Lİ KURDİSTANÊ DAYÎK, DAYÎKA NİRXAN E

06 Hezîran 2014 În

Feraseta zindîbûnê ya ku hemû hebûnên xwezayî digire nava xwe, divê weke mirov-navend neyç fikirandin. Ev yek di karaktera nasnameya Kurd de heye.

Fidan NURHAK

Nirxên civakê yên ku em nirxên komûnal, demokratik û exlaqî binav dikin, nasnameya jiyanê ya ku li derdora nirxa dayikê kombûyî ye. Civakbûna ku çanda dayik-jinê afirandiye, bi demê re bûye pergal û çanda xwedawendî afirandiye û bûye nasnameya dema neolitîkê. Gelê Kurd ew gel e ku, dizane ka bihev re jiyîn çi ye, jiyan bihevrebûyinê ve dibe jiyan. Di muzîka Kurdan de ji kilamên ku bihev re têne gotin, wek du kom bersiva hev didin an jî muzîkên koman ên din ispata vê yekê ye. Her wiha dîlan jî bihevrebûyîna Kurdan re dibe mînakeke berbiçav. Jê zêdetir jî, di dîlanan de destên hev girtin, bêyî ku sistbûnek çêbibe bi rengekî şidiyayî bihev re dîlan girtin girîngiya civakbûnê re wek wêneyekî xwe dide der. Di nav kombûneki de hebûn, bi komê re xwe avakirin, hebûna xwe watedarkirin di bingeh de bi vê yekê ve giredayî ye. Tenêbûyîn, mîna mirinê ye.

Dema ku em kûrahiya jiyana komûnal a xwezayî binêrin, bi malbata fireh ve, bi eşîran ve, ti kes nebe jî, ji bo şivaneke li serê çiyayan bi zindiyên din, bi pez, kuçik an jî bi dar û beran re jiyîn, di warê hişmendiyê de bihevrebûnekê avadike. Jixwe li cem Kurdan ji bo sewalan wek zindiyek taybet, wek endamekî malbatê nêzîkbûn heye. Ji her yekî re navek dayin, ji her yekî re cuda nêzîkbûn, navê zarokên xwe yên delalî li wan kirin, yek bi yek sewalên xwe naskirin û heta em bêjin derûniya wan fêmkirin tişteke ne xerîb e. Zindiyek çi heq bike li ser rûyê erdê, vê heqê didin sewalan jî. Di vê derê de rastiyek bi vî rengî derdikeve pêşberî me: civakên ku komûnalîte û demokrasi bi rengekî kûr bijî, zanabûna van koman a derdorperestî jî pêşketî dibe. Yên ku mirovan bi kûrahî hez bikin, ji jiyanê û afirînêrên jiyanê jî hez dikin.

Jiyana Kurdan rasterast li gorî wê ye. Yên ku van jinan piçûk bibîne yan jî paşketî bibîne, xuya ye ku ji nirxên destpêkê, ji cewhera xwe û rastiya gerdûnî ya zindîbûnê qut bûye. Ji ber vê jî, dema em li Kurdistanê jinên ku çêlekên xwe re bibêje “dayika min” bibînin divê em şaş nemînin.

Qutbûna yekparebûnê û bihevrebûnê di navbera mirov û sewalan de, piştî demekê wê bi xwe re di navbera mirovan de qutbûnan bîne. Mirovên ku li ser xwezayê mêtingerî dikin, jê ne dûr e ku, li ser mirovan jî mêtingerî nekin. Ji ber ku, di bingehê hemû dubendiyan de hebûnên xwezayê wekî rihber-bêrih, bihêz-bêhêz, jêr-jor perçekirin heye. Ji ber vê yekê jî, di paradigmaya sedsala 21’emîn de beşekî sereke derdorperestî ye.

Feraseta zindîbûyinê ya ku di navbera hemû hebûnên xwezayî de heye, divê mirov weke navend hilnebijêre. Ev yek di karaktera nasnameya Kurd de heye. Bi qasî civakbûn, parastina jiyana zindiyan, berhemên van weke nirxeke pîroz dîtin û bi van wesîleyan van zindiyan weke rûmet dîtin taybetmendiyên giring in. Ev yek jiyanî ye. Hemû kesên têkildar vê yeke dizanin. Her wiha li Kurdistanê hin tiştên ku ji demên berê mane hene. Dibe ku nifşên nû, ciwan nezanibin ku ji bo çi ye, lê dîsa ew jî dizanin ku pîroziyên civakê ne. Wekî ku, li malan hin fêkî daliqandin, hin dar, kevir an jî tiştên wekî van li malan an jî li ber serê zarokên ku nû hatine dinyayê daliqandin hê jî heye. Dîsa, tiştên ku xêr û berê axê re têr û tijî ne li gel xwe rakirin pir tê dîtin. Ev yek rasterast bi zindîbûnê ve têkildar in. Weke baweriyekê ye û weke çand jiholêrakirina vê yekê jî ne hêsan e. Ev yek weke animîzm tê nasîn. Îro jî dibêjin ji mirovan re oxirê tîne. Herdu jî heman tişt in. Tiştên ku di gerdûnê de hene, hevdu bandor dikin, mirov jî dixwaze vê bandorbûnê nêzîkî xwe bike. Hêvî dike ku hebûnên gerdûnê jî wê fêmbikin. Ev yek ispata nemirbûyîna çanda xwezayî ye. Ev yek ispata binketina modernîteya kapîtalîst e.

Dara fêkî pîroz dîtin, her wiha li hemberî şînkahî û perçeyên din ên gerdûnê bi vê ferasetê ve nêzikbûn di civakbûnê de şaneya kok ava dike. Daxwazên xwe ji daran re gotin, hin cihên diyarker de dara mirazê hilbijartin, derdê dilê xwe ji avên herikbar re gotin, ax qirêjnekirin û ava kelî li ser axê nekirin, ev hemû şopên kûr ên çanda neolitikê ne. Di civakê de şibandinên herî xweşik û delal li dar û beran kirin, li xwezayê kirin ji şopên civaka xwezayî ne. Gotinên xweşik ên weke “Bejnsipîndarê, bejnçinarê, şitlarihanê, rûheyvê, çavzeytûnê, çavxezalê” dilê mirovên xweşik jî dide diyarkirin. Ev yek weke pesndayînê derdikeve holê û bi xwezayê re wateyekî bêhempa diafirine. Gelên bi vî rengî bi xwezayê re, bi xwe re û bi jiyanê re di nava aştiyekê de ne. Feraseta xweşikbûnê jî jixwe bi xwezayê re dema ku tê jiyankirin dibe wateyekî pîroz.

Çand naskirin, çi qas bi xwezayê re dijîn, ji çi hez dikin an mijarên dîtir fêmkirinê de rêka herî misoger navên ku ew çand bikartîne mêze kirin e. Navên ku di gelê Kurdistanê de têne bikaranîn bi giranî xwezayê ve girêdayî ne. Îro eger yek ji me navekî çermsor re–minak gayêruniştî re bibêje bêwate ye, yan jî Tirkekî navê Kurdan re minak, rotinda re bibêje bêwate ye, em bizanin ku, ev mirov jehrvexwarekî şaristaniyê ye û nexweşiya şaristaniya navendî dijî. Navê Kurdan hê bi giştî ji xwezayê qut nebû ye. Girêdanekî weke tayê pembû jî be hebû û bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re ev girêdan niha bûye girêdana herî têkûz. Ev girêdan êdî bi ti hêzê ve nayê qetandin, nayê qutkirin. Ji ber ku ev yek vegera li cewher e. Kurd jî piştî zorahiyên dîrokî dizane ku vegera li gel bi êş e, lê şêrin e jî.

Navên Çiya (û pê re jî navên hemû çiyayên Kurdistanê) Newal, Kanî, Zozan, Bihar, Havîn, Pelşîn, Rûheyv, Ronî, Xezal, Kevok, Rihan, Sêvê û hwd. em dikarin van navan pir pir zêde bikin. Ji ber ku, jinên Kurdistanî herî zêde navên xwezayî hildibijêrin da ku bidin zarokên xwe. Bi taybet jî zarokên keç. Ev yek jî dide nişandan ku, çanda dayikê li hemberî hemû êrîşên şaristaniya serdest û mêrperest, bi biryarbûneke mezin xwe dide jiyankirin. Jiyan mêbûna xwe û çanda neolitîk bi hin sembolan ve dişopîne û dijî.