RASTIYA PKKê
21 Sibat 2015 Şemî
Asta pêşketina jinên civakekê, asta pêşketina wê civakê nîşan dide. Ango bi qasî ku jin pêşbikevin, ew civak jî ew qas pêşdikevin.
Egîd NÛMAN
Rastiya PKKê, di nav xwe de gelek rehend û mijaran dihewîne. Weke xalên destpêkê, weke partî zemînê ku lê şîn bûyî, şert û zirûfên wê demê û bi vê ve girêdayî mijara şoreşê heye ku divê bê kirin û serxistin. Ev jî xwedî naverokekî gelek berfireh e. Weke ku tê zanîn, şoreşan gelek rehendên xwe hene û her rehendekê jî li gorî taybetmendiyên xwe erk û berpirsyartiyên ku pêkdibîne hene. Weke mînak; di destpêka wan şoreşên ku jiyana civakî rasterast eleqedar dikin, şoreşa zîhnî, ya çandî, ya azadiyê û hwd. şoreşên din hene. Her şoreşekê jî li gorî taybetmendiyên xwe xisletên xwe yên cuda û berpirsyartiyên xwe yên cuda hene. Di vê xalê de PKK van hemû şoreşên ku behsa wan têne kirin himêz dike û kêlî bi kêlî pêktîne. Rastiya PKKê û Rastiya ku di PKKê de tê jiyankirin, dibe nîşane û îfadeya vê yekê.
Mirov dikare bibêje ku ev şoreş cara pêşî bi PKKê derneketî ne holê û di dîrokê de jî mînakên van şoreşan hene. Lê belê, ev şoreşên ku bi rastiya PKKê watedar bûne û heqîqetekê îfade dikin, bi hemû zorî û zehmetiyên xwe ve di nav hev de pêşdikevin. Xala herî girîng jî ew e, ev hemû şoreş ji bo geleke ku ev qas hatiye parçekirin, ji rastiya xwe ya civakî û dîrokî hatiye qutkirin têne kirin. Beriya her tiştî divê em destnîşan bikin ku rastiya PKKê bi rastiya Serokatî re derketiye holê û divê li gorî vê yekê nêzîk bibin. Ji ber ku derketina PKKê nîşan dide ku, destpêkê rastiya Serokatiyekê jî hebû ye. Eger Rastiya Serokatî nebû ya, rastiyekî PKKê ya ku îro bi awayekî bê hempa têdikoşe, gelê Kurd li dora xwe civandî û sempatiya wan bidestxistî jî wê nebû ya. Eger PKKê ev rastî hemû di xwe de nehewandiba û têkoşîna xwe bi awayekî aktîf nemeşandibûya, ne îro dikarîbû nûnertiya îradeya gelekê bike û ne jî piştgiriya manewî û rihî ya hemû hêzên demokrat ên cîhanê û derdorên azadîxwaz bigirta.
Ji ber vê jî ji bo ku mirov bikare li rastiya PKKê serwext bibe, divê mirov destpêkê rastiya wî gelê ku ji bo wê têkoşîn tê meşandin û şerkirin, fambike. Li şûngehekê ku ti kesê nedikarî bibêje Ez Kurd im û wêrekiya xwedî li îradeya xwe derketinê nîşan nedida, rastiya PKKê çîl daye û hilhatiye û ew bawerî û hêza cewherî haye her kesê ku bikarin xwedî li îradeya xwe derbikevin û xwe bi awayekî herî aktîf biparêzin. Rastiya PKKê ya îradî, siyasî, leşkerî, rêxistinî û polîtîk, îro, li pêş çavên hemû cîhanê bi berxwedaniyên Kobanê, Şengalê û Kerkûkê têne sembolîzekirin. Rastiya PKKê, rastiya ku îro tê jiyankirin û berxwe dide ye. Ew rastî ye ku gelê Kurd ji nû ve zindî kiriye û gihandiye îradeya cewherî.
Hêmana herî sereke ya vê rastiyê jî Têkoşîna Azadiya Jinê û rastiya wê ye. Rastiya PKKê bûye hêvî û nûra jina ku bi hezaran sal in hatiye kolekirin û hê jî tê kolekirin. Di serîde Tevgera Azadiya Jinê ya ku hêza pêşeng a şoreş û têkoşîna azadiyê ye, rastiya PKKê hemû taybetmendî û diyardeyên ku bi jiyana mirovan re peywendîdar in di xwe de dihewîne. Rastiya PKKê, di heman demê de rastiya jina ku azad dibe ye. Rastiya jinê jî, di heman demê de rastiya civakê ye. Ev mijar, ti caran nikarin jihev qut û parçe parçe bêne fikirandin û nirxandin. Rêber APO di derbarê vê mijarê de wiha dibêje; Asta pêşketina jinên civakekê, asta pêşketina wê civakê nîşan dide. Ango bi qasî ku jin pêşbikevin, ew civak jî ew qas pêşdikevin. Tişta ku di PKKê de, di rastiya PKKê tê jiyankirin jî, bi temamî ev rastiye ye. Ango, ew jina ku di asta kûrewî de ji rastiya xwe ya dîrokî û nirxên xwe hatiye qutkirin, di rastiya PKKê de digihe rastiya xwe û ji hemû dinyayê re jî dipeyitîne.
Ji bo ku mirov xwe bigihîne rastiya PKKê, bi vê rastiyê re bibe yek û bijî, hinek erk û berpirsyarî hene ku divê mirov pêkbîne. Eger em bi kurtasî destnîşan bikin; tenê bi beşdarbûnê, bi awayekî fîzîkî pê re girêdayî mayînê re mirov nikare xwe bigihîne rastiya PKKê. Rastiya PKKê, ne rastiyekî wer ji rêzê ye ku mirov bikare tenê bi van hewldanan xwe bigihînê. Rastiya PKKê, girêdaniyên xwe yên dîrokî û kok û rehên ku pê ve girêdayî hene. Weke xalên sereke, mafên gel parastin û xweseriya wê ya demokratîk avakirin e ku ev jî pêdivî bi hêzekî wate û çalakiyê ya mezin dixwaze û li mirov disepîne. Ji ber rastiya PKKê rastiyekî wisa ye ku têkoşînekî daîmî dixwaze, kes an jî komên ku dixwazin tevlî rastiya PKKê bibin, divê her tim têkoşînekî xurt û aktîf bimeşînin. Ango şêwazekî têkoşînê yê wiha ji xwe re esas bigirin. Hema wiha bi tevlîbûna fizîkî yan jî di hinek saziyan de cihgirtinê re mirov nikare bibe xwediyê nasnameya PKKê. PKKyî bûyîn, tê wateya ku mirov her tim xwedî hêzekî îradî be. Bi qasî ku em bikarin di vî warî de serbikevin û serkeftî bin, em ê bikarin behsa PKKyîbûnekê jî bikin.
Her wiha bi qasî ku em bikarin wan taybetmendiyên xwe yên derveyî partiyê û elimandinên xwe yên ku em ji sîstema modernîst hîn bûne derbas bikin, em ê ew qas bikarin nêzîkî rastiya PKKê bibin û derfeta xwe gihandina rastiya PKKê jî bidest bixin. Rêka vê yekê ya herî sereke jî, famkirina rastiya Serokatî ye. Em ê bi vî awayî hem bikarin rastiya Serokatî û PKKê fambikin û hem jî bi derbaskirina xwe re ango bi kesayeta Partîyî ya ku me avakirî re bi awayekî aktîf û çalak tevlî têkoşîna azadiyê bibin.
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42