Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $rootPath in /home/komunar/public_html/ku/includes/settings.php on line 49
HEQÎQETA KU PKK XWE DISPÊRÊ | Komunar.NET

HEQÎQETA KU PKK XWE DISPÊRÊ

11 Adar 2015 Çarşem

Şoreşan gelek rehendên xwe hene û her rehendekê jî li gorî taybetmendiyên xwe erk û berpirsyartiyên ku pêşdibîne hene

Egîd NÛMAN

Rastiya PKK’ê, di nav xwe de gelek rehend û mijaran dihewîne. Weke xalên destpêkê, weke partî zemînê ku lê şîn bûyî, şert û zirûfên wê demê û bi vê ve girêdayî mijara şoreşê heye ku divê bê kirin û serxistin. Ev jî xwedî naverokekî gelek berfireh e. Weke ku tê zanîn, şoreşan gelek rehendên xwe hene û her rehendekê jî li gorî taybetmendiyên xwe erk û berpirsyartiyên ku pêşdibîne hene. Weke mînak; di destpêka wan şoreşên ku jiyana civakî rasterast eleqedar dikin, şoreşa zîhnî, ya çandî, ya azadiyê û hwd. şoreşên din hene. Her şoreşekê jî li gorî taybetmendiyên xwe xisletên xwe yên cuda û berpirsyartiyên xwe yên cuda hene. Di vê xalê de PKK van hemû şoreşên ku behsa wan têne kirin himêz dike û kêlî bi kêlî pêktîne. Rastiya PKK’ê û Rastiya ku di PKK’ê de tê jiyankirin, dibe nîşane û îfadeya vê yekê.

Mirov dikare bibêje ku ev şoreş cara pêşî bi PKK’ê derneketî ne holê û di dîrokê de jî mînakên van şoreşan hene. Lê belê, ev şoreşên ku bi rastiya PKK’ê watedar bûne û heqîqetekê îfade dikin, bi hemû zorî û zehmetiyên xwe ve di nav hev de pêşdikevin. Xala herî girîng jî ew e, ev hemû şoreş ji bo geleke ku ev qas hatiye parçekirin, ji rastiya xwe ya civakî û dîrokî hatiye qutkirin têne kirin. Beriya her tiştî divê em destnîşan bikin ku rastiya PKK’ê bi rastiya Serokatî re derketiye holê û divê li gorî vê yekê nêzîk bibin. Ji ber ku derketina PKK’ê nîşan dide ku, destpêkê rastiya Serokatiyekê jî hebû ye. Eger Rastiya Serokatî nebû ya, rastiyekî PKK’ê ya ku îro bi awayekî bê hempa têdikoşe, gelê Kurd li dora xwe civandî û sempatiya wan bidestxistî jî wê nebû ya. Eger PKK’ê ev rastî hemû di xwe de nehewandiba û têkoşîna xwe bi awayekî aktîf nemeşandibûya, ne îro dikarîbû nûnertiya îradeya gelekê bike û ne jî piştgiriya manewî û rihî ya hemû hêzên demokrat ên cîhanê û derdorên azadîxwaz bigirta.

Ji ber vê jî ji bo ku mirov bikare li rastiya PKK’ê serwext bibe, divê mirov destpêkê rastiya wî gelê ku ji bo wê têkoşîn tê meşandin û şerkirin, fambike. Li şûngehekê ku ti kesê nedikarî bibêje “Ez Kurd im” û wêrekiya xwedî li îradeya xwe derketinê nîşan nedida, rastiya PKK’ê çîl daye û hilhatiye û ew bawerî û hêza cewherî haye her kesê ku bikarin xwedî li îradeya xwe derbikevin û xwe bi awayekî herî aktîf biparêzin. Rastiya PKK’ê ya îradî, siyasî, leşkerî, rêxistinî û polîtîk, îro, li pêş çavên hemû cîhanê bi berxwedaniyên Kobanê, Şengal’ê û Kerkûk’ê têne sembolîzekirin. Rastiya PKK’ê, rastiya ku îro tê jiyankirin û berxwe dide ye. Ew rastî ye ku gelê Kurd ji nû ve zindî kiriye û gihandiye îradeya cewherî.

Hêmana herî sereke ya vê rastiyê jî Têkoşîna Azadiya Jinê û rastiya wê ye. Rastiya PKK’ê bûye hêvî û nûra jina ku bi hezaran sal in hatiye kolekirin û hê jî tê kolekirin. Di serîde Tevgera Azadiya Jinê ya ku hêza pêşeng a şoreş û têkoşîna azadiyê ye, rastiya PKK’ê hemû taybetmendî û diyardeyên ku bi jiyana mirovan re peywendîdar in di xwe de dihewîne. Rastiya PKK’ê, di heman demê de rastiya jina ku azad dibe ye. Rastiya jinê jî, di heman demê de rastiya civakê ye. Ev mijar, ti caran nikarin jihev qut û parçe parçe bêne fikirandin û nirxandin. Rêber APO di derbarê vê mijarê de wiha dibêje; “Asta pêşketina jinên civakekê, asta pêşketina wê civakê nîşan dide”. Ango bi qasî ku jin pêşbikevin, ew civak jî ew qas pêşdikevin. Tişta ku di PKK’ê de, di rastiya PKK’ê tê jiyankirin jî, bi temamî ev rastiye ye. Ango, ew jina ku di asta kûrewî de ji rastiya xwe ya dîrokî û nirxên xwe hatiye qutkirin, di rastiya PKK’ê de digihe rastiya xwe û ji hemû dinyayê re jî dipeyitîne.

Ji bo ku mirov xwe bigihîne rastiya PKK’ê, bi vê rastiyê re bibe yek û bijî, hinek erk û berpirsyarî hene ku divê mirov pêkbîne. Eger em bi kurtasî destnîşan bikin; tenê bi beşdarbûnê, bi awayekî fîzîkî pê re girêdayî mayînê re mirov nikare xwe bigihîne rastiya PKK’ê. Rastiya PKK’ê, ne rastiyekî wer ji rêzê ye ku mirov bikare tenê bi van hewldanan xwe bigihînê. Rastiya PKK’ê, girêdaniyên xwe yên dîrokî û kok û rehên ku pê ve girêdayî hene. Weke xalên sereke, mafên gel parastin û xweseriya wê ya demokratîk avakirin e ku ev jî pêdivî bi hêzekî wate û çalakiyê ya mezin dixwaze û li mirov disepîne. Ji ber rastiya PKK’ê rastiyekî wisa ye ku têkoşînekî daîmî dixwaze, kes an jî komên ku dixwazin tevlî rastiya PKK’ê bibin, divê her tim têkoşînekî xurt û aktîf bimeşînin. Ango şêwazekî têkoşînê yê wiha ji xwe re esas bigirin. Hema wiha bi tevlîbûna fizîkî yan jî di hinek saziyan de cihgirtinê re mirov nikare bibe xwediyê nasnameya PKK’ê. PKK’yî bûyîn, tê wateya ku mirov her tim xwedî hêzekî îradî be. Bi qasî ku em bikarin di vî warî de serbikevin û serkeftî bin, em ê bikarin behsa PKK’yîbûnekê jî bikin.

Her wiha bi qasî ku em bikarin wan taybetmendiyên xwe yên derveyî partiyê û elimandinên xwe yên ku em ji sîstema modernîst hîn bûne derbas bikin, em ê ew qas bikarin nêzîkî rastiya PKK’ê bibin û derfeta xwe gihandina rastiya PKK’ê jî bidest bixin. Rêka vê yekê ya herî sereke jî, famkirina rastiya Serokatî ye. Em ê bi vî awayî hem bikarin rastiya Serokatî û PKK’ê fambikin û hem jî bi derbaskirina xwe re ango bi kesayeta Partî’yî ya ku me avakirî re bi awayekî aktîf û çalak tevlî têkoşîna azadiyê bibin. 

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42