heyînên ku ji aliyê desthilatiyê tê perçiqandin, buyê jinik-te jinik kirin û ji bo tundiyê tê amede kirin. Dûalîbuna ku desthilatî daye ava kirin, xwe dixin kirde û yên ji dervey xwe, yên ku tên perçiqandin jî dikin bireser. Yên ku hatine bireser kirin li ser wan hemû şêweya sepandin tê meşandin. Di rastiyê de jî wusa ye, dema heyîn ji azadiya xwe hat qut kirin, hat kole kirin û ji rastiya xwe hat dûr xistin wê demê li ser wê heyînê her tişt wê were meşandin. Heyîna ku nabe ya xwe, wê bibe her tişt. Dema heyîn bu her tişt wê demê tê wateya bê reng bûyîn, bê nasname bûyî ne. 

Pergala babikselarî, jinê ji rastiya xwe dûr dixe, bi qasî ji rastiya xwe dûr dikeve di nava pergala serdest de dibe her tişt. Dikeve astekî pir jêr, em dikarin bêjin ku di statûyek ji koletiyê jêrtir cîh digre.

Ji bo civaka Kurdan tê gotin ku metîngeriyek wusa ye ku hêjî nav lê nehatiye kirin. Pir balkêşe ku rewşa jinê jî di heman rewşê de xwe eşkere dike, ji ber ku bi hezaran salan jin di bin metîngeriya ku hêjî nav lênahatiye kirin de jiyan dike. Di roja me de îmgeyên ku jintiyê ên di camekanan de tê pêşkeş kirin, parçe kirina nasnameya jin û domdariya koletiyê dide diyar kirin.

Ez jî weke jinek dema ku van îmgeyên jinîti ku dibe wek amûrên reklamî û tê pêşkeş kirin, ji bo amûrekî mezaxtinê tê bi kar anîn. Kes û saziyên ku van pêk tînin, ên ku xizmeta van dike destûra van xizmetan daye, li hember vê zihniyetê weke lehiyek bi hêrs dibin û ev lêhî mezin dibe.

Em di serdemekî hov ku hêjî tundiya fîzîkî nehatiye asteng kirin de dijîn. Di heman demê de di serdemekî wusa dane ku her jin di her kêliyê de di bin zihniyeta çewisandinê de dimîne. Em di serdemek wusa de dijîn ku ji bo ku koletî ji holê ranebe weke statûyekê zarokên keç fêrî jiyana kole dikin.    

Em di serdemek wusa dane ku Tundî ji bo hebûna xwe bidomîne di her pêkanîna tundî de xwe dizê.

Em di serdema zilamên bi deng jinên bê deng de dijîn.

Pergala kapîtalîzmê qaşo pêşiya jinê vekiriye. Lê belê em dibinîn ku jinên ku herî zêde dikarin ji mal derkevin, her cara ji mala xwe derdikevin, bi tirsa encamên ku li Hindistanê jin jiyan dikin dijîn.

Em di serdemekî wusa de dijîn ku, dayîk û bav bi rê û rêbaza tirsandinê zarokên xwe hişyar dikin. Bi wan tirsan, zarokên keç di milê zihnî, derûnî de ji bo koletiyên demên pêş tên amade kirin.

Serdema ku li hember lêgerinên çareseriyê ava kirina qereqolên ku bi teknîka herî pêş tê pêş xistin, zêdebûna çekbuyîn, dema nîqaşên li ser lêşkeriyê wekî rexne tên pêş xistin, wek xayîntî te dest nîşan kirin, tundiya ku polîsen dewletê li kolanan li ser gel dide meşandin û qirkirinên mezin dide çêkirin, bi kurtasî em di serdema ku tundiya dewlet dide meşandin edî gihiştiyê asta herî bilind de dijîn.

Dewlata ku tundiya dide meşandin gihiştiye wê astê ku edî sinor nasnake sinoren dewlet netewê jê re teng tê û derbazî Rojava, Rojhilat dibe, bi tezkereyan derbasî Başûr dibe, vê jî bi riya hevkarî û pêymanan rewa dike. Em di serdemek wusa de dijîn.

Di bingeh de em najîn.

Ger evqas tişt hebe, em tune ne. Evqas qirejî û tundî hebe, çawa mirov dikarî behsa hebûnê bike, çawa mirov dikare bijî.

Îro, asta guhartina civakî ya komên şoreşger, bi nêzikatiya jin ve derdikeve holê. Li hember jinê, nêzikatiyên şaş yê civakê ku, bi şoreşê re desthilatên li ser xwe hilweşandinê, wê wana jî bihilweşîne. Ev rastî pir mînakên dîrokî de jî em dibînin. Civaka Kurd jî li gel bandora pir xurt ya neolitikê bi bandora baviksalarî re jî rûbirû maye. Pêvajoyên şoreşê ya ku civaka Kurd tê de derbas dibe, mirov dikare pir gotûbêjan li ser bike.

Guhertinên ku civak bi hezaran sal dikarin bikin, civaka Kurd ji ber pêvajoyên şoreşê di nav çil salî de pêşxistiye. Pêvajoya ku ji avabûna PKK heta îro derbasbûye, pêvajoyên herî lez yê guhartina civaka Kurd e. Bi taybet jî di nav PKK’ê de, pêşketina bîrdoziya rizgariya jinê, weke rastiyekê, di nav şoreşê de şoreş e. Afirandina jiyana demokratik û jiyana azad ya vê şoreşê jî, şopên çanda baviksalarî ji binî ve ji holê rakirin û guhartina hişmendî ve giredayî ye.

Yek ji wan jî, nepejirandina tundiya li ser jinên Kurd ya bi rêka dewlet, saziyên dewletê, arteşa wî, leşkerê wî û hwd. Ji bo ku ev nepejirandin bibe rastiyek jî, di nav civakê de li hember tundiya li ser jinê dive tekoşin bê meşandin.

Dayikên me ku me anîne cihanê, xwedayen me ne. Dest rakirin li hember dayikê, li hember xwedayan dest rakirin e. Xweda qirêjkirin e. Civakên ku pîroziyên xwe qirêj bike, îflah nabe. Ne biderfet e.

Bêguman Jinên Kurd jî li hember rewşên bi vî rengî gihiştîne astekî zanist ku bikaribin li hember wan kiryaran têbikoşîn. Îro jinên Kurd êdî ji xwe bawerin. Ji arteşbûnê heta partibûnê pêvajoyên girîng derbas kirine û bi vê rê jî baweriyek cewherî daye avakirin. Êdî her jinek Kurd dikare pişta xwe bide partiya xwe PAJK ê û tekoşîn bike, tundiyê bi ti şêweyî nepejirîne, xwe li hember rewşên bi vî rengî bêçare nebine û mehkûmî qedera koleyan nebe. Îro asta ku di rastiya jinên Kurd de hatiye afirandin jî vê yekê ji me re dibêje.