PÎVANA SERKEFTIN Û BINKETINÊ
12 Nîsan 2014 Şemî
Di xebatên rohnîbûnê de materyalên me yên herî bingehîn parêznameyên Serokatî ne. Rê û rêbazên azadbûnê nîşanî me didin. Di vê çarçoveyê de fêmkirina parêznameyan û di xwe de çandin gelekî girîng e.
ŞÎYAR KOÇGIRÎ
Em niha pêvajoyekî wer dijîn ku du sîstemên cuda yên ku hatine avakirin, bi hevdu re pevdiçin. Di navbera sîstema şaristaniya navendî ya ku cewherê xwe koletiye û sîstema şaristaniya demokratîk a ku xwe dispêre nirxên komûnal û demokratîk de têkoşînekî bê hempa dimeşe. Di vê pêvajoya heyî de hem hêzên sîstema şaristaniya navendî ya kapîtalîst û hem jî hêzên şaristaniya demokratîk dixwazin serkeftî bibin. Di vê têkoşînê de sekna Serokatî û Tevgera me, li ser esasê parastina civaka demokratîk li hemberî hêzên sîstema kapîtalîst e. Ji ber vê jî rola ku dikeve ser milên me, rolekî dîrokî ye. Di têkoşîna me de tenê gelê Kurd zindî nabe, di heman demê de hemû nirxên komûnal-demokratîk û her kesê ku di vê dozê de cih digire zindî dibe. Hemû gel, hemû çand û hemû bawerî jî zindî dibin.
Di nava vê çarçoveya giştî de em niha pêvajoya ku Serokatî jê re dibêje pêvajoya erkên pozîtîf dijîn. Ev jî di cewherê xwe de tê wê wateyê ku hemû gel xwe bixwe sîstema xwe ya demokrasî û azadiyê ava bikin. Ev bisazîkirina sîstemê û kirina malê giştî îfade dike. Di vê çarçoveyê de erkên demê tespît kirin, xwedî girîngiyekî jiyanî ye.
Ev jî tê wateya yekitiya civakên cur bi cur. Rihê civakê, hevtemamkirin, xwespartina hev, yekbûn û jiyana komûnal e. Em ji vê re dibêjin Netewa Demokratîk. Rihê civakê, netewa demokratîk e. Rêber APO, netewa demokratîk weke civaka ku zîhniyeta hevbeş parve dike pênase dike. Destnîşan dike ku, ev avabûnekî zîhni ye. Di feraseta netewa demokratîk de tişta esas çîn, zayend, reng, etnîsite an jî tenê girêdanbûna xwînî nîn e. Di vir de ya esas, parvekirina zîhniyetê û li gorî xwezaya civakî tevgeriyan e. Rihê xwezaya civakî netewa demokratîk e û bedenê wê jî Konfederalîzma Demokratîk e.
Her rihek neçar e ku xwe bigihîne bedenekî ku bi wê re bigunce. Ji ber vê yekê ye ku Rêber APO dibêje bi qasî armancên azadiyê(rih), divê ew qas jî amûrên (beden) wê paqij bin. Her wiha bi amûrên serweran re ne gengaz e ku daxwaz û armancên civakê pêk bên. Yên ku li ser navê nirxên komûnal-demokratîk ketine rê dema ku ketibin rêkên dewletî, wê demê wenda kirine. Ango rihê wan bi bedenekî li gorî xwe re nebûye yek û ji ber vê jî binketi ne.
Em dixwazin bi modela xwe ya Konfederalîzma Demokratîk ve li gorî netewiyetê bedenekê ava bikin. Tevgera me, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî li her parçeyekê avakirina Konfederalîzma Demokratîk û di serî de li Rojava avakirin, weke erka bingehîn a kadrobûn, welatparêzî, Kurdîtî, demokratî, rewşenbîrî û mirovatiyê destnîşan kiriye. Di rewşa heyî de avakirina Konfederalîzma Demokratîk erka bingehîn a hemû gelê me ye.
Tişta ku wê kadrobûn, welatparêzbûn, Kurdbûn, demokratbûn an jî rewşenbîrbûn û entelektûelbûna me bide nîşandan, ango pîvana sereke ya van hemû xalan, asta me ya avakirina Netewa Demokratîk e. Bi gotinekî din, bi qasî ku em netewa demokratîk ava bikin, em ew qas hene. Pîvana serketin û binketinê, neçar e ku li gorî van xebatên avakirinê be.
Pirsgirêkên avakirina sîstema me ya ku Rêber APO got wê li ser akademî, komûn-meclîs, koperatîf û parastina cewherî were avakirin, gelek in. Di vir de hewcehî bi xebatekî rohnîbûn û rohnîkirinê yê rast û têrker heye. Ji ber ku avakirina civakî beriya her tiştî, berhemê zîhniyetê ye. Ji ber vê jî di bingehê pirsgirêkên avakirinê de pirsgirêkên zîhniyetê hene.
Bêyî xebatekî zîhnî, ne gengaz e ku pirsgirêk bêne çareserkirin û sîstem bê avakirin. Divê ev xebatên rohnîbûnê li hemû qadan weke xebatekî sereke bê destnîşankirin û gelekî girîng e ku li gorî vê yekê bê tevgerandin. Divê ev xebatên rohnîbûnê li her cihekê bêne meşandin û bi vî awayî tevlî pêvajoya avakirinê bûyînê re em ê bikarîn naveroka têgîna rewşenbîriyê jî dagirin.
Di xebatên rohnîbûnê de materyalên me yên herî bingehîn parêznameyên Serokatî ne. Rê û rêbazên azadbûnê nîşanî me didin. Di vê çarçoveyê de fêmkirina parêznameyan û di xwe de çandin gelekî girîng e. Armanca herî bingehîn a xebatên me yên rohnîbûn û rohnîkirinê, ev tişt pêkanîn e. Bêyî ku ev bê pêkanîn, ne gengaz e ku hilberandinek pêşbikeve û mirov di asta rewşenbîrekê de tevlî xebatên avakirinê bibe.
Rewşenbîrên her civakekê, rêberên wê civakê û rê vekerên wê civakê ne û nêrandinekê di wê civakê de didin avakirin. Ferq û cêwaziya rewşenbîrên me li gel rewşenbîrên civakên din ew e ku, di nava gel de û bi gel re vî karî dimeşînin. Şertê bûyîna rewşenbîrekî Kurd ew e ku gotina wî/wê û emelê wî bihev re ne û bi hevre dimeşîne. Neçar e hem bibe mirovekî fikrî û hem jî mirovekî çalakiyê. Bêyî ku bi vî rengî be, ne gengaz e ku bikare tevlî pêvajoya azadbûna gel bibe.
Cewherê şoreşa me ku paradîgmaya demokratîk ekolojîk û azadîxwaziya jinê ye, bingehê xebatên me yên rohnîbûnê ne û ji bo me ya esas jî ev e. Bi qasî zîhniyeta wê, ew qas jî seknekî exlaqî û çandî jî şert e. Pîvana me ya tevlî jiyana civakî bûyîn, rastiya me ya têkiliyan, nêzîkatiya me ya ji bo gel, nêzîkatiya me ya ji daxwaz û hêviyên gel re, ev e.
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42