Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $rootPath in /home/komunar/public_html/ku/includes/settings.php on line 49
HEVKARİYA PDK – AKP YA Lİ HEMBER ŞOREŞA ROJAVA | Komunar.NET

HEVKARİYA PDK – AKP YA Lİ HEMBER ŞOREŞA ROJAVA

18 Nîsan 2014 În

Li hember têkoşîna azadiya gelê Kurd PDK bi DYA û AKP’ê re di nav hevkariyek paralel de li ser gelê Kurd û li ser Kurdistanê dijbertiya xwe eşkere kiriye. Di rastiyê de ev dijbertî ne bi kolandina xendekên ku di navbera Başurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistan de tê çêkirin destpêkiriye.

Bermal HAKKARÎ

PDK tû car şoreşa rojava ne pejirand û bi tû şewa hezim nekir. Şoreşa Rojava weke parî ye kê di qirika PDK’ê de maye û nikarê daqurtîne. Ji bo şoreşa Rojava sernekeve destkeftiyên heyî nekeve destê gelê Kurd PDK-Mesût Barzanî hemû rê û rêbazên qirêj bi hevkarî ya AKP rê li hember gelê Kurd ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî. Em dipirsin; gelo heya niha Mesut Barzanî ji bo netewa Kurd, ji bo berjewendiyên gelê Kurd çi kar daye meşandin? Deskefti û hemû dewlemendî yên Kurdistanê ji bo berjewendî yên malbata xwe firot û tarumar kir. Ew qas dewlemendiyên ser ax û bin ax hemû ji bo xwe bi DYA, AKP bide pejirandin û daxwazên wan pêk bîne hemû rêbaz bikaranîn, Bi çi şewayî berjewendiyên gel biqasî serê derzî yê jî ne hizrî.  Ji bo pêşerojên zarokên gelê Kurd û ji bo pêşxistina KURDİSTANÊ tevger nekir. Başe niha bi sedan sale li ser axa Kurdistan xwîna ciwanên Kurd hat rijandin û tê rijandin. Gelê Kurd bi salana ji bo li ser axa xwe azad jiyan bikin têkoşîn kirin û di roja me de jî xwe gihandina asta ku ber bi azadiyê, ber bi neteweyeke demokratîk vê biçin gav avêtin. Ji bo vê her roj têkoşîn meşandin û tê meşandin.

Niha em dibînin ku li hember tekoşîna azadiya gelê Kurd PDK bi DYA û AKP’ê rê di nav hevkariyek paralel de li ser gelê Kurd û li ser Kurdistanê dijberiya xwe eşkere kiriye. Di rastiyê de ev dijberî ne bi kolandina xendekên ku di navbera Başurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistan de hatin çêkirin destpêkiriye. Bi salan ev dijbertî li hemberî tevgera azadiyê heye. Cih cih ev dijbertî derdiketiye holê lê belê bi şêweyek veşartî her dem li hember berjewendiya azadiya gelê Kurd û Kurdistan’ê tevgera xwe meşandine. Ji ber ku tû carî nikarî ye xwe ji hêzên hegomonîk rizgar bike.  Eger xwe ji hêzên hegomonîk rizgar bike û berjewediyên gelê Kurd û gelê Kurdistanî bingeh bigire wê demê berjewendî yên malbatî, berjewediyên kesî yên ku piraniya xwe li ser kirîn û firotin- îqtîsadî (firotina Kurdistanê) ye. PDK her dem di astekê de daxwazên hêzên hegomonîk, daxwazên neyarên Kurdan yek bi yek pêk aniye.

Ev dijbertî xwe kengî zêde eşkere kir? Dema ku şoreşa Rojava pêk hat. Êdî nikarî xwe veşêre, şerê xwe li hember deskeftiyên şoreşê û tevgera azadiyê zêdetir kir. Ji wê demê şunda tirafîka ku heyî di navbera Hewler û Enqerê de zêde bû. Bi neyarên Kurdan re bi plangerî konsept pêşxistin. AKP ya ku xwest dîwarê şermê di navbera Bakur û Rojava de çêbike, di encama berxwadana gelê Kurd de serneket. Li hemberî van kiryaran gelê Kurd nêzîkatî û nerazîbûnên xwe nîşandan. Plana AKP ewe ku bohustek axê vala nehêle û her derê dagir bike.  Ji bo vê jî li her derê qereqolan çêdike û sînoran bi leşkeran dadigre. Ji bo li gorî xwe şewa bide erdnîgariya Kurdistanê, bi konseptekî nû Kurdistan’a ku bi avabûna netew dewlet hatî parçekirin li gorî berjewendiyên xwe şewa bidiyê niha AKP bi pêşengiya PDK re parçe kirina Kurdistan tê kur kirin.

Dema ku em dîmenên pêşmergeyên PDK li hember gelê Kurd dibînim, mirov disekine û wiha dibêje: “dîroka xiyanetê xwe dûbare dike.” Gelo ev kesên ku dibêjin em Kurdin û li hember gelê Kurd çêk radikin, li hember ciwanên Kurd gule direşînin, li hember dayîkên 60-70 salî tûndî dide meşandin û li hember wan zarokê ku bi lingên xwe yê bê pêlav bi destên xwe dixwezin wan xendekên xiyanetê bi axê dagirin, çi jiyan dikin? Ew kesên ku qaşo dibêjin em Kurdin çi jiyan dikin? Gelo hest û hizrên Kurdînî, Kurdisatanî çiqas bi wan rê hene?

Niha jî em dibînin ku M. Barzanî, dide diyar kirin ku ‘‘eger ji destê min hatiba minê Abdullah Ocalan rizgar kiriba.’’ Ev gotin bi xwe nakokin. Eger tû dixwazî karêkî ji bo netewa Kurd bikî beriya her tiştî hevkariya neyarên Kurdan neke, xwe ji bin bandorê wan rizgar bike. Eger pêwîstî bi rizgar kirina kesek heya destpêkê xwe rizgar bike. Yen ku nikarin xwe rizgar bikin û bibin xwedî îradeyek azad, nikarin ji bo azadiya kesek din jî tev bigere. Bi hin gotinan pirsgirêk nayên çareser kirin. Xizmeta netewa Kurdan û xizmeta azadiya gelê Kurd nake. Beriya her tiştî pêwîste dijbertiya xwe ya li hemberî şoreşa Rojava bide sekinandin.

Niha em dibînin ku li ser şoreşa Rojava konsept û plangeriyên pir qirêj hene. Dewleta Tirk niha di derdorê Rojava de tê û diçe. Ji aliyê Kobanê bigirin heya derdorê Efrînê û derdorê Dêrîk, Qamişlo dixwaze sînûrên nû bide ava kirin. Her wiha niha jî bi pêşengiya PDK di navbera Başurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistan xendekan dikolin. Başe, ev hemû tê çi wateyê? Bêguman ev tê wateya; hêzên desthilatdar ku bi salane neyartiya gelê Kurd dikin dixwazin Rojavayê Kurdistanê dorpêç bikin, şoreş û destkeftiyên ku di destê Kurdan de heyî bi fetisînin û ji holê rakin.

Heya niha gelên Kurdistanê, gelên azadîxwaz bi taybet Rêber APO û tevgera azadiyê her dem konseptên wan vale derxistin û serkeftinên mezin bidest xistin. Lê belê hişyarî û xwedî derketina Kurdistanê erkê me hemuyan e. Erkên dîrokî, erkên mirovahiyê ye.

Gelê me pêwîste li hember van kiryarên ne di berjewendiyên Kurdan de ne, ne pejirînin. Li hemberî wan hestewarî nêz bibe. Rastê gelê me her dem ji bo aşîtî, ji bo yekîtiya gelan bi taybet gelê Kurdistan pir hewildanên mezin pêşxistin. Lê belê pêwîste li hember nêzîkatî û êrîşên neyaran, gelê me bê deng nemînin.   

Pilangeriyên ku îro li ser Kurdistanê heyî, pêwîste gelê me, mirovên azadîxwaz û hemû gelê Kurdistanî li hember van leyîstokên qirêj hişyar bin. Bi taybet di her çar parçeyên Kurdistanê de, pêwîste gelê me vê dijbertiya li hember Rojava ne pejirînin. Êrîşên li hember şoreşa Rojava weke ku êrîşa li hember mala xwe bibîne. Çawe ku yek ji derve were êrîşî mal û malbata wan bike li hember van êrîşan parastina xwe dike nahelê bi zorê bikeve mala wan her wiha êrîşên li ser Rojava jî weke ku êrîş li ser me hemûyan tê kirin bibînin û xwedî li nirxên xwe derkevin. Îro êrîşên ku bê navber li ser Kurdistanê têne meşandin li hember van êrişan piştgirî têra neke. Em her çar parçeyên Kurdistan yê xwe bibînin û xwedî li destkeftiyên heyî, nirx û rûmeta xwe derkevin.

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42