WÊJE XWEŞIKÎ YE

11 Adar 2015 Çarşem

Têkiliya mirov û xwezayê hem xwezayî ye, hem jî efsûnî ye. Ji ber ku mirov xwezayê timî ji xwe bi hêztir û bedewtir dibîne









Fehîma DEŞTAN

Wêje bedewiya dîrokê ye, qewimînên dîrokê yên di dilê me de rûniştine, hemû bi şêwazê wêjeyî hatine nivîsandin. Heke wiha nebe, em ê di roja îro de çawa çîroka Gelgamiş weke wêje û mîtolojiya demekê bigirin dest û şîrove bikin. Hemû mîtolojiyên serdemên destpêkê bi awayekî mîtolojîk hatine destgirtin û vegotin. Lewre bi awayekî helbestî be jî gelek peymanên xurt û vegotina hinek rastiyan kiriye. Jixwe wêjeya seretayî bi awayekî helbestî hemû tiştên xwestine anîne ziman. Heke dîrok beden be, wêje jî dibe ruh û xemla wê dîrokê. Di vir de mirov dikare bêje wêje di serdema animîzmê de rola xwe îfadekirinê û bi xwe û xwe re axavtinê dileyîze. Lewre di serî de mirovan xwestiye bi awayekî bedew û zanistî xwe îfade bikin. Mirovan dema ku dîtine her tişt zindî ye, tê wê wateyê ku dikare wate bide derdora xwe, bide gerdûn û cîhana ku tê de dijî.

Bi helbestê tişta hatiye qesdkirin di hemû mîtolojiyên kevin de jî, wate ye. Helbet dema yekemîn, dema em dibêjin BZ’ê 1000, dema helbest û çîrokên bi awayekî helbestî hatine ziman, ev tenê bi wê demê re sînordar nîn e, ji ber ku beriya wê jî jiyaneke demdirêj heye. Lê ev, dema ku tê zanîn û bermahiyên wê têne dîtin e. Dema paşê pirtûkên olî jî pêşdikevin û ji berê de mirovan kariye bi awayekî hêsan wan pirtûkan ji ber bike û sedem ne ji kêm wateya wê ye, berovajî ji wêjevaniya mirovan ya xwezayî ye. Bi rastî mirovan bi hestên xwe, hemû derdora xwe û di serî de jî kesayeta xwe îfadekirin. Vê dihîşt ku dostanî û muhebet di navbera însan û xwezayê de bi awayekî têkûz hebe. Têkiliya mirov û xwezayê hem xwezayî ye, hem jî efsûnî ye. Ji ber ku mirov xwezayê timî ji xwe bi hêztir û bedewtir dibîne. Lêgerîna bingehîn a wê demê bedewiya rihî ye. Lewre zêde dûr naçin û dikarin di şexsê xwe de jî civaka xwe terîf bike û bide nasîn. Lewre hemû heyîn û liva xwezayê bi awayekî efsûnger û watedagirtî digirin dest.

Dema em dîrokê digirin dest û beşekî jê jî bi rêbazên mîtolojîk digirin dest, gelo ev pêvajoya destpêkê ku timî vê bi bîra me dixe, çima her tiştên wê demê weke destan, pirtûkên pîroz, destanên xwedayên Sumeran bi awayekî helbestî hatiye ziman? Tevî ku helbest bi qasî ku hêsan e, ew qasî jî wêjeyî û xwedî gotinên dagirtî ye. Serhildêriya wê, hestên wê, peyvên wê hilbijartî ne. Wê demê herî zêde mirovan wêje di wateya bedewiyê de û di wateya rih de bikaranî ne û pêşxistine. Lewre di mîtolojiyên kevin de dema mirov dixwîne herî zêde aliyê wê yê rihî derdikeve pêşberî me. Di wê demê de zêdetir bi awayekî rihî û hestewarî şîrove hatine pêşxistin. Lewre di serdemên destpêkê de jî wêje weke pêdiviyekî jêneger hatiye destgirtin û bi gotinên hilbijare hatine nivîsandin.   

Heke wêje ji bo pêdiviya civakan be, wê demê gelê Kurd yek ji wan gelan e ku herî zêde êş û bindestiya wî ya hezaran salan pêdiviya wê bi wêjeyeke bêhempa heye. Ji ber ku dîroka qehremaniyê û ya xiyanetê li Kurdistanê weke du çeman diherikin û timî pêdiviya xwe bi vegotinê heye. Weke kesayeta Kurd, jina kurd pêwîstiya me bi dîrokeke wêjeyî heye ku em pê dîroka xwe vebêjin. Gelek caran ev vegotinên ku kes û civaka Kurd lê geriya ne, di serhildan û têkoşînên çekdarî de xwestine berdewamiya xwe bikin, lê herî zêde bi awayekî vegotinê wêjeya xwe kiriye. Bi dizî û nepenî xwe timî domandiye. Dema em di cîhanê de serhildêriya Spartakus vedibêjin li hemberî zilma Romayê ya li ser gelan û koledariyê rabû ye. Bi têkoşînên aştiyane jî li hemberî sîstemê rabûn çêbûne.

Lê belê li Kurdistanê hê jî bi pênûsê şoreş û serhildanên me zêde bi qasî ku hene nehatine pênase kirin. Divê bi têkoşîna wêjeyê jî berxwedana gelê me û hemû gelan jî pê re bê danasînkirin. Kesayetekî weke Çernîşevskî kariye karakterekî bi qasî hereketekî bide nîşandan û rola xwe di dema xwe de lîstiye û wiha mirov bixwaze li gorî wê demê binirxîne û bêje li gorî pradîgmaya ku şopandiye xwedî wê hêzê ye ku karibe rol û erkên dema xwe bigire ser milên xwe. Weke me ji bo şoreşa Rusyayê gotî, her wiha şoreşa Fransa jî Robespeaera, gelek nivîskarên wê demê jî rola wan a berbiçav heye. Lewre divê ku em jibîr nekin şoreşên bi hezaran salan di bîreweriya gel de dimînin, yên ku bi wêjeyê hatine îfadekirin û di dilê gel de cihê xwe kolane.

Ti îdeolojî û siyaset bi qasî ku bi zimanê wêjeyê xwe îfade bike, nikare mayende bibe û bibe xwedî hêza afirandinê, lewre hemû şoreşên ku di bîr û baweriya me de dimînin, ên ku wêjeyî hatine nivîsandin, her wiha yên ku bi rengê helbestê di nava gel de hatine vegotin in. Ti şoreş û siyaset bê wêje nabin, heke tevgerên wiha hebin jî, dema em dibêjin şoreş jixwe bi wêjeya xwe dibe şoreş. Ango bi stran, helbest, bîranîn, bangawazî, berxwedanî û drûşme mayînde nebûne. Ji ber wê, dîroka gelan jî bi şêwazekî wêjeyî û bi rêka çanda xwe vegotinê ve tê mayînde kirin. Em di roja îro de di nava deryayekî şoreşê de ne, jixwe ew me dinivîse, heke em wê jî neyînin ziman û wêjeya wê mayînde nekin, wê ti carî dîrok me efû neke. Şoreşa me ji her aliyê Kurdistanê ve di nava pêvajoyekî dîrokî de ye. Lewre divê em jî layîqê wê bin.