WÊJEYA DEVOKÎ
18 Tebax 2015 Sêşem
Ger di roja îro de em nasnameya xwe nîşan didin û dîroka xwe dikolin, ev hemû bedewî û vegotina wê wêjeya Kurdî ya devokî ye.
Fehîma DEŞTAN
Dema mijar dibe wêje herî zêde civakbûn tê bîra mirovan. Ji bo ku civak bibe civak, beriya her tiştî divê exlaqê xwe yê ku pê rêzikên jiyana xwe datîne, bi edebekî mezin bihûne. Heya pîvanên exlaqî di jiyanê de neyên pêkanîn, mirov nikare bêje ku wê jiyaneke civakî û watedar hebe. Wêjeya devokî rêzikên jiyana mirovan bixwe ye. Heke xîtaba mirovan bi hevdu re nebe, wê demê civakbûn wê çawa pêk were û çawa rojane xwe watedar bike. Lewra her ku diçe civak li pêy xwe gelek nirxan, navan, gotinan û hevokan dihêle da ku yên piştî wan, wan nasbikin û karibin erdnîgarî, hevparastin, hevtemamkirin û têkiliyên heyî bişopînin û lêhûrbûneke bêhesab bikin. Divê em bizanin wêjeya me ya devokî pir bihêz û şopîner e. Wêjeya devokî di serî de girêdayî manewiyata mirovan e, di heman demê de girêdayî exlaqê wan ê ku tê şopandin û tê berfirehkirin e. Ev çi di warê civakî de be, çi jî di warê zêdebûnan de be Heya roja me ya îro jî wêjeya herî bihêz ya ji devê mirovan li ser esasê exlaqê civakê tê ziman, tê guhdar kirin û bi bandor e. Ew wêjeya manewî di heman demê de li ser esasê pêşdebirin, parastin û mezinkirina nirx û keda mirovahiyê ye. Mirov timî li manewiyata xwe digere û bi wê dijî, ya wî/ê nîşan dide jî dengê wijdanê ku pê guhdar dike ye. Ji roja ku mirovan dest bi jiyaneke hevpar kirin heya niha, ya pêşketî guftugoya mirovan a bi hevdu re ye. Ev diyaloga ku em jê re dibêjin pêdiviyeke jiyanê ye, lê di bingeh de li ser esasê pêşvebirina zimanê hevdu ragihandin û parastina berdewamiya çandê ye. Wê demê her ku mirov li hev kombûn karîbûn bi rêka zimanê xwe çand û dîrokekî zindî nîşan bidin. Lewre di her şert û mercî de mirovan xwe gihandiye hevdu û karîbûne bibin xwediyê wê hêza xwe îfadekirinê ya têkûz. Mirov ji roja dest bi livandinê kiriye heya niha, tenê xwe bi wêjeya nivîskî îfade nekirine, mirovahiyê di serî de bi civakîbûnê karîbûne dîroka xwe neql û derbasî yên li pêy xwe bikin.
Ji ber ku mirovan tenê wer bi awayekî zip û ziwa hema negotine ev çand, ev çîrok a min e. Beriya wê bi awazekî xweş û narîn aniye ziman, coş û êşên xwe jî bi heyecanekî mezin nîşan dane. Ev çand û dewlemendiya Kurdî heya roja me ya îro tevî parçekirin, êrîş, perçiqandin, talan û tinekirinê re rû bi rû -heya îro li ser lingan- ma ye û berdewam kiriye. Çawa xwe gihandiye roja me ya îro? Ev jî yek ji taybetmendiyên jiyana civaka Kurd û ji erdnîgariya Kurdistanê derdikeve holê. Ya diyar dibe di serî de girêdana gelê Kurd a bi axa xwe re ye. Girêdana wî ya bi xwezaya xwe re ye. Lewre mirov dikare heya roja me ya îro jî rastî gelek berhemên devokî yên Kurdî were. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje ku: Wêje û hunera me -Kurdan- ya civakî û devokî em di demên pir zor û zehmet de ji helandinê parastom û heya niha anîn. Niha jî wêje û çanda me ya resen metersiyên giran dijî û divê em vê carê xwedî lê derbikevin û biparêzin. Wê demê em ê bibin lawên şîrpak.
Wêje beriya ku bê nivîsandin jî helbet hebû ye. Ji ber ku beriya her tiştî zimanê mirovan ê îşaretan, sembolan pêşketiye. Ji destpêka civakbûnê heya roja me ya îro mirov bi bîr û bîreweriya xwe berdewamiya jiyana xwe ya fîzîkî û civakî her dem parastiye. Her peyvekî ku nifşek dide nifşê din tê de wêjeyekî pir xurt û serkeftî heye. Her hevokek û her helbestek tê wateya rîtma di wateya şopa civaka em tê de dijîn û tê de hebûna xwe berdewam dikin. Ziman bi wêjeyê re dimîne û bi helbest, destan, çîrok, çîvanok hwd, xwe digihîne nifşê din, bi stranbêjiyê jî berdewamiya xwe didomîne. Gelê me bi hezaran salan wiha hebûna xwe domandi ye. Di her serpêhatiyên kevin de ti carî mirov nikare bêje ev serpêhatî bi kes ango bi ferdan hatiye ziman. Mînak çiroka Feqiyê Teyran a Şêxê Senan nûnertiya çandekî dike, lewre bi nûnertiya çandekê ew serpêhatiyekê dike. Her wiha Ehmed Mele Batê bi berhema xwe ya bi navê Zembîlfiroş û Mewlûda ku nivîsiye jî diyar dibe ku gelê Kurd di gelek warên jiyanê de jî xwedî lêgerîn û gera li jiyana civakî û dîrokî ye. Beriya wê jî gelê Kurd yek ji wan gelên Mezopotamya ye ku xwedî çand û wêjeyeke gelek dewlemend e. Gelek berhemên gelê Kurd yên ku pê tên naskirin hene; weke destana Kawayê Hesinkar, Ristemê Zal û hwd. Gelê Kurd di Rojhilata Navîn de yek ji gelên herî kevn e. Ji ber ku Kurdistan di cihek stratejîk û girîng de cih digre, ev bûye sedemek ku timî rastî êrîş û çavnebarî û mêtingeriyê were. Piştî rûxandina împaratoriya Medan, gelek berhemên edebî weke Avestaya ku pê bawerî anî ne, hatine wendakirin. Lewre gelê Kurd timî ji bo xwe biparêze hemû bawerî û serpêhatiyên xwe bi rêka wêjeya devokî ragihandine. Her wiha çîroka Evdalê Zeynikê jî dema ku di roja me ya îro de jî tê gotin, mirov gelek zehmetî û serpêhatiyên şexsî û çandî tê de dibîne. Mezopotamya bûye dergûşa şaristaniyê û çavkaniya Mîtolojiyên ku li tevahiya Cîhanê belav bûne. Lewre mirov dema berê xwe dide destana Gilgamêş û gelek destanên din jî li ser axa Mezopotamyayê hatine vehûnandin. Ev hevpariya wê xakê ya bi Rojhilata Navîn re jî nîşan dide. Gelek hêzên desthilatdar ên weke; Yewnan, Rom, Osmanî û hwd, di vê dîroka dirêj de berhemên wêjeyî yên gelek bi nirx û binav û deng tine kirin û ji bo xwe jê sûd wergirtine.
Zimanê Wêjeyê karîbûye bibe sîbera mirov a ku li ber bicivin û bi ragihandina gotinên bi devkî jî berdewam bikin. Di wê wateyê de dîrok dikare bi stranekê jî demekê xwe îfade bike û bi çîrokekê dikare heyîna xwe di hemû şert û mercên zor de li ser piyan bigire. Çîrok, destan, stran û helbestek ji devekê derbasî yê din bûye û belavbûye û karîbûye xwedî li wê dema xwe ya kin û dirêj jî derbikeve. Lê ti carî girîngiya dema xwe wenda nekiri ye. Lewre wêjeya devokî ya Kurdî gelek kesayetan jî nirxandiye.
Di hindirê wêjeya devokî ya Kurdî de hest, xemgînî, hestên mirovatiyê yên pir bi nirx têne dîtin. Ev bedewî û dewlemendiya ku di wêjeya devokî ya Kurdî de heyî, B. Nikitin di pirtûka xwe ya bi navê Lêkolîna Li Ser Sosyolojî û Dîroka Kurd de, di R. 406-407 de dibêje; Çi lêkolîna li ser wêjeya Kurdî bê kirin pêwîste beriya her tiştî, li ser wêjeya devokî (gelerî) bê kirin. Ji ber ku di hindirê xwe de heya roja me ya îro jî xwedî hêzekî zindî, afirîner û di nava nûbûnekî herdemî de ye. Di wêjeya Kurdî ya devokî de, mirov dikare rastiya civaka Kurd û kesayeta wê baş bibîne. Di heman demê de ne girîng e ku ji aliyê kê ve jî hatiye gotin. Lewra çîroka ku ji bo zarokên Kurdan heya roja me ya îro hatiye, bi navê Pepûk, Fatfatîlok, bi hemû zaravayan tên gotin û nav tên guhertin, cewherê wê heman tişt e. Lewre di her maleke Kurd de wêjevanên ku pêşengtiya wêjeya devokî dikin jî dayîkên me ne. Hiş û mejiyê mirovan jî her tim xwe pêşxistiye û têkoşîna xwe ya watedayîna jiyanê kiriye. Lewre her serdemekê meselok û metelokên xwe hene, di hemû pêşveçûna şaristaniyê de ti metelok bê wêje nema ye, ango bê wêjeya devokî nema ye. Lewre mînaka ku dibêje: Bi pirsê, mirov diçe Xursê, vala û badilhewa nehatiye gotin.
Gelê Kurd herî zêde xwe spartiye van vegotinên devokî. Mînaka herî berbiçav jî çîroka Mem û Zîn, Derwêşê Evdê û Edûlê ye. Ger di roja me ya îro de jî bi vegotin û dengbêjiyê dilê me bi xwe re dihilhilîne, wê demê ji bedewî û xurtbûna wêjeya devokî tê. Bi ti awayî ji vê bihêztir nayê lorandin û gotin. Ev jî nîşaneyên berxwedanî, girêdana bi axê û evînên bêdawî ye. Di her stranekî gel de, bi şevbirkên ku çandek vedigotin û perwerdeyeke li ser nasîn û fêmkirina dîrokê hatiye jiyîn. Wêjeya devokî ya gelê Kurd weke kulîlkeke ku di nava zinarên herî asê de serê xwe hildide û bedewiya xwe, rastiya xwe, ango heqîqeta xwe ya têkûz nîşan dide ye. Çawa di xwezayê de ti astengî nikarin beramberî şînbûn û serîhildêriya wê kulîlkê bêne danîn, xweşikbûna wê nebîne, gelê Kurd jî berxwedan û berdewamiya xwe bi wêjeya devokî kiriye. Weke ku Prof. Filacifiski di pirtûka xwe ya bi navê Mar û Kurdolojî de gotî: Mirov dema lêkolîna wêjeya Kurdî dike, matmayî dimîne, ji wê gihîştina ji radaya xwe zêdetir a wêjeya devokî(gelêrî)..
Nivîskarê Rûs Maksîm Gorkî dibêje; Gel bixwe feylesof e, bi xwezaya xwe helbestwan û afirînerê çanda gerdûnî ye, ji helbest, çîrok, destan, sirûd... Ev hilberîn û berhem çavkaniya hemû helbestwan û nivîskaran e. Eger em rabirduya xwe baş têbigihin, afirandina me wê pir balkêş be. Wê çaxê em ê girîngiya wêjeya gelêrî bizanin. Wê ti çemên şaristaniyê jî bê wêje nemeşe û bi ser jî nekeve. Mînak; Yewnan bi Homeros, Fars bi Şîrazî, Ereb bi Emrî-ul Qeys, Îtalî bi Dante, Îngilîz bi Shekspieare, Fransî bi Balzac, Rûs bi Pûşkîn û Kurd bi Ehmedê Xanî tên naskirin!
Di dawiya sedsala 19emîn û 20emîn de gelek lêkolîner û nivîskaran berhemên wêjeya Kurdî ya devokî komî ser hev kirine û derbasî nivîsandinê kirine. Ji van Birîm, Mox, di dawiya sedsala 19emîn de û destpêka sedsala 20an de gelek çîrok û lawik kom kirine. Enstîtuya Kurdolojiyê ya li Sovyetê jî, gelek berhemên wêjeya Kurdî ya devokî komî ser hev kiriye û bi zimanê Kurdî nivîsandiye. Di nava gelê Kurd de merdî û comerdî timî bi mîtolojiyan jî hatiye ziman. Di dengbêjiya Kurdî de jî mirov edaleta gel û rola jina Kurd jî bi awayekî zelal dibîne. Herwiha mirov bêdadiya ku hatiye jiyankirin jî baş dibîne. Lewre çi qasî jina Kurd jî rola xwe di dema kevin de di nava vê dîroka devokî de lîstiye, mirov dikare bêje tevî hemû astengiyan jî, kesayetên weke Gulê, Meryemxan û Eyşeşan jî derketine. Van jinên ku li hemberî civaka yekalî timî xwestine rola xwe ya berdewamiya vegotina dîrokî bi awayekî xweş bînin ziman. Ango wêjeya devokî bûye xwediyê xisleta civakî ya ku divê ji herdu aliyan ve bê vegotin. Lê çi qasî hatibe tepeserkirin, dîsa wî agirê wêjeyê çirûskên xwe li ezmanan nîşan daye. Ji dema civaka xwezayî heya niha wêjeya Kurdî xwedî wê nirxê ye ku karibe bibe sembola nîşandana demeke bi nirx û bermahiyên mirovahiyê. Pêwîst e ku mirov bizane ka çi qasî li hemberî jiyana bi nexweşiya desthilatiyê ketiye têkoşiya ye û karîbûye bibe xwediyê wan kesayetên ku nûnertiya dîroka rastiya gelan dikin. Lewre di roja me ya îro de herî zêde sîstema dagirker û sîstema kapîtalîst dixwaze bi rêka bê wate û erzan kirina vê wêjeyê civakê ji komûnalbûna wê ya wêjeyî qut bike. Timî qîmeta vê wêjeyê kêm û çewt nîşan dide, li ser digire. Ji vê zêdetir xwestine li ser bîr û bîreweriya civakî bombebaraneke bêsînor bikin. Dema ku zihnê mirovan ji derdora jiyana xwe ya civakî dûr dikeve, bi awayekî xwezayî wê nikaribe hebûna xwe bi giştî bike û wê timî kêm bimîne, ango dûr dikeve qutbûna mirovan a ji paşeroja wan e, neplankirina pêşeroja wan e. Ger di roja îro de em nasnameya xwe nîşan didin û dîroka xwe dikolin, ev hemû bedewî û vegotina wê wêjeya Kurdî ya devokî ye.
Di roja me ya îro de hêza watedayîna me têrê dike ku em karibin xwe bigihînin cewherê rastiya wêjeya devokî û xwedî lê derbikevin. Hunera resen jî di wê wêjeya gelêrî de ye. Lewre divê ku her demê çîroka Kurdî bê fêmkirin. Wêjeya devokî ya Kurdî ger niha nebûya wê gelê me çawa û bi çi awayî zanîba çend ceng û çend komkujî hatine serê wan? Lewre divê ku beriya her tiştî em bikevin ferqa vê yekê ku em karibin xwedî li wêjeya Kurdî ya devokî derbikevin. Gel bi wêje û stranên xwe bijîn, wê demê di vê şoreşa xwe de wêjeya hemû şoreş, evîn, eşq, lêgerîn, meram, helbest, çîrok, çîvanok, stran, hevok, deng û tama wêjeya xwe ya hêjayî dîroka me ye, em ê bibînin. Careke din zincîrên dîrokê ji kengî ve, di kîjan serdemê de be bila bibe, em ê wê zincîrê ji hevdu vebikin û bigihin hevdu.
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42