HELWESTA LI HEMBERÎ BENDAVAN

26 Sibat 2015 Pêncşem

Ji bo Kurdên koçber bijîn û nirxên xwe yên pîroz bidin jiyankirin, li warên xwe, axa xwe û gundên xwe têkoşîna parastina çalak û rewa pêşbixin.









Felat KURDISTANÎ

Kurd, bi hezaran sal in rastî polîtîkayên înkar, îmha, qirkirin, tinekirin û parçekirinê hatine. Bi hezaran sal in her dem rastî polîtîkayên koçberî û penaberkirinê hatine. Ji çavkaniyên xwe yên jiyanê hatin dûrxistin. Axa wan hat dagirkirin. Gundên wan hatin wêrankirin, valakirin û şewitandin. Kurdan axa xwe, gundên xwe terikandin û koçber bûn. Berê xwe dan çol û çiyayan. Berê xwe dan metropolên Tirkan û Ewrûpayê. Ji ziman, çand û aboriya xwe hatin qutkirin. Rastî neheqî, kedxwarî û bêrûmetiyê hatin. Dewlet û hêzên dagirker bi van êşên ku bi Kurdan dan jiyankirin, nayê xwarê û şerê xwe yê taybet bi reng, rû û rêbazên taybet pêşdixe. Destpêkê axa Kurdan dagir kirin, Kurd bê cih û bê war hiştin; Kurd bê per û bask hiştin, bê star û hewar hiştin.

Dewletê li gel van êrîş û şerê taybet niha li şûna cih û warên Kurdan bendavan ava dike. Dewlet dixwaze êdî cihên ku Kurd li ser koka xwe şîn bibin nemînin. Desthilatdar dixwazin êdî Kurdan ji kevneşopî û nasnameya wan dûrbixin. Dixwazin ji reh, cewher û nirxên wan ên pîroz dûrbixin. Dixwazin ji çavkaniya jiyanê dûrbixe û hemû Kurdan bikin koleyên xwe. Dixwazin hemû Kurdan li gorî xwe terbiye bikin, bihelînin û bikin koleyên nûjen. Ji ber vê yekê li her derê bendavan ava dikin. Kalekol û qereqolên leşkerî ava dikin. Axa Kurdistanê talan, wêran û dagir dikin.

Ji ber Rêber APO vê xeteriya li pêşiya Kurdan dibîne, dixwaze Kurd li gund û axên xwe vegerin. Rêber APO, berê jî xwestibû ku ji saziyên Kurdan û rêxistinên civaka sivîl komîsyon û şandeyên vegera li gundan ava bikin. Bi taybetî ji komeleyên koçberiyê (GOÇ-DER) xwestibû di navbera gundiyên koçber bûyî û saziyên dewletê de bibe pir û qasid. Lê salek derbas bû û hê jî Kurd nikarin li gundên xwe vegerin. Ji ber ku dewlet kalekol û bendavan ava dike û dîsa ji ber lewaziyên saziyên Kurdan û parêzerên Kurdan gav nayên avêtin.

Li aliyê din, Kurdên ji ax û warên xwe dûrketine jî divê êdî bikevin nava hewldana vegerê û li warên xwe vegerin. Divê Kurd dîsa vegerin çavkaniya jiyanê. Dîsa divê êdî Kurd ji nû ve gundê xwe, warê xwe şîn û jîn bikin. Dehl, rez û zeviyên xwe geş û xweş bikin. Gom û zomên xwe fireh bikin. Pez-sewalên xwe xwedî bikin. Fêkî, rez, tiham, penîr, hingiv, dims û bastiqên xwe ji bo şevbirkên şevên zivistanê yên dirêj rabikin û veşêrin.

Pêwîste Kurdên koçber vegerin ser axa xwe û destûr nedin ku êdî li ser axa wan bendav bêne avakirin. Divê êdî Kurd nehêlin ku axa wan bê dagirkirin. Divê êdî Kurd vegerin warên xwe; ziman, nasname, ax, war û hemû nirxên xwe biparêzin. Divê êdî hem saziyên Kurdan kar û barên xwe pêkbînin û hem jî Kurdên koçberbûyî guh bidin banga Rêber APO û li çavkaniya jiyanê xwedî derbikevin. Ji bo Kurdên koçber bijîn û nirxên xwe yên pîroz bidin jiyankirin, li warên xwe, axa xwe û gundên xwe têkoşîna parastina çalak û rewa pêşbixin.

Eger ku Kurd li çavkaniyên xwe yên jiyanê xwedî dernekevin, wê desthilatdar bi kalekol û bendavan jiyana wan tine bikin û koletiya kûr pêşbixin.