KRÎZA MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST û ÇARESERIYÊN MUHTEMEL
14 Tebax 2014 Pêncşem
Têra xwe eşkere bûye û derketiye holê ku gavavêti-neke nû wê bi zanista oryantalîzma Rojava pêk neyê. Zanista xweza-ya civakî ya Rojhilat bi tenê li benda pêşengên xwe ye. Gavavêtina tê xwestin, bi hilberîna vê zanistê, bi rêxistinkirin, bi tevgerkirin û civakbûna wî, dikare pêk bê...
Abdullah OCALAN
Teza bingehîn a parêznameya min ew e ku sîstema şaristaniya Ewrûpayê dewama sîstemên hegemonîk ên ji rêûresmê ye, û li ser hîmê kapîtalîzmê veguherî ye. Pêncsed salên dawî yên sîstema şaristaniya navendî ya pênc hezar salî ya bi koka Mezopotamyayî, hin hêzên pêşeng ên xwe disipêrin cografya Ewrûpayê li ser hîmê stratejiya êrîş û rizgariyê ew veguherandin sîstemeke nû ya dinyayê. Xisletên bingehîn ên ji bo tevahiya sîstemên şaristaniyan têne qebûlkirin, ji bo modernîteya Ewrûpayê jî bi heman rengî ne. Ya pê-şî, reqabet û hegemonya; ya diduyan, navend-hawîrdor; ya sisiyan, konjonkturî û demên pêxîrtengiyê yên avabûnê ne. Dîsa di her sîstema şaristaniyê de hêzên hegemonîk û hêzên demokratîk-wekhevîxwaz ên di hundir de têne hewandin, di modernîteya Ewrûpayê de jî bi heman awayî ne. Nakokiya bingehîn di navbera van herdu hêzên bingehîn de ye, û her hêz di nava xwe de jî bi na-kokiyên dereceya duyemîn di tevahiya dîrokê de her hebû. Ji têko-şîna di navbera wan de bi giştî hêzên hegemonîk serketî derketine.
Kapîtalîzm cara pêşî di şaristaniya Ewrûpayê de ango moder-nîteya wê de bûye sîstema dinyayê. Bi avakirina yekdestdariyê li ser bazirganî, fînans û pîşesaziyê, bi rêxistinkirina şêwazê dewleta netewe û domdarkirina îndustriyalîzmê, gihiştiye vê hêzê. Ji bo bibe şaristaniya navendî bi giranî xwe li Rojhilata Navîn da rûniştandin, di asta duyemîn de Çîn, Hindistan, Emerîka û Efrîka kirin mêtingeh û bi xwe ve girêdan. Sêlingên distana modernîteya Ewrûpayê xwe disipêrin wan, qabîliyetên xwe yên çareserkirina pirsgirêkên civakî yên sedema hebûna wan in, bi temamî ji dest dane.
Palpişta bingehîn a modernîte xwe disipêriyê ango kapîtalîzm, bi xwe sedema krîzê ye. Ji ber ku qanûna kara herî zêde dike bingehê xwe, pêdiviyên bingehîn ên civak û hawîrdorê û ekolojiya wê ji ne-dîtî ve tê, ti carî nikare ji krîzê xelas bibe. Hilberîna zêde û tinebûn her tim di zikhev de ne. Di modernîteyê de desthilatdarî ji nû ve we-ke dewleta netewe bi gewde dibe, xwe li dijî civakê bi awayekî herî zêde mezin dike û xwe bi heta faşîzmê dibe û bi vî awayî sîstema wê vediguhere rejîma şerê hundir û derve ya domdar dimeşe.
Rewşa timî krîz tenê bi rewşa timî şer dikare bê dewamkirin. Şoreşa pîşesaziyê ya li nava modernîteya Ewrûpayê hat pêşdebirin, bi tenê ji sêlingan duling xwedî kirin û bi vî awayî kir ku krîz hê bêtir kûr û zêde bibe. Sîstema ku weke sê suwarên mehşerê xebitî, di derketina xwe de ji aliyê fîlozof Hobbes ve rê li ber hukmê mirov gurê mirov e vekir. Di pêvajoya hilweşînê de ji gurbûna hin kesên din derketin û bûn ew gurên neçar in ku çêlikên xwe bixwin. Qe-dandina hawîrdor û civaka exlaqî û polîtîk bi tenê mirov dikare welê şîrove bike. Krîza kapîtal a fînansê ya roja me ya îro, rewşa herî ber-biçav a krîza avabûnê ya modernîteyê ye ku darîçav bûye. Çavkaniya modernîteyê DYE ye, di serî de YE bi lez global dibe û ev jî piştrast dike ku wê sîstembûna xwe ya dinyayê temam kiriye.
Di sîstema dinyayê de ya diqewime bi tenê krîza fînansê nîne; ji krîza avabûnê wêdetir rewşekê îfade dike. Ya mewzûbehs e, krîza şaristaniyê ya pênc hezar salî ye. Di fînansê de xwe nîşandana wê, çawa ku ji rastiyên civakî qut bûye û maneya xwe ji dest daye, pêk-hatina cîhaneke ferazî nîşan dide. Di ti dema dîrokê de sîstemeke şêlandinê ya ferazî di vê mezinahiyê de nehatiye avakirin. Tê tex-mînkirin ku hecmê vê cîhana ferazî 600 triliyon dolar e. Ev rastî, bi tenê dikare di nava rewşa mezinahiya rojane û dîrokî ya sîstema şa-ristaniyê de pêk bê. Di krîza roja me ya îro de, ya xweser avahiya wê ya ji sê tebeqeyan e. Şaristaniya navendî ya pênc hezar salî û şa-ristaniya kapîtalîst a pêncsed salî, di rewşa objektîv a krîza fînansê ya konjonkturî de di zikhev de û bi awayekî binyewî diqewime.
a- Rojhilata Navîn: Eger mirov Rojhilata Navîn ne weke koma welatan, weke herêma çandeke qedîm bigire dest, ev yek dikare en-camên manedar bide. Ma ne hêza nûnerî û orjînaliya çanda Rojhilat dike. Ya rastî zemînê wê ye. Çar hezar û pêncsed salan hêza gemonîk a şaristaniya navendî ye. Xwediyê neolîtîka deh hezar salî ye. Dîrokeke bi vî rengî herçiqasî bûbe hewcedarê şaristaniya Ewrû-payê ew Ewrûpaya ji wê girtiye- divê mirov ne li bendê be ku hema biqede. Modernîteya Ewrûpayê di dused salên dawî de giraniya xwe daye ser Rojhilata Navîn. Ewrûpayê karîbû modernîteya xwe bi tevahiya dinyayê bide qebûlkirin. Di roja me ya îro de çawa ku bi awayekî gurrûgeş li tevahiya dinyayê pêk tê, mirov bi heman rengî nikare bibêje li Rojhilata Navîn bi temamî bi ser ketiye. Ne ku hêzên xurt ên dewletan li hemberî Ewrûpayê hene, zehmetiyê dikişîne. Eger hêzên bi vî rengî hebûna wê karê wê hêsan bûya. Ya li ber xwe dide û têk naçe, rêûresma çandê ye ku dîtina wê zehmet e. Kesên xwe nûnerên hemdem ên herêmê dihesibînin bixwazin jî weke çandên din yên ku li deverên cuda yên dinyayê xwe teslîmî çanda Ewrûpayê dikin, ev çand wê xwe teslîm neke, ji ber ku teslîmbûnê red dike. Ev redkirin ji hêza temsîlê wêdetir ji hêza rêûresman tê. Lê ev rêûresm, ne weke Îslama radîkal ne jî weke sosyalîzma pêkhatî, xwedî îfade ne. Herweha kapîtalîzm, dewleta netewe û îndustriya-lîzma modernîteyê di wê qabîliyetê de nînin bi rêûresmê re pev bi-kelin û bi yek bin. Ya diqewime rewşeke tîpîk a kaotîk e.
Di dîrokê de cara pêşî senteza Rojhilat-Rojava bi Skenderê Mezin pêk hat. Mirov dikare bibêje vê yekê bi awayekî serketî rêûresma pêncsed salî temsîl kir. Rêûresma Helenîstîk weke çandeke serketî bandor li tevahiya şaristaniyên piştî xwe kir. Şûn û şopên mezin di nava çanda Mûsewî, Xirîstiyan, Islam û Hindê de hişt. Zanîbû bibe hevîrê bingeh ê modernîteya Rojava.
Dema, jêre Seferên Xaçperestan tê gotin (1100-1400), Rojava weke Ewrûpa (pêngava Skender di bingehê xwe de xwe disipêre çanda bajêr û çanda qebîleyan a Balkanan), qraltî û prenstî weke hêzên serdemê yên gav ber bi mezinbûnê avêtin û giraniya xwe dan ser Rojhilata Navîn, nedihat payîn ku heman serketinê bi dest bixin. Ji ber ku weke çanda maddî û manewî cîhana pişta xwe dabûnê, di her warî de ji Rojhilata Navîn paşvetir bû. Lê ji vê çandê ya ji wan re hewce dikir, karîbûn bigirtana. Ev jî bi awayekî serketî kirin û şaristaniya xwe bi vê çanda rûniştî stran û mezin kirin.
Êrîşa dused salên dawî ya Napolyon destpêkirî, Brîtanyayê pêşde bir û DYE dewam dike hê jî dom dike. Nexasim di roja me ya îro de ji Afganistanê heta bi Fasê, ji Qafqasan heta bi Nava Efrîkayê li gelek herêman weke şerên sar û germ dewam dike. Ya diqewime rewşa herî qels a sîstemê ye. Ya rastî, xeleka herî qels a modernîteya Roj-ava, Rojhilata Navîn a ji rêûresmê ye. Di dused salên dawî de hewl dan sêlingên distanê bidin rûniştandin, lê ji kûrkirina kaosê pêve bi roleke din ranebûn.
Hevkarên modernîteyê yên bi Îslamê cîlakirî, çi yên radîkal çi jî yên nerm, di rewşa kaotîk de bûn serê biskê. Ne weke Îslam ne jî bi awayekî din kapasîteya wan a bibin sîstem nîne. Tevî ku li herêmê ji anarşî û kaosê wêdetir rewşek heye, mirov nikare behsa gav-avêtinên serketî bike. Ya mirov dikare behsa wê bike û bibêje ew e, rewşa kaotîk her dikele. Her kel di wê rewşê de ye ku xusûsên nû pêk bîne û tevlî xwe bike. Di encama vê kelê de îhtîmalek heye derkeve holê, ew jî dibe ku sentezeke Rojhilat-Rojava be. Ne Rojhilat dikare cinsekî ji şaristaniyên xwe yên kevin ji nû ve zindî bike, ne jî Rojava bi awayekî yekalî dikare modernîteya xwe enjekte bike. Xweseriya senteza pêk bê, wê qabîliyeta bersivdana pirsgirêkên civakî ya tevgerên rêxistinî û avahiyên zanistî diyar bike.
Aliyên mijarê di gavavêtinê de wê hevdu înkar nekin, ev yek îhtî-maleke qels e. Têra xwe eşkere bûye û derketiye holê ku gavavêti-neke nû wê bi zanista oryantalîzma Rojava pêk neyê. Zanista xweza-ya civakî ya Rojhilat bi tenê li benda pêşengên xwe ye. Gavavêtina tê xwestin, bi hilberîna vê zanistê, bi rêxistinkirin, bi tevgerkirin û civakbûna wî, dikare pêk bê. Beşa ji niha û pêve wê îhtîmala vê çareserî û gavavêtinê bigire dest û guftûgo bike.
Ji Parêznameya Li Rojhilata Navîn Qeyrana Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk (Pirtûka 4emîn)
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42