ZANİST, FEMÎNÎZM Û JÎNEOLOJÎ

04 Sibat 2014 Sêşem

Di Rojhilata Navînde dînamîzma ku Jina Kurd avakiriye tevahî jinên cîhanê bandor dike. Bi perspektîfa Jineolojî di van qadan de pêşketinên pir mezin avakirin û ev derfet nirxandin dibe yek ji erkên lezgîn yên pêşiya me.

Akademiya JÎNEOLOJÎ

Jineoloji weke têgeh bi qasî ku orjînale, penase û binyada xwe jî li gor vê çavkaniyê eşkere dike. Dirûşma ku herî zêde wateya têgeha Jin bi awayeke xweşik bi wate dike û ji aliyê Gelê Kurd ve hatiye bizimankirin JİN-JİYAN-AZADÎ formula bi sêhêr ya çareseriya pirsgirêkan û ronahîkirina rêya heqîqetê ya Jineolojiyê ye. Yek ji xala ku di penaseya Jineolojî de kêm maye; tenê weke rexnekirina Zanistên Civakî girtina dest an jî weke alternatîfa Femînîzmê girtina dest û li ser vî bingehî pêşxistina nîqaşa ye. Xeletiya din; Jineolojî weke rêxistin, tevger, partî bidest girtine. Eşkereye ku wê bi giranî xebateke zîhniyetê be. Lê belê Jineolojî tenê weke xebateke lêkolîn-lêhûrbûnê bi dest girtin wê bibe nêzîkatiyeke lewaz. Ji ber ku qada zanistiye, penasekirina me ya xebata zanistî ji bo penaseya Jineolojî girînge.

Heya roja me ya îro hemû zanist li gor Kuraman (teorî), ji aliyê kom û kesanve bi kûrbûna fikir re girêdayî hatine avakirin û pêwîstiya avakirina Jineolojî bi vê şêwazê hatiye dîtin. Jineolojî xwe bi rexnekirina têgihîna zanistên heyî bisaz dike û xebata zanistî jî bi awayeke kollektfî pêşdixe. Helbet divir de rastiya kadroyên akademîk nayê red kirin. Lê belê ev kadroyên akademîk divê weke yên di zaningehan de xwe girtî dihêlin, ji civakê qut dibin, zanista ku pêşdixin ji kê re çawa xizmet dike fikar nakin nebe. Weke Rêbertiya me penase dike divê nebin hemalên zanînê. Divê zanist bi zimanekî sade ku herkes bikaribe fam bike, li ser bingeha ku herkes bikaribe bigihêje û parvebike were avakirin û di vî alî de rist bilîze. Divê vê jî, bi rêbazên dewlemend, bi rexnekirina krîterên pozîtîvîzm û rêbazên berhevkirinan pêş bixe.

Di beşek mezin ya xebatê zanistî de zimanê ku gel nikarin têbigihêjin tê bikaranîn. Mijarên lêkolînê û girîngiya mijaran ji aliyê hêzên sermaya kapîtalîst ve tên eşkere kirin. Kesên ji van zanînan sûd werdigirin jî kesên ku herî zêde ji sîstema heyî re serî di tewînin û yên dewlemendin.  Xwendevanên di encama beşdariya çalekiyek protestoyî ya herî biçûk de bi dûrxistina ji dibistanan em bi dest bigirin, heya akademîsyenên dibin navê sîcîla reş de ji kar tên avêtin gelek mînak pîvanên di qada zanistê de hatine bidest girtin datînin holê. Yanî akademîsyenên ku xwe ji sîstemê re ispat kirine û bûne xwedî dîplome, bi vê dîplomeyê re girêdayî zanistê pêşdixin, zaningehên ku ji navikê bi sermayê re girêdayîne, nabin navendên zanistî. Ne layiqê vê sîfetê ne. Kesên di nava van de hinek durust û paqij mane jî, rewşên tên serê wan tên zanîn.  Rewşa hinek kesên ku hewil didin rûmeta xwe biparêzin jî ne di asta derbaskirina van rewşan de ne.

Yek ji qada herî zêde ku cînsiyetperestiya civakî xwe bisaz kiriye qada zanistê ye. Ev qad bi operasyonên ku li ser jinên zane yê ku xwedî yekemîn îcad u keşfanin hatine kirin bûye qada zilaman. Ew jinên zane ku gelek îcadên gelêrî afirandine, weke wan zilamên zanistê yên ewrûpayî yên sedsala 17. ku li gor berjewendiyên serdestan xebitîne zanist ava nekirine. Ew zanist nekirine malê xwe. Em navê wan jinê zane nizanin. Lê belê em navê Arşîmed ê ku hêza rakirinê dîtiye dizanin. Navê Newton ê qanûna parastina hêzê dîtiye dizanin. Edîsonê ku elektrîk dîtiye dizanin. Em navê gelek zilamên ku weke xwediyê zanistêne dizanin. Her wiha em tên bawerkirin ku zanist ji aliyê ‘zilamên dahî’ ilhama xwe ji asîmana girtine hatiye çekirin. Lê zanist berheva zanîna bi hezaran salan ya mirovahiyê ye. Zanista îro ji ber ji ehlaq û civakbûnê qut bûye rêya wahşeta li ser mirovahiya îro vekiriye. Rêbertiya me dibêje; ‘Heger ne jiber bêpariya ehlaq be, ne bombeya atomê, tebanca gîvarkan jî nayê afirandin’. Ev çawa zaniste ku, bi hesabên li ser çawaniya pir zêde kuştina mirovan bi şev û roj di labûratuwaran de lêkolînan dike?

Gordon Chîld şoreşa zanist-teknîka sedsala 17. bi ked û afirandinên Jjina dema Neolîtîk re hevwate dinirxîne û zanista dema Şoreşa Neolîtîk bi bersivdayîna pêwîstiyên jiyanê, çareseriya pirsgirêkên civakî, biwatekirina jiyanê eşker dike. Jinên zane weke zanista Navend Ewrûpa Wek ‘Bavê’ têgihiştina zanista F. Bacon û Descartes bi armanca girtina zanînan, êşkenceyê li xwezayê bikin, zikê xwezayê bi dirînin û zanînan jê bigirin şiretên wisa nekirine. Jinên zane weke zanistên pozitivist mirovahî jî di navde hemû alema zindîyan bi camidiyê bi dest negirtine û li ser mêza emeliyatê ranezandine. Wisa li xwezayê û alema mirovahiyê mêze nekirine. Bi şopandinê, bi awayê ku weke perçeyekî xwe bibînin, bi ahenga bihevrebûna xwezaya yekem û duyem Zanista Şînahiyan, Astronomî, Astrolojî, Tib, Geometrî, Bîrkarî ava kirine. Ketina zanistê nava lepê zilaman û însafa wan bi operasyonên pir bi zanebûn û bixwîn çêbûne û îro weke tevahî mirovahî em van encaman jiyan dikin. Jineolojî di cîhana zanistê de tenê aliyên hebûna jin yên hatine veşartin dernaxe holê, di serî de zanistên civakî bi nêrînek Jineolojîk lêdipirse, karakter û projeyên zanista nêr deşîfre dike, bi vê re girêdayî pêşxistina şîroveya jinê, bi ceribandinên, xwe û ji xwezaya xwe afirandina zanînan dike hedef. Di avakirina Modernîteya Demokratîk de Jineolojî di ber derbaskirina van zanînan ya rêxistin, çalekî û projeyan de berpirsiyare.

Rêbertiya me di parazmaneya xwe ya Sosyolojiya Azadiyê de xwezaya civakî hem fîzîkî hem jî di aliyê wate de jinê weke beşa herî berfireh ya zanistê digire dest. Rexmî vê rastiyê Jin nekirina zanistên civakî lêdipirse. Ne avakirina Jineolojî ya Sosyolojiyê tenê bi ravekirina jêdera vegotina desthilatdariya zilam re girêdayî datîne holê. Bixwezaya jin ya di tariyê de hatiye hiştin re girêdayî tevahî xwezaya civakê jî di tariyê de maye. Rêbertî bi van nirxandinan di paraznameyên xwe de dibêje: ‘Bi berfirehî û rastî ronahîbûna xwezaya civakî, encax bi ronahîbûna xwezaya jin ya biberfirehî û rastî gengaze’.  Ev destnîşankirina Rêbertiya me eşkere dike ku xwezaya jin derxistina ronahiyê yek ji hedefên Jineolojî ya herî girînge. Jiber çanda ku mohra xwe li xwezaya civakî daye, li derdora jinê şêwe girtiye. Girêdana jinê ya bi axê, zarok, xwezayê re daye çêkirin û çanda ku avakiriye bûye rista bingehîn ya di civakbûyînê de. Bûye çanda li ser bingeha ehlaq–polîtîkayê hatiye pêşxistinê. Tevî vê jî ev weke çanda gerdûnî di dîroka hemû gelan de bi awayeke pir zindî hatiye bijiyankirin û heya roja me hebûna xwe parastiye. Rêbertiya me perspektîfa Jineolojî bi rastiya jinê re girêdayî hem weke cewherê jiyanê hem jî weke torta jiyanê ronahî kirin û derfetên azadkirina wê penase dike û datîne holê.

Di berfirehiya gerdûnbûna jinê de ev çand eksî vê rastiyê veguheriye amûra dagirî û tinebûna jinê. Çanda jin ya ku her civakîbûna gelan û çanda wan avakir, pêşxist, parast îro cardin di heman wateyê de ji kîjan çand, gel, bawerî, kom û çînan dibin bila bibe dibin êrîşeke hevpar û tinebûnê de maye.

Ji ber van sedeman bi qasî derveyî xwezaya jinê em nikarin civakîbûnê jinê bidest bigirin, di çareseriya pirsgirêkên giran yên civakî de heqîqeta jin derxistina holê, penasekirin û azadkirinê wê encamên rast bi xwe re bîne. LêRêbertiya me ji bo azadiya vê heqîqetê, avakirina teorî, bername, rêxistin, sazûmaniya çalekiyê ve girêdayî qadên Jineolojî eşkere dike. Di destpêkê de dîrok, siyaset, aborî, demografya (zanista nufûsê-serjimarî) etîk-estetîk hebe jî bi demê re di qadên cuda de bi nêrîn, rexne, kuram re, wê Jineolojî berbi rêxistinbûn û çalakîbûnê ve xwedî erkbe. Di bisazkirina Jineolojî de xaleke din ya girîng ku divê were destnîşankirin, Zanistên civakî yên Navend Ewrûpa, yên pozîtîvîst bi rexne û nêzîkatiya ku Rêbertiya me di Paraznameyên xwe beşa Zanistên Civakî de daniye holê bidest girtin, dibe xaleke giştî ku were destnîşankirin. Bi rêbazên Sosyolojîk yên weke çanda giştî, binyadî (yapisal), pozîtîf û Sosyolojiya Azadiyê ku tê penasekirin, çand, sazî û bûyer bi qasî dahûrîna ji aliyê Jineolojîve, hîn zêdetir ji aliyê tewereya Sosyolojiya Azadiyê de veguhertina van mijaran weke erk datîne pêşiya xwe. Hemû sazî, têgeh û binyadên ku ji jin û civakê hatine dizîn û li dijberî wan tên bikaranîn li ser rexnekirin û rastkirinê cardin yek kirina bi jiyana civaka demokratîk û azad re, ew şîrovekirin, amûr, rêbaz û çalekiyên vê pêşxistin de xwe berpirsiyar dibîne.

Di hemû qadan de, ji aliyê Tevgerên Azadiya Jin yên Cîhanê û weke Tevgera Azadiya Jina Kurd ji bo azadiya jinê tekoşînên pir mezin hatine dayîn û wê ev tekoşîn berdewam bikin. Gelek xebatên girîng û proje derketine holê. Lê belê di rewşa heyî de ev tekoşîn û rêxistinbûn bi pêwîstiya hevbeşkirina teorî û çavkaniyên zanistî re bû bi rû ye. Weke Tevgera Azadiya Jina Kurdîstan pêwîstiya me bi parvekirina ezmûnên me girtine bi jinên cîhanê re heye. Bi derbaskirina van ezmûnan naveroka rêxistinbûna xwe hîn baştir dagirtin, kûrbûna di çareseriya pirsgirêkên civakî de û avakirina perspektîfên çareseriyê pêwîste. Bi biwêja Rêbertiya me ya xweşik di Sosyolojiya Azadiyê de dinirxîne, ‘Her Ku Zanist Pêşbikeve Bîr An Jî Hişmendî, Her Ku Bîr Pêşbikeve Wê Tevger Jî Bi Awayê Lez Pêşbikeve’. Bi pêşbiniyeke berfireh Jineolojî vê ristê dilîze.

Weke Jinên Kurd di pêvajoya avakirina Zanistên Civakî de li ser bingeha pêşxistina Jineolojî çavkaniyên îddîaya me pir bihêzin. Ji kêliya avabûyîna Partîbûnê û heya niha di serî de Rêheval Sara di nava Refên Tekoşîna Azadiya Kurdîstanê de li kêleka Rêbertiya me jinan jî cihê xwe girtine.Bi hêza Rêbertiya me, rêheval Sara û Jinên Şoreşger, pêşengên vê tekoşînê re, bi zêdebûna tekoşervanên jin re yekîneyên jinan hatine avakirin. Di şexsê rêheval Bêrîtan de bi tekoşîna dehan fermandarên gêrîllayên jin, artêja jin YAJK avabûye. Rêbertiya me weke bersiva bîranîna Rêheval Zîlan û Sema Bîrdoziya Rizgariya Jin pêşxist û partîbûyîn weke erk danî pêşiya me. Ev bû pêvajoyeke girîng ya duyemîn. Îro di cîhanê de em xwedî hêza herî berfireh, berxwedêr, qada polîtîk ya civakî ne. Her wiha em xwedî artêşa çekdar ya jina ne. Herî dawî bi sîstema hevseroktî cihê me yê siyasetê bi awayeke hîn pêşketî bi nûneriya herî bilind ya jinan bi encam bûye. Ev mîras hemû dibin çavkaniyên me yên pêşxistina Jineolojî. Bi taybet di roja îro de di nava tevgerên Femînîst û Jinên cîhanê de pêvajoyên tengavî û fetisandinê di şexsê mîlîtaniya rêhevalên me yên şehîd de bi kevneşopiya berxwedana herî mezin hatiye derbaskirin û ev bûye ezmûna bingehîn. Di heman demê de ezmûna me ya di aliyê rêxistinbûyîn û hêza me ya derveyî sîstemê de mayîn, dibe çavkaniyên erk û berpirsiyariyên me yên pêşxistina Jineolojî.

Di dema avakirina modernîteya demokratîk de,  di nava îttîfak, dînamîkên me yên bingehîn de, mîrasa ku Rêbertiya me bi penaseya ‘Serhildana Mêtîngeha Dawî’ heqîqeta kevneşopiya tekoşînên Femînîst eşkere kiriye û di Tekoşîna Azadiyê de berhev û kevneşopa girîng ava kiriye heye. Yek ji çavkaniya ku Jineolojî xwe disipêre ev mîras û kevneşopiya tekoşînê ye. Lê belê ev kevneşopî bi rewşa heyî, li hemberî qetliyamên jinan yên rojane û herî giran nikare bibe bersiv. Marjînalbûyîn, nederketina derveyî sîstemê, di rêxistin û perspektîfa çareseriyê de sekna parçekirî sedemên bingehînin. Rexmî di asta teorîk de xwedî gelek dahûrîn û tespîtane, teoriya Femînîst perçebûneke pir mezin jiyan dike. Dibin navê gelek meyl û modelên rêxistinî de ev perçebûna ku derketiye bi taybetî ji ber bandorên post-modernîzmê her roja ku derbas dibe hîn girantir dibe. Ji ber çerçeveya nêrîna Navend Ewrûpa ya Pozîtîvîst, Oryantalîst di serî de Rojhilata Navîn û jinên di Rojhilata Navîn û çandên cîhanê de, hemû jinan nagire nava xwe her wiha ji hêza wan ya dînamîk weke tê xwestin sûd wernagire.

Ji ber tevlîheviya zîhniyeta post-modernîzmê hinek meyl û derdorên Femînîst, bi taybet jî di qada xebata akademîk ya jinan de, ji redkirina xwezaya jinan, derbaskirina cînsiyetperestiya civakî bi şêweya jiyana hevcîns (eşcînsel) weke çareserî danîna holê, qismên civakî yên tên dagirkirin û pelçiqandin weke rojeva tekoşîna xwe nedîtin bûye sedema vê marjînalbûyînê. Beşek teorîsyenên Femînst yên girîng ji bingeha civakî qût bûyîne û di zanîngehên sîstemê de bicih bûyîne. Ev jî bûye sedem ku tespîtên kirine di qada civakî de derbasî jiyanê nebin û di asta rêxistin û çalekiyan de qutbûyînê bînin. Li hember pirsgirêkên jin yên girandibin, weke tekoşîna azadiya jin xwe ji sîstemê nequtkirin û xwe ji fêrbûnên jiyana sîstemê nequtkirin, lewaziya perspektîfên rêxistinbûn û çalekiyan, bûye sedem ku bi awayeke têr ji pirsgirêkan re nebin bersiv. Her wiha weke perçeyeke sîstemê mane û nikarin xwe jê rizgar bikin.

Ji ber di femînîzmê de pirsgirêka jin tenê weke pirsgirêka cins hatiye bidestgirtin weke sedemên me beriya niha jî destnîşan kir Rêbertiya me di Paraznameyên xwe de dibêje; ‘Şûna femînîzm, Jineolojî dikare armancê baştir pêşwazî bike’. Bi qasî ku xebatên Jineolojî were pêşxistin wê pirsgirêkên tevgerên femînîst jî werin derbaskirin. Beramberî vê wê di Tekoşînên Azadiya Jin yên Rojhilata Navîn de hêza dînamîk bide avakirin. Ji ber ku kevneşopî û civakbûyîna Jinên Rojhilata Navîn xwedî zanîna bingehînya rêxistin û çalekiyên bihêze. Di çalekiyên Bihara Ereban de weke hêza herî çalak û berxwedêner her çiqasî jinan cihê xwe girtibe jî piştî van şoreşan rewşa jinan ji berê xerabtir bûye. Sedemên bingehîn lewaziyên qada bîrdozî û nepêşxistina alternatîfên pirsgirêkane. Cihê nêrînên Navend Ewrûpa di nava Tekoşîna Azadiya Jin ya Rojhilata Navîn de tine ye. Rexmî pirsgirêkên jin yên pir giran ku dijîn, Femînîzma ku xwe weke alternatîf daye der, di Sosyalîzma pêkhatî de, di Anarşîzmê de bingehên civakî ava nekiriye. Ji ber bibandorên modernîst û bi taybet çerçeveya nêrîna Oryantalîst, Rojhilata Navîn û Jinên Rojhilata Navîn bidest digire çareseriyê ava nake. Weke jinên Kurd bi Konferansa xwe ya Rojhilata Navîn di vê mijarê de me rewşa xwe hîn baştir bidest girtiye û têkiliyên hatine avakirin bûne bingehên xwe bihêzkirin û qonaxa derbasbûyîna rêxistin û çalekiyên hevpar. Ev qonax rêya pêvajoyê daye vekirin. Di Rojhilata Navînde dînamîzma ku Jina Kurd avakiriye tevahî jinên cîhanê bandor dike. Bi perspektîfa Jineolojî di van qadan de pêşketinên pir mezin avakirin û ev derfet nirxandin dibe yek ji erkên lezgîn yên pêşiya me.