SOSYALÎZMA PÊKHATÎ Û JIN

08 Çile 2014 Çarşem

Rosa Lûkxembûrg dema ji girtîgehê derdikeve xebatên xwe berdewam dike û bi hevalên xwe re Partiya Komînîstên Elman ava dike. Ji ber raman û nivîsên xwe pir caran tê girtin, di sala 1919’an 16’ê Çile ji hêla leşkerên împaratoriyê ve heya dimire tê lêdan û paşê jî wê diavêjin çem.

Ji Pirtûka Jina Azad Kê ye û Çawa Dijî?

Lêgera mirovahiyê ya ji bo azadî, heqîqet û mirova/ê azad cewhera têkoşîna sosyalîzmê jî îfade dike. Di dirêjaAhiya dîrokê de têkoşîna sosyalîzmê ku pêşketiye bi awayekê bûye xêva azadiya mirovahiyê, ji qonaxên cuda derbas bûye û gihîştiye asta ku wek zanistî em bi nav dikin. Bêguman di vir de awayê derketina nakokiyan, nêzîkatiya ji çareseriya nakokiyên bingehîn re û ji aliyê pêvajoyan ve şîrovekirina nakokiyan, karakterê têkoşîna sosyalîzmê jî diyar kiriye.

Di sedsala 19’an de bi Marks, Engels û paşê jî bi Lenîn re sosyalîzm gihîşte qonaxa zanistê. Sosyalîzma zanistî nakokiya çînên proleterya û burjûva ku yek ji problemên acîl ên wê rojê bûn û diviya bi lezgînî bihatana çareserkirin, wek dînamîka sereke bidest girt û li ser vê jî gihîşte pênaseya teorîk. Tesbîtên di vê pêvajoyê de hatin pêşxistin, di wateya pênasekirina nakokiyên herî lipêş, tesbîtên rast bûn, lê belê ger jiyana civak û ferd bi awayê têkelbûn, cihêbûn û di nav hev de were hizirîn, tesbîtên ku hatin kirin kêmbûn. Newekhevîtiya jiyana civakê, dijberkirina cewaziyan (farklılıkların karşıtlaşması), têkîlî û nakokiyên ferd-civak, jin-zilam, civak-xweza, zihniyeta serdest-bindest ku îro jî her diçe kûrtir dibin, tenê bi çareseriya nakokiya di navbera çîna proleter û burjûva ve girêdan, lê ev ji bo çareseriya van pirsgirêkan têr nake. Wek bizavên dijberê pergalê ku li beramberî şaristaniya desthilatdariya zilam serî hildan, sedema hilweşîna bizavên sosyalîstî jî ku ji pêşengên van bizavna bûn, ew bû ku problema azadkirina zayendperestiya civakî bi nêzîkatiyeke pozîtîvîst bidest girtin, heta li pêşiya pêşxistina nakokiya çînî wek astengî dîtin. Ev jî bi hêsanî rewa dike ku çawa bi feraseta modernîteya sermayedar a di derbarê civak, jiyan û têkîliyan re bûne yek û bûn pêveka pergalê. Dema doktirîna sosyalîzmê pêşdixistin, di aliyê çawaniya avakirina civaka azad, jîn, têkîlî û ferd de perspektîfeke wan a xurt tinebû. Tehlîla civakî bi lêvegeriya (îndîrgemecîlîk) aborî bidest girtin, çîna ku hate tehlîlkirin jî zilam bû. Mêtandina keda jinê ku yekemîn hêmana mêtingeriyê bû, bi awayeke qeba di nava nakokiya proleterya-burjûva de hate nirxandin. Koletiya ku di fîzîk, ruh û hestên jinê de hewandine, nehate analîzkirin. Gava desthilatiya proleterya avabû jî, çawa ku koletiya jinê ya ku di mal û kolanê de, di dibistan û cihê kar de rastî mêtingeriyê dihat tehlîl nekirin, herwiha desthilatdariya zilam jî nehate tehlîlkirin. Di bin navê derbaskirina pergala mêtinger de dewletkirina dîktatoriya proleter nehişt ku sosyalîzm ji bo pirsgirêkên, ku ji bo çareseriya wan ketibû ser rê re bibe derman.

Ji ber diyardeya serdest-bindest wek zihniyetekê di mêjiyê civakê de dane rûnişkandin, êdî ev zihniyet li gor beşên ku hem di hundirê desthilatiyê de ne û yên ku ne tê de ne, di nava tevlihevî û cudabûneke mezin de wek elimandinekê ye. Jin yekemîn qurbana vê zihniyeta serdest e, lewma jî hejmareke zêde însan ku dişibin jinê, mehkûmê bindestiyê kirine. Ji ber vê sedemê dema mirov têkoşîna sosyalîzmê difikire, ji bo pratîkbûna wê têdikoşe, divê herî zêde di diyardeya jinê de, rastiya zihniyeta desthilatdar ku herî bêtir vîna wê şikandiye tehlîl bike. Li gor vê jî çeşîtên cuda yên çareseriyê pêş bixîne û ev jî mijareke stratejîk e. Di cewher de serketina sosyalîzmê bi vê re girêdayî ye. Heke li beramberî pergala serdest ku di serî de li hest, raman û fîzîka jinê xistiye têkoşîn bê meşandin, di serî de pêwîst dike têkoşîna zindîkirina hest, raman, fîzîk û vîna jinê bi felsefeya jiyana azad were dayîn. Îsbat bûye ku sosyalîzma ku pêkbê, ger vîna jinê dernexîne holê wê negihîje serketinê. Di sosyalîzma pêkhatî de di serî de giranî ji pirsgirêka dewlet û netew re hatiye dayîn û pirsgirêka civak û malbatê paşde hatiye xistin, lewma jî encama vê şêwaz û rêbazê pir giran bûye. Bi dewsa ku li pirsgirêkên civakî bi awayeke bitûnî were mêzandin, ji hin pirsgirêkan re pêşîdayîn (oncellik), rê li ber tesbîtên çewt û kêm vekiriye. Di şoreşên burjûva de diyardeya netew di cihokeke wiha de şemitiye. Çi netewên ku têkoşîna şoreşa sosyalîzmê meşandin, çi jî yên ku têkoşîna rizgariya netewî dan û biserketin nekarin karaktera ku wek nakokiya bingehîn a netew dihate dîtin derbasbikin, lewma ji vê nexweşiyê xilas nebûn. Herwiha Yekîtiya Sovyetê bi pêşengtiya proleterya li beramberî paşverûtiya Rûs têkoşaneke bêeman da meşandin, bi navê bindestan yekem car dewletbûyîn pêk anî. Lê belê di cewhera dawîhatina wê de jî derbasnekirina dewletbûyîn û pêşnexistina demokrasî û azadî cih digre. Rêgeza Lenîn a “Mafê Gelan a Diyarkirina Çarenûsa Xwe” ji bo gelên bindest bû al, ji bo pir têkoşînên netewî bû perspektîfa bingehîn. Lê belê rêgeza Mafê Diyarkirina Çarenûsa Xwe ji ber bi mentiqa dewlet-netew bi xêzkirina sînoran re hate eynîkirin (ozdeş) ji mentiqa netew a ku ji hêla burjûvaziyê hatiye berovajîkirin wêdetir tiştek nebû. Ruxmî ku bedelên pir mezin hatin dayîn, nirxên pir giranbuha derketin holê, lê di encama vê têkoşînê de, ji ber xala bingehîn a ku diviya bihata derabaskirin di zihniyet û jiyana civakê de nehate derbaskirin, encama ku dihate xwestin neafirand.

Di encam de gelên bindest di têkoşîna li dijî hêzên olîgarşîk ên mêtinger biser ketin, lê belê di sînorê netew de heke em pêşketina demokrasî, wekhevî û edaletê wek pîvan bigrin dest, di vê mijarê de serketin bidest nexistin. Di her derê cîhanê de, di nav her netewê de, pirsgirêkên civakî, aborî, exlaqî û çandî nehatin tehlîl û çareserkirin û netew îro jî bi awayeke dijwar bi van pirsgirêkan re mijûl dibin. Nexasim, têkoşîna sosyalîzmê têkoşîna filitîn ji nexweşiya tekîtiyê (tek’lik) ye. Hemû nasnameyên etnîkî ku li ser axeke hevbeş dijîn, cihêbûna wan bi xweşbînî mêzandin, naskirina nasnameya jinê pêdiviyên wê yên jiyanî wek pêdiviyên jiyanî yên civakê bidest girtin, feraseteke rast a têkoşîna azadiyê ye. Têkoşînên ku jinê dikin der, wek yêdek û alîkar tevlî dikin antîdemokratîk in. Nabe ku jin tenê wek amûra berdewamkirina nifşê netew û nîjad were bidestgirtin. Gotinên tenê behsa wekhevîtiya qeba dikin, an jî têkoşîna azadiya jinê bi hin telebên maf re sînordar dikin, ne azadîxwaz in. Ev ancax şêwazê zihniyeta desthilatdariya zilam a yek-alî ye ku bi awayeke zirav dixwaze xwe birêxistin bike. Têkoşîna dijberê sîstemê ku vîna jinê nas neke, nikare ji pirsgirêk û nakokiyên bingehîn re bibe çareser. Derkirin, piçûkxistin û perçiqandina nasnameya jinê, valatî û lewaziya herî mezin a pergalan e. Hin alî îdea dikin ku xwedî karaktereke antî-şarezatî ne, lê belê bi awayeke herî zirav di nav jiyana civakî de rêbaz, şêwe û zihniyeta desthilatdariya zilam pêşdixin. Ev tê wateya ku berjewendiyên rojane fedayê îdealan dikin. Lewma jî li gor vê zihniyetê berjewendiyên dewlet û proleterya ji azadiyê binirxtir bûne. Di sosyalîzma pêkhatî de di bin navê berjewendiyên giştî yên şoreş, gel, rêxistin û civakê; pir bi hêsanî ji azadiya jinê dest hatiye kişandin. Azadiya jinê û telebên mafên wê, tenê bi pêkanîna her karê ku zilam dike jin jî pêk bîne re sînordar kirin. Wiha jî hewara azadiyê hate perçiqandin. Lewma mirov pir zêde nikare di Sovyetê de behsê bitevgerbûna xweser a jinê bi awayeke xurt û kûr bikê. Di Sovyetan de şoreşa 1905’an bû pêvajoya ku jin bi xwe bihese û doza mafên xwe bike. Di vê pêvajoyê de yekem car li pir bajêrên Rûsyayê mitîngên mafê jinê tê lidarxistin. Di Partiya Şoreşa Sovyetê de di navbera salên 1901-1916’an de tevlîbûna jinê zêdetir dibe. Bi taybet ji ber di şerê cîhanê yê I. de zilam ji hilberînê dûr ketine, dibe sedem ku jin nîvê hêza kar pêk bînin. Şoreşa Cotmehê ya 1917’an ji hêla karkerên jinên Petrogradî ve tê destpêkirin. Jin bi awayeke pir çalak tevlî şoreşê dibin, lê belê di têkoşîna şoreşgerî de ji hêla rêhevalên wan ên xort ve nêzîkatiyên zayendperestiya civakî li ser wan ferz dibe. Ji ber bandora giran a vê nêzîkatiyê û herwiha rêxistinbûna jinan a cewherî nebû, nekarin mîna karakterê şoreşê de guhertinekê bidin çêkirin û nekarîn asta rewşa berê derbas bikin. Şoreşê nekarî xwe ji şoreşa zilam xilas bike. Problema azadiya zayendperestiya civakî wek nakokiyeke talî hate bidestgirtin, bi awayeke materyalîstiya qeba jê re nêzîkatî hate çêkirin û wer hate hesibandin ku têkoşîna çînî dikare hemû pirsgirêkan çareser bike. Bêguman kêm û nebes be jî hin jinan xwestin ku di şoreşê de karakterê zilam derbas bikin, di vê mijarê de têkoşîn û bedelên pir giran jî dan. Alexandra Kollantaî ku di şoreşa Rûs de xwedî tevlîbûneke mezin e, alîkara sekretera rêxistina navnetewî ya jinê ye jî. Kollantaî di malbateke dewlemend de mezin bibû. Lê di temenek piçûk de newekheviyên civakî ku di Rûsyayê de serwer bûn dibîne û nakokiyan dijî. Piştre zewicandina xwîşka xwe ya 19 salî bi zilameke 60 salî re wek zewaca firotinê dinirxîne û ev bûyer jî dibe sedem ku nakokiyên wê kûr bibin, lêgerên wê xurt bibin. Di civaka Rûs de ku bandora feodalîzmê pir dijwar dihate jiyîn, Alexandra jî bi pismamê xwe re tê zewicandin û zarokeke wê çêdibe. Kollantaî ticar destûr nade ku zewac û zaroka wê li pêşiya lêgera wê ya azadiyê bibe asteng. Ji bizava Karkerên Rûs re sempatî nîşan dide. Hema bêje tevlî hemû konferansên ku di wê demê de têne lidarxistin dibe, pirtûkan dixwîne û ji ber elaqeya ji şoreşê re xwe zane dike. Lewma jî diçe Zûrîxê ku perwerdeya aborî-polîtîk bibîne. Di sala 1899’an de vedigere Lenîngradê û xebata xwe destpê dike. Alexandra bi hemû hêza xwe ve dike ku di programa RSDP de pirsgirêka azadiya jinê jî bicih bike û di encama têkoşîna xwe a bê sekin, vê yekê biser dixînê. Di sala 1907’an de yekemîn qulûba jinên karker ava dike. Piştî ku Rûsyaya Çar hilweşiya, ew yekemîn jin bû ku ji bo endamtiya hukûmetê û wezîrtiyê hate hilbijartin.

Di sala 1918’an de bi tevlîbûna 1200 delegeyên jin ên gundî û karker konferanseke jinan tê lidarxistin. Piştî vê konferansê yekem rêxistina xweser a jinê tê rêxistinkirin û jin li jêr vê saziyê birêxistin dibin. Stalîn di sala 1929’an de bi vegotina “Pêwîst e dewlet pêdiviyên jinê pêşwazî bike” vê rêxistinbûna xweser dide girtin. Neçar dihêlin ku jinên şoreşê, bibin jinên malên xwe.

Têkoşîna sosyalîzmê pêwîst dike di her ziraviya jiyanê de ji civak, ferd, zayend, xweza û hemû detayên din ên jiyanê re nêzîkatî bide diyarkirin. Wek ku pêkhat, binxistina burjûvaziyê û avakirina serdestiya proleteryayê, ji jinê re azadî neanî. Jixwe sosyalîzma pêkhatî ev mijar bi mînakên trajîk nîşan kir. Lewma divê di serdema me de karakterê bingehîn a têkoşîna sosyalîzmê, pêşxistina zihniyeteke ku xwe ji desthilatdariyê safî kiribe, hemû cihêrengiyên civakî bibîne, jê re hûrmet bigre û bi awayeke azadîxwaz tev bigere.

Ji ber ku vîna jinê tevlî têkoşîna sosyalîzmê nekirin, bû sedem ku derfeta jîna nû were girtin. Yek ji navên herî pêş ên têkoşîna sosyalîzmê û nûnerên Marksîzmê yên jin Rosa Luxemburg û Clara Zetkîn ruxmî ku bi berfirehî têkoşan, mixabin nekarî sînorên desthilatdariyê derbas bikin. Rosa û Clara pê bawer bûn ku azadiya jinê bi serxwebûna aborî mumkin dibe, lewma jî bawer dikirin ku heke jin tevlî hilberînê bibe wê azadiyê bidest bixîne. Dihizirîn ku ger jin bi proleterya re tev bigerin û tevlî têkoşînê bibin wê ev têkoşîn azadiya jinê jî bîne. Sekna Rosa û Clara di nava rêxistinê de bi awayeke birêgez û radîkal bû. Bi taybet mirov dikare ji têkoşîna çînî ku Rosa di nav rêxistinê de dimeşand vê fêm bike. Ya ku herî zêde li beramberî ferasetên revîzyonîst û reformîst li berxwe daye û sekneke vîndar pêş xistiye Rosa Luxembûrg e. Rosa, laderiya (dönek) Kautsky herî zû ferq dike. Herwiha bi pirtûka ‘Reform An Jî Şoreş’ bersiv dide Bersteîn. Hîna dema xwendevan e, bi aliyên xwe yê mûxalîf bal dikişîne. Rosa Lûksembûrg di zanebûna Cihûbûna xwe (Yehûdî) de ye. Di dibistanekê ku ji bilî Rûsî axaftina bi zimaneke din qedexe ye, perwerde dibîne. Nakokiyên ku dijî û hişê wê yê zirav dibe sedem ku di temeneke zû de ji siyasetê re elaqeya wê çê bibe. Rosa dema hîna 18 salî ye, neçar dimîne ku Polonyayê biterikîne û direve Îsvîçre yê. Paşê jî diçe Elmanyayê. Li Berlînê di nav SPD’yê de cih digire û di sala 1907’an de di 5. Kongreya demokratên sosyalîst ên Rûs de nûnertîya SPD’ê dike. Ruxmî ku xwedî taybetiyên mûxalîf e, mirov dikare bandora nêrîna pozîtîvîst û qalibên hizrî yên ku derneketiye derveyî sînorên agahiya modernîteya capitalist di Rosa de bibîne. Rêbertiya me, ev rewş wiha rave kiriye;

“Rosa Lûxembûrg wexta ku pêkhatina sermayeyê bi şertê civaka ne kapîtalîst ve girê dida, gihiştiye keviya heqîqeteke gelekî girîng. Eger ji keviyê hinekî din ber bi hundir ve bimeşiya, wê bidîta ku tenê bi hebûna civaka ne kapîtalîst ve girêdayî nîne, ew weke kijnikê ku xwîna civakê dimije, diwerime û ji vê xwînê dilopekê bi karkeran dide vexwarin û bi vî awayî wan jî dike hevparê gunehê xwe. Ez bi awayekî gelekî zelal destnîşan dikim: ez hewldana karkeran jî înkar nakim; lê ez dibêjim mirov pêkhatina sermayeyê pir hindikî dikare bi keda karker ve girê bide, heta mirov di çarçoveya felsefî-dîrokî-civakî de bifikire wê ev mîqdara pir hindik jî maneya xwe nemîne.

Fikra ‘Dewlet-netewa navendî nebe demokrasî û sosyalîzm nabe’ xwe xapandineke gelekî mezin. Ev fikir di nava çepgiran de hê bi bandor e û sed û pêncî salan ev fikra fermî ya sosyalîzma pêkhatî bû. Encamên xeternak ên vê yekê, nexasim li Elmanyayê di serî de Rosa Lûxembûrg di têkçûna gelek sosyalîst û demokratan de hat dîtin; ev rewş di jihevdeketina sîstema sosyalîzma pêkhatî de qewimî. Bi qasî bi vî awayî xapînê, ti xapandinê zirar nedaye demokrasî û sosyalîzmê. Komar û demokrasî li dijî yekdestdariya dewlet-netewê bi tenê bi pêkhatinên siyaseta demokratîk ên piralîparêz dikarin bigihîjin maneya xwe ya rastî. Hingê jiyaneke pêkve di nava cudatiyan de û welatparêziyeke manedar dikare bi rejîma siyaseta demokratîk a piralîparêz û komara demokratîk pêk bê.”

Rosa Lûxembûrg bi mebesta aliyên ku rexne dike derbas bike, di 1’ê Çileya sala 1916’an li beramberî polîtîkayên dewletê, bi navê Yekîtiya Spartakûs grûbekê birêxistin dike. Ji ber dijbertiya grûbê li beramberî polîtîkayên dewletê, Rosa bi girtîgehê tê sizakirin. Di nav van salan de jî meqale û nivîsan dinivîse. Di salên girtîgehê de nivîsên li ser şoreşa Rûsyayê û rexneyên ku li beramberî Bolşevîkan pêş dixîne balkêş in. Rosa ti otorîteyan qebûl nake, lewma di refên têkoşîna xwe de bi zilaman re têkoşîneke dijwar dimeşîne. Zilam, ji ber taybetmendiyên wê yên şerker û serhişk wê wek hukimkar, heta hîsterîk binav kirine. Herwiha navên wek heloya (kartal) şoreşê, Rosaya Sor jî lê kirine. Rosa bi asîbûn û serhişkbûna xwe ve li gor dema xwe jineke nejirêzê ye, di derdora xwe de hem heyrantî hem jî acizî ava dike. Rosa Lûkxembûrg dema ji girtîgehê derdikeve xebatên xwe berdewam dike û bi hevalên xwe re Partiya Komînîstên Elman ava dike. Ji ber raman û nivîsên xwe pir caran tê girtin, di sala 1919’an 16’ê Çile ji hêla leşkerên împaratoriyê ve heya dimire tê lêdan û paşê jî wê diavêjin çem. Rosa ji bo bibe jineke azad û birûmet ticar ji rastiyên xwe paşvenegeriya û ji mirinê netirsî. Rosa Lûxembûrg bi jiyan û berxwedana xwe mirin binxist.

Clara Zetkîn jî di 5’ê Tîrmeha 1857’an li Saksonyayê tê cîhanê. Bi Rosa Lûxembûrg re di nav netewa Elman de bi proleterya Rûs re di nava piştgîriyê de ye. Dema vê têkoşînê dimeşîne jî hewl dide ku pirsgirêka azadiya jinê jî bike rojev. Sernivîsa metna axaftina kongreya rizgariya enternasyonala duyemîn di sala 1889’an li Parîsê di derbarê rizgariya jinê de amade dike. Clara Zetkîna 32 salî, bi awayeke xwebawer û bi zimaneke rewan yekemîn axaftina xwe dike û di têkoşîna çînê de nûnertiya doza keç û jinan dike. Clara di vê axaftina xwe ya bi bandor de van xalan tîne zimên: “Pêwîst e sosyalîst bizanibin ku, di roja îro de di pêşketina aborî de karkirina jinan zerûrî ye. Sosyalîst beriya hertiştî divê bizanibin ku berbendiya (bağımlılık) aborî û serbixwebûn, bi koletî û azadiya civakî re pêwendîdar e. Yên ku rizgariya her tişta di sûretê mirov de ji xwe re kirine durûşme, nikarin nîvê zayenda mirov mehkûmê koletiya civakî, siyasî û berbendiya aborî bikin. Çawa ku karker bi destê kapîtalîstan kirine jêr nîr, jin jî li jêr nîrê zilam de hiştine û heya jin negihîje azadiya aborî wê wiha jî bimîne. Şertê sereke ji bo serxwebûna aborî ya jinan karkirin e.”

Çawa ku ji van axaftinên Clara jî fêm dibe, wê bawer dikir ku azadiya jinê jî wek azadiya tevahiya mirovahiyê bi rizgarbûna kedê ji nîrê sermayeyê mumkin dibe. Ew pê fikirîbû ku tenê di civaka sosyalîst de jin jî wek karkeran wê bibe xwedî maf. Bi vê axaftina Clara Zetkîn yekem car di enternasyonala duyemîn de mijara jin û sosyalîzmê dikeve rojevê. Di vê enternasyonalê de biryar tê girtin ku 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê were pîrozkirin. Di sala 1907’an de bi kombûyîna 59 jinên ji 15 welatan di yekemîn kongreya navnetewî ya jinên sosyalîst de roleke bi bandor dileyîzin. Di wê rûniştinê de biryar tê girtin ku hemû rêxistinên jinan ên sosyalîst bibin yek. Ruxmî ku Clara femînîst bû lê dijberî dike ku bi jinên burjûva re yekbûn çêbibe. Clara Zetkîn di bizava jinên Elman de li beramberî ên nerm (ılımlı) têkoşîneke pir mezin dide meşandin. Bi Helene Stocker re ku Komeleya Parastina Dayîkan saz dike dibe heval. Telebên Helene Stoker ên wek ‘ji jinên ku beriya zewacê jî dibin dayîk re belavkirina dermanên parastina bihemlbûnê û qanûnîbûna mafê kurtajê’ destek dike. Herçend bizavên jinan ev helwest mehkûm kirin jî, hevaltî û helwesta van her du jinan heya ku Clara Zetkîn dimire, dewam dike. Di vê navberê de Clara Zetkîn wek sekretera giştî ya rêxistina navnetewî ya jinê tê hilbijartin û di sendîkabûyîna jinê de jî roleke çalek digre ser xwe. Di sala 1908’an de ji ber ku ji berjewendiya çîna proleter bêtir pêşî dide berjewendiya jinê, erka wê ya di nav SPD’ê de tê sekinandin. Clara pir caran dide diyarkirin ku ji bo wê wateya jiyanê şerkirin e û ji bo ku bi awayeke birûmet bijî qet dest ji têkoşînê bernade. Clara Zetkîn keça mamosteyeke gund e, di temenê zarokînî de bi pirtûkên ku dixwîne, di rêya nirxên ku pê bawer dike berçavgirtina mirinê fêr dibe û jiyana xwe li ser vê xetê dide diyarkirin. Heya sala 1933’an ku dîroka mirina wê ye, heya dawî parastina tiştên ku pê bawere ji xwe re dike rêgez.

Rosa û Clara ji nasnameya zayendî bêtir, bi têgihîştina çînê têkoşîn meşandin. Lê belê li gor demê xwe tişta ku bi navê têkoşîna jinê jî kirin, ne di wê astê de ye ku piçûk bê dîtin. Îro pir kes yekem car têkoşînê ji wan dixwînin, ji wan fêr dibin. Divê ji nirxên ku pêşengên me afirandine re bi erzanî û jirêzê nêzîkatî neyê kirin. Elbet rexneyên me dê hebin, lê em divê xwedî li wan derkevin û nirxê ku di dîrokê de heq kirine jî bidin wan.