PÊDİVİYÊN DEMÊ

26 Mijdar 2014 Çarşem

Rastî jî îro rewşa gelê Kurd hatiye guhertin. Gelê Kurd êdî ew gelê ku ji hebûna xwe şerm dikir û dixwest wek dagirkerê xwe bibe nîn e. Gelekî bi îrade ye, xwedî nirxên xwe derdikeve û bi hebûna xwe jî di asta herî jor de serbilind e

Akademiya TEV-ÇAND’ê

Di rojeva gelê Kurd de peywîrên înşakirinê hene. Ev demeke dirêj e gelê Kurd û tevgera azadiyê li ser ‘peywîrên pozîtîf’ ango ‘peywîrên înşakirinê’ disekine. Tê gotin ku peywîrên dema negatîf bi awayekî serkeftî hatine bicihanîn, niha jî dem dema bicihanîna peywîrên pozîtîf e. Mebest, ji peywîrên negatîf ev e; li dijî êrîşên dagirkeriyê û modernîteya kapîtalîst berxwedanî li pêşketiye, heya astekî serkeftin jî hatiye bidestxistin. Li ser vî esasî pirsgirêka Kurd di qada navneteweyî de hatiye naskirin, iradeya gelê Kurd derketiye holê, polîtîkayên qirkirinê bi têkoşînê heya astekî hatine pûçkirin. Di encama vê têkoşînê de jî nasnameya Kurd ê azad û xwasteka jiyana azad derketiye holê. Tevî ku mafên gelê Kurd di qanûnên dewletên dagirker de hîn jî nehatiye bicihkirin, lê di encama têkoşînê de nasnameya Kurd ê azad derketiye û gelê Kurd dixwaze azad bijî.

Lê, dibe ku bi demê re dewletên dagirker mafên gelê Kurd ne ji dil be jî, qebûl bikin û di qanûnan da cih bidin van mafan. Li ser vî esasî êdî hebûna gelê Kurd bê qebûlkirin. Lê ji ber ku desthilatdar û dagirker ji mirovan re azadiyê naynin, wê jiyana azad înşakirin, avakirin bibe karê gelê Kurd bixwe. Ji xwe gelê Kurd û tevgera azadiyê jî ji vî tiştî re dibêjin peywîrên pozîtîf. Ango ji peywîrên pozîtîf tişta fêm dikin ev e: înşakirina jiyana azad. Bawer dikin ku eger mirovek, rêxistinek, civakek li gorî ruhê demê nebe, ango li gorî pêdiviyên demê tevnegere wê nikaribe hebûna xwe berdewam bike. Divê liv û tevger li gorî ruhê demê be.

Gelê Kurd û tevgera azadiyê tespît dike ku êdî di demeke cuda de dijîn. Pêdiviyên vê demê cuda ne û nabe ku wek berê tevbigerin. Li dîroka xwe dinêrin û dibînin ku ji ber ku gavên li gorî ruhê demê avêtine ewqas peşketin jiyane. Dîsa kengî li gorî ruhê demê tevnegeriyane jî pir zirar dîtine. Mînaka vê ya herî baş, Rojava bixwe ye. Ji ber ku bi awayekî rast tevgeriyan niha her ku diçe pêşketinên li Rojava xurtir dibin. Rojava ji bo mirovahiyê û heremê dibe hêviyek.

 Serkeftin bi înşayê pêkan dibe

Lewra gelê Kurd û tevgera azadiyê naxwazin wenda bikin. Wendakirinê wekî dijminê xwe bûyînê de dibînin. Ev tê vê wateyê, eger mirov ezez bin, cinsiyetparêz, îqtîdarparêz tevbigerin; civak perçeyî be, di civakê de dîsa serdest û bindest hebin, di jiyana mirov û civakê de komûnalîzm tunebe, wê demê li wê derê dijmin heye û têkoşîna ku hatiye dayîn jî bêencam bûye. Serkeftinê jî wek vegera li cewherê xwe dibînin. Dibêjin dibe ku mafên me di qanûnan de êdî bicih bibe, lê tişta ku ji bo me girîng ew e ku wê jiyana me çiqas azad bibe, wê hemû beşên civakê çiqas azad bibin. Gelo azadî, edalet, wekhevî, demokrasi, hevdu temamkirin, bi hev re jiyîn, komûnalîzm wê hebe yan na? Serkeftinê di jiyana li derdora nirxên demokratîk û komûnal hatiye hûnandin de dibînin.  Û dibêjin ev karê ku wê serkeftinê bi xwe re bîne karê me ye,  em ê vî karî bi înşakirinê serbixin. Dibêjin wê serkeftin bi înşayê pêkan be. 

Di vî karê înşayê de li gorî zihniyeta neteweya demokratîk tevdigerin. Pirsgirêka azadiyê, jiyana komûnal tenê wek pirsgirêkeke gelê Kurd jî nagirin dest. Di wê îddiayê de ne ku di rewşa heyî de mirov û civakên ku di nava sîstema hiyerarşîk û dewletparêz de dijîn hemû pirsgirêka azadiyê dijîn. Lewra pêwîstiya her kesî bi azadiyê heye. Karê înşakirinê ji bo her kesî pêwîst e. Xwe bi olekî, bi etnîsîteyekî û bi heremekî sînordar nakin.

Dixwazin sîstema azad a her kesî înşa bikin. Li vê derê dîsa Rojava xwe nîşan dide, dibe mînak. Înşaya jiyana azad jî di hemû qadên jiyanê de pêktînin. Jiyanê perçe nakin, wê di nava yekparetiyê de digirin dest û di hemû rehendên jiyanê de hewldidin înşayê pêşbixin.

Dixwazin xwe bi xwe birêvebibin.

Dixwazin li gorî xwezaya jiyanê tevbigerin û jiyana ku ji cewherê xwe hatiye dûrxistin, vegerînin cewherê wê. Mirov û civak komûnal tevbigerin.

Dixwazin hevjiyana azad dîsa xwe nîşan bide.

Dixwazin civak li ser nirxên xwe hebe û ev nirx di çarçoveya parastina cewherî de bê parastin.

Dixwazin êdî bi birçîkirinê neyên terbiyekirin û xwesertiya xwe ya aboriyê jî bidest bixin. Aboriya ku di cewher de karê her kesî ye û komûnal e, li pêşbixin.

Dixwazin dîplomasiya karên ku dikin bikin û vê sîstema li derveyî dewletê û li gorî xwezaya civakê li her devera cihanê bidin naskirin. Û eger pêkan be, vê sîstemê belav bikin, têkiliyan deynîn…

Baş e, dixwazin di qada çand û hunerê de çi bikin? Gelo alîgir, sempatîzan, xebatkar û kadroyên tevgera azadiyê yên ku di qada çand û hunerê de cih digirin, di derbarê rihê demê de çi difikirin? Madem gelê Kurd û tevgera azadiyê dibêjin peywîrên me yên demê peywîrên pozîtîf in, gelo van kesan û vê qadê xwe li gorî pêdiviyên demê çiqas amade kirine? Asta lêhûrbûnê, fêmkirinê, hîskirinê çiqas e? Di derbarê karê înşayê de plan û projeyên heyî çi ne? Di bingeha têgîna ‘dema înşayê’ de ev heye: Dem hatiye guhertin, pêdivî hatine guhertin, lewra êdî wek berê nabe.

 Di çand û hunerê de înşa

Rastî jî îro rewşa gelê Kurd hatiye guhertin. Gelê Kurd êdî ew gelê ku ji hebûna xwe şerm dikir û dixwest wek dagirkerê xwe bibe nîn e. Gelekî bi îrade ye, xwedî nirxên xwe derdikeve û bi hebûna xwe jî di asta herî jor de serbilind e. Mirov bi rihetî dikare bibêje ku di roja me ya îro de gelê herî polîtîk û aktîf e. Di halê heyî de dixwaze bi awayekî azad û li derveyî dewletê bijî.

Tevgera azadiyê jî êdî guheriye. Ji sînorê partiyekî pir derbas kiriye. Rêberê Gelê Kurd gotibû: “jiyan civakîbûna me ya nû ye!” Ev tespîta di pratîka tevgera azadiyê de bi beden bû. Di halê heyî de êdî tevgera azadiyê ne tenê partiyek e, civakîbûnek e. Di jiyana civakê de ji serî heya binî guhertin hene û zihniyeteke nû, exlaqeke nû, têkiliyên nû… derketine holê. Li holê tevgereke ku li herêmê bûye aktorekî herî esasî heye. Li cihanê ji bo azadîxwaz û wekhevîxwazan bûye hêviya herî mezin. Ji bo hêzên modernîteya kapîtalîst jî dijminê hevpar e.

Di cewher de qada çand û hunerê jî guheriye. Di nava şert û mercên borî de çand û hunera gelê Kurd careke din hewlda hebûna xwe berdewam bike. Li dijî biryara qirkirina çandî ya ku hîn jî berdewam e, xebatkar û saziyên vê qadê xwedî helwest bûn. Xwe birêxistin kirin, çanda Kurdeyatiyê parastin û bi taybet hunera şoreşê kirin. Tê zanîn ev wisa bi hêsanî û ji ber xwe pêk nehat. Kesên ku di vî karê pîroz de cihê xwe girtin, neçar bûn kedeke pir mezin bidin. Ji ber ku biryarê ji bo Kurdan hatibû girtin qirkirina çandî bû. Divê ev gel ji holê bihata rakirin, tune bûya. Ji bo vê yekê pêşxistina xebata çand û hunerê jî hêsan nebû. Pir kesan bedelên mezin dan. Her kes bû fedayî û mîlîtanê/a doza pîroz. Pir kesî/ê li saziyên çand û hunerê welatparêziya xwe ji nû ve keşif kir. Mirovan di nava vê xebatê de ruh, hest û raman girtin û tişta ku girtin îcar jî dan mirovên din, xwe zêde kirin. Pir kesan jî xwe ji vê sîstemê qut kir, berê xwe dan çiyayên Kurdistanê û bûn afînerê jiyana nû.

Li kêleka vî ruhê têkoşer, zanebûna me jî pêşket. Me di şano, muzîk, sinema, govend û hemû beşên hunerê de pêşketinên pir mezin jiyan. Me di van berhemên xwe de hewl da ku em êş û hestên gelê xwe nîşan bidin, guhertina ku em dijîn nîşan bidin û li dijî dagirkeriyê hebûna çanda xwe biparêzin. Mirov dikare bi awayekî rihetî bibêje ku em di vî karî de heya astekî jî serketin. Van pêşketinan heya demekî rista xwe leyîst, heya astekî li ser civakê bandor kir. Bi van kiryarên xwe me hewlda ku em hebin û fermana di derbarê me de hatiye danîn jî pûç bikin.

Lê, tişta niha divê em li ser bisekinin ev e: gelo rewşa heyî têrê dike yan na? Ji xwe ew kevneşopiya bi Navenda Çanda Mezopotamyayê destpêkir, bi taybet piştî salên 2000 qut bû. Piştî dîlketina Rêberê Gelê Kurd belavbûnek çêbû. Lewra mirov nikare bibêje ew performans û germahiya berê di halê heyî de heye. Lê pirsgirêk ne li gorî ya kevin bûn e. Asta berê niha hebûya jî wê têrê nekira û nake jî.

Em wexta dibêjin em di dema peywîrên înşakirinê de ne, mebesta me ev e: em divê di hemû rehendên jiyanê de sîstema gel a li derveyî dewletê înşa bikin. Peywîra dikeve li ser milê xebatkarên çand û hunerê ev e.

Em ê vî karî li derveyî zihniyet û sazûmaniya dewletê çawa înşa bikin?

Em ê çawa li gorî cewherê hunerê tevbigerin û civakî bin?

Em ê çawa hunera guhertina ku bi şoreşa azadiyê pêşketiye bikin?

Em ê çawa serkeftinên ku ji aliyê siyasî û leşkerî de çêdibin, bi hunerê mayînde bikin û serkeftinan bikin bingeha şoreşa civakî?

Em ê bi kîjan zihniyetê û bi kîjan sazûmaniyê van peywîran pêk bînin?   

Em ê çawa polîtîkaya qirkirina çandî pûç bikin?

Mirov dikare van pirsan zêdetir bike, lê ji bo mijara me bes in. Tişta herî esasî ev e ku mirov bi înşakirinê polîtîkayên qirkirinê pûç bike. Tenê bi rexnekirinê, bi zimanekî şîkatê ji dewletê guhertin xwestinê serkeftin ne pêkan e. Qîmeta axaftinên wekî ‘dewlet çima wiha dike, çima vê nake’ û hwd tune ye. Dewletê çima bike? Dewlet ji bo çî ye? Dewlet a kê ye? Ma dewlet hîn jî dagirker nîn e? Dewlet bi awayekî din heman tiştî naynin li ser gelê Tirk Ereb, Fars û hwd? Di bingeha van nêrînan de rastiya dewlet û civakê nasnekirin û rûyê xwe dana dewletê, pişta xwe jî ji civakê zivirandin heye. Ev tişt jî tê wateya asîmîlasyonê.  

 Asîmîlasyon karê herî esasî yên desthilatdaran e. Dîroka sîstema şaristaniya navendî dîroka asîmîlasyonê ye. Ji ber ku desthilatdar bê civak nikare hebe û civak jî eger li gorî xwezaya xwe be, ji wê desthilatdarî dernakeve, desthilatdar dixwaze civakê û mirovan ji xwezaya wan dûr bixin. Va ye, asîmîlasyon ev karê ji xwezabûnê derdixe ye. Di asîmîlasyonê de armanc peydakirina koleyan e. Ango bi bê îradekirinê, mirov xistina kole ye. Bi rê û rêbazên cur be cur tişta ku desthilatdar li ser civakê ferz dikin kolebûn e. Di mirovekî de, di civakekî dê eger rihê berxwedaniyê û têkoşînê nemabe, dîsa di çarçoveya nasnameya xwe ya xweser de jiyîn tunebe, li wê derê asîmîlasyon heye.

Bi asîmîlasyonê rih diguhere. Mirov û civakên ku asîmîle bûne, serî tewyayî ne, bê îrade ne, ji bo xwe bikin çavê desthilatdaran çi ji dest wan bê dikin. Bê wîcdan in, bê exlaq in, bê zihniyet in. Ji ber ku ji xwezaya xwe qut dibin, ev tişt hemû derdikevin holê. Mirovekî ku ji milê şekil ve wek mirova bixwiyê jî, di cewher de dev ji mirovbûnê berdaye derdikeve holê. Di rewşeke bi vî awayî de xwe înkar kirin û wek desthilatdarê xwe bûn dibe meyla mirovan. Dixwaze wek celadê xwe be. Xweziya xwe bi desthilatdaran tîne, hewesa bûna wek dijminê xwe dike.

Eşkere ye ku vê rastiyê mirov û civak dijîn. Civaka me bi têkoşîneke pir dijwar encax kariye heya astekî vê asîmîlasyonê bisekinîne, lê hîn jî ev polîtîka nehatiye pûçkirin. Gelê Kurd û mirovê Kurd hîn jî bi her awayî yê xwe nîn e. Dagirkeran hîn jî gelê Kurd bi her tiştî wî qebûl nekiriye. Dagirkeran hîn jî dev ji polîtîkaya qirkirinê ya ku berdewamiya asîmîlasyonê ye, bernedaye. Em ji bo gelê Kurd dibêjin rewşa heyî di bin lepa qirkirenê de bûn e. 

Baş e, gelê me wê çawa bibe yê xwe, ango wê çawa xweser be? Em ê çawa bibin yê xwe? Gelo di rewşa heyî de em çiqas ê xwe ne? Em çiqas hatine asîmîlekirin? Asîmîlasyon tenê bi axaftin û neaxaftina zimanê xwe ve girêdan, xwe xapandin e û çewt e. Xwebûn an jî aydê desthilatdar bûn di vir de diyarker e. Eşkere ye ku pirsgirêkên xwebûnê pirsgirekeke hevpar a me hemûyan e. Va ye, di vir de pirsgirêka xwebûnê em ê çawa di destpêkê de di qada çand û hunerê de çareser bikin? Pirsa ku divê em hemû li xwe bikin û bersiveke rast bidinê ev e?

Ên ku nikaribin xwebûna xwe bidestbixin, wê nikaribin tu pêşengtiyê ji tu kesî re jî bikin.

Ên ku têra xwe nekin, wê têra tu kesî jî nekin.

Ên ku xwe ji vê sîstema asîmîlasyonîst rizgar nekiribin wê nikaribin tu kesî jî ji asîmîlasyonê rizgar bikin.

Ên ku xwe di bin lepa qirkirinê de dernexistibe, wê nikaribe gelê xwe jî di bin vê lepê de derbixe.

Ên ku xwe înşa nekiribin, wê nikaribin di karê înşakirina civakê de jî cih bigirin.

Bi kurtasî divê em bibînin ku pirsgirêka me ya ji vê sîstema qirkirinê qutbûnê heye. Di vir de mebesta me ev e: sîstema ku divê em xwe jê qut bikin, ne tenê dagirkerî ye, sîstema modernîteya kapîtalîst e. Ji xwe dagirkerî jî zarokê wî ye. Sîstema ku Rêberê Gelê Kurd wek ‘koletiya kûrbûyî û berfirehbûyî’ binav kir heye û bi bandor e.

Gelo meylên me, xweziyên me ber bi çi ne?

Gelo ew tiştên ku di derbarê endustriyalîzma çandî de tên gotin, ji bo me çiqas derbasdar in?

Em çiqas xweser in?

Em çiqas ê xwe ne?

Tayê jiyana me di destê kê de ye? Jiyana heyî ya me ye, yan em jiyana ku hinekan amade kiriye dijîn?

Gelo rihê berxwedaniyê di me de çiqas e, li ser vî esasî me xwe çiqas ji asîmîlasyonê xelas kiriye?

Gelo asta lêhûrbûna me çiqas e? Em çiqas ji bo karê înşayê amade ne?

 Înşa hem ruhî hem jî bedenî ye

Em bi van gotinan tenê tespît dikin ku pêdiviya me bi xwebûnê heye. Piştî belavbûna civakê û mirov ango piştî dîroka asîmîlasyona ku li ser her kesî hate ferzkirin, pirsgirêka xwebûnê, bi gotineke din pirsgirêka înşayê careke din derket holê. Di halê heyî de di wateya li derveyî dewletbûnê de ji bo her kesî karê înşayê pêwîst e. Lê, bi taybet jî ji bo Kurdan pêwîst e, ji ber ku tişta ku li ser gelê Kurd tê meşandin ne tenê asîmîlasyon e, wek berdewama wê qirkirin e. Eger gelê Kurd di çarçoveya xwebûnê de xwe înşa neke, wê tune bibe. Lewra ji bo gelê Kurd xwe ji tunebûnê xelaskirin pêdiviya herî esasî ye. Ev jî bi gazincan, bi tenê axaftinan, bi rexneyan heta tenê bi têkoşîneke leşkerî û siyasî jî nabe.

Înşa jî divê li gorî xwezaya xwe be. Înşaya civak û mirov divê li gorî taybetmendiyên civakibûn û mirovbûnê bibe. Ango li gorî xwebûnê bibe. Naxwe desthilatdar jî ji xwe karê înşayê dikin. Lê, înşaya ku ew dikin ne li gorî xwezaya civakê ye, li gorî berjewendiyên wan e. Ji bo vê yekê ye, navê înşaya desthilatdaran dibe asîmîlasyon, ji cewher derxistin, biyanîkirin.

Baş e, em karê înşayê li ser çi deynin? Ji ber ku mirov û civak hem ruhî hem bedenî ne, ango hem metafîzîk hem jî fîzîk in, em ê jî înşayê li ser vî esasî pêş bixin. Ruh, hest û fikra ku çavkaniya hunerê ne jî, gelo çiqas li gorî xwezaya mirovbûn û civakbûnê ne, em ê li wê binêrin. Em ê ji milê metafîzîk ve aydê desthilatdaran nebin. Ji ber ku di hebûnê de ya diyarker metafîzîk e. Mirov û civak, heta her tişt li gorî metafîzîka xwe dibe. Lewra di milê ruh, hest û raman de li gorî xwezaya xwe bûn, ji bo xwebûnê nebe nabe. Tevî ku êrîşeke bêhempa li ser ruh, hest û ramanên mirovahiyê heye, divê beriya her tiştî ruh, hest û raman azad bin. Ev neyên firotin beden jî nayê firotin.

Ji bo em ruh, hest û ramanên xwe paqij bigirin jî zemîneke pir xurt heye. Me çandeke ku mirovahî hîn jî bi berhemên wê xwe xwedî dike afirandiye. Me di dirêjahiya dîrokê de her li hemberî desthilatdariyê berxwe daye. Di roja me ya îro de di şexsê rêbertiyê û tevgera azadiyê de em bûne hêviya civakan. Tevî hemû êrîşan jî em her ku diçe xurtir dibin, bandora me zêdetir dibe, em zanatir dibin… Û modernîteya kapîtalîst jî tenê xerabiyê, xerîbiyê tîne ji civakê re. Bendewariya tu civakê jî ji vê sîstema xwînmij nemaye. Bi kurtasî ji bo ruh, hest û ramanê me paqij bimîne û bi bedeneke xweşik ducanî be her tiştê me heye. Em ê çima berê xwe bidine wî ruh, hest û ramanên qirêj û biyanî?

Di înşakirina rastiyên civakî û mirovî de beden dibe berhema ruh. Ango tiştên dixwiyê dibe rûyê tiştên naxwiyê. Ango hemû cure fîzîka me, nîşaneya metafîzîka me ye. Çavkaniya hunera ku em dikin jî dîsa ruh, raman û hestên me ne. Ji bo vê jî eger di hunera me de pirsgirêk hebe, li gorî asta civakê nebe, di civakê de guhertinan nikaribe çêbike, qasî tê xwestin li ser civakê bandorê neke, wê demê, eşkere dibe ku em dema civakê najîn, di ruh, hest û ramanên me de pirsgirêk hene. Ev hem ji bo kesayetan, hunermendan derbasdar e, hem jî bi awayekî giştî ji bo tevgera çand û hunerê derbasdar e.

Perwerdeyên me, nîqaşên me, berhemên me, sazîyên me hemû divê di vê çarçoveyê de bin û xwe li gorî pêdiviyên demê bikin. Eşkere ye ku bi tempo û tevlîbûna rûtînî ev kara naçe serî. Tişta pêwîst li gorî rojeva rast tevgerîn e û xwe li gorî wê plankirin e. Ên ku li gorî ruhê demê tevnegerin neçarê wendakirinê ne…