DI PKKÊ DE VEGUHERÎNA RADÎKAL
18 Mijdar 2014 Sêşem
Dema ku me navê PKKê li xwe kir û hêjayî xwe dît, ya rastî di mecala dawî de me li ser navê namûsrizgarkirinê gavek diavêt. Eger bi ser neketa jî wê di dîrokê de weke mîraseke baş bimana
Bi hilweşîna Yekîtiya Sovyetê re pêxîrtengiya di sosyalîzma zanistî de xwe da der û di sala 1998an de Komploya Mezin a Gladîoyê PKK neçar kirin ku xwe ji binî ve veguherîne. Ji ber ku rewşa şîlo ya di qonaxa koma îdeolojîk de nehatibû zelalkirin, pirsgirêka dewletê ji hev nehatibû derxistin, ji komployên hundir û derve yên di tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî de nehatibû bihurîn, PKK demeke dirêj li dora xwe dizîvirî, xwe dubare dikir û her diçû dixetimî û ji hev de diket. Min ev rastî ji mêj ve dîtibû. Asta entelektuelî ya heyî qabîliyetên îdeolojîk bi sînor dikirin. Zirar û ziyana di nasnameya Kurd de hatibû kirin şerê hebûnê ango manûnemanê ber bi bêhêvîbûnê ve dahf dida. Bi namzetên kadro yên xwestekên wan ên azadiyê di çarçoveya lîberal de jî çênebûbûn avakirina komê bi hezar zor û zehmetiyan dihat meşandin. Eger ez bîranîneke xwe bînim ziman rewş ê baştir bê fêhmkirin. Di wê demê de ku min hewl dida bi zor û zehmetî komê ava bikim, min hevalekî ji komê bi navê Îsmaîl ê ji Gimgimê ku min ew weke kesekî baş nas dikir, birîndarbûyî û her dera wî pêçayî dît û min jê pirsî çi qewimî ye û wî jî gotibû, Min wexta afîşên paç ên Rizgariya Gel bi dîrekan ve dadiliqand ketim xwarê û ketim vî halî. Min bi awayekî bêhêvî lê temaşe kir û hewce nedît ku jê bipirsim çima ev yek kiriye. Lê min di ber xwe de weha gotibû: Tu yê bi van kesan re çiqasî karibî vî karûbarî pêşde bibî! Hêmanên weke vî, tevgerên bi vî rengî ne bi tenê di nava komên çepgir de, di nava komên faşîst û dînî de jî nîşan didan. Lê dema mirov ji wan re bigota ji bo azadî û nasnameya xwe têbikoşin yekser ji naverastê wenda dibûn. Xwenenasiyê bi xurtî xwe berdabû hinavê karektera Kurd. Ji yê herî bindest, kedkar heta bi yê komprador, axa û serekeşîrê wê hemû bi vî awayî bûn. Bi awayekî bingehîn vî zemînê çandî yê maddî û bênirxî an jî bêparmayîna ji nirxên xwe yên çandî yên hema bêje tine bûbûn, pêşketina komê tengav dikir.
Dema ku me navê PKKê li xwe kir û hêjayî xwe dît, ya rastî di mecala dawî de me li ser navê namûsrizgarkirinê gavek diavêt. Eger bi ser neketa jî wê di dîrokê de weke mîraseke baş bimana. Pêvajoya hîcretê ya ber bi Rojhilata Navîn ve, hem şens dida me ku em bibin rêxistin, hem jî rê dida me ku em karibin pêre şerekî gel ê bi rêkûpêk bimeşînin. Çawa ku min diyar kir, mîna qebîleyên Ibrî bûn, Mûsa ew bi zor û zehmetî dimeşandin, dikir û nedikir ji îbadetkirina ji Golika Zêrîn re qut nedibûn ango ji wê jiyana têde xerîb ketibûn û bûbûn heyranê wê bi ti awayî qut nedibûn. Herçiqasî şens çêbibûya û herçiqasî ez weke Mûsa biqîriyam jî peyama me mîna leylana li çolê dima. Sebir (xweragirtin) û înad (rik) bûbûn du sîlehên min ên mezin. Min tîpolojiya rêxistina modernîst danîbû aliyekî û ez li zimanê axê û xwecihiyê vegeriyabûm. Min badilhewa behsa vegera li jiyana pêxemberan nedikir, min bi armanca xwepîrozkirinê ev nedigot. Ji bo ku xwe bigihînim zimanê heqîqetê, min serî li vê rêbazê dida. Civînên fermî bêmane bûbûn. Termînolojiya fermî ya rêxistina sosyalîzma pêkhatî êdî bi kêr nedihat. Ne bi tenê Kongreya me ya di sala 1986an de, gelek civînên me yên weke wê xwediyê pirr kêm maneyê bûn. Tişta diqewimî ew bû, li ber siyaset û rêxistiniya şoreşgerî radibûn. Di dilê xwe de li ber şêwazê jiyanê yê maneyeke xwe ya rêxistinî û siyasî hebû, serî radikirin. Pêkhateyên bi navê Çepgirên Tirkiyê ji ber heman sedeman ji zû ve xwe tesfiye kiribûn. Çawa ku her kes bawer dike, hêzên me îşaret bi wan kir, ji ber faşîzma 12ê Îlonê tesfiye nebûn, ji ber ku ew li gorî şêwazê jiyana siyasî û rêxistiniya şoreşgerî nemeşiyan tesfiye bûn. Di nava PKKê de jî vê rastiyê xwe gelekî ferz kir. Rik û înadek hebû, xwe nedida ber şêwazê jiyana siyasî û rêxistiniya şoreşgerî, min jî li dijî vê rikê şêwazê jiyana siyasî û rêxistiniya şoreşgerî ferz dikir û bi vî awayî hewl dida wê pûç bikim. Ji salên 1990î ve şerên Gladîo zêde bûn û xwe di komployên hundir de her ku çû nîşan dan û vê yekê kir ku rizîna rêxistinê û şêwazê wê yê jiyanê bêhtir bibe. Her ku çû têgihiştina çeteyên asî-aware û axatiya şer di nava rêxistinê de ji xwe re bêhtir cih dîtin. Me roj bi roj kadro û şervanên herî hêja yên ji bo partîbûyînê di cih de bûn ji dest didan û vê jî PKK anî ber tesfiyeyê. Min êdî bi awayekî eşkere û timûtim tiştên li ser navê PKKê dihatin kirin bi antî-PKKtiyê rexne kir, û heta min ew gunehbar kirin. Tevî ku ez bi tevahî tevlî Kongreya 1986an nebûm jî dîsa dema ez li Romayê bûm, min ji Kongreya 1998an re peyamek şand û min têde got Eger wisa dewam bike, ez ê ji PKKê îstîfa bikim û bi vê gotinê min dixwest van rastiyan bînim ziman.
Pêvajoya Îmraliyê ev rastiya di nava PKKê de diqewimî têra xwe derxist holê. Ez dema li derve bûm, kesên bi awayekî veşartî û sergirtî tevdigeriyan, ji esareta min sûd wergirtin û texsîr nekirin nasnameya xwe ya rastî nîşan dan. Li naverastê mîrateyeke ciddî ya PKKê hebû. Yên hêviya xwe ya serketinê ji bo siberojê nemayî û hesabê vê dabûn aliyekî li ser vê mîrateyê şer dikirin û bûyera jêre pevçûn û xwe li hev rakişandina navxweyî dihat gotin ev bû. Mirov fêhm dikir ku komên xwe şidandî pêk anîne. Komparêzî û lîberalîzm di nava hev de pêk dihat. Jixwe jiyana keyfî ya ferdî bi tenê bi komparêztiyê pêkan bû. Ji bo vê jî bi navê têkoşîna nava partiyê, hirs û xwestekên xwe heta dawiyê danîn holê û di vê de texsîr nekirin. Di encamê de PKK bi tevahî û bi lez ber bi tesfiyeyê ve diçû. Komparêziya tesfiyeker a ez hê li derve bûm pêş lê nedihat girtin, rewşa nû ji bo hesabpirsîna dawî weke firsendeke bi dest nakeve dît. Di vê demê de weke pêdiviyeke komployê Yekîtiya Ewrûpayê xwe amade dikir ku PKKê bixe lîsteya rêxistinên terorîst. Ji bo vê biryarê bide demeke dirêj ma, ji ber ku hinek welatên Ewrûpayê bi vê razî nedibûn. Xuya ye ku esareta min hêviya van welatan jî şikandiye. Herweha hewldanên bi pîlan ên DYE û Ingilistanê jî hebûn. Pirr bi xurtî piştgiriya Tirkiyê dikirin. Yek ji sedemên herî girîng ê vê piştgiriyê ew bû, diviyabû PKK weke rêxistina terorîst bihata îlankirin. Zexta li ser Yekîtiya Ewrûpayê zêde kirin û di encama sozên dan wê de PKK weke rêxistina terorîst hat îlankirin. Me destê xwe sivik girt û me KADEK îlan kir. Me ji bo pêkanîna KONGRA GEL bang kir.
Ji Parêznameya Parastina Kurdên Di Nava Pencên Qirkirina Çandî De (Pirtûka 5emîn)
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42