Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $rootPath in /home/komunar/public_html/ku/includes/settings.php on line 49
AZADÎ BÊ RÊXISTIN Û BÊ PARASTIN NABE!-1 | Komunar.NET

AZADÎ BÊ RÊXISTIN Û BÊ PARASTIN NABE!-1

14 Adar 2014 În

Di mijara parastina cewherî de pêwîstî bi zelalbûneke şênber heye. Eger ku operasyonên qirkirina siyasî hê jî berdewam in, pirsgirêk di feraseta parastina cewherî de ye. Ne zîrekbûna dijmin e.

Rêzan ÇIYAYÎ

Divê her têgeh di wateya xwe de were bikaranîn. Nexwe wê wateya têgehan tevlîhev bibe. Gelek caran têgehên wateya wan nêzîk an temamkerê hev in di heman wateyê de tên bikaranîn. Ev jî rê li ber tevlîhevkirina têgehan vedike. Parastina rewa û parastina cewherî du têgehên rasterast bi hev ve girêdayî ne. Pir nêzîk û temamkerê hev in. Ji ber vê yekê jî gelek caran di heman wateyê de tên bikaranîn. Lê belê neveroka herduyan ne heman tişt e. Cudahiyên zirav lê belê girîng di navbera wan de hene.

Parastina cewheri, parastina bertekî ye. Ango bi bertekan -refleks- bi pêşdikeve. Berhemê zekaya atifî ye. Cewherê wê ev e. Eger di nav komek mirov de kesek destên xwe bi şidet lihev bixe, yên li derdorê wê çavên xwe biqurçînin, ango bigrin. Ji bo vê kiryarê pêwîstî bi hizirandinê nin e.  Çima? Mêjiyê mirov ji bo çav hest bi metirsiyekê dike û bê ku pewîstî bi tişteke din hebe çav tedbîra xwe digre. Ji bo ku organa herî hesas ê laşê mirov çav e, yekser tê girtin. 

Her ajalên ku hest bi metirsiyekê dikin, yekser dikevin nava liv û tevgerê. Pêwîstî bi hişyarkirineke din nîn e. Zekâya atifî gelek li pêş e û xweparastin, ango parastina cewherî jî karê vê zekayê ye. Ev yek-mirov jî têde- ji bo hemû zindiyan jî wisa ye.

Parastina rewa jî di encamê de xweparastin, parastina maf û berjewendiyan e. Lê belê parastina rewa ji bertek wêdetir kiryareke plankirî ye. Hîn zêdetir bi plan, bername û bi hêzên rêxistinkirî, bi stratejî û taktîkan tê rêvebirin. 

Lê belê parastina mirovan ji ya zindiyên din cudatir e. Her çiqas parastina cewherî dîsa bi taybetmendiyên xwe yên seretayî be jî, mirov bi hişê analîtîk, bi hêza xwe ya civakîbûn, sazîbûn û plansazî ji alema zindiyên din cuda dibe. Ew parastina cewherî ku wek bertek derdikeve, di pêvajoya jiyana deh hezaran salan de xwe gihandiye astekê ku êdî hinek tişt beyî ku bi hizire pêk were jî, di demeke pir kurt de dikare wan bertekên xwe bi tevger bike. Bi qasî ku em dizanin, ajal bertekên xwe yên di genetîkê de hatiye neqşandin bi plan û bi tevger nakin. Lê mirov û civak dikarin bertekên xwe bi gelek şêweyan bi plan û tevger bikin. Wekî mînak; şêniyên di herêma şer de dijîn, dema li kolanê bin û teqînek rû bide yekser xwe davêjin erdê. Ajal xwe navêjin erdê, yekser direvin. Lê mirov, ew bertekên xwe birêxistin kiriye û êdî bê ku bihizire, dema teqîn rû bide bertekê yekemîn xwe avêtina erdê ye; dûvre jî dikare rabibe û bireve. Lê piranî berteka destpêkê, xwe avêtina erdê ye. Ji ber ku di teqînê de gelek perçeyên ku mirov bikuje an jî birîndar bike dipekin û li derdorê bilav dibin. Xwe avêtina erdê xweparastina herî bi ewle ye. Di nava deh hezaran salan de ev êdî wekî bertekekê –ango refleks- lê hatiye. 

Rêber APO dibêje “Civaka ku hêza xwe ya parastina cewherî nebe, weke hebûn wê ji hemû erîşên derekî re heta dawiyê vekirî be. Ne tenê ji nasname û cewhera xwe dûrdikeve. Ji civakbûyînê derdikeve.” Dema em li dîrokê binêrin, di diroka gelê me de, dema hêza parastina rewa nebû jî, ango hêzeke profesyonel, hêzeke leşkerî, hêzeke bi rêxistinkirî -ew gerilla an jî artêş dibe- nebû jî parastina cewherî ya gel her hebû. Çi bû, parastina cewherî? Dema ku ji derve êrîşek bi ser gel de bihata, her kes, hemû civak bi hemû derfetên xwe herêm û nirxên xwe diparastin. Bi her şêwazê xwe parastin esas bû. Eger ku êrîş ne çekdarî, bi şêwazeke din be, xwe parastin jî bi şêwazê din bi pêş diket.

Di vê wateyê de parastina cewherî ne tenê rêgezeke jiyanê; ew jiyan bixwe ye. Di jiyana civakan de hin tişt hene ku bi hêviya kes an jî hin saziyan ve nayê hiştin û dewrî wan nayê kirin. Yek ji wan perwerde ye. Ew Perwerdeya zarok, ciwan an jî perwerdeya civakê giştî be jî ferq nake. Ew bi hêviya kesî ve nayê hiştin. An jî dewrê ti kes û saziyan nayê kirin.  Ji ber ku ti civak nikare pêşeroja xwe teslîmê hin kes an jî saziyan bike. Parastina cewherî jî di vê astê de ye. Parastina cewherî şertê yekemîn ê hebûn û berdewamkirina hebûnê ye. Ji ber vê yekê jî bi çi sedeman hewaleyî ti kes an jî saziyan nayê kirin.

Bi mînakeke şênber em dikarin baştir pênase bikin. Gelê Kurdistanê dibêjin ku “HPG hêza pastina rewa û cewherî ye” Bi pênasekirina gel ev ne şaş e. Ji ber ku yekane hêza parastinê ya birêxistinkirî HPG ye. Gel dikare HPG’ê wisa pênase bike. Lê belê rastî hinek cudatir e. Rast e, HPG hêzekî bîrdozî, siyasî, leşkeri û exlaqî ye. Ev hemû jî rast in. Ji ber ku ew Hêza Parastina Rewa ya Koma Ciwakên Kurdîstanê ye. Ango ew hêza parastina rewa ya hemû ciwaken di Kurdistanê dê dijîn e. Hêza Parastina Rewa ya Gelên Kurdistanê ye. 

Baş e, hin cîhên ku HPG nagihîjê hene. Gelê me yê li wan deveran dijîn wê parastina xwe bi hêviya kî an kîjan saziyan ve bihêlin? Ti zindî bê parastin nabin. Mirov bi tenê serê xwe be jî divê bê parastin nebe. Dema ku em dibêjin “parastin ne tenê şewaza jiyanê, lê jiyan bixwe ye”, wê demê destpêkê çi tê bîra mirov? Jiyan bê civakbûn û rêxistinbûn ne pêkan e. Lewma berî her tiştî civakbûn û rêxistinbûn tê bîra mirov. Parastina cewherî wekî bi rexistinbûna civakê yê xwecîhî pênasekirin ne şaş e.

Bêguman gelek rê û rêbazên parastina cewherî hene. Rê, rêbaz û şêweyên êrîşan, naverok û asta parastina cewherî jî diyar dikin. Êrîş bi şewazên zorê ango şîdetê be, wê parastina cewherî jî bi rê û rêbazên zor û şidetê bin. Eger êrîşên piralî –wekî êrîşên bîrdozî, siyasî, exlaqî û hwd- bin, divê rê, şêwe û şîdeta parastina cewherî jî di wê astê de be ku bikare van êrîşan bêbandor bike. Ango rê û rêbazên parastina cewherî ji xwesteka kesan wêdetir, bi şert û mercan ve girêdayî ne. Ji bo vê jî di parastina cewherî de afirînerî, biryardarî, israr û hêza di demek kurt de guherîn û veguherîna taktîkan diyarker e. Êrîşên li ser hebûn, çand û jiyana gelen Kurdistanê 24 saet bê navber berdewam in. Ji ber vê yekê parastina cewherî jî divê 24 saetan bê navber bê domandin.

Kesên ku şivantî kiribin dizanin. Gelek caran bêyî ku ti dengekê bibihîze an jî nerehet be, kesek ku nêzîkî keriyê pez bibe, şivan ji nişkê ve bi xwe dihese. Tê gotin ku sawa kesê biyanî an jî ajalan şivan hişyar dike.  Ji ber ku hest û derûniya şivan 24 saetan hişyar e. Pergala sînirê mirov 24 saetan hişyar e, bêyî ku deng lê were kirin jî şivan ji ber wê hişyar dibe.

Di derbarê mijara parastina cewherî de em dikarin li dîroka xwe ya nêzîk jî binêrin. Beriya 12’yê Îlonê, bi taybetî jî bi destpêkirina têkoşîna Hîlwan (Curnêreş) û Sêwregê (Girêsor) re dijmin çi dikir? Di şevekê de bi 20-30 hezar leşkerên komando ve hawirdora navçeyekê bi giştî dorpêç dikirin. Ji bo ku karibin hevalên APOyî bigrin tax bi tax digirtin û mal bi mal digeriyan. Divê em bipirsin ka wê demê parastina cewherî çawa dibû? Di destpêkê de ji ber xwe ve bipêşdiket. Bi ezmûn, parastina cewherî dihate pêşxistin û birêxistinkirin. Di nava demê de ev bû mijara pisporiyeke cidî.

Li beramberê operasyonên dijmin zarokan li ser xaniyan zêrevanî dikirin. Hemû kolanên ku heval lê hebûna zarok zêrevan bûn. Dema ku leşker an polîs hê neketiye wê kolanê, zarokan heval agahdar dikirin. Li kuderê mecalê derketina hevalan nebûya, wê demê zarokan lihev dixistin; dûvre dayîk jî tevlî pevçûnê dibûn. Pevçûn mezin dibû. Di nava pevçûnê de pêşiya leşkeran digirtin û ew jî dikişandin nava pevçûnê. Heta ku heval ji wê kolanê derdiketin pevçûn didomiya. Dema ku îşareta ‘heval derketi ne’ dihat, pevçûn jî bi dawî dibû. Ev şêwazeke parastina cevherî ya şênber e.

Mirov dikare hîn mînakên dîtir jî bi bîr bîxe. Bi dehan siyasetmedarên me hatin girtin. Eger tedbîrên parastina cewherî hebûya, ne pêkan bû ku ew qas siyasetmedar werin girtin. Mînakek heye ku… Mînaka şaredara Geverê. Ceza lê hatibû birîn. Sazî bi sazî digere,  xatir dixwaz e. Bi def û zirne îlan dike ku wê biçe zîndanê. Roja wê jî diyar e. Hûn ê bibêjin qey diçe seyranê. Piştî ku tu ketî zîndanê çi wateya wê heye? Ma qey ew jî berxwedan e? Ew feraseteke şaş e. Ez bawer im ku Geverî amade bûn ku li derdora şaredarê xwe bicivin û wî teslîm nekin. Feraseta parastina cewherî hebûya, feraseta vala derxistina dijmin hebûya, gel vîna xwe radestî dijmin nedikir. Lê belê yê ku were rexnekirin, beriya gel, pêşeng e. Feraseta pêşeng mohra xwe li çalakiyan dixe. Ew bûyer wê bibe sedemeke bingehîn ê pêşxistina serhildanê. Eger îro jî bi dehan hilbijartî û bi hezaran xebatkarên me di zîndanê de ne, sedemê herî mezin û şênber, nebûn an jî kêmbûna feraseta parastina cewherî ye.

Di mijara parastina cewherî de pêwîstî bi zelalbûneke şênber heye. Eger ku operasyonên qirkirina siyasî hê jî berdewam in, pirsgirêk di feraseta parastina cewherî de ye. Ne zîrekbûna dijmin e.

Ev operasyonên qirkirina siyasî piranî nîvê şevê an jî destê sibê dest pê dikin. Wekî dema 12’ê Îlonê nîn e. Cendirme an jî polîs diçin ber malê û li derî didin, yên me jî derî vedikin. Eger derî venekin, dijmin derî dişkîne û dikevin hindir. Şêniyên kolanê an jî taxê jî wekî ku ti bûyer rû nade kesek serê xwe ji derî dernaxe û mêze nake. Hûn ê bibêjin qey ew bûyer li welateke dûr diqewime û em jî di televîzyonan de temaşe dikin. Divê baş bê zanîn ku di vî warî de em gelek bipaşketi ne. Di roja 14’ê Nîsana 2009’ê de dema ku operasyonên qirkirina siyasî destpêkirin, şêniyên hemû kolan, tax û bajaran eger rabûna serxwe, mîsoger e ku ew qas kes nedihatin girtin. Herî kêm ew qas hêsan nedibû ku dijmin her gava ku bixwaze, bavêje ser malan û mirovan bibe zîndanan.

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42