FÎNANS KAPÎTAL

26 Sibat 2015 Pêncşem

Qeyrana avahiya sîstemê ji ber bê kontroliya pareyê germ, her tim di rewşekê de ye ku hema bişkê.









Serhed CAN

Keşifkirina parzemîna Emerîkayê, bû wesîle ku madenên weke zêr û zîf biherikin Ewrûpayê, bi taybet jî Îspanyayê. Ew xwîna ku bi tevkujiyan dihat rijandin, weke madena binirx diherikî Ewrûpayê. Hêmana bingehîn a ku bû sedem kapîtalîzm ev qas xwînbar be, daneheva çîna bazirgan bû ku nû nû pêşdiket. Tenê ji vê bûyerê jî mirov dikare lê serwext bibe ku kapîtalîzm ji destpêkê heya niha hov e.

Li Ewrûpayê, bi taybet jî li Îspanyayê ew madenên binirx ên ku kom û zêde dibûn, bûn sedem ku nirx û bûha gelek biçîn jor. Çîna tucar û bazirgan a ku pêşket, bi xwe tefekarî(tefecîtî) jî pêşxist. Li Îspanyayê, nirx û bûhaya tiştan gelek çû jor. Civak cara yekê bû ku bi enflasyonê re rû bi rû dima. Mirovan, ji wê rewşa ku aborî û civak tevlîhev kiribû, tefekar berpirsyar didîtin. Hest û eqlê civakê jî ew bû. Ew serwexbûnên rast û binecih ên aboriyê piştî salan bi teoriyên aboriyê ve hatin piştrastkirin. Lê tevî vê jî, ji ber ku didîtin enflasyon sermayeya bazirganan zêdetir dike, li hemberî zêdehiya pare yan jî madenên binirx ên ku ji derve re dihatin, ti tedbîr nehatin girtin. Aboriya civakê ya ku jiyana xwe pê didomandin, bi vî awayî pêşkêşî sermayeya tefekaran hat kirin ku ew jî ji bo armanca kar û derameta zêde ya kapîtalîzmê dixebitîn. Tefekarî û enflasyonê, daneheva sermayeyê leztir dikirin. Di roja me ya îro de ew hêmana tefekar û bazirgan a ku jê re dibêjin fînans kapîtal, gavên xwe yên destpêkê wisa avêtin. Ji bo ku mezin bibe û bibe sîstem jî pêdiviya wî bi hinek dem û zeman jî hebû.

Divê mirov fînans kapîtalê tenê bi zîhniyeta karxwaz û derametxwaz a vê sedsala dawiyê re sînordar nebîne. Hê di dema merkantalîzmê de têkiliya di navbera enflasyon, asta faîzan, pare yan jî asta madenan û nirxê wan de ji aliyê desthilat û tucarên wê demê ve hatibû ferqkirin û pê hesiya bûn. Di dema şoreşa sanayiyê de, tevî hinek sermayeya ku bi hilberînê hatibû bidestxistin, di kapîtalîzmê de ti caran pirsgirêkekî weke aborî yan jî hilberînê nebû ye. Tenê ji bo ku sermayeya xwe mezintir bikin di mijara ‘hilberînê’ de gav avêtine. Eqlê tazî yê sîstemê, di serdema fînansê de bi ser lîstokên ku ti peywendiya wan bi aboriyê re tine ye hemû awayî faîz, rant, spekûlasyon û manîplasyonan re hewlda ne ku zêdetir bibin xwediyê ‘pare’. Ji ber ku di serdema fînansê de tişta ku weke pare hatiye pênasekirin, her tim ji pareyê heyî zêdetir pare bûye.

Fînans kapîtal, yekdestdar e. Ji nav çîna sermayedar derdikeve û wî derbas dike, wî dûr dixe, lê belê dîsa jî wî bi xwe ve girê dide. Çîna sermayedar jî bi xwe ve girê dide û dike ku jê veneqete. Ev hêmana yekdestdar, sînorên dewlet-netewan jî derbas dike û dibe hêmaneke ser dewletan û dike ku dewlet jî pê ve girêdayî bin. Di ti demên dîrokê de bi qasî sîstema sermayeya fînansê pare ji aboriyê, ji hilberîn û pêdiviyên rastî yên civakê dûrneketî bû. Di demên berê de bikaranîna pare, dikir ku di kirîn û firotinê de weke amûrekê be ku rehetiyê pêşbixe. Di heman demê de pîvan û hesab jî hêsantir dibûn. Di roja me ya îro de pare ji bo mezinkirina desthilatiyê, domandin û di nav civakê de bicîhkirinê weke rêbaz û amûrekê tê bikaranîn. Niha dema ku dixwazin hêz an jî dewletan birêve bibin û berê wan bidin hinek polîtîkayan pare weke polîtîkaya îxtisadê tê bikaranîn û gelek caran jî ev rêbaz tê pêkanîn. Fermandariya ‘pareyê fermandar’ jî ji vê yekê tê. Weke fermandariyeke ku hegemonyaya xwe li ser desthilatên lewaz an jî desthilat li ser civakan dimeşînin lê hatiye. Ew pareyê ku weke metayeke ku diperestin fermandarê hemû dewlet û desthilatên pê re girêdayî ye jî. Ji ber ku dîsa pare destnîşan dike ka ew ê çawa tevbigerin.

Fînansê ti peywendiya xwe bi pêvajoyên hilberandina sermayeyê re tine ye. Vê yekê jî di nava jiyana rojane de bi nirxên ekonometrîk û îstatîstîkê têne şîrovekirin û her wiha mirov dikare di xala jihevcudakirina sektora rastî û sektora fînansî de bibîne. Sektora fînansî ya ku di vir de behsa wî tê kirin, ji ber ku dikevin mijara faîz, lîstokên kaxizan û hemû awayî rêbazên derveyî hilberînê, eger mirov weke sektora xeyalî binirxîne wê şaş nebe. Bi hilberînê re ti peywendiya wî tine ye, lê belê ya ku herî zêde ji hilberînê sûd digire ev bixwe ye. Bi hêza xwe ya rêxistinkirî û yekdestdar re polîtîkayên aboriyên dewletan diyar dike, desthilatdariya rastîn e ku bi rêka bac, qiymet, polîtîkayên civakî, perwerde û tendirûstiyê ve di rêza yekemîn de bi civakan re peywendîdar e û bandorê li civakê dike.

Gelek girîng e ku mirov zimanê têgînî yê fînans kapîtalê jî binirxîne. Pare çêkirin û çapkirin bi yekdestdariya dewletê tê kirin. Kalîteya kaxizên ku weke pare têne çapkirin, ji bilî kalîteya wan di esasê xwe di ji kaxizên rojnameyan ti cêwaziya xwe tine ne. Ji ber vê jî her dewleta ku pareyan çap dike, li gel bikaranîna mafê xwe yê yekdestdariyê, di çarçoveya zagonan de civakan dixapîne. Ji ber ku di rastî de ew pareyê ku hatî çapkirin bê beramber e. Ango di rastî de ew kaxiz dibe fermandar. Di roja me ya îro de bêyî ku bikevin zehmetiya bikaranîna pareyê kaxiz, êdî bi rêka derfetên teknîkî şûngeha xeyalî(sanal) tê bikaranîn û pêvajoya pareyê xeyalî tê jiyankirin. Êdî di hesabên bankeyan de pare tenê weke hejmarekê ye.

Bi rêka aboriya neo-klasîk ew bendên netew-dewletê yên li pêşiya fînans kapîtalê hatine rakirin, bi taybetîkirinê re binyada jêrîn a aboriya lîberal di warê îdeolojîk, siyasî û civakî de hatiye zagonîkirin, bi vê armancê bi rêka sermayeya navnetewî ji bo ku hevsengiyek çêbibe hinek gorankariyên bingehîn hatine kirin û hewlda ne ku civakê bi polîtîkayên moneter(pare) ve bimeşînin. Hikûmeteke ku dixwaze ihracata xwe zêde bike yan jî tewazûna paredayînê avabike, weke ku rêkekî din tine be hewldide vê yekê bi rêka devalûasyonê derbas bike. Ji bo ku enflasyonê daxînin, meşandina polîtîkaya pare ya teng, ji bo wê sekinîna di aboriyê de jî derbas bikin pêkanîna polîtîkaya pare ya berfireh, êdî bûye adeta rojane. Eger tu dixwazî sermayeya navnetewî bikşînî, wê çaxê divê sînorên faîzan bilind bêne girtin. Bila ji bo pareyê germ şûngehekî guncav ava bike, ango bila şûngehekî bi kar û deramet bê avakirin. Pareyê germ jî ji ber her tim hewldide derbasî nava bazarên herî bi deramet bibe, ji kîjan bazarê xwe bide paş, li wê bazarê qeyran têne jiyankirin. Qeyrana avahiya sîstemê ji ber bê kontroliya pareyê germ, her tim di rewşekê de ye ku hema bişkê. Sîstem niha li ser rêkên kontrolkirina vî pare nîqaşan dimeşîne. Rêka kontrolkirina vî cinawirê ku çêkirî, digere. Ew bixwe jî bûne êxsîrê vî cinawirî. Desthilatên heyî ku ji aliyekê ve dixwazin ji destê asta faîzan, guherandina nirxên bazaran, lîstina bi nirxan, emîsyonê, asta pareyan, deynên hindir û derve xwe xilas bikin û xwe bidomînin, ji aliyê din ve jî civakan manîpûle dikin û tevî wan pirsgirêkên ku sîstemê afirandî li pêy xwe de radikşînin. Civak, di nava ti yek ji van polîtîkayan de jî nîn e. Desthilatiya sermayeya fînansî di mijara kirîna pare, kirêkirina pare û bi sermayeyekî mezin ve dema ku pêwîst bû hilweşandina hikûmet û dewletan de hemû hêzê di destê xwe de digire, weke desthilatî kûrewî ye, hegemonîk e û xapînok e.