Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $rootPath in /home/komunar/public_html/ku/includes/settings.php on line 49
Dİ TÊKİLİYÊN KURD-TİRK DE PİRSGİRÊKA DESTHİLATDARÎ Û DEWLETÊ | Komunar.NET

Dİ TÊKİLİYÊN KURD-TİRK DE PİRSGİRÊKA DESTHİLATDARÎ Û DEWLETÊ

27 Îlon 2014 Şemî

Eger dewletên netewe van rastiyan û çareseriyên destûrî yên demokratîk qebûl nekin, KCK xwedî wê hêz û biryardariyê ye ku xwe weke otorîteyeke siyasî ya xweseriya demokratîk pêk bîne û biparêze.

Abdullah OCALAN

Analîzkirina têkiliyên Kurd-Tirk belkî jî mijara herî zor a sosyolojiyê ye. Ji ber ku naverok û cewherê pirsgirêka Kurd nayê zanîn an jî naxwazin fêrî bibin û ji vê jî wêdetir bi gotinên begzadeyan ên ti bingehê wan ên zanistî tine nêzî meseleyê dibin, analîzkirin û jihevderxistina pirsgirêka Kurd zor û zehmet dibe. Ji ber vê sedemê, parêzname bi tevahî hêza zanistên civakî bi kar tîne ji bo ku têkiliyê rast deyne û gelekî girîng dibîne ku li ser vî bingehî gavê biavêje çareseriyê. Piştî komploya qirkirinê ya 15’ê Sibata 1925’an têkiliyên dîrokî-civakî yên nehsed salan yên ku çiqasî stratejîk bûn ewqasî jî xwe dispartin bûna ji yek ummetê, bi carekê tine hesibandin. Der barê Kurdan de yeqîn dikirin ku bibêjin ‘tine bibe’ wê tine bibin. Tiştên ku wê bi fermana Xwedê ya ‘bibe’ jî nebin, der barê Kurdan de yeqîn kirin kengî bibêjin ‘tine bibe’ wê tine bibin. Jêdera vê materyalîzma herî çor a metafizîk pozitivîzm bû û ew jî bingehê îdeolojîk ê faşîzma Ewrûpayê bû. Bi vê têgihiştinê di bin serdestiya desthilatdariya wan de kengî fermana ‘îmha û înkarê’ hate dayîn, yeqîn kirin ku Kurd ê di demeke kin de tine bibin. Kadroyên bermahiyên heman pêkhateyê yeqîn dikirin ku rêbaz û nêzîkatiyên Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê di tesfiyekirina Ermeniyan de bi awayekî serketî pêk anîn, ji bo Kurdan jî wê heman encamê bidin. Van kesan gel û neteweya xwe jî bi vê siyaseta înkar û derewê dan bawerkirin û bi vê jî neman, li hemberî dinyayê mîna ku diyardeyeke bi navê Kurd tinebe tevgeriyan.

Mirov heman rastiyê dikare ji bo dîroknasiyê jî bibêje. Mirov dikare bibêje, kêm têkiliyên dîrokê hene bi qasî yên di dîroka şaristanî û dewletên Anatolya û Mezopotamyayê de karibin di nava xwe de yekparebûneke diyalektîkî îfade bikin. Di pêşketina dîroka mirovatiyê de xeta Mezopotamya-Anatolyayê bi rola stûna navendî radibe. Li ser vê xetê, bi vê yekparebûna diyalektîkê û bi rola xwe ya stûna navendî dewlet û şaristaniyên pêşî yên dîrokê ava kirin, ji civakên Sumer û Misrê heta rastiya civakên roja me ya îro bi heman rola xwe radibe û dewam dike. Lê tevî vê yekê, modernîzma dewleta netewe, xeteke sor a înkarê dikişîne ser vê dîrokê û dîrokê ji sifirê ji xwe dide destpêkirin ango xwe destpêka dîrokê qebûl dike û vê jî weke zanist dihesibîne. Ev qirkirina çandan e ku înkarkirina rastiyên çandên gelan neteweparêzî dihesibîne. Lewma divê mirov ji sedî sed vê hovîtiyê bide aliyekî û wisa hewl bide dîrokê hîn bibe. Parêznameya min ji bo rûyê rast ê vê çanda îmha û înkarê deşîfre bike bi israr hewl dide xeta dîrokê pêşkêş bike.

Hem çandên çînî, bajarî û şaristaniyên dewletî, hem jî çandên civakan ên li dijî van hersiyan hebûna xwe diparêzin, yekpare ne. Yekparetî hem di warê dijberiya wan a li beramberî hevdu de hem jî di nava wan bi xwe de heye. Em vê rastiyê tevahiya dîrokê herî zêde di navbera çandên Anatolya û Mezopotamyayê de dibînin. Diyardeyên desthilatdarî û dewletê yên ji bo tebeqeyên jor ên şaristaniyê ne, li van herdu cografyayan timî di zikhev de yekparebûnek pêk anîne. Yekparetî di her qadê de heye. Nexasim di qadên ekonomîk, siyasî û çandî de xwe timî diyar dike. Ji Sumer, Aqad, Babîl, Asûr, Hîtît, Mîtannî, Ûrartû, Med, Pers, Helen, Roma, Bîzans, Osmanî heta bi Komara Tirkiyê çandeke civakî ya yekpare weke çemekî mezin ê sereke heye. Hem ji aliyê serweran ve hem jî ji aliyê kesên serî li wan tewandî ve yekparetî esas e. Tevî yekparetiyê xusûseke din a divê bê fêhmkirin cihêrengîniya xwecihî ye. Ji bo yekparetî hebe divê cihêrengî hebe. Yekparetiya xwe nesipêre cihêrengiyê, jiyana bi darê zorê ye, yan jî bi awayê roja me ya îro tê gotin, jiyaneke tek tîp a faşîst e.

Divê mirov di nava vê yekparebûnê de tevahiya dîrokê li têkiliyên Kurd-Tirk binêre. Lewma min hewl da di beşên pêwendîdar de pêvajoya ji Şerê Melezgirê yê 1071’ê heta bi Şerê Rizgariya Neteweyî yê 1919-1922’an li Anatolya û Mezopotamyayê terîf bikim. Ji ber vê niha bi tenê balê dikişînim ser û qîma xwe bi vê tînim. Ez bi israr vê xusûsê destnîşan dikim, ji ber ku dibêjin sîstemeke dewletê û serweriyeke Kurd a diyar di dîrokê de çênebûye. Li dijî vê zêhniyetê min hewl da têgîna yekparetî û cihêrengîniyê terîf bikim. Ji Sumeran heta bi roja me ya îro li cem tevahiya şaristaniyên li Anatoliya û Mezopotamyayê pêk hatine û li cem desthilatdarî û dewletên van şaristaniyan rê li ber wan vekirine, hukimranî hevpar e. Yekparetiyê îfade dikin. Eger em li serwertiyê û dewletê weke dewleta netewe bifikirin, em ê şaşiyên mezin bikin. Dewleta netewe formekî desthilatdariyê ye, nikare ji sedsala dawî ya kapîtalîzmê bibihure. Di forma desthilatdariyê ya hezar salan de dewleta netewe cihê xwe nîne. Formê serweriyê yê ku gelekî belav heye, dewleta bajêr û împaratoriya gerdûnî ye. Li cem van jî çand bi awayekî hevpar têne temsîlkirin.

Li Anatolyayê dewleta pêşî dewleta Hîtît e, û nabe ku mirov bêyî Mezopotamyayê li vê dewletê bifikire. Jixwe dîrokê îspat kiriye ku prens, prenses û qralên Hîtîtan bi koka xwe Hûrrî ne, ango Proto-Kurd in. Wekî din Mîtanniyên xizm û cîranên wan in, weke dewleta pêşî ya navenda wê Bakurê Mezopotamyayê, bi Hîtîtan re di nav hev de ne. Sînorê yekê ji ku dest pê dike û li ku diqede, pirr diyar nîne. Li cem Asûr û Ûrartûyan jî mirov dikare behsa heman rastiyê bike. Med û Pers jixwe gelekî berfireh û belav bûne. Em baş dizanin ku li cem Helen, Roma, Bîzans û Osmaniyan jî heman rastî pêk hatine. Ne bi tenê li cem çandên desthilatdarî û dewletê, li cem tevahiya qadên çandên civakî hevpartiyên bi heman rengî pêk tên. Îslamiyet, Xiristiyantî û Mûsewîtî dînên ji heman kokê ne. Mînakên herî berbiçav ên hevpartiya çandî pêk tînin. Modernîteya kapîtalîst a Rojava bi zanîn forma dewleta netewe li ser çandên Rojhilata Navîn ferz kir. Li şûna diyardeya desthilatdarî û dewletê ya ji berê ve timî bi tek forma împaratoriya gerdûnî dihat temsîlkirin, li ser bingehê dewletên netewe yên qels ên ji dehan parçeyan pêkhatî û dijberê hev, parçebûna çanda Rojhilata Navîn û nîv-mêtingehkirina wê pêk hatiye. Bi vî awayî herêm ketiye bin hegemonya sîstema kapîtalîst. Komara Tirkiyê ya weke hêzeke jêr hegemonîk hat avakirin jî, yek ji parçeyên herî girîng ê Mîsaq-î Mîllî ya kiribû bingehê xwe yanî Mûsil û Kerkûk hat veqetandin ango Kurdistana Iraqê jê hat veqetandin û ew mîna werdeka bi yek lingî mehkûmî jiyaneke qop û kulekî kirin. Yekparetiya ji rêûresmê ya Anatoliya û Mezopotamyayê bi zanîn hem jî li ser bingehê dijberî û hevdu înkarkirinê parçe kirin. Yekparetî kirin qurbanê jiyana tek tîp a faşîst û bi vî awayî bi tevahiya çandên cuda xistin ber çerxa îmha û înkarê û ji tinebûnê re terikandin.

Tebeqeya jor a Kurd ango beşên bi meseleyên desthilatdarî û dewletê re mijûl dibûn, ji dema Siltan Alparslan heta bi M. Kemal bi çanda desthilatdarî û dewleta hevpar tevgeriyane û ev helwesta xwe bi gel jî dane qebûlkirin. Herçiqasî ji bo cudahiya xwe ya çandî statu û garantiyek pêk neanîbin û ev yek bi şêweyê pêkhatina wan a çînî re têkildar be jî gel bi xwe hem ji aliyê stratejîk û hem jî ji aliyê dîrokî-civakî ve çanda dewleteke hevpar li gorî berjewendiyên xwe di cih de dîtiye. Ji ber ku di cih de dîtiye mirov nikare gunehbar jî bike. Yên divê mirov wan gunehbar bike ew kes in, bihevrebûna gelan a dîrokî bi statuya huqûqî û rêveberiya demokratîk ve girê nedane, li şûna vê xwe li îmha û înkarê rakişandine.

Herçiqasî PKK’ê paşê şaşiya xwe fêhm kiribe û bi xwerexnekirinê jê bihurîbe jî di dema derketina xwe ya holê de li dijî vê çanda îmha û înkarê bi têgihiştina sosyalîzma pêkhatî bi dewleta netewe gav avêt û ev xusûsek e ku mirov fêhm dike. Bi têgihiştina sosyalîzmê be jî li dijî dewleta netewe ya cihêkar û cudakar bi dewletdariyeke din a netewe bersivdan, tê wê maneyê ku mirov dikeve dafika kapîtalîzmê. Gelên cîhanê bi vî awayî ketine dafika polîtîkaya ‘parçe bike-birêve bibe’. Sosyalîst di nava ti şert û mercî de nikarin dewleta netewe biparêzin. Çi li ser navê gel û neteweyên serdest û çi jî li ser navê gel û neteweyên bindest, prensîba sereke ya dijberbûna kapîtalîzmê ew e, mirov formê dewleta netewe qebûl nake. Çawa ku bi giştî dibe, tevahiya dîrokê li ser bingehê çandên hevpar di têkiliyên Kurd û Tirkan de yekparetiyek pêk hatiye û di her şert û mercî de parastina vê yekê, duyemîn prensîba sereke ya sosyalîstbûnê ye. Jixwe herî dawî li ser riya diçe avakirina Komarê, ji bilî îlankirina Mîsaq-î Mîllî, Tamîma Amasyayê û komkirina Meclîsa Mezin a Milletê Tirkiyê li dora tevgereke stratejîk a hevpar, her helwest weke helwestên herdu gelan têk bibin hatine destnîşankirin û di serî de M. Kemal ev yek ji aliyê tevahiya sîmayên girîng ên pêvajoyê ve hatiye gotin û belgekirin. Statuyeke hevpar hem jî li ser navê hemdemtiyê bi hev re û bi riza dilê xwe qebûl kirin. Nêzîkatiyên darbekar û komploger ên paşê, rastiya statuya hevpar a Kurd û Tirkan bi riza dilê xwe weke hêmanên bingehîn ên Komarê pêkanîn nikare ji holê rakin. Tevahiya dîroka Komarê xwediyên heman zêhniyeta komploger û înkarker rêbazên asîmîlasyonîst û qirkirina çandî ferz kirin, lê ev jî nikare statuya di Destûra pêşî de (1921) hat diyarkirin û nirxê wê yê diyarker ê dîrokî heye, betal bike.

Ev rastî li herêmên din ên Kurdistanê jî di warê jiyana civakî ya Kurd de bi heman rengî ye. Kurd ji aliyê ti dewletê ve nehatine fetihkirin. Ji bo wan ti statuya fetih, dagirkerî û îlhaqê nîne. Ango ji aliyê siyasî û huqûqî ve statuya wan di nava wan dewletan de ku bi wan re dimînin li ser bingehê hevpartiya bi riza wan e. Hem ji aliyê zêhniyeta wan a dîrokî ve hem jî ji aliyê çanda wan a civakî ve rêûresmeke bi vî awayî – herçiqasî dewleta netewe ya modernîteyê sûravka vê yekê di serê wan re derxistibe jî – kirine bingehê jiyana xwe. Ev rêûresm hê jî hebûna xwe dewam dike. Dewletên netewe yên pêwendîdar divê pirr baş li vê rastiyê serwext bibin, siyaseta îmha û înkarê ya ferz dikin biterikînin, bi dîrok û civakê re li hev bên û qîmetê bi heqîqetê bidin. Naxwe çawa ku ji mêj ve hatiye fêhmkirin, wê ne bi tenê bi qopîtî û kulekî bimeşin, mîna bi serê her dewleta netewe ya faşîst de hatiye, wê felaketên wan jî ji ber pêkanîn û siyasetên wan ên îmha û înkarê bin.

Kengî PKK li van rastiyên civakî û dîrokî serwext bû û fêhm kir ku dewleta netewe dafikeke kapîtalîzmê ye, KCK weke sîstema rêveberiya demokratîk a gel îlan kiriye. KCK li beramber dewletdariya netewe dewletdariya netewe ya Kurd nîne. Weke prensîb vê yekê red dike. Çi di bin banê dewleteke netewe de be (eger girêdana xwe ya bi demokrasiyê re qebûl bike), çi jî bi serê xwe be, otorîteya siyasî ya gelê Kurd qebûl bike, rêveberiya xweser a demokratîk e. Ji vê modelê KCK para Kurdan dikeve. Bi Kurdî em jêre Koma Civakên Kurdistanê dibêjin. Bi Tirkî divê ev weke demokratîkbûna civakê were fêhmkirin. Li gorî vê sîstemê, tevahiya gelan, bêyî ku bikevin nava şovenîzma neteweyî, nava şerên li ser sînoran, nava burokrasiyê, nava mîlliyetgiriyê û dewletdariya netewe, bi awayekî hevpar û bi riza dilê xwe otorîteyên xwe yên siyasî ava dikin. Bi şertê ku rêveberiyên wan ên xweseriya demokratîk bêne naskirin, dikarin jiyana di bin banê dewletên netewe de qebûl bikin. Ev şêwazê jiyanê nayê wê maneyê ku dewlet li ser bingehê federal an jî konfederal bêne birêkûpêkkirin. Li ser vî bingehî bi dewletan re di çarçoveya Destûrî de lihevhatin çênabin. Kengî rêveberiyên xweseriya demokratîk ên civakê bêne naskirin, ber bi ‘lihevhatina li ser destûra demokratîk’ gav tê avêtin. Di navbera herduyan de cudahiyên bi kok hene.

KCK di nava dewletên netewe yên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî de, wekî din li hemberî Dewleta Federe ya Kurd a Iraqê weke pêkhateyeke xweser a demokratîk projeya herî îdeal a jiyana wekhevî û azadiyê ye. Çawa ku rastiyên dîrokî û civakî jî îspat kirine, KCK jî bawer dike ku pirsgirêkên bi van dewletan hemûyan re bi tenê li ser bingehê xweseriya demokratîk, di nava aştiyê de û bi rêbazên siyasî yên demokratîk çareser dibin. Bi vê bîrewerî, biryardarî û van amadekariyan radibe. Eger dewletên netewe van rastiyan û çareseriyên destûrî yên demokratîk qebûl nekin, KCK xwedî wê hêz û biryardariyê ye ku xwe weke otorîteyeke siyasî ya xweseriya demokratîk pêk bîne û biparêze.

Ji Parêznameya ‘Parastina Kurdên Di Nava Pencên Qirkirina Çandî De’ (Pirtûka 5’emîn)


Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42