PIRSGIRÊKA AZADIYÊ
17 Kanûn 2014 Çarşem
awayekî kumulatîf misêwa pêşketina sermaye û desthilatdariyê rûyekî madalyonê ye, li rûyê din jî koletî, kirêtî, birçîtî û feqîriyeke xeternak heye.
Ji dilê min wer tê, hema ez bibêjim armanca gerdûnê mîna ku azadî be. Min gelek caran ji xwe pirsiye gelo gerdûn li pey azadiyê ye. Li gorî min gelekî kêm e ku azadî bi tenê weke lêgerîneke kûr a civaka mirov were hesibandin; ez fikirîme ji sedî sed aliyekî xwe yê bi gerdûnê re heye. Eger mirov dualîteya perçik-enerjiyê weke hîmê bingehîn ê gerdûnê bifikire, bêyî ku xwe paşve bidim ez enerjiyê weke azadî destnîşan dikim. Ez bawer dikim ku perçika maddî jî pakêtoka enerjiyê ya di rewşa mehkûm de ye. Rohnî rewşeke enerjiyê ye. Bi awayekî azad herikîna rohniyê ma kes dikare înkar bike? Kûantayên weke rewşa perçikê herî piçûk ê enerjiyê têne terîfkirin, di roja me ya îro de hema hema di ravekirina tevahiya pirrcuretiyê de weke hêmanekî bi mane tê dîtin û em jî tevlî vê rewşê dibin. Belê, tevgera kûantûmî hêza afirîner a tevahiya pirrcuretiyê ye. Ez xwe nagirim û dibêjim, gelo Xwedayê timî mirov lê digere ev e. Dema ku tê gotin jor-gerdûnê di karektereke kûantûmê de ye, ez dîsa bi heyecan dibim û dibêjim, dibe ku welê be. Dîsa ez xwe nagirim û dibêjim; gelo ji derve afirêneriya Xweda ji vê re tê gotin.
Bi ya min gelekî girîng e ku mirov di mijara azadiyê de egoîst û xweperest nebe û nekeve reduksiyoniya mirov. Ma kes dikare hilperîn û perpitîna heywanê di qefesê de ji bo azadiyê ji nedîtî ve bê? Li ber xwendina bilbil senfonî paşvemayî ye, ma vê rastiyê ji bilî azadiyê em dikarin bi kîjan têgînê rave bikin? Em hinekî din zêdetir pêşde biçin, ma bi tevahî deng û rengên gerdûnê azadiyê bi mirov nadin fikirandin? Koletiya herî kûr a pêşî û dawî ya civaka mirov jin e, ma hilperîn û perpitîna wê ji bilî gera li azadiyê em dikarin bi kîjan têgînê rave bikin? Fîlozofên hûrûkûr ponijîne, mînak Spînoza azadî derketina ji cehaletê û weke hêza maneyê şîrove kiriye, ma ev heman mabestê rave nake?
Ez naxwazim pirsgirêkê di nava naveroka wê ya bêserûbinî de bifetisînim, bêhnçikandî bikim. Herweha ez naxwazim pirsgirêkê weke rewşa xwe ya mehkûmiyeta bi jidayikbûnê bînim ziman. Ispata wê ev e: ji bo bîranîna Prometheus ji bilî çend hevokan, min hîç nivîsîna helbestê neceriband ku bi awayekî helbest nivîsandin gera li azadiyê ye. Ew jî tê zanîn ji bilî îmaj û pejnekê wêdetir maneyek xwe nîne. Ji lewra bi awayekî dijwar lêgerîn û şopgeriya min a ji bo maneya azadiyê ma kes dikare ji nedîtî ve bê?
Dema ku em azadiya civakî dikin pirsgirêk, me ev destpêka kurd pêşkêş kir ku em der barê kûrahiya mijarê de hişyar bikin. Me mejiyê civakê weke mejiyê zêdebûna wî herî pêşketî terîf kiribû û ev yekê der barê analîzkirina azadiyê de rohnîker be. Qadên mejî yên zêde pêşketî qadên ji azadiyê re nazik in. Çi civakek xwe weke hêza mejî, çand û aqil zêde xurt kiribe ewqas xwe ji azadiyê re amade kiriye. Gotineke bi vî rengî di cih de ye. Dîsa civakekê xwe ji mejî, aqil û nirxên çandî çiqasî mehrûm kiribe yan jî mehrûm hatibe hiştin, ewqasî di nava koletiyê de ye. Ev jî vegotineke rast û di cih de ye.
Ez dema ku li ser mijara qebîleya Ibraniyan diponijim timî du xisletên wan ên bingehîn li hişê min dimîne. Yekemîn, mehareta wan a di mijara pereyan de ye. Hukimraniya pereyan timî di destê xwe de digirin. Bi awayekî hosteyane dizanin ku bi vê dikarin dinyayê bi xwe ve girê bidin, heta hem teorîk hem jî pratîk wê karibin bigirin bin hukmê xwe. Em ji vê re hukimraniya dinya maddî dikarin bibêjin. Bi ya min a girîng a duyemîn e, ango hunerê hukimraniya manewî baş bi cih tînin. Cihûyan pêşî pêxember, paşê jî nivîskar, di modernîteya kapîtalîst de jî her cure fîlozof, zanyar, hunermend û jinên xwe hema hema hukimraniyeke çandî ya manewî bi dîrokê re hemsal damezrandine. Ji lewra gelekî di cih de ye ku mirov bibêje, bi qasî qebîleya Ibranî ti qebîle dewlemend û azad nîne. Eger em çend mînakan der barê serdema me de bidin wê vê rastiyê bi zêdeyî piştrast bike. Bi giranî hêza hukimdarên rastî yên kapîtala fînansê yên hukim li ekonomiya global dikin bi koka xwe Ibranî ne, ango Cihû ne. Eger mirov di qada entelektuelî de çend navên Cihû bijimêre dikare van mînakan bide; di derketina felsefeya hemdem de Spînoza, di sosyolojiyê de Marks, di psîkolojiyê de Freud, di zanista fizîkê de Einstein. Eger em bi sedan teorîsyenên polîtîka, zanist û hunerê li van zêde bikin, bawer dikim ku wê der barê hêza entelektuel a Cihû de fikrekê bide. Ma mirov hukimraniya Cihûyan a di cîhana entelektuel de dikare înkar bike?
Lê belê li rûyê din ê madalyonê, yên din ên dinyayê hene. Dewlemendiya maddî û manewî, hukimranî û hêza aliyêkî di berdêla xizanî, bêhêzî û kerîtiya yên din de pêk tê. Ji lewra gotina navdar a Marks ji bo proleteryayê gotibû ji bo Cihûyan jî di cih de ye. Marks weha gotibû Eger proleterya dixwaze xwe azad bike (bi gotineke din rizgar bike), ji bilî azadkirina tevahiya civakê çareyek wî ya din nîne. Mîna ku Marks li ser Cihûyan fikiriye û ev gotina xwe aniye ziman. Eger Cihû dixwazin ji azadiya xwe ango hêza xwe ya mane, dewlemendî û mejî piştrast bin, divê civaka dinyayê jî bi heman rengî dewlemend bikin û ji aliyê manewî ve hêzê bidinê, wekî din ti rêya wan nîne. Naxwe her tim dibe ku Hîtlerên nû li ser serê wan peyda bibin. Di vê çarçoveyê de rizgariya Cihûyan, ango azadiya wan, bi tenê bi rizgariya civaka dinyayê û azadiya wê di zikhev de were fikirîn mumkîn e. Cihûyên ji bo mirovatiyê gelek tişt bi serxistine ev wezîfeya herî bi anor û rûmet e, divê kes ji vê guman neke. Ji qirkirina xeternak a Cihûyan jî em dikarin fêhm bikin ku rûmeta manewî û dewlemendiya li ser cehalet û xizaniya yên din avabûyî nirxeke xwe ya rastî ya azadiyê nîne. Maneya rastî ya azadiyê ku em dixwazin, ji cihêkirina em û yê din bibihure û karektera xwe ya ji aliyê her kesî ve bê parvekirin hebe.
Em wexta sîstema şaristaniya navendî li ser bingehê azadiyê bigirin dest û binirxînin, em ê bibînin ku her diçe bi koletiyeke qatbiqatî tê barkirin. Koletî li ser sê qatan bi hêz û qehîm tê avakirin: Pêşî koletiya îdeolojîk tê avakirin. Di mîtolojiyan de xwedayên hukimran û xeternak têne avakirin, nexasim jî di civaka Sumer de ev yek balkêş e, û tê fêhmkirin. Qatê jor ê Zîggûratê weke mekanê xwedayên hukim li zêhnan dikin tê fikirîn. Qatê navîn biryargeha rêveberiya polîtîk a rahiban e. Qatê herî jêr jî weke qatê xebatkarên cotkarî û zenaetkariyê yên dibezînin her suxreyê amade kirine. Ev model heta roja me ya îro bi xwe neguheriye, bi tenê bi awayekî berfireh şax berdaye û belav bûye. Bi vî awayî hûnandina çîroka pênc hezar salî ya sîstema şaristaniya navendî hûnandina dîrokê ya herî nêzî rastiyê ye. Ya rastî, ev rastiyek e ku weke ampîrîk çavdêriya wê tê kirin. Jihevderxistina zîggûratê, jihevderxistina sîstema şaristaniya navendî ye; ango bi vî awayî sîstema dinyayê ya kapîtalîst a roja me ya îro li ser bingehê wê ya rastî tê danîn û ji hev tê derxistin. Bi awayekî kumulatîf misêwa pêşketina sermaye û desthilatdariyê rûyekî madalyonê ye, li rûyê din jî koletî, kirêtî, birçîtî û feqîriyeke xeternak heye.
Em hê baştir fêhm dikin ku pirsgirêka azadiyê çawa kûr dibe. Sîstematîka şaristaniya navendî, heta civakê gav bi gav ji azadiyê mehrûm neke û negihîne asta civaka bûye kerî, nikare xwe dewam bike, nikare hebûna xwe biparêze. Di mentiqê sîstemê de çareserî, zêdetir pêkanîna amaûrên sermaye û desthilatdariyê ye. Ev jî zêdetir feqîrî û kerîtî ye. Ji ber dualîteya di xwezaya sîstemê de pirsgirêka azadiyê evçend mezin bûye û bûye pirsgirêka bingehîn a her serdemê. Me bê sedem qebîleya Cihûyan mînak neda. Mirov gelekî dikare jê hîn bibe. Tevahiya serdeman ji girîngiya xwe tiştek ji dest nedaye, ji lewra mirov dikare azadiyê jî koletiyê jî bi Cihûtiyê bixwîne.
Guftûgoyeke ji rêûresmê heye, tê gotin; gelo zêdetir pere yan jî serwextbûn azadiyê pêk tîne. Di çarçoveya vê vegotina me de mirov dikare baştir li vê guftûgoyê serwext bibe. Pere heta weke amûrekî daneheva sermayeyê ango bi rola desteserkerê berhem û nirxê zêde rabe wê timî amûrekî koletiyê be. Ji ber ku pere ji bo xwediyê xwe jî bang li tevkujiyan dike di warê azadiyê de amûreke bawerî pê nabe û kes nikare pişta xwe pê girê bide. Pere bi rola perçikê maddeyê yê dijberê enerjiyê ye radibe. Tê gotin, serwextbûn her tim zêdetir nêzî azadiyê ye. Serwextbûn li ser rastiyê, her tim pêşî li azadiyê vedike. Ji ber vê yekê ye ku serwextbûn weke herikîna timî ya enerjiyê tê terîfkirin.
Eger mirov azadiyê weke pirrbûn, cihêwazbûn û pirrcurebûna di gerdûnê de bide naskirin wê di diyarkirina exlaqê civakî de jî ravekirinê hêsan bike. Hebûneke di hinavê xwe de zimnî be jî pirrbûn, cudabûn û pirrcuretiyê hilgire, jêhatbûna hebûneke bi aqil a dikare hilbijêre tîne bîra mirov. Lêkolînên zanistî piştrast dikin ku aqlekî nebatan ber bi pirrcuretî û cihêrengiyê ve dibe heye. Pêkhatinên di şaneyeke zindî de heta niha ti fabrîkeyeke ji destê mirovî derketî nikarîbûye pêk bîne. Belkî bi qasî Hegel em nikarin behsa mejiyê gerdûnê (Geist) bikin. Lê dîsa jî mirov behsa tiştekî mîna mejiyê gerdûnê bike divê bi temamî weke tiştekî tewş neyê dîtin. Em cihêwazbûnê ji bilî mejiyê hebûnê nikarin bi vegotineke din bînin ziman. Pirrbûn û pirrcuretî timî azadiyê bi bîra mirov dixin û dibe ku ev jî ji çipîskên ji mejiyê hebûnê diçin e. Bi qasî ku tê zanîn, mirov dikare insên weke hebûna herî bi aqil a gerdûnê bide nasîn. Baş e, mirov ev mejî û aqilê xwe çawa girtiye? Ji aliyê zanistî ve jî (fizîkî, biyolojîk, psîkolojîk û sosyolojîk) min mirov weke xulaseyeke gerdûnê dabû naskirin. Di vê danasînê de mirov weke kombûneke aqilê gerdûnî tê terîfkirin. Ji lewra di gelek ekolên felsefîk de jî mirov weke makêteke gerdûnê hatiye pêşkêşkirin.
Di civaka mirov de asta mejî û nermbûna wî, bingehê rastî yê avakirina civakî pêk tîne. Di vê çarçoveyê de mirov azadiyê weke hêza avakirina civakî bide nasîn di cih de ye. Em dizanin ku ji komên mirov ên pêşî vir ve ji vê re helwesta exlaqî hatiye gotin. Hingê exlaqê civakî bi tenê bi azadiyê pêkane. Ya rastî, azadî çavkaniyê exlaq e. Em dikarin exlaq weke rewşa azadiyê ya hişkbûyî, bi rêûersmbûyî yan jî bi rêzikbûyî diyar bikin. Eger hilbijartina exlaqî çavkaniya xwe azadî be, û mirov têkiliya azadiyê bi mejî, serwextbûn û aqil re li ber çav bigire, mirov dikare exlaq weke serwextbûna kolektîf a civakê (wijdan) destnîşan bike û ev jî tê fêhmkirin. Di vê çarçoveyê de ji exlaqê teorîk re gotina etîk bi vî awayî dikare maneyek xwe hebe. Ji bilî bingehê exlaqî yê civakê em nikarin behsa etîkekê bikin. Bêguman ji ezmûnên exlaqî mirov dikare felsefeyeke hê bi tesîr a exlaqî ango etîkê derxîne. Lê etîka lihevçêkirî nabe. Tê zanîn di vê mijarê de jî E. Kant gelekî hewl daye. Mirov dikare fêhm bike ku Kant çima ji aqlê pratîk re etîk gotiye. Di heman demê de exlaq weke hilbijartineke azadiyê û îmkanê wê şîrove kiriye, ev fikra wî jî ji bo roja me ya îro hê di cih de ye.
Têkiliya azadiyê bi polotîkaya civakî re rewşeke xuya dike. Qada polîtîk ew qad e ku herî zêde aqilên pêşbîn li ser wê pevdiçin û hewl didin encam bigirin. Bi awayekî din mirov dikare weke qada kirdar xwe bi rêya hunerê polîtîk azad bikin bide naskirin. Her civaka nikare polîtîka civakî pêşde bibe divê baş zanibe ku berdêla vê yekê bêpar mayîna ji azadiyê ye û fatûra vê li wê were birrîn. Meznahiya hunerê polîtîkayê bi vî awayî derkeve pêşiya me. Her civaka (klan, qebîle, qewm, newete, çîn û heta amûrên dewlet û desthilatdariyê) nikaribe polîtîkaya xwe pêşde bibe mehkûmê têkçûnê ye. Jixwe pêşdenebirina polîtîkayê tê maneya nasnekirina wijdanê xwe, berjewendiyên xwe yên heyatî û nasnameya xwe. Ji bo civakekê ji vê têkçûn û ketineke xedar nîne. Civakên bi vî rengî bi tenê ji bo wijdanê xwe yê kolektîf, nasname û berjwendiyên xwe rabûn ser piyan, bi gotineke din wexta ketin nava têkoşîna polîtîkayê xwesteke azadiyê dikeve rojevê. Xwestekên azadiyê yên bêyî polîtîka xwe xapandineke bi tehlûke ye.
Ji bo têkiliya azadî û polîtîkayê neyê berevajîkirin, cudahiya wê ya bi polîtîkayên (mirov bibêje bêpolîtîkatî rastir e) desthilatdarî û dewletê re bi nazenînî were xêzkirin. Amûrên desthilatdarî û dewletê ji bo karê xwe dikarin xwedî taktîk û stratejî bin, lê bi maneyeke rastî polîtîkayên wan nabin. Jixwe desthilatdarî û dewlet bi xwe kengî înkara polîtîkayên civakî pêkanîn di wê qonaxê de bi gewde dibin. Li nuqteya polîtîka diqede avahiyên desthilatdarî û dewletê dikevin dewreyê. Desthilatdarî û dewlet têne maneya cihê gotina polîtîk diqede ango azadî bi dawî dibe. Li wê nuqteyê bi tenê îdarekirin, guhdarîkirin, ferman dayîn û ferman girtin heye; qanûn û rêzikname hene. Her desthilatdarî û dewlet aqlekî hişkbûyî, qeşagirtî ye. Hêza xwe jî bêhêziya xwe jî ji vê xisleta xwe digirin. Naxwe qadên desthilatdarî û dewletê nabin qadên mirov lê li azadiyê bigire, azadiyê bi dest bixe. Hegel, dewlet weke qada rastî ya azadî lê pêk tê pêşkêş kir û ev jî bingehê tevahî avahî û fikrên tehekumkar ên modernîteyê pêk tîne. Ma ne faşîzma Hîtler di vî warî de mînakeke sereke ye, nîşan dide ev fikir dikare rê li ber çi veke. Heta têgihiştina sosyalîzma zanistî ya Marks û Engels pêşengiya wê kirin, desthilatdarî û dewlet weke amûrên bingehîn ên avakirina sosyalîzmê dîtin û bêyî haya wan jê hebe bi vî awayî derba herî xedar li azadiyê ango li wekheviyê dan. Çiqas dewlet ewqas hindik azadî haya lîberalan zêdetir ji vê gotinê heye. Serketina xwe jî deyndarê vê pêşbîniya xwe ne.
Desthilatdarî û dewlet weke amûrên tehekumkariyê, li gorî naverok û cewherê xwe, ji bilî nirx û berhemên zêde yên desteserkirî ango ji cureyekî cuda yê sermayeya komkurî ti maneyek xwe ya din nîne. Sermaye dewletdar dike, dewletdarî jî sermayedar dike. Heman xusûs ji bo her cure amûrên desthilatdariyê di cih de ne. Qada polîtîk a civakî çiqasî rê li azadiyê veke, qadên desthlatdarî û dewletê jî ewqasî azadiyê diqedînin. Belkî avahiyên desthilatdarî û dewletê gelek kesan, koman û neteweyan bêtir dewlemend û azad bike. Lê me di mînaka Cihûyan de dît ku ev bi tenê di berdêla kolekirin û xizankirina civakên din de pêkane; dawiya vê jî ji şeran heta qirkirinan her cure hilweşandin û kavikirin e. Polîtîkayê di sîstema dinya kapîtalîst de zirar û ziyana xwe ya herî mezin dîtiye. Sîstema şaristaniya navendî ji tevahiya dîroka xwe di vê qonaxa wê de ku derketiye asta herî bilind, mirov bi hêsanî dikare behsa mirina rastî ya polîtîkayê bike. Ji lewra bi qasî ku mirov nikaribe bi ti serdeman bide berhev di serdema roja me ya îro de qedandina polîtîkayê pêk tê. Çawa ku qedandina exlaqî weke qadeke azadiyê fenomeke roja me ya îro ye, ji wê gelekî zêdetir qedandina qada polîtîk di rojevê de ye. Ji lewra eger em azadiyê dixwazin divê pêşî em weke wijdanê kolektîf ê civakê exlaq û weke aqlê hevpar polîtîkayê, ji hemû aliyan ve û bi hêza xwe hemûyî ji nû ve rakin ser piyan û kêrhatî bikin, wer xuya dike ku ji bilî vê jî ti çareya me nîne.
Têkiliyên di navbera azadî û demokrasiyê de hê zêdetir tevlîhev in. Kîjan çavkaniya kîjanê ye, ev nuqte her cihê guftûgoyê ye. Lê bi hêsanî em dikarin bibêjin, têkiliya zêde ya herduyan hevdu xwedî dikin. Em polîtîkaya civakî bi qasî ku bi azadiyê ve girêdayî difikirin, em dikarin ewqasî jî bi demokrasiyê ve girê bidin. Rewşa herî berbiçav a polîtîkaya civakî siyaseta demokratîk e. Ji lewra mirov dikare siyaseta demokratîk weke hunerê rastî yê azadbûnê terîf bike. Mirov heta siyaseta demokratîk nemeşîne, bi giştî civak, bi taybetî jî her gel û koman ne dikare polîtîk bike ne jî dikare bi rêya polîtîk wan azad bike. Siyaseta demokratîk ji bo hînbûna azadiyê û bi cihanîna wê dibistana rastî ye. Karûbarên polîtîk çiqasî kirdarên demokratîk biafirîne, siyaseta demokratîk jî civaqê ewqasî polîtîk dike ango azad dike. Eger em polîtîkbûnê weke şêweyê sereke yê azadbûnê qebûl bikin, divê em baş bizanibin ku em her civakê çiqasî polîtîk bikin em ê ewqasî jî karibin azad bikin, berevajiyê wê jî em civakê çiqasî azad bikin, em ê zêdetir jî wê polîtîk bikin. Bêguman di serî de çavkaniyên îdeolojîk gelek qadên civakî hene ku azadî û polîtîkayê xwedî dikin. Lê bi awayekî bingehîn ên hevdu xwedî dikin û derdixin holê weke du çavkaniyên bingehîn azadî û polîtîka civakî ye.
Pirranî têkiliya wekhevî û azadiyê tê tevlîhevkirin. Lê ya rastî, bi qasî têkiliyên wê yên bi demokrasiyê re têkiliyên di navbera herduyan de tevlîhev û bi pirsgirêk in. Em carnan dibînin ku di berdêldana azadiyê de wekheviyeke tam pêk tê. Gelek caran tê destnîşankirin ku herdu bi hev re nabin, yek divê tawîz bide. Herweha tê diyarkirin ku azadî jî weke berdêl divê carnan ji wekheviyê tawîz bide.
Eşkerekirina cudahiya di navbera herdu têgînan ango xwezaya herdu fenomenan de ji bo rast diyarkirina pirsgirêkê hewce dike. Têgîna wekheviyê zêdetir bêjeyeke huqûqî ye. Bêyî ku cudahiyê bixe navbera ferd û koman, parvekirina heman heqî ferz dike. Lê cudahî û cihêwazî bi qasî gerdûnê xisleteke bingehîn a civakê ye. Cudatî têgîneke welê ye, li parvekirina heq a heman cureyî girtî ye. Wekhevî kengî cudahiyan esas bigire dikare bibe manedar. Yek ji sedema herî girîng a serneketina têgihiştina wekheviyê ya sosyalîzmê ew bû, hesabê cudatiyê nekir, nedît. Ev jî yek ji sedemên girîng bû ku dawiya wê anî. Dadeke rastî, kengî bi têgihiştineke wekheviyê ya cudatiyan bike bingeh rabe dikare pêk bê.
Em wexta tespît dikin ku azadî bi têgîna cudabûnê ve gelekî girêdayî ye, kengî wekhevî bi cudabûnê ve were girêdan, dikare girêdaneke manedar bi azadiyê re pêk bê. Pevgirêdan azadî û wekheviyê, yek ji hedefên bingehîn ê polîtîkaya civakî ye.
Em behsa guftûgoya di navbera têgîna azadiya ferdî û kolektîf de nekin, em nikarin derbas bibin. Ev herdu kategoriyan dixwazin weke azadiya negatîf û pozîtîv jî bidin naskirin. Ji lewra danasîna têkiliya di navbera van herdu kategoriyan de girîngiya xwe hê diparêze. Modernîteya kapîtalîst a azadiya ferdî (azadiya negatîf) rakir pêdarê, bêguman ev yek di berdêla zirardaneke mezin a kolektîvîzma civakê de pêk anî. Gelekî girîng e ku mirov tespît bike, azadiya ferdî ya roja me ya îro polîtîkaya civakî herî kêm bi qasî diyardeya desthilatdariyê diqedîne. Rohnîkirina rola ferdparêziyê di hilweşandina civakê de, nexasim di înkarkirina exlaq û polîtîkayê de ji bo guftûgoyên azadiyê pirsgirêka herî girîng e.
Civaka bi ferdparêziyê hatibe atomîzekirin ti taqeta wê namîne, ji bo ku li ber amûrên sermaye û desthilatdariyê rabe. Em wexta vê dibêjin, em baştir dikarin rîska kansêrbûna pirsgirêka civakî fêhm bikin. Eger mirov ferdparêziya civakî weke çavkaniyeke bingehîn a azadî û polîtîkaya civakî diqedîne destnîşan bike, ev yek dikare ji bo gavavêtineke manedar zemîn pêşkêş bike. Bêguman em li vir ferdîtiyê nakin mewzûbehs, em guftûgo nakin ku ferdîtî pêdiviyek e. Ya tê guftûgokirin ferdparêziya îdeolojîk e, lîberalîzm e, ev ferdparêziya tê îdealîzekirin azadî û polîtîkaya civakî diqedîne.
Jixwe di vê rewşê de me azadiya kolektîf guftûgo kiriye. Em divê bi girîngî diyar bikin ku kengî her cure komê (qebîle, qewm, netewe, çîn, pîşe û hwd.) nasnameya xwe diyar kir, berjewendiyên xwe tedarik kir û xwedî li ewlekariya xwe derket, bi qasî ferdîtiyê, wê azadiya rastî pêk bê. Hingê li ser van hîman em dikarin behsa azadiyên ferdî û kolektîf ên di nava ahengekê de xwe gihandibin nîzamê civakeke azad a omptîmal bikin. Herçiqasî weke qutbên dijber hatibin terîfkirin jî di navbera azadiyên lîberalîzmê bi maneya ferdparêziyê rakir pêdarê û azadiyên sosyalîzma pêkhatî bi navê kolektîvîzmê rakir pêdarê de hevşibîneke xurt heye û ev yek jî bi ceribandina sedsala 20. derketiye holê. Herdu jî ji aliyê lîberalîzmê ve weke alternatîf hatine danîn. Wexta ku em bibêjin dekûdolaba dewletgirî û taybetîkirinê bi heman destî tê gerandin, wê xusûsa em dixwazin rave bikin jî wê baştir bê fêhmkirin.
Piştî sedsala 20. zirar û ziyana mezin a ferdgirî (lîberalîzma hov) û modelên kolektîvîzmê (sosyalîzma firewnî) yên hatin ceribandin derketin holê, pirr baş eşkere bûye ku civaka demokratîk ji bo lihevanîna azadiyên ferdî û yên kolektîf zemînê herî qenc pêşkêş dike. Em dikarin diyar bikin ku civaka demokratîk bi qasî ku azadiyên ferdî û kolektîf di yek balansê de digire, bi têgihiştineke wekheviyê ya cudahiyan esas digire radibe û di pêşdebirina vê têgihiştinê de jî rejîma polîtîk civakî ya herî di cih de ye.
Ji Parêznameya Ceribandinek Li Ser Sosyolojiya Azadiyê (Pirtûka 3emîn)
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42