Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $rootPath in /home/komunar/public_html/ku/includes/settings.php on line 49
HÊZA AQLÊ CIVAKÎ | Komunar.NET

HÊZA AQLÊ CIVAKÎ

17 Kanûn 2014 Çarşem

Bêhêvîbûn ti maneya xwe nîne. Dengekî din heye ku ji tevahiya pîroziyan diharike û tê heye, û weha dibêje “Me aqil da we, hema bi tenê di rêya şer de bi kar neynin, di rêya xêrê de bi kar bînin.

Abdullah OCALAN

Mirov heta li hêz û têkiliya asta mejiyê cinsê mirov bi pêvajoyên civakî yên xweser re serwext nebe, nikare ti derfet û îmkana der barê çareseriya pirsgirêkên civakê de bi awayekî heq dikin binirxîne. Weke cins di qonaxa mirovbûnê de pîvana potansiyea asta mejiyê wî, li gorî destpêkê dibe ku mijareke spekulatîf be; ev dikare mumkîn jî nebe. Lê derketiye holê ku em bi mejiyekî pirr cuda re rûbirû ne, ev yek jî bi diyardeya şer a di dîroka mirovatiyê de ku di şertên me yên îro de dewrûber bi temamî aniye ber tinekirinê, diyar bûye. Bi tenê bi analîzên çînê, bi rêçeteyên ekonomîk, bi tedbîrên polîtîk, bi danehevên herî zêde yên desthilatdarî û dewletê pêşî li hilweşîna civakî û ekolojîk nayê girtin, ev hatiye fêhmkirin û heta mirov dikare bibêje, hema hatiye ispatkirin. Eşkere ye ku divê mirov hûrûkûr li ser pirsgirêkê rawest e.

Bêguman, tevahiya serdeman li ser hêza aqil timî hatiye rawestîn. Ez pirr tiştekî nû nabêjim. Ez bi tenê dixwazim bibêjim, ji her demê girîngtir bûye balê bikişînim ser aliyekî cuda yê aqil. Têkiliya aqil bi civakê re eşkere ye. Her çavdêrekî dîrokî yê ji rêzê jî dikare bibîne, civak pêş nekeve aqil jî pêş nakeve. Bi awayekî bingehîn a divê em lê serwext bibin ew e, hebûna civakî di kîjan şert û mercan de aqil rewa dibîne. Modernîteya kapîtalîst, nexasim jî serweriya sermayeya fînansa global a dema nêz bi rêya ‘aqlê sembolî’ pirr zêde karkir û bi vî awayî rê li ber hilweşîna civak û hawîrdorê vekir. Bi ti şertê rewakirinê yê civakî ravekirina vê nabe, nayê fêhmkirin. Ya rastî, ti şêweyê civaka bi exlaq, bi azadî û bi polîtîka nikare derba ‘aqlê sembolî’ erê bike. Baş e, bendên rewakirinê yên civakî çawa, ji aliyê kê ve, bi kîjan zêhniyet û amûran ve hat perçeperçekirin? Li dijî hêza hilweşandina aqil rola avakirin, tamîrkirin û têkûzîkirinê ya kê ye? Ji bo bi cihanîna vê rolê ji pêşdebirina kîjan rêzikên zêhniyetê û amûran berpirsiyar in? Ev pirs heyatî ne, û ji sedî sed bersivên xwe dixwazin.

Wallerstein bi girîngî li ser dema derketina nîzama jê re sîstema dinyayê ya kapîtalîst dibêje sekiniye û ez jî girîngî bi vê hewldana wî didim. Herweha Fernand Braudel jî li ser mijarê analîzên hûrûkûr kirine û ez van hewldanên wî jî weke xebatên pêşiya mirov rohnî dikin dibînim. Samîr Amîn jî di çarçoveya hilweşîna şaristaniyên Îslamî yên Rojhilata Navîn de li ser mijarê rawestiya ye, û analîzên wî yên li ser kapîtalîzmê mirov dikare hinekî jê hîn bibe. Gelek fikirdar bi nazikî nêzî mijarê dibin. Encamên hevpar ên gihiştinê hemû li dora qelsbûna rêûresma dewletê ya Ewrûpayê, jihevdeketina dêrê, tarûmarkirina şaristaniya Îslamê ji aliyê Cengiz Xanê Moxolî ve dizîvire. Kapîtalîzmê dişibînin şêrê di qefesê de û dibêjin; di van şert û mercan de şêr ji deriyê vekirî mayî keys dîtiye û pêşde çûye, pêşî li Ewrûpaya Rojava serdest bûye; paşê li gorî rêzê tevahiya Ewrûpayê, Bakurê Emerîkayê û ber bi roja me ya îro ve êrîşa xwe li tevahiya dinyayê bi awayekî serketî temam kiriye. Hêza berê di qefesê de hatiye girtin bûye hukimran, hukimranên berê jî xistine qefesê. Levîathan civakê dixe qefesa hesinî û vê yekê ji bo demekê dikin gotegot. Bi gotina navdar a Max Weber burokrasiya modernîteya kapîtalîst civakê dixe qefesa hesinî. Civaknasên navdar hemû, pirr eşkere nebe jî, hinekî jî bi psîkolojiya gunehkariyê, bi tirsonekî û pistepistê dîmenê civakî yê xeternak ê dixwazin bînin ziman bi vî awayî tê pêşkêşkirin.

Ez bi xwe bi awayekî hê berfireh û bi sîstema şaristaniya navendî ve girêdayî li pirsgirêkê dinêrim. Heta ez difikirim ku divê pirsgirêk hinekî jî bi dîroka pêşketina aqlê analîtîk ê sembolî ve were girêdan. Gava aqlê analîtîk di sîstema şaristaniya navendî de avêtiye, bêguman gelekî mezin e. Bi tenê bi tevahî avahiyên şaristaniyan dikarin bandoreke bi vî rengî bikin. Hêmaneke din a girîng ew e, aqlê mirov rengê sembolî digire û bi vî awayî qabîliyeta çareseriya analîtîk jê tê. Bi vî şêweyî destnîşankirina rewşa aqil bi qasî hêmana şaristaniyê girîng e. Ji ber ku aqilê analîtîk derî li hêmana şaristaniyê vekiriye.

Bi qasî mirov zindî û ruhber hemû bi prensîbên aqil ên xwe şaş nakin dixebitin. Ev şêwazê aqil ê em dikarin jê re bibêjin xwezayî yan jî hisî li gorî xerîze û ajoyên hundirîn e. Bi tesîrbûn bi reaksiyonên ji nişkê ve tê karekterîzekirin. Di vê mijarê de mirov dikare gelekî ji tesîr-reaksiyona li cem nebat û heywanan hîn bibe. Jiyana wan a ji zêdebûn, parastin û xwedîkirinê pêk tê, bi şêweyê ji aqlê xerîzeyî pirr hînbûn e, dimeşînin. Heta mirov dikare bibêje bi qasî ku tineye para vê yekê kêm e. Ez hez dikim ku mijarê bibim ser hebûnên bêcan jî. Mînak em hêza dinya me ya kişandinê weke aqlekî xerîzeyî yê hundirîn bifikirin (ez bi xwe xwediyê fikreke bi vî rengî me), her obje, heta her zerreyê li gorî rêjeya hêza bandora kişandin û dahfdanê bijî. Ji tesîrê rev gelekî bi sînor e. Lê dibe ku rev bi hêza rohnî û tîrêjê ji bandor û tesîrê mumkîn bibe. Di vê çarçoveyê de felsefeyên gerdûnê bêpîvan û beredayî dihesibînin zêde min têr nakin. Fikra ku dibêje gerdûn bi mejiyekî diyar tevdigere, fikreke hêjaye mirov têra xwe hûrûkûr li ser bisekine.

Mejiyê mirov seyr e, ji ber ku jê tê mejiyê vê gerdûnê binpê bike. Belkî weke me di mînaka rohnî û tîrêjê de jî dît, ev şêweyê mejî (mejiyê analîtîk) ji bo mirov weke serdestiyekê were şîrovekirin. Lê bi giraniya şêwazê aqil ê gerdûnê re nakok e, em ê vê çawa şîrove bikin? Belkî ‘teorema kaosê’ hinekî mijarê zelal bike. Çawa ku tê zanîn, di teoriya koasê de, di nava bênîzamiya mezin de li nîzamê tê gerîn. Nîzam bêkaos mumkîn nîne. Mirov aliyên rast û mafdar ên di vê nêzîkatiyê de nikare înkar bike. Lê li vir pirsgirêk ew e, jiyana mirov a di bin bandora kaosa civakî de (pêxîrtengî, krîz jî di navê de), di çiqas demê û mekanekî çawa de dikare dewam bike. Ji ber ku mekan û dema xweragirtinê ya civakê li pêvajoyên kaotîk bi sînor e. Gelekî dirêjbûna demê û zêde zirardîtina mekan (hawîrdora ekolojîk) bi hêsanî dikare dawî li civakan bîne. Di dîrokê de em dibînin gelek civak ketine vê rewşê. Em dizanin ku komên destpêkê yên mirov tevahiya ‘dema dirêj’ ya (ev dem ji sedî 98’ê jiyana mirov digire) hebûna xwe di nava rewşa kaotîk de bûn. Dema di bin nîzamên neolîtîk û şaristaniyan de derbasbûyî bi tevahî ji sedî du jî kêmtirê giştî ye. Bi kurtî, belkî jî dirêjbûna demê bi tevahî jiyanê bi dawî nake. Lê vê carê tehlûke cuda ye. Di navbera pêvajoya kaotîk a beriya şaristaniyê û piştî wê de cudahiyeke diyar heye. Şaristaniyê hawîrdor ne tenê ji bo civaka mirov ji bo tevahiya bi can û zindiyan gihandiye sînorên tehlûkeyê. Ji vê jî xirabtir, desthlatdarî û sermayeya di hinavê civakê de her saet bi şêwazê kansêrê (zêde mezinbûna bajaran, çînên navîn, bêkarî, milliyetgirî, cinsiyetparêzî û zêdebûna şêniyan a pêşî lê nayê girtin) belav dibe. Ev şêwazê kansêrê bi awayê halîhazir jî belavbûn û mezinbûna xwe dewam bike, mirovatiyê xweziya xwe bi dema beriya şaristaniyê bîne. Pêvajoyên kaotîk ên bi kansêrê tên, ji nîzamên nû zêdetir, bi mirina civakê bi encam dibin. Em gotinên zêde mezin û hukmên nepixandî nadin. Mirovên bi berpirsiyarî radibin, mirovên zanyar her roj di vê mijarê de hukmên hê girantir didin.

Dikare bê pirsîn, çi têkiliya aqilê analîtîk bi pêşketina kansêrolojiya civakî re heye. Hingê divê em aqil hê zêdetir ji nêz ve nas bikin. Aqlê sembolîk bi roleke pêşeng rabûye. Em vê rewşê herî baş ji zimanê îşaretan (di vî zimanî de tevgerên bedenî zêdetirin) derbasbûna zimanê sembolîk dibînin. Êdî li şûna tevgerên bedenî, li ser hin awazên deng ên lihevkirî (bi yên têne îşaretkirin têkiliyeke fizîkî û biyolojîk nîne) dikarin têkiliyên manegir deynin. Mînak em gotina ‘çav’ bigirin dest: yên li ser vê gotinê li hev kirine, tevî ku ti têkiliya xwe ya fizîkî bi sewta ‘çav’ re nîne wexta wê dibihîse pêjna ‘çav’ di hişê wî de zindî û geş dibe. Damezrîn û sazbûna zimanê sembolîk welê ye. Xebatên antropolojîk herçiqasî destpêka vî zimanî bibin bi komên Homo Sapiens ên pêla dawî ya koçberiya bi kokên xwe ji Efrîkaya Rojhilat ve girê bidin jî hemfikirin ku vî zimanî bend û sukrên bingehîn ên li pêşiya xwe li cografya Rojhilata Navîn rakiriye. Nemaze komên ziman ên Semîtîk û Aryen vê tezê piştrast dikin.

Pêkhatina zimanê sembolîk li ser fikrê bandoreke gelekî mezin kiriye. Ji zimanê bedenî rizgarbûn û bi peyvan fikirîn, belkî ji şoreşên herî mezin ên zêhnî be, belkî jî ya pêşî be. Ev yek dihêle ku ji aliyekî ve cinsê mirov bi lez ji cîhana heywanan qut bibe, ji aliyê din ve jî dike ku civak li dora damezrîneyên zimanê sembolîk bi lez komik bi komik pêk bên. Ji ber ku yên bi heman nîzamê deng dipeyivin, her diçe cihêwaz dibin, hem jî bi hêza mejî ya bi destxistine yekîtiya xwe pêşde dibin. Êdî zimanên sembolîk civakan bi nasname dike. Şoreşa neolîtîk bi awayekî girîng bi saya vî zimanî pêk hatiye. Zehmet bû ku bi zimanê îşaretan bigihîje vê asta şoreşê. Ji ber ku berê min gelekî qalkiribû çawa derbasî qonaxa şaristaniyê bû, ez ê dubare nekim. Lê divê mirov ji bîr neke û baş bizanibe ku sîstema qûntara çiyayên Toros-Zagrosê ya jê re ‘Kevana Bi Bereket’ tê gotin û newalên Mezopotamyayê di pêşketinê de bi rola dergûşa sereke rabûn.

Yên têne gotin bandora erênî ya aqlê sembolîk radixe pêş çavan. Fikara mirov jê bike jî ew e, veqetîna ji hawîrdorê da destpêkirin. Civakên berê civakên hawîrdorê yên xwezayî bûn. Ev civak mîna têkiliya dayik-çêlikê di himbêza xwezayê de ne. Hêza fikra sembolîk pêdiviya bi ev şêwazê jiyanê qels kiriye. Ji ber ku civaka nû bi zimanê xwe yê nû hawîrdorê bi nav dike ango rêya bikaranîna nû vedike. Ev rêya nû rêya hegemondariyeke mezin li ser cîhana heywan û nebatan vedike. Şêwazên fikrê yên berî zimanê sembolîk timî bi rêya aqlê hissî pêk dihat. Xisleta bingehîn a aqlê hisî jî ew e, bi hisên xwe difikire û ew jî bivê nevê bi tesîrbûn û reaksiyonan tevdigere. Ji dil e, bê derew e, ji hîleyan dûr e. Çawa ku dayik ji bo zarokê xwe ji dil e, û ji bilî vê bi hêsanî nikare bi derew û hîleyan tevbigere. Mejiyê di cîhana heywan û nebatan de jî bi vî awayî dixebite. Em timî dibînin, dema ku şêr xuya dike, mejiyê heywanên nêçîr yekser bi hisê xwe radibin. Li cem herduyan jî hîle nîne. Lê di zimanê sembolîk ê mirov de bi hezaran fikrên hîlekar, bi derew û ne ji dil (ne hestyar) dikarî bixwînî. Ev şêwazê fikrê tehlûkeya xwe ya xeternak wê zirar û ziyana xwe ya mezin bi derbasbûna pêvajoya şaristaniyê re nîşan bide.

Fikra analîtîk a bi rêya zimanê sembolîk pêk tê di daneheva sermaye û desthilatdariyê de bi roleke diyarker radibe. Ev fikir berê pêşî xwe dispêre derewê, hêza xwe ya ne ji dil û hîlekar bi kar tîne û bi vî awayî di warê êsîrgirtin û mêtinkariya civakê de gelekî jêhatî bûye. Çawa ku tê zanîn, li pêşiya mejiyê mirov lobên rast û çep di warê van herdu mejiyan de fonksiyonel bûne. Loba têde fikra analîtîk pêş dikeve beşê herî dawî ye. Li ser tevahiya endamên din ên bedena mirov şopa mejiyê hisî heye. Piştî ku beşa fikra analîtîk serdestî bi dest xist, li ser tevahiya fikra şopa wê li ser bedena mirov bi bandor dibe. Ev pêşketin her diçe tevahiya bedena mirov karekterîze dike. Ev bûyer û pêşketin bi heybet û balkêş e. Eger bi awayekî erênî were bi karanîn dikare dinyayê ji bo cinsê mirov veguherîne ‘cihekî cejn û roşanê’ yê domdar. Lê eger bi awayekî neyênî were bi karanîn dikare ji bo pirraniyê û zindiyên hawîrdorê veguhere cehennemê. Mîna hêzeke nukleerê ye: eger enerjiya nukleerê baş were kontrolkirin dikare di xizmeta civakê de bi awayekî gelekî kêrhatî were pêşkêşkirin. Eger neyê kontrolkirin jî di mînakeke piçûk a Çernobîlê de (lê ya herî xeternak bi karanîna wê ya di şer de ye) hat dîtin, dikare rê li encamên çawa veke. Ez di aqilê analîtîk de hinekî teqîna bêkontrol a nukleerê dibînim. Ji tehlûkeyê jî wêdetir, ez yeqîn dikim ku tehlûke bi xwe ye, û her diçe bi awayekî zêde dibe hawîrdor û civakê bi tehlûkeya nukleerî re rûbirû dike. Bêyî pêdivî bi bombeyên nukleerî bibîne, bombeyên aqilê analîtîk ên di bin fermana sîstema kapîtalîst û yên di destên wê de ji niha ve civak û hawîrdor gihandine sînorê rewşeke jiyan lê nabe.

Bêguman, fikra analîtîk û zimanê sembolîk bi serê xwe neyênî nînin; bi tenê li gorî neyêniyan şert û mercan pêşkêş dikin. Bi awayekî bingehîn ê neyêniyan bi şêweyekî zincîrwarî dide destpêkirin, pêşketina di amûrên sermaye û desthilatdariyê de ye. Sîstema daneheva sermaye û desthilatdariyê ya em weke şaristanî dikin têgîn, bi sedema karektera hebûna xwe, divê ji mejiyê hisî mehrûm be, û derewker û hîlekar be. Amûrên zordestî û mêtinkariyê li ser ewlekarî û qûtûzadên yên din ava dibin. Li gorî xwezaya jiyanê, ev amûrê bi nerazîbûn bêne pêşwazîkirin. Dewamkirina bi tenê bi du rêyan gengaz dibe: Yan bi hêza îdeolojiyê ya bi nermî rewakirinê pêk tîne, yan jî bi hêza zora eşkere ya desthilatdariyê. Rastiyeke dîrokî ye ku kontrol bi pirranî bi van herdu rêyan tê kirin. Sermaye û desthilatdarî hebûnên welê ne ku kengî serî li derew û zêrê bidin dikarin pêş bikevin. Beşa sereke ya zêhnê mirov tam di vê qonaxê de ji vê re şert û mecên di cih de pêşkêş dike. Em dikarin ji vê re bandora berevajîkirin û ji rêderxistinê jî bibêjin.

Em wexta ku bi vê paradîgmayê li dîroka şaristaniyê binêrin, em ê bibînin zêdebûna çîn, bajar û desthilatdariyan bi awayekî gelekî mezin fikreke analîtîk pêkanîne. Di pêvajoyên şaristaniyan de çend rawestgehên mezin hene. Civakên Sumer û Misrê şaristaniyên orjîn bûn. Pêvajoyên şaristaniyê yên di van civakan de bi salên 4000-3000 B.Z. destpêkirî îro jî bandora xwe ya bi heybet dewam dikin. Ev şaristaniyan avahiyên mezin ên zêhniyeta analîtîk ava kirine. Di tevahiya dîroka şaristaniya navendî de mirov dikare zêhniyetên hatine pêşdebirin şopa wan di van şaristaniyan de bibîne. Ji matematîkê heta bi biyolojiyê, ji nivîsê heta bi felsefeyê, ji dîn heta bi hunerê, çalakiyên civakî yên mînakên mohra şaristaniyê li wan hemûyan dikarin şêweyên wan ên orjîn di van şaristaniyan de bi awayekî avakirî bibînin. Qonaxa Greko-Romen ev pêvajoya avakirinê hê zêdetir dewlemend kiriye û biaqiltiya di avahiya analîtîk de pêşde biriye. Piştî pêngava kurt a di Ronesansa Îslamê de, pêvajoyên Ronensans, Reform û Rohnîbûnê yên Ewrûpayê, fikra analîtîk derxistin asta herî bilind.

Di tevahiya van pêvajoyan de, di serî de şaristaniyên Çîn û Hindê, divê mirov şaristaniyên din ên li van pêvajoyan gelek zêdekirine, li ber çavan bigire. Mirov dikare şaristaniya pênc hezar salî di çarçoveya mentiqê wê de weke girêkeke dêw a ji diyalektîka jiyanê qutbûyî û mezin dibe, fena yekûna qalibên metafizîkê binirxîne. Ji mîmariyê heta bi muzîk û wêjeyê, ji fizîkê heta bi civaknasiyê, ji mîtolojiyê heta bi dîn û felsefeyê di tevahiya avahiyên huner, felsefe, dîn û zanistê de bûyer û pêşketinên gelekî mezin ên daneheva sermaye û desthilatdariyê nîşan didin, em wan weke dîrok dixwînin. Şerên xeternak ên talanê qatê zemîn ê vê şaristaniyê ne. Aqilê li ser vî zemînî bilindbûyî û gihiştî, bi awayekî rastî bêaqiliya herî mezin e. Bi awayekî bingehîn fonksiyoneke hegemondariya îdeolojîk jî ev bêaqiliyê, aqlê gunehkariyê, aqlê şer, aqlê hîle û derewê, bi kurtî ev aqlê daneheva sermaye û desthilatdariyê ser wî bigire, berevajî nîşan bide, pîroz û xwedayî bike. Wexta ku em bi tevahî qalibên fikra analîtîk, bawerî û hunerên bi şaristaniyê re di zikhev de pêşketin ji nêz ve lêbikolin, wê zehmet nebe ku mirov van rastiyên em wan rexne dikin tespît bike.

Eger li ber rohniya van rastiyên dîrokî nebe, em ê nikaribin bi hostayî nîşan bidin ku ev cinawirê kapîtalîst (Levîathanê Hobbes) çawa ji qefesê derketiye. Ez bi girîngî destnîşan dikim ku ev cinawir bi tenê ji ber lawazî û qelsiyên sedsala 16. keys nedîtiye û ji qefesê nereviyaye.

Ji bo vê mijarê dixwazim mînaka jinê analîz bikim û bi vî awayî vî beşî bi dawî bikim. Bêguman lêkolînên femînîst hê bi pêşketinên nû ji bo rastiya jinê derkeve rûyê zemîn alîkariyeke girîng didin. Lê ez yeqîn dikim ku ev xebatên ez behsa wan dikim bi giranî di bin şert û mercên serweriya zilam de têne meşandin. Bi zêdeyî reformîst in. Gelekî heyatî ye ku mirov bi nêzîkatiyekê di tevahiya kokê de bi mijarê ve dakeve.

Lêkolînên biyolojîk di nava cinsê mirov de rola jinê ya kokbûnê rohnî dikin. Yê ji gewdê rastî veqetiyayî jin ne, zilam e. Ji ber ku jin ji diyalektîka pêkhatina gerdûnê dernakeve hestyar e. Nemaze di dema şaristaniyê de tim li qatê herî jêr hat hiştin, vê kir ku ev avahiya xwe heta roja me ya îro bîne. Aqlê zilam timî dixwaze aqlê jinê yê hisbarkirî timî weke ‘kêmaqiliyê’ û vê jî weke karketera wê bi xwe nîşan bide. Aqlê zilam, li ser jinê çend operasyonên mezin meşandine, dimeşîne:

Yekemîn, ew kiriye koleya pêşî ya malê. Ev pêvajo bi tepisandin, zordestî, destavêtin, heqaret û tevkujiyên xeternak barkirî ye. Rola ji bo tê naskirin ew e, ji nîzama milk re bi qasî ku tê xwestin ‘dolan’ bîne. Îdeolojiya xanedaniyê bi vê dolê ve gelekî girêdayî ye. Di nava vê statuyê de jin ji sedî sed milk e. Bi qasî ku nikaribe rûyê xwe nîşanî kesekî din bide, namûs û malê xwediyê xwe ye.

Duyemîn, amûrekî seksê ye. Di tevahiya xwezayê de têkiliya cinsî ji bo zêdebûnê ye. Bi armanca dewama jiyanê ye. Li cem mêrê mirov, nexasim bi êsîrkirina jinê re, bi giranî jî di pêvajoya şaristaniyê de rola bingehîn ji seksê, xwesteka têkiliya cinsî ya sînornenas û belovajî pêşketina wê re tê dayîn. Li cem heywanan demên cotbûnê gelekî bi sînor in (bi giranî salê carekê), lê li cem mirovê mêr hema hema dixwazin têkiliya cinsî derxin rojê bîstûçar saetan. Jin ber bi roja me ya îro ve kirine amûrek timî her cure seks, xwesteka cinsî û desthilatdariyê li ser tê ceribandin. Cihêkirina ji hev a malên taybet û giştî êdî ti maneya xwe nemaye. Ji ber ku her cih û her jin êdî jina mala giştî û taybet tê hesêb.

Sêyemîn, kedkara bêheqdest û bêberdêl e. Karûbarên herî zehmet bi wê têne kirin. Berdêla wê, hinekî din wê neçarî ‘kêmbûnê’ dikin. Ewqas piçûk hatiye xistin, bi rastî xwe li gorî mêr ‘kêm’ mayî qebûl dike, û ji lewra jî bi her çar lep û lingan xwe bi dest û serdestiya mêr ve girê dide.

Çaremîn, ew kirine metayê herî tenik. Marks ji bo pere dibêje ‘qralîçeya metayan.’ Ya rastî, ev rol zêdetir a mêr e. Qralîçeya rastî ya metayan jin e. Têkiliyek nîne ku jin jê re neyê pêşkêşkirin. Ti qad jî nîne jin têde neyê bi karanîn. Bi cudahiyekê, herçiqas her meta berdêlekî xwe yê hatiye qebûlkirin hebe jî ji bo jinê ev berdêl ji bêşermiyeke mezin a bi navê ‘eşqê’ bigirin heta zirta “Heqê keda dayikan nayê dayîn” bêhurmetiyeke mezin e.

Aqlê zilam ê şaristaniyê wî kiriye cinawir piştî ku ev danûstendin ji bo jina bêyî wê natebite rewa dît, ma wê çi bi serê civaka mirov û hawîrdorê ve neyne! Ev aqil bi hezar hîle, dekûdolab, derew, cinawiriya şer, belovajiya îdeolojîk radibe ango aqlê civak û hawîrdorê xira dike, ji bilî dengê tenekeyê ti deng jê nayê aqlê analîtîk e. Rawestandina vî aqlî, beriya her tiştî ji nû ve bi cîbicîkirina polîtîka û exlaqê civakî yê hilweşandiye mumkîn e. Ya rastî, mirov dikare bi vî awayî destpê bike. Ji ber asta aqlê analîtîk gihîştiyê di tevahiya neyêniyan de xwedî rol e, careke din li dijî sîstemên şaristaniyê girîngiya  pêşdebirina sîstema şaristaniya demokratîk weke wezîfeyeke dijwar li pêşiya me radiwest e. Divê mirov qîmet û nirxeke mezin bide aqil, ev esas e. Aqlê civakî rastiyek e. Civak bi xwe ew qad e ku aqil lê tê cem hev, zêde dibe. Bêhêvîbûn ti maneya xwe nîne. Dengekî din heye ku ji tevahiya pîroziyan diharike û tê heye, û weha dibêje “Me aqil da we, hema bi tenê di rêya şer de bi kar neynin, di rêya xêrê de bi kar bînin. Hingê her tiştê pêdiviya we pê heye hûn ê bi dest bixin!” Bi rastî divê em vî dengî bigirin û fêhm bikin. Dengê wijdan ku jê re aqlêselîm ê civakê jî tê gotin û dengê exlaqî yê civakê jî vê dibêje. Dengê dixwaze hunerê azadiyê yê jê re polîtîka civakî tê gotin were bihîstin jî heman tiştî dibêje. Xebatên civaka demokratîk pratîka vî dengî ye. Sîstema şaristaniya demokratîk teoriya vî dengî ye.

Beşên ji niha û pêve wê zêdetir bi armanca daketina çavkaniyên berbiçav ên van dengan bin (dengên ji destdanahev a aqlê analîtîk û aqlê hisî derdikevin) û bi armanca rohnîkirina rêyên wan ên çareseriyê nîşan didin bin.

Ji Parêznameya ‘Ceribandinek Li Ser Sosyolojiya Azadiyê’ (Pirtûka 3’emîn)


Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42