SEDEMA BINGEHÎN A KAOSA ROJHILATA NAVÎN: OL Û DEWLET

06 Çile 2014 Duşem

Kirinên azadiyê yên ku îro jin li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê dikin hem zilam, hem jî dewletê têra xwe ditirsîne. Civaka dewletparêz a hiyerarşîk berhema desthilatdariya zilam e û dewlet yek ji diyardeyên herî dûr ji cewhera jinê ye.

Ji Pirtûka ‘‘Jina Azad Kê ye?’’

Dewlet bi sedema karakterê xwe, xwe dispêre derew, talan û zordestiyê. Di dema Dewrê Fetreta Osmaniyan de şerê textê yê ku di navbera birayan de bi qasî yanzdeh salan dirêj kir, Yawûz 11 birayên xwe ji bo desthilatiyê dikuje, herwiha dewleta Hexameniş a Pers -ku li Rojhilata Navîn mînaka yekemîn û klasîk a kevneşopiya dewleta împaratorî ye- di artêşa xwe ya bi hezar kesî vê mînakê pêk tîne. Her wiha ji bo huzûr û rehetiya serdestên ku li ser dewletê ne, 360 cariyeyan hazir dihêlin. Ev cariye bi qasî salekê bi rûn, bêhna xweş û şîr xwe dişon û xwe amade dikin û ji bo şevek rehetiya serwerê xwe li bendê dimînin. Ev jî mînaka herî berbiçav a nîşan dide jin di asta jor a dewletê de çawa hatiye bikaranîn e.

Di lêkolînên li ser gorên Fîrawûnên Misrê de hatiye dîtin ku li cem Fîrawûn bi hezaran îskeletên însanan heye. Pirraniya van jî yên jinan in. Di vê cîhanê de jin xîzmeta xweda-qral dike, ev wek ku nebes be, ji bo di cîhana din de jî xîzmeta xwe bidomînin bi saxî wan çal dikin. Ev rêgez herçend îro meqbûliya xwe ji dest dabe jî, ji hêla hemû gelan ve ‘dewlet’ wek hebûna jîna xwe tê dîtin. Lewma dema ku tiştek bi dewletê tê, wek ku li canê wî qewimîbe dibîne, ev jî encama vê zihniyetê ye. Di pêvajoya împaratoriya Osmaniyan de padîşah rûyên xwe nîşanî gel nedidan û ji bo ku pîrozbûna wan têk neçe, ji pişt perdeyê gel birêve dibirin. Bandora vê kevneşopiya deweletê di roja me ya îro di feraseta dewleta Rojhilata Navîn de xwe nîşan dide. Di xuyanî de dewletek heye, lê belê dewleteke kûr heye ku li jêr perdeyê birêve dibe, hemû karên qirêj ên dewletê dike û di esas de berpirsyarê her tiştekê ye. Yê ku karê qacaqgeriya maddeyên hişbir dike, cinayetên kiryar nediyar ên dewletê pêk tîne, bi mafyayên faşîst re dixebite, xebatên kontra dide meşandin û di bingeh de xwediyên esasî yê desthilatdariyê dewleta kûr e. Rûyê xuyanî yê dewletê di pozîsyona kukla de ye, tayên kuklayê di destên hinên din de ye. Ji bo berjewendiya dewletê bikaranîna her rê û rêbazê mubah e.

Yek ji rêbaza herî bi bandor a dewletê ji bo ku hebûna xwe pê bide domandin, xwe li ser zayendparêziya civakî birêxistin kiriye. Ev nêzîkatiyên zayendperest orjîna hemû dewletan pêk tîne. Ger zayendperestiya civakî nebe, dewlet jî nabe. Di xanedantiyan de çanda zilam ku kûr dijî û lêgera zordestiya fîzîkî, ruhî û fikrî li ser jinê di saziya dewletê de hîna bisazî bûye. Bêguman di Rojhilata Navîn de di karakterê dewletê de tenê Îslam zayendperest û zextkar nîne, di heman demê de çand û kevneşopiya zilamsalar jî heye. Lê belê nayê înkarkirin ku Îslam hem serdestiya çîn, hem jî serdestiya zilam xwedî dike. Li Rojhilata Navîn şikestina ku jin dijî, bi qanûnan ve hatiye girêdan. Bi Îslamiyetê re jî fêrî jinê dikin ku statûya wê çarenûs e. Jin ramana lenetbûyîna xwe dipejirin. Di welatên Rojhilata Navîn de welatên wek Misir, Lîbya û Tûnûsê ‘Peymana Pêşîgirtina Cihêwaziya li Berameberî Jinê’ îmze nekirine û welatên ku îmza kirine jî sedema nîşandayîna dûreperêziya (çekince) xwe, bi Îslam û qanûnên Şerîetê ve hincet nîşan dane. Wek Mînak Misirê daye diyarkirin hukmên peymanê yên wekhev di rewşa ku dijbertiya Şerîetê nekin, dikare pêkbîne. Ruxmê ku dizane her nêrîna ku wekheviya zayendan esas bigre, jixwe li dijî şerîetê ye.

Li Rojhilata Navîn bûyerên wek xetneya (sunet) jinê, kuştinên di bin navê namûs û edetan, şîdeta di nav malê û îstîsmara zayendî bi awayeke dijwar tê dîtin. Hema bêje qirkirna jinê tê jiyîn. Zehmet e ku rojek bêyî xwekuştina jinê, an jî kuştina wê, bêyî tecawiz û şîdeta li ser wê were dîtin. Xetnekirina jinan ji bo ku xweşiya (haz) zayendî di jinê de tine bikin, li ser zarokên keç pêk tê. Li gor huqûqa Îslamê zayendîtî ji bo zilam maf e, lê ji bo jinê tenê erk e. Di nav civakên Rojhilata Navîn de zayendîtî yek ji xeteriyên herî girîng li ser jinê ye. Jina ku naxwaze di malê de ked û zayendîtiya wê were mêtandin, bi avêtina kolanê û mêtandina zayendî ya di qada gelemperî ve tê tehdîtkirin. Di nav malê de, di qada taybet de wek objeya zayendî tê dîtin û ev pirr xwezayî bûye. Jin, kengî ku hevserê wê daxwaz kir, neçare ku pê re bikeve têkîliyê. Jin ku ji fahîşetiya giştî ditirse, bi zewacê re dikeve pozîsyona fahîşeya taybet. Emrê xwedê ye ku daxwaziyên hevserê xwe pêk bîne! Mentiqa ku jinê bi zayendîtiyê re eynî dike, di bin navê ku mafê civakê biparêze jinê û bedena wê dixîne jêr  kontrolê. Zilam pasvanê (bekçi) namûsa jinê ye. Dewlet jî pasvanê namûsa civakê ye. Suçdara potansiyel ku namûsa civakê xirab bike jî jin e. Lewma heke jin derkeve kolanê, ger hevserê wê li cem nebe jî, ger pirr biçûk be jî birayê wê bi sedema tevdîrê didin kêlekê. Yê ku namûsa jinê biparêze heke pênc salî be jî zilam e. Dewlet jî kengî bixwaze xwedî maf e ku kontrola bekaretê bike. Çi bibe jî, ew paswanê namûsa civakê ye. Jin malê (ya) bav, bira, zilam û dewletê ye. Jin heta xwedî bedena xwe jî nîne. Li Îran û Efxanîstanê li jinên ku di çarçoveya qedexeya cilûberg de li xwe nakin, siza tê birîn. Herwiha li Tirkiyê encex di sedsala 21’an de jinan mafê ku di saziyên gelemperî de pantolon li xwe bikin bidest xistin. Awayê livûtevgera jinê, deng û lixwekirina wê li jêr kontrolê de ye. Di Rojhilata Navîn de hîna ev pirsgirêk heye ku diyar bibe jin însaneke bêkêmanî ye. Di nîzama cemaeta Îslamî de ger ku newekhevîtiya di navbera zayendan jêrpirs bibe, ji ber ku rê li ber lêgera werguherîna zayendîtiya civakî vedike, pergal bi metirsiyê re rûbirû dimîne. Domdariya pergalê xwe dispêre newekhevîtiya di navbera zayendan. Ku jin li zilamê xwe îtiraz bike ji ber ev tê wateya rajêrînekirina (itiaatsizlik) paswanên namûsa civak û malbatê, hiyerarşiya dewletê jî tehdîd dike. Di vê rewşê de jin ne tenê li zilamê xwe, her wiha li cemaetê, ew mêjî û nîzama ku cemaetê pêk tîne jî rajêriyê dike. Jin heke bikeve ferqa xwe û ji bilî civatê jî bibe xwedî hin nêrînan, ev rastî ji bo raman û şêwazê jiyana cemaetê bi wateyê pirr tirsnak ve bargirî dibe.

Li cihên ku mentiqa dewletger-desthilatdar hakim bibe, ne gengaz e ku behsa ferdan were kirin. Di Rojhilat Navîn de ji ber feraseta dewleta pîroz serwer e, hebûna ferd ji bo dewletê heye. Mafê jiyana ferd jî di nav de hemû mafên wî/wê dikare fedayê dewletê were kirin. Ferd li pêşberî dewletê tine û cûce ye. Ev rewş ji bo jinê ku li Rojhilata Navîn di pozîsyona zayenda duyem de ye hîna zêdetir xuyanî dibe. Li şaristaniya Rojava paradîgmeya serwer hewl dide ku nakokiyên ferd lihev bîne û wiha jî rastiyeke însan ya bê çîn, bê zayend û bêyî netew dexe holê. Lê belê di civaka ku îdeolojiya ol û feraseta dewletê li ser her tiştekê qadir e, yên ku tên perçiqanin û dikevin jêr kontrolê jin, zarok û muxalîfên pergalê ne. Li Rohilata Navîn zexta li ser civakê hin caran di bin navê berjewendiya dewletê, hin caran jî di bin navê parastina exlaqa civakî meşrû tê dîtin. Di bin navê parastina berjewendiya exlaqa civakî û dewletê, ya ku herî hêsan dest jê bê berdan jin e. Dewlet bi taybet jî îmajeke bêexlaqî dihûne û wiha jî hewl dide qanûnên xwe yên exlaqî (!) yên zextkar û newekhevîtiya zayendî rewa bike.

Rolên ku îstînadê (atfetmek) jinê kirine, bi dewletê re bi awayeke modern didome. Êdî ji bo jinê yê ku qalibên livûtevgera rast diyar bike ne kevneşopî, ne jî ol e, dewleta ku ev hemû di poteya xwe de helandiye ye. Her ku pergal diguherin, di nêzîkatiya dewletan ji bo jinê de jî hin guhertinên şeklî têne dîtin, lê belê bi şûna ku mesafeya di navbera zayendan ji holê rake, wê kûrtir dike. Ji hêlekê ve bandora zayendparêziyê, ji hêla din ve jî di navbera modernîteyê de asê mayîn, pirsgirêkê tam dike girêkor. Her ku hiyerarşî û dewlet pêşdikeve, ji bo ku xwe bi demdirêjî bidin jiyandin û mayînde bikin bi awayê ku zihniyeta xwe xwedî bikin û mêtingeriyê veşêrin, hemû saziyên civakê birêve dibin. Wiha jî jinê dixin rewşa ku bibe yek ji hevbira (bileşen) girêdayî dewletê û îdeolojiya resmî. Serweriya mutleq a sêmenda (uçlu) xweda-dewlet-bav sînorên ku jin bibe dayîk û hevsereke baş diyar dike. Jina ku bi desthilatdariya nêr re di nav hevkirina herî baş de be, ew jin tê pejirandin. Ev jin dayîkeke fedakar û hevsereke baş e. Biwêjên wek “çûka mak hêlînê lêdike. Li pişt her zilamekî serkeftî jinek heye” ji bo ku dilê jinê xweş bike lihev hatine anîn. Ev gotin ‘hêlînçêkirin’ û ‘li pişt zilam de mayînê’ ji bo jinê maf dibîne. Wiha jî dike ku jin bi van tiştna xurûr bigre. Ev, di esas de dibe sedem ku hemû enerjiya jinê ji bo çêkirina îmaja hêlîneke bextewer û zilamekî baş vala vala were xebitandin. Saziyên medyayê ku li jêr yekdestiya dewletê de ne, rola dayîka hêmin (uysal) û aram bi rêya rêzefîlman bi awayeke pirr zêde didin pêş û wiha jî bi rêya amûrên dîtbarî rola jinê di pêvajoya nû de di nav civakê de divê çawa bibe, empozeyê civakê dikin. Statû û rola ku di nav civakê de ji jinê re ji hêla dewletê ve  hatiye diyarkirin. Bi bandora zayendparêziya civakî pîşe û qadên kar ku ji bo jinê hatine destnîşankirin hene. Wek mînak; pîşeyên mamostehî, parêzdar (hemşire) û sekreter wek pîşeyên jinê têne dîtin. Lê belê qadên wek siyaset, leşkerî û polîtîka ku hêza bandora van saziyan di nav civakê de zêdetir e, wek qadên kar ên zilam têne dîtin. Di pirtûkên dersê yên bi kontrola dewletê çap dibin de, şopa kûr a zayendparêziya civakî tê dîtin. Bav ku diçe ser kar, dayîk cil dişo, utû dike, bi xwarinê ve mijûl dibe. Bira bi amûrên elektronîk dileyîze û alîkariya bavê xwe dike, keç jî alîkariya dayîka xwe dike. An jî prove dike ku di pêşerojê de bibe dayîk û bi bebokan dileyîze.

Jin, heya ku hevkirina bi desthilatiya zilam xera nekin, dikarin bi siayset û polîtîkayê re jî mijûl bibin, yên wiha bi tirsa ku xwe bidin pejirandin ji dewletê bêtir dibin dewletger. Ji bo jin di nav dewletê de cih bigre rêya vê ew e ku wek zilaman bifikire û heta ji zilaman zêdetir wek zilam birêve bibe.

Li Rojhilata Navîn zayendîtiya jinê di demên borî de sedema perestînê bû, lê belê niha bi armanca parastina exlaqa civakê heta tayê porê wê jî ku li derve bimîne wek ûnsûra tehrîkê tê dîtin û jin ketiye pozîsyoneke bi vî awayî. Di Îranê de peçaftina jinê bi zagonan ve hatiye girêdan û jinên ku li gor zagonan tevnegerin bi sizayên giran rûbirû dibin. Li wan îşkence tê kirin. Lê belê tê dîtin ku jin dixwazin vê yekê derbas bikin. Jineke Îranî li kolanê bê ku porê xwe peçêve derketiye û li beramberî feraseta kevneşop îsyan kiriye û ji pêngaveke wiha girîng ku di asta şoreşê de ye pêşengtî kiriye. Di rastiya Rojhilata Navîn de cewhera berxwedêriya jinê ruxmê zihniyeta tehkumkar a dewlet, malbat û olê û ruxmê hemû kiryarên pratîkê yên vê zihniyetê hene jî, tune nebûye. Jin ku demekê dayîka xwedawend bû, pozîsyona heyî ku ketiye nav de bi tu awayî nepejirandiye, lewma jî her rewşeke buhranî dijî û xwekuştina jinê, xweşewitandina wê li dewletên Rojhilata Navîn herî zêde tê dîtin. Jin ketiye asta ku difikire encex bikaribe vê qirêjê bi xweşewitandinê bişo û paqij bike.

Kirinên azadiyê yên ku îro jin li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê dikin hem zilam, hem jî dewletê têra xwe ditirsîne. Civaka dewletparêz a hiyerarşîk berhema desthilatdariya zilam e û dewlet yek ji diyardeyên herî dûr ji cewhera jinê ye. Lewma hêzên desthilatiyê yên navend-dewlet herdayîm jinê wek muxalîf dibînin û dixwazin muheqeq wê bixin jêr kontrola xwe. Rêbertiya me bi nirxandina xwe ya “Di bingeha felaketa însanî ya ku hatiye serê civakan şer û desthilatî, dewlet, cehalet û zordestî razaye. Ruxmê ku dewlet, desthilatî û şer encamên jirêderketî (sapkin) yên zekaya analîtîk in, derbaskirina wê jî encex heke zekaya analîtîk û hestyar dest bidin destê hev gengaz dibe” rêya derketina ji kaosê nîşan dide.