Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $rootPath in /home/komunar/public_html/ku/includes/settings.php on line 49
PİRSGİRÊKA CİVAKÊ YA EXLAQ Û POLÎTÎKAYÊ | Komunar.NET

PİRSGİRÊKA CİVAKÊ YA EXLAQ Û POLÎTÎKAYÊ

01 Nîsan 2015 Çarşem

Rola bingehîn a exlaq ew e, civakê bike xwedî rêzik û pîvanên ku pê karibe li ser piyan bimîne, wan bi cih bîne û pê hebûna xwe dewam bike

Abdullah OCALAN

Haya min jê heye ku dabeşkirina pirsgirêkan dikare rê li tehlûkeyan veke, ji lewra divê mirov xwe jê dûr bigire. Zanista navend Ewrûpayê aqlê analîtîk bê sînor bi kar anî û ev rêbaz pêşde bir. Herçiqasî hin destketiyên vê rêbazê hebin jî di warê wendakirina yekparetiya heqîqetê de bi tehlûke ye ku kes nikare vê ji nedîtî ve bê. Bi şertê ku em tehlûkeyên vê rêbazê yên em jê fikaran dikin timî li ber çavan bigirin, em ê pirsgirêka civakî weke ‘pirsgirêkan’ bigirin dest, herçiqasî ez zanim di vê de rîska dabeşbûnê heye jî ez ê bi karanîna vê rêbazê dewam bikim. Di beşa epîstemolojiyê de jî ez ê hewl bidim nêzîkatiyên cuda guftûgo bikim.

Me bê sedema di beşa pêşî ya pirsgirêkên civakî de cih neda desthilatdarî û dewletê. Ji ber ku çavkaniya bingehîn a pirsgirêkan in. Amûr û têkiliyên desthilatdarî û dewletê berê pêşî xwe li ser civakê û ji sedsala 16. ve gelekî xwe di nava civakê de bi cih kirin. Di vê de fonksiyona wan a bingehîn ew e, civakê bê hêz bikin, bê parastin bihêlin û bi vî awayî wê ji mêtinkariya yekdestdariyê re amade bikin. Gelekî girîng e ku mirov rola desthilatdarî û dewletê bi vî awayî terîf bike. Mirov desthilatdarî û dewletê bi tenê weke tevahiya têkilî û amûrên zorê destnîşan bike têrê nake. Di terîfeke welê de kêmasiyên ciddî hene. Ez yeqîn dikim ku rola herî girîng a desthilatdarî û dewletê bê hêz û bê parastin hiştina civakê ye. Ji bo van rolên xwe jî bi cih bîne, berê xwe dide amûrên ‘hebûn’a civakê exlaq û polîtîkayê. Timî van çaviyên civakê qels dike û dihêle ku nikaribin bixebitin û wer dike ku nikarin bi rola xwe rabin. Ji ber ku civak du qadên xwe exlaq û polîtîkayê pêk neyne  nikare hebûna xwe dewam bike.

Rola bingehîn a exlaq ew e, civakê bike xwedî rêzik û pîvanên ku pê karibe li ser piyan bimîne, wan bi cih bîne û pê hebûna xwe dewam bike. Civakeke rêzikên xwe yên hebûnê û hêza bi cihanîna wan ji dest dabe, ew tê wê maneyê ku ew civak veguheriye civaka heywanan û çawa bixwazin dikarin bi kar bînin û bikin mêtingeh. Rola polîtîkayê jî ew e, rêzik û pîvanên ji civakê bi xwe re hewce dikin tedarik bike û tevî vê timî rê û rêbazên peydakirina hewcedariyên bingehîn ên maddî û zêhnî guftûgoyan dide kirin û civakê bi biryar dike. Polîtîka civakî bi van sedemên bingehîn misêwa hêza guftûgo û biryarê pêşde dibe, pêşî li mejiyê civakê vedike û wê zindî dihêle; dike ku civak xwe bi xwe rêve bibe, karên xwe bi xwe bike, pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike û bi vî awayî qada herî bingehîn a hebûna xwe pêk tîne. Civaka bê polîtîka weke mirîşka serê wê hatibe jêkirin e, hê can nedaye virde wirde diterpile, diperpite. Rêya herî bi tesîr a civakekê bêkêrkirin û bêhêzkirin ew e, ji POLÎTÎKA’yê mehrûmkirin e. (Ji siyasetê bêpar hiştin e, bi gotina Îslamî bê şerîet hiştine) Ji ber polîtîka organê civakê yê biryarê ye. Civak bi polîtîkayê ji bo hebûna xwe bi xwe, ji bo pêdiviyên xwe yên bingehîn ên maddî û manewî neçar guftûgo dike. Ti rê bi qasî vê bi tehlûke nîne û divê mirov xwe jê dûr bigire.

Ji ber vê sedemê, amûrên desthilatdarî û dewletê, û têkiliyên wan, di tevahiya dîrokê de, di dereceya pêşî de li şûna exlaqê civakê saziya bi navê ‘huqûqê’, li şûna polîtîkayê jî saziya bi navê îdareya ‘dewletê bi cih kirine. Di her demê de wezîfeya bingehîn a desthilatdarî û dewletan ew bû, civakê ji du hêzên wê mehrûm bikin ango ji hêzên wê yên exlaq û polîtîkayê dikin û li şûna van herdu hêzên bingehîn ên bi rola stratejiya hebûnê radibin îdareya hukimranî û huqûqê datînin. Ev herdu wezîfe nebin, daneheva sermayeyê û yekdestdariyên mêtinkariyê jî nabin. Tevahiya rûpelên dîroka şaristaniya pênc hezar salî bi şikandina hêza exlaqî û polîtîk a civakê û li şûna wan bi cihkirina îdare û huqûqê yekdestdariyan tijî ye. Dîroka şaristaniyê bi sedemên xwe yên rastî û rût wisa ye, û rastnivîsa wê bi tenê bi van sedeman dikare maneyê îfade bike. Di cewherê tevahiya pevçûnên civakî yên dîrokê de ev rastî veşartî ye. Civak ê bi exlaq û polîtîka xwe bijî, yan jî wê li gorî îdare û huqûqa yekdestdariyên mêtinkar ên har weke keriyan bijî? Ez dema dibêjim çavkaniya sereke ya pirsgirêkan îdare û huqûqa desthilatdarî û dewletê ya dûrî aqilan bi awayekî ‘kansêrolojîk mezin dibe’ ye, ez dixwazim vê rastiyê îfade bikim.

Xusûseke din heye ku em rave bikin feyda xwe heye. Wexta ku cara pêşî hiyarerşî hat damezrandin û kengî ji bo civakê di warê ‘tecrûbe’ û ‘pisportiyê’ girîng bû, em çi navî lê bikin ferq nake, çi dewlet an jî otorîte, jê li benda feydeyê ne. Eger civakê bi tevahî dewlet û otorîte (desthilatdarî) bi tevahî neyênî nekiribe, ev ji van herdu bendewariyên sûdgirtinê ne. Ango ji dewlet û otorîteyê li benda tecrûbe û pisportiyê ye, û bawer dike ku bi vî awayî wê karûbarên wî hêsantir bibe. Ji ber van du sedemên girîng civakê xwe li hebûna dewletê ragirtiye. Tecrûbe li cem her kesî peyda nabe. Pisportî jî karê her kesî nîne. Lê otorîte û dewletê, tevahiya dîrokê ev herdu bendewariyên mafdar îstîsmar kirin, û bûn cihê bêkêrên herî bê tecrûbe û kesên ji pisportiyê mehrûm. Bi vî awayî di qada otorîte û dewletê de li şûna huqûqê dekûdolabê, li şûna tecrûbeyê awaretiyê cih girt. Felaket û rizîna mezin ji nêz ve têkiliya xwe bi ev berepaşkirina rastiyan û jêderxistinê heye.

Di dîrokê de nexasim jî bi awayekî kansêrolojîk pêşketina çîna navîn a burjuvayê îfade dike, li şûna navîna civakê li ser ‘navika wê’ rûnişt û berjewendiyên xwe yên herî egoîst weke ‘huqûqê’, rêveberiya xwe ya herî bêesil jî weke ‘îdareya destûra bingehîn’ pêşkêş kir. Ji bo vê jî  desthilatdarî û dewlet weke ‘amûrên’ sînornenas pêşkêş kir û wê weke qadên qaşo ‘pisportiyê’ dabeş kir û bi vî awayî zêdekirina wê tam veguherî felaketekê. Lewma mirov dikare bibêje, civaka xwest ji baranê bireve li zîpikê qelibiye. Lîberalîzm şêweyekî fikirînê yê bûrjûvayê ye. Mîna ava bin kayê dimeşe. Ji lewra guftûgoyên wê yên bê sînor li ser ‘cumhûriyet’, ‘demokrasî’, ‘destûra bingehîn’, ‘piçûkkirina îdareyê’, ‘bi sînorkirina desthilatdarî û dewletê’ bi qasî ku ser rastiyan digirin, mirov dikare wan weke îfadeyên bi maneyên berevajî barkirî jî binirxîne. Çîna navîn a bûrjûvayê bi qasî serdema antîk jî jêhatî nîne ku destûra bingehîn, cumhûriyet û demokrasiyê pêşde bibe, îdareyê piçûk bike, desthilatdarî û dewletê bi sînor bike. Ji ber ku yê ev têgînên bi esil bêkêrkirine avahiya maddî ya çîna navîn e, şêwazê wê yê hebûnê ye. Civakê xanedanek, qralekî serdemên pêşî  bi zor û zehmetî radikir, îcar wê xanedantî û amûrên bûrjûvayê yên sînornenas  çawa rake, hilgire? Ez bi zanîn têgînên ‘malbata bûrjûva û xanedan’ bi kar tînim. Ji ber ku ji heman çavkaniyên tên. Bûrjûvaziyê tevahiya hunerê rêzikan û rêveberiyê ji hêzên beriya xwe ji hêzên arîstokrasiyên esilzade yên mezin û qralan dewşirme kirine. Bi xwe jê nayê biafirîne. Ji vê xwezaya wê ya çînî, têkiliyên desthilatdarî û dewletê bandoreke kansêrolojîk di nava civakê de dikin. Xwezaya çîna navîn bi faşîzmê barkirî ye.

Ji lewra yek ji pirsgirêka sereke ew e, çaviyên siyasî (polîtîk) û exlaqî yên civakê kotrimî dikin û dihêlin ku nikaribin bixebitin. Bêguman qad, komik û çaviyên exlaqî û polîtîk ên civakê bi tevahî nikarin bêne tinekirin. Heta ku civak hebe, wê exlaq û polîtîka jî hebin. Lê ji ber ku desthilatdarî û dewlet ji qadeke pisportî û tecrûbeyê derdikevin, têne derxistin, jêhatbûna xwe ya afirîner û kêrhatî nikare bi cih bîne. Di roja me ya îro de têkilî û amûrên desthilatdarî û dewletê (medya, yekîtiyên operasyonel ên îstîxbarat û taybetîkirinê, doktirînên îdeolojîk û hwd.) mîna avê heta bi çaviyên herî hûr ên civakê çizirîne, gelekî eşkere ye; kirine ku civak bêhnçikandî bibe, xwe nas nake, nikaribe ti rêzik û pîvaneke xwe ya exlaqî bi cih bîne, nikare ji bo pêdiviyên xwe yên herî bingehîn guftûgo bike û nikare ji bo xwe biryarê bide (siyaseta demokratîk bike). Dîsa di roja me ya îro de ‘şîrketên global’ gelekî têne guftûgokirin. Ev şîrketên ku hêzên rastî yên hukimraniyê ne, ango yekdestdariyên ‘ezel-ebed’ di vê demê de bi awayekî di dîrokê de nehatibe dîtin sermayeya herî mezin danehev û ev jî ji nêz ve têkiliya xwe bi vê rewşa civak ketiyê heye. Heta ku civak bi vî awayî nehatiba xistin û belavkirin, bi ewqas rêyên feraziye ango bi rêyên destê xwe nede ti amûrekî hilberînê û bi pereyan bi destxistina pereyan wê pêk nehatiba. Yekdestdariyan di tevahiya dîrokê hemûyî de yên bi destxistine û di roja me ya îro de bi ev çend hecmekî mezin ji hewayê bi destxistine, eger civak ji hebûna wê nekiribûna, pişta wê neşikandibûna û mejiyê wê pûç nekiribana, wê ev bi destxistinê pêk nehatiba. Ji ber ku “Li hewayê pere tineye!”

Ez divê neçar dubare bikim ku bi tenê têkilî û amûrên desthilatdarî û dewletê yên bê sînor hatine zêdekirin civakê naxin vê rewşê; herî kêm bi qasî van bi bandor çavkaniya din a hegemondariyê medya heye. Bi rêya wê civak ji aliyê îdeolojîk ve tê fetihkirin. Heta ku civak bi milliyetgirî, dîndarîtî, cinsiyetparêzî, zanistperestî û hunerperestiyê (huner, nexasim îndustrîkirina sporê) ji rê neyê derxistin û sersemkirin, bi tenê bi têkilî û amûrên desthilatdarî û dewletê evqas nayê xistin; her weha şîrketên ferazî yên global (kapîtala fînans, mebest jê pere-sermaye ye) û yekdestdariyên dîrokî bi awayekî qira civakê bînin nikarin civakê ji civakbûnê derxin û li mêtinkariya sînornenas vekin.

Ji Parêznameya ‘Ceribandinek Li Ser Sosyolojiya Azadiyê’ (Pirtûka 3’emîn)

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42